rojnameya dilname hijmar 4t dilname rroojjnnaammeeyyeekk rreewwşşeennbbîîrrîî yyee...

24
D D D I I I L L L N N N A A A M M M E E E R R o o j j n n a a m m e e y y e e k k R R e e w w ş ş e e n n b b î î r r î î y y e e S S e e r r b b i i x x w w e e y y e e - - w w w w w w . . d d i i l l n n a a m m e e . . w w o o r r d d p p r r e e s s s s . . c c o o m m Eskerê BOYÎK [email protected] ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye guhestin. Dora min çêkirnên nû pirr in: Avayî û kûçe, baxçe, qawexane û dukan, peykel, reklam û sîmbol. Peykelê nû, sîmvolên nû. Çi di dema me de tune bûn, niha bajar bi wan dagirtîye. Dukanê biçûk, qawexane pirr bûne. Dema min kin e. Ji bo karekî ferz, du roja hatime vî bajarî. Kar giran meşîya, dema vala nema. Sibê, berbang de gerekê bi teyarê vegerim. Ji dema min ya li vû bajarî çend sehet û şevek mane. Hinek malên nas û dostan jî li bajêr hene. Lê naxwezim ew ji min bihesin. Dixwezim ez û bajarê bîranîna xwe bi tenê hev bibînin, hev re kerr biaxivîn. Sî salê jîyana min li vî bajarî derbas bûn. Bîst sal e ji vir çûme. Bajar nase jî, nenase jî. - ... Dûmahîk Rûpel: 9 (( HELBEST MÎNA SÎBERÊ YE, DI GEL MIROV BI RÊ DIKEVE! )) Jan Dost [email protected] www.jandost.com ( Almanya ) 4 4 1-3-2011 Helbestvan Tengezarê Marînî, di sala 1959’an de li Tirbespiya Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Pisporiya Karmendiya Mediya Nû’yê; Communication, Relation and Presentation ( Ragehandin, Têkilîgirêdan û Xwepêşandan ) xwendiye. Di kovarên Stêr, Pirs, Pêl û Bultena Tewşoyê de kar kiriye. Di Azadiya Welat de, qunciknivîs e. Di gelek rojname û kovarên kurdî de, li welat û derveyî welêt de dinivîse. ... Dûmahîk Rûpel: 16 K KO OK KA A K KU UR RD DN NA AS SI I Y YÊ Ê L LI I E EW WR RO OP PA A Û RÛSYAYÊ Mirov dikare bê dudilî, sedsala nozdan di dîroka kurdan de wek (Sedsala Kurdnasiyê) bi nav bike. Di wê sedsalê de, kurdnasî an Kurdology gihişt asteke herî bilind. Helbet gelek faktor (دوا) di pişt guhdana ewropiyan ji gelê kurd û zimanê kurdî re hene, berî hemûyan jî tevgera misyoneriyê ( ) اli xaka Kurdistanê ye. Wek tê zanîn, rahibê domenîkî yê îtalî Maurizio Garzoni (1734-1804) yekemîn berhema ewropî li ser zimanê kurdî nivîsiye. Wî, sala 1787an- ... Dûmahîk Rûpel: 18 Salih KOBANÎ [email protected] ( Swêd ) M MA A E EZ Z Z ZA AR RO OK K I I M M! ! ! ! Ev hevok tê bihîstin, gava kesek hest dike ko henek û qerf pê dibe, bi rengekî ciddî nayê birin, yan jî bi çavekî çûk û ne girîng lê dête nerîn, û ji ber wê jî mirov riyaksiyonê nîşan dide, tore dibe, û bi hêrs bersivê dide... Ma ez zarok im, ko tu/hûn bi vî şîweyî tevleşe min dibin. Li gor vê nerînê, zarok tiştekî biçûk in, baş tê nagihên, ne girîng in, divê ji mezinan bitirsin. Tê bîra min eger nasekî bavê mirov li derekê çav li mirov diket, bang dikir: Hele were vir lawo.. - ... Dûmahîk Rûpel: 19 Tosinê Reşîd [email protected] ( Melbourne - Australiya ) Her roj, sihet heyştê êvarê, te têlêfon dikir. Car dibûn ji heyşta derbas dibû; heyşt û du hûrdem, heyşt û sê hûrdem, lê tu caran nedigihîşt heyşt û pênc hûrdeman. Eger te yê têlêfon nekira, te di berê de ji min re digot, wekî ez wê êvarê benda têlêfona te nemînim. Gava ez ê jî êvarê ne li mal bûma, kû jî bûma, min berî sihet heyşt têlêfona desta ji berîka xwe derdixist, di destê xwe de digirt û benda zenglê te bûm. …Gava sihet nêzîkî heyştan dibe, ez zû bi zû serê xwe bilind dikim û siheta bi dîwêr ve dardakirî- ... Dûmahîk Rûpel: 13 T TÊ ÊL LÊ ÊF FO ON N B BÊ ÊD DE EN NG G E E H HE EV VP PE EY YV VÎ Î N NE EK K L LI I G GE EL L: : HELBESTVAN TENGEZARÊ MARÎNÊ 7 75 5 S SA AL L Û Û 2 20 00 0 ROMANÊN KURMANCÎ* Amadekar: Îbrahîm Seydo Aydogan [email protected] ( Parîs - Frensa ) H Hi i n n n ni i r rx xa an nd di i n n û û î î s st t a at t î î s st t i i k kê ên n l l i i s se er r r ro om ma an nê ên n kurdî: I- Romana yekem ya ku bi kurdî hatiye çapkirin Şivanê Kurd e (Ereb Şemo). Lê belê çapa vê romanê ya ku heta niha di destê me de hebû ji zimanê fransî hatibû wergerandin. Wergera wê ya fransî jî ji zimanê rûsî hatibû kirin. Ji ber ku heta niha kesekî kurdiya wê ya pêşîn ku bi dû çapa wê ya rûsî re hatibû-... Dûmahîk Rûpel: 5 G GU UL L Ê Ê - - Ç ÇÎ Î R RO OK K

Upload: others

Post on 08-Jul-2020

2 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

DDDIIILLLNNNAAAMMMEEE RRRooo jjj nnn aaammm eeeyyy eeekkk RRReeewwwşşşeeennn bbb îîîrrr îîî yyy eee SSSeeerrr bbb iii xxxwww eee yyy eee --- www wwwwww...ddd iii lll nnn aaammm eee...www ooorrr ddd ppp rrreeesss sss ...ccc ooo mmm

EEsskkeerr êê BBOOYYÎÎ KK

[email protected]

( Oldenburge - Almanya )

Bajar hatiye guhestin. Dora min çêkirnên nû pirr in: Avayî û kûçe, baxçe, qawexane û dukan, peykel, reklam û sîmbol. Peykelê nû, sîmvolên nû. Çi di dema me de tune bûn, niha bajar bi wan dagirtîye. Dukanê biçûk, qawexane pirr bûne. Dema min kin e. Ji bo karekî ferz, du roja hatime vî bajarî. Kar giran meşîya, dema vala nema. Sibê, berbang de gerekê bi teyarê vegerim. Ji dema min ya li vû bajarî çend sehet û şevek mane. Hinek malên nas û dostan jî li bajêr hene. Lê naxwezim ew ji min bihesin. Dixwezim ez û bajarê bîranîna xwe bi tenê hev bibînin, hev re kerr biaxivîn. Sî salê jîyana min li vî bajarî derbas bûn. Bîst sal e ji vir çûme. Bajar nase jî, nenase jî. - ... Dûmahîk Rûpel: 9

(((( HHEELLBBEESSTT MMÎÎNNAA SSÎÎBBEERRÊÊ YYEE,,

DDII GGEELL MMIIRROOVV BBII RRÊÊ DDIIKKEEVVEE!! ))))

JJaann DDoosstt [email protected]

www.jandost.com ( Almanya )

444 11--33--22001111

Helbestvan Tengezarê Marînî, di sala 1959’an de li Tirbespiya Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Pisporiya Karmendiya Mediya Nû’yê; Communication, Relation and Presentation ( Ragehandin, Têkilîgirêdan û Xwepêşandan ) xwendiye. Di kovarên Stêr, Pirs, Pêl û Bultena Tewşoyê de kar kiriye. Di Azadiya Welat de, qunciknivîs e. Di gelek rojname û kovarên kurdî de, li welat û derveyî welêt de dinivîse. ... Dûmahîk Rûpel: 16

KKKKKKKKOOOOOOOOKKKKKKKKAAAAAAAA KKKKKKKKUUUUUUUURRRRRRRRDDDDDDDDNNNNNNNNAAAAAAAASSSSSSSSIIIIIIIIYYYYYYYYÊÊÊÊÊÊÊÊ LLLLLLLLIIIIIIII EEEEEEEEWWWWWWWWRRRRRRRROOOOOOOOPPPPPPPPAAAAAAAA

ÛÛÛÛÛÛÛÛ RRRRRRRRÛÛÛÛÛÛÛÛSSSSSSSSYYYYYYYYAAAAAAAAYYYYYYYYÊÊÊÊÊÊÊÊ Mirov dikare bê dudilî, sedsala nozdan di dîroka kurdan de wek (Sedsala Kurdnasiyê) bi nav bike. Di wê sedsalê de, kurdnasî an Kurdology gihişt asteke herî bilind. Helbet gelek faktor (دوا��) di pişt guhdana ewropiyan ji gelê kurd û zimanê kurdî re hene, berî hemûyan jî tevgera misyoneriyê ( )�� ا�� li xaka Kurdistanê ye. Wek tê zanîn, rahibê domenîkî yê îtalî Maurizio Garzoni (1734-1804) yekemîn berhema ewropî li ser zimanê kurdî nivîsiye. Wî, sala 1787an- ... Dûmahîk Rûpel: 18

SSaall iihh KK OOBBAANNÎÎ [email protected] ( Swêd )

MMMMMMMMAAAAAAAA EEEEEEEEZZZZZZZZ ZZZZZZZZAAAAAAAARRRRRRRROOOOOOOOKKKKKKKK IIIIIIIIMMMMMMMM!!!!!!!!!!!!!!!!

Ev hevok tê bihîstin, gava kesek hest dike ko henek û qerf pê dibe, bi rengekî ciddî nayê birin, yan jî bi çavekî çûk û ne girîng lê dête nerîn, û ji ber wê jî mirov riyaksiyonê nîşan dide, tore dibe, û bi hêrs bersivê dide... Ma ez zarok im, ko tu/hûn bi vî şîweyî tevleşe min dibin. Li gor vê nerînê, zarok tiştekî biçûk in, baş tê nagihên, ne girîng in, divê ji mezinan bitirsin. Tê bîra min eger nasekî bavê mirov li derekê çav li mirov diket, bang dikir: Hele were vir lawo.. - ... Dûmahîk Rûpel: 19

TToossiinnêê RReeşşîîdd

[email protected]

( Melbourne - Australiya )

Her roj, sihet heyştê êvarê, te têlêfon dikir. Car dibûn ji heyşta derbas dibû; heyşt û du hûrdem, heyşt û sê hûrdem, lê tu caran nedigihîşt heyşt û pênc hûrdeman. Eger te yê têlêfon nekira, te di berê de ji min re digot, wekî ez wê êvarê benda têlêfona te nemînim. Gava ez ê jî êvarê ne li mal bûma, kû jî bûma, min berî sihet heyşt têlêfona desta ji berîka xwe derdixist, di destê xwe de digirt û benda zenglê te bûm. …Gava sihet nêzîkî heyştan dibe, ez zû bi zû serê xwe bilind dikim û siheta bi dîwêr ve dardakirî- ... Dûmahîk Rûpel: 13

TTTTTTTTÊÊÊÊÊÊÊÊLLLLLLLLÊÊÊÊÊÊÊÊFFFFFFFFOOOOOOOONNNNNNNN BBBBBBBBÊÊÊÊÊÊÊÊDDDDDDDDEEEEEEEENNNNNNNNGGGGGGGG EEEEEEEE

HHHHHHHHEEEEEEEEVVVVVVVVPPPPPPPPEEEEEEEEYYYYYYYYVVVVVVVVÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNNEEEEEEEEKKKKKKKK LLLLLLLLIIIIIIII GGGGGGGGEEEEEEEELLLLLLLL::::::::

HHHHHHHHEEEEEEEELLLLLLLLBBBBBBBBEEEEEEEESSSSSSSSTTTTTTTTVVVVVVVVAAAAAAAANNNNNNNN

TTTTTTTTEEEEEEEENNNNNNNNGGGGGGGGEEEEEEEEZZZZZZZZAAAAAAAARRRRRRRRÊÊÊÊÊÊÊÊ MMMMMMMMAAAAAAAARRRRRRRRÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNNÊÊÊÊÊÊÊÊ

7777777755555555 SSSSSSSSAAAAAAAALLLLLLLL ÛÛÛÛÛÛÛÛ 222222220000000000000000

RRRRRRRROOOOOOOOMMMMMMMMAAAAAAAANNNNNNNNÊÊÊÊÊÊÊÊNNNNNNNN KKKKKKKKUUUUUUUURRRRRRRRMMMMMMMMAAAAAAAANNNNNNNNCCCCCCCCÎÎÎÎÎÎÎÎ********

Amadekar: ÎÎ bbrr aahhîîmm SSeeyyddoo AAyyddooggaann [email protected]

( Parîs - Frensa )

HHiinn nniirrxxaannddiinn ûû îîssttaatt îîsstt iikkêênn ll ii sseerr rroommaannêênn kkuurrddîî::

I- Romana yekem ya ku bi kurdî hatiye çapkirin Şivanê Kurd e (Ereb Şemo). Lê belê çapa vê romanê ya ku heta niha di destê me de hebû ji zimanê fransî hatibû wergerandin. Wergera wê ya fransî jî ji zimanê rûsî hatibû kirin. Ji ber ku heta niha kesekî kurdiya wê ya pêşîn ku bi dû çapa wê ya rûsî re hatibû-... Dûmahîk Rûpel: 5

GGGGGGGGUUUUUUUULLLLLLLLÊÊÊÊÊÊÊÊ -------- ÇÇÇÇÇÇÇÇÎÎÎÎÎÎÎÎRRRRRRRROOOOOOOOKKKKKKKK

Page 2: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

22

NNNNNNNNIIIIIIIIVVVVVVVVÎÎÎÎÎÎÎÎSSSSSSSSKKKKKKKKAAAAAAAARRRRRRRR HHHHHHHHEEEEEEEELLLLLLLLÎÎÎÎÎÎÎÎMMMMMMMM YYYYYYYYÛÛÛÛÛÛÛÛSSSSSSSSIIIIIIIIVVVVVVVV

ÛÛÛÛÛÛÛÛ BBBBBBBBEEEEEEEERRRRRRRRNNNNNNNNAAAAAAAAMMMMMMMMEEEEEEEEYYYYYYYYAAAAAAAA

''''''''GGGGGGGGAAAAAAAAVVVVVVVVAAAAAAAA SSSSSSSSÊÊÊÊÊÊÊÊYYYYYYYYEEEEEEEEMMMMMMMMÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNN'''''''' Bernameya Gava Sêyemîn di Roj TV de ji aliyê nivîskar Helîm Yûsiv de tê amedekirin û pêşkêşkirin. Ew ji bo du armancên sereke hate pêşkêşkirin. Yek jê dagirtina, hinek be jî, ji valayiya ku di qada rexneya kurdî ya wêjeyî de heye û beşdarî di nirxandina van berhemên ku nû derdikevin de bibe. Ya din jî, danasîna pirtûkên kurdî ku piştî weşandina wan ne kes guh li wan dike, ne kes dixwîne û ne jî kes rexne dike. Ji xwe ev yek ji navê wê "Gava sêyemîn" diyare. Gava yekem nivîsandine, ya duyem xwendine, ya sêyem jî rexnekirin û nirxandine. Bername xwe bi van her sê qonaxên ku pirtûk tê re derbas dibe, mijûl dike. Mêvanên bernamê ji ast û qadên cuda yên wêjeya kurdî ne. Mêvanê yekem Mehmûd Baksî bû. Û bernameyên van mehan têne weşandin hemû li Amedê bi nivîskrên Kurd yên Bakur re hatine amedekirin. Ji her çar perçeyên Kurdistanê nivîskar bûne mêvanê bernamê û li ser vê xeta wêjeyî ya neteweyî dewam dike.. Ji ber ku demeke dirêj di ser bernamê re derbas bûye, hinek ji mêvanan çûne ber dilovaniya Xwedê. Ji bilî Mehmûd Baksî, Mehmed Uzun û Feqe Husên Sagnic jî çûne rehmetê. Her nivîskarê ku berhema wî bigihêje ber destê amedekarê bernamê, û ger ku imkana hatina wî ya bernamê hebe, dikare bibe mêvanê bernamê. Deriyê bernamê li ber hemû kedkarên wêjeya kurdî vekirî ye.

Bernama yekem di ( 11.11.2000 ) î de, di MezopotamyaTV de û heftane hate weşandin. Piştî rawestandina MTV, bernamê di MedyaTV de berdewam kir. Niha jî her ji pazdeh rojan carekê di Roj TV de tê weşandin. Dema weşana bernamê roja duşemê katjimêr: (22:45) li gor dema Ewrupayê ye. Herwisa roja sêşemê derdora katjimêr: (13:00) bername tê dubarekirin. Heta niha dora dused û pêncî xelekî ji bernamê hatine weşandin, û zêdeyî dused pirtûkên kurdî tê de bûne cihê gotûbêj û danûstendinên rexneyî.

BBBBBBBBIIIIIIII DDDDDDDDEEEEEEEERRRRRRRRBBBBBBBBEEEEEEEENNNNNNNNAAAAAAAA

BBBBBBBBEEEEEEEENNNNNNNNDDDDDDDDEEEEEEEEWWWWWWWWAAAAAAAARRRRRRRRIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA TTTTTTTTEEEEEEEE

DDDDDDDDEEEEEEEE

EEhhllaamm MM uusstteexxaanniimmîî **

Wergerandin ji 'Erebî:

FFaaddii ll TTeemmoo

Hingê tu dixeyidî Tu kenê xwe Bi derbenê de dadiliqînî Ji telefonê re dihêlî tu Zexeliya bêdengiya xwe .. Û tu vedikşêyî Û pirsyarên min Min dikujin Di neamadebûna te de Û ez di beriyên manto yê te de Li kilîtên dilşewata xwe digerim Ez dixwazim ku zanibim .. Ka tu bi min de diramiye? Ma diqewime ku Hema bi qasî xilmaşbûnekê Xewnên te Ra min kevin berî xewê? Ku balgiyê te bi şev Li ser min bigrî? * * * Hingê ku.. li ber debengiyên min yên biçûk Peyvên te Şayikiya xwe wenda dikin Û rûyê te Kenê xwe ji xwe datîne Nizanim ez ji ber Kîjan sûcî Lêbûrînê bixwazim Û çawa Di hevokne biçûk de Çenteyên derewbêjiyê Ez rêkûpêk bikim Li ber peyayekî Ji bihnkirina peyvan naweste * * * Li şîyarbûna dilreşiya xwe re tu têyî Bi jixwebaweriya qereçiyekî Ho bûye dizîna hespan Dibînim tu Şahiya min didizî Boçikên cixareyên xwe Di laşê xweziyan de vedimirînî Li paş xwe Hemî zeviyan

Dişewitînî Û diçî Dihêlî di nav me de Termê bêdengiyê

PPEEYYVVNNEE ŞŞÛÛRRÊÊ TTEE

ŞŞAAHHIIYYAA WWAANN JJÊÊKKIIRR

Peyayekî nizanibû çawa Vegerîne li ramûsaneke Sorava lêvên min Li ser neynika wî hişt Bi gûzana kurkirinê ya xwe Li ser dilê min nivîsî : "Ji te hez dikim"

* * * Bila tu ne yê dawiyê dighê bî Yek dê werê ye Dê were ye û min bibêye Piştî ku hilkişîne Deriyê bendewariya min ji te re

* * * Gavên min Rûgehnas wan tine ye ji xeynî te Heman debengiyên tu dubare dikî Ji ser rastiyê tu çiv dikî Vedigerî ser riya şaş Ti evîndar Ji şaşiyên xwe fêr nebû

* * * Peyvne xwînkirî Şûrê te şahiya wan jêkir Ximava wan ya rijandî tu dê nabîniye

* * * Min nebihîstiye ku çîçeka dostaniyekê şîn hatiye li ser gora evîneke mezin. Ji gerdişê ku gorên wendakirinê rût bimînin. Li wan goristanan şîn nayin ji xeynî çîçekên heznekirinê. Ewa ji ber ku heznekirin, ne dostanî, ew qîza evînê ye. * * * Di dareke evînêye biçûk de ku hîn niha şîn hatiye tineye ku bi keskayiya xwe li ber dilê te bide ji daristaneke bûye komir, ku hîn agirên wê bi temamî di henavên te de venemirîn e .. û tu dizanî ku rehên wê di te de tirêjkirî ne . * * * Evîneke mezin û ew dimire, çelengtire ji evîneke biçûk û ew peyda dibe ye. Min dil dişewite bi ew kesên ku dilezînin di danîna şîngerandinên xwe yên dilînî de . * * * Ehlam Mustexanmî : Torevaneke 'ereb e ji Cezairê , xwediya çend berhemên helbestî û çar romanan ne. Gotaran di hinek kovarên 'erebî de belav dike. Hinek berhemên wê bo zimanê kurdî hatine wergerandin. Jiyana xwe di nava Libnan û Frensa û Cezair ê de parvedike.

Page 3: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

33

TTTTTTTTEEEEEEEEMMMMMMMMOOOOOOOOZZZZZZZZ ŞŞŞŞŞŞŞŞEEEEEEEEMMMMMMMMAAAAAAAALLLLLLLLÎÎÎÎÎÎÎÎ,,,,,,,, ÛÛÛÛÛÛÛÛ

SSSSSSSSÎÎÎÎÎÎÎÎMMMMMMMMFFFFFFFFOOOOOOOONNNNNNNNIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA NNNNNNNNAAAAAAAAZZZZZZZZEEEEEEEENNNNNNNNÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNNAAAAAAAA

PPPPPPPPEEEEEEEEYYYYYYYYVVVVVVVVAAAAAAAANNNNNNNN

MM eehhmmûûdd BBaaddii ll îî

[email protected]

( Hesekê - Sûriya )

"Sîmfoniya Nazenîna Peyvan ", pertûkeke helbestî di dawiya sala 2007 an de çapbûye, ji 88 rûpelên parçeyên piçûk pêk hatiye, û 29 helbestên ku bi şêweya nûjen hatine ristin di nava xwe de rapêçayî ye. Tê xuyakirin ku ev pertûka helbestî ya sêyem ji helbestvan Temoz Şemalî re piştî (Hêviya perperîkan 2003 - Kulxana gundên jibîrkirî 2005) dikeve nav destê xwênerên helbesta kurdî li rojavayê kurdistanê. Ev şêweyê helbestê yê nûjen ku di dema îro de, gelek pênûsan ber bi xwe ve radikişîne û bêhtir nifşê nuh derbarî nivîsandina helbestê li hemberî guhertinên ku çê dibin, nemaze rûvebûn û pêşketina ku di pêvajoya wêjeyê de çê dibe, çi li ser asta tevgera wêjeya cîhanî, çi li ser asta wêjeya welatên hawîr kurdan û di nava kurdistanê bi xwe de. Lê ev şêweyê helbestê yê nûjen li rojavayê kurdistanê, em dikarin bêjin hîna rehên xwe baş bernedaye xwarê, û pênasîyek xweş li nav "cemawerê helbestê" pê çê ne bûye, ango hîna "helbesta nûjen" li ser guhê xwênerên kurd nuhe, û ev yeka dibe astengiyek pirr mezin di aliyê têgihiştinê de, "têgihiştin di navbera helbestvan û xwêner de". Digel vê jî, dîsa helbesta nûjen ya ku îro bêhtir tê nivîsîn, roj li pey rojê cihê lingê xwe li meydana wêjeyî çê dike, û hêdî hêdî xwe berdide hindirê xwênerên helbestê û bi gavin bîrwer ji hêla xwediyên berheman, têkiliyên xweş û hêviyane ava dike. Temoz Şemalî, derbarî nivîsîna helbesta nûjen, yek ji wan helbestvanên ku bi rengekî baş û xweşik helbesta xwe dihûne, û yek ji wan kesên berpirsiyar û bîrwer û xwedî piroje di vî warî de xuya dike. Li vir wek xwênerekî, dixwazim hinekî li ser pertûka wî ya helbestî "Sîmfoniya Nazenîna Peyvan " rawestim, û bi vê xwendinê - bê guman ev ne ya dawiye - hinekî xewn û nîgaş û nerînên wî tevbidim. Di helbesta "Peydara peyvan " de, helbestvan rewşeke neçar û bê hêvî destnîşan dike. Tev ku bi bêjeya-

-"carnan " hevoka xwe despê dike, û ev despêkirin şiyana ku derî li pêş hêviyan vekirî bihêle xuya dike, lê hember vê bêjeyê.. " Carna li aliyekî şevê hêvî xwe şik berbext dibin ..", Rû 4 Bendewarî nezok dimîne û pistepistên bêdengiyê ji desthilanîn dikevin û di valahiyê de kedî bibin.. ne tenê ev, ta radeyekê her em dipelînin ku helbestvan bi xwe ji hêz dikeve û wek yekî bê hêvî ji qelsbûn û lawazî, destê xwe li ber Xwedê vedike: " Bi Xwedê be / me gunehe ku / tuxûmava zelal di şermgeha re ştariyê de / biyan dizîrmite ." Rû 4. Ev rewş, rewşa evîndarekî şeyda û hêvîdar ku kêlîkên jiyana wî di navbera hedan û ne hedaniyê de dibûre, li hember vê rewşê bêhtir rewşa bê hêvîtiyê eşkere dibe, jiber gelek sedem hene pêşberî hêviyên evîndaran dibin kelem û astengî, wek: rêz û rawazên civakî û rewşa mirovatiyê ku ala wê sutûxwar bûye, û di çarçewa welatekî de ku çivîk jê koçber dibin û pinpinîk lê basko dibin, û buhar beravêtî dibe." de bese, sûtariya civakê / ji pelên dara evînê duxwe, bese." Rû6 Lê çiqasî şevên tarî bi ser kesê evîndar de tên, û çiqasî rê pêşberî wî winda dibin û xewnên wî derbeder dibin, kaniya evîna dilê wî namiçiqe û çemê hezkirinê di hindirê wî de berdewam diherike. li vir, helbestvanê me xwe davêje bextê mozîka monemor ku alfabeya evînek nuh biafirîne, ku mozîk bi xwe bandorek wê yî pirr mezin li jiyana yê evîndar heye ji hêla sivikkirina derd û êş û xeman ve, û ji aliyekî dî, guhdarîkirina mozîkê yekî diajo ber bi xavkirin û vehêstinê ve, ber bi mijûlbûn û hestekî zelal ve, ber bi kûrahiya hindirê kesayetiyê ve: " Lêde mozîka evînê lêde / vî barî ji ser pi şta dilan / sivik bike. monemor, monemor / jehra xopaniyê / şerbeta jiyanê / lêde, lêde, lêde / alfabeya evîneke nuh / bi xwe re biafirîne ." Rû 32 Di heman warê evînî de, helbestvanê me ji bilî bendewarî û bîranîn û êş û azarên ku di vê rêyê de dibîne, rengê êrotîk jî di vê biwarê de tevdide, hema di helbesta "Dînbûna Şevê" de û di naveroka hin helbestên dî de jî bi şêweyekî nazik û zimanekî helbestî xweş û hêmadar vê hewesê şirove dike: " Di gewriya şevê de / gava hesp bi rewanî / di nav hêtên tariyê de / dibeze / diçêre / û di şikefta jînê de / winda dibe…/ bi nalîna ewran re / gilêz ji devê hespekî serhi şk / bi ser herdu / kîvro şkên bê pele de

diherike / û weke avmeyînê / dimiçiqe . " Rû 34. Hema di vê hevoka êrotîk de, ne diyarî, winbûn û hêmadarî baş diyarin: "Siwar gurekî birçîbû / li geliyên ewran / ber bi kûrahiya nenas ve diçû / û geya dêwên xewnên keçikan bû. " Rû45. Belê helbestvanê me, weku ji naveroka helbestên wî tê xuya kirin, gelekî ketiye di bin bandora şevê de, û weku tê xuyakirin şevê ew baş li xwe hêwirandiye, şev li cem wek keçeke naze, wê bi hêvî û sozmendiyê ve girêdide "Şev dibû keça sozmendiyê " Rû 25, "Hêviyên şevê" Rû 26, û ji aliyekî dî, şev li cem wek her bûnewerekî siruştiye: Pêl, tarî, bejn, perav.. "Di bin pêlên şevê de " Rû8, "di sivikiya bayê şevê de " Rû71, û bi vî rengî, gelek caran gotebêja "Şevê" û her carê bi awayekî em di nava rûpelan de dipelînin, carna şev hevale û carna dijmine, carna xweşiye û carna nexweşiye. Ne dûre rengê vê dûbarekirinê û her carê bi rengekî ciyawaz, rengê mirovê kurd û rewşa ku têde dijî nemaze ji aliyê civakî û siyasî ve ku bandoreke taybet li hêla sozî û derûn û ramanên mirov dike, bêparbûna sozî yê, zor û sitem, bindestî, xeşm û zînat, rêz û rawazên civakî. Li aliyekî dî, helbestvanê me li cem evînîyê tenê ne rawestiya ye, belê xwe avêtiye gola siyasetê jî, û li vir li hember rewşa ku miletê kurd têde dijî, nemaze piştî serhildana 12 avdarê û rewşa tevgera kurdî ya jihevketî û parçebûyî ku tevger bi tevayî ne di asta bûyerê de bû, û jê re ne amade bû, li hember vê yekê helbestvanê me, bi zivrî û tinazî nêzîkî babetê dibe, û Sikretêrên partiyan tirsonek dibîne, "Li min biborin / ey Sikretêrên ba şûrê biçûk / ji ber ku seranserî gundên kurdan / ez geriyam / tu kesên weke we / tirsonek û pa şperde min nedîtin ", Rû 39. " Ev bayê / di kolanên azadiyê re tê / ez nizanim çima ev qas perçe dibe?! xuyaye carekê / ta ştiyeke kurmancî xwariye / yan carekê /ji kehniya Sikertêrên me vexwariye ." Rû 85. " Ey qeşmerên welatê min / îro talaniya ezeziya we ye.. " Rû 14. Û babeta azadiyê yek ji babetên sereke cih girtiye ku helbestvanê me baş guhdayiyê û hemî xewn û hêviyên xwe li ser ava kiriye, lê azadî ne bê qelene, "jibîrneke, li bin konên azadîxwazan / hertim birîndar hene " Rû 83. "Rext li milê wan / ber bi çiyayên bilind ve bi- ... Dûmahîk Rûpel: 4

Page 4: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

44

TTEEMMOOZZ ŞŞEEMMAALLÎÎ,, ÛÛ SSÎÎMMFFOONNIIYYAA NNAAZZEENNÎÎNNAA PPEEYYVVAANN ...... DDûûmmaahhîîkk::

-rêdiketin / bermayîna toza baweriyê / li ser eniya welat / dîro ka berxwedaniyê dinivîsin ." Rû56. Lê weku tê xuyakirin digel babetên siyasî de, carina zimanê rapûrî û yekrast bi ser zimanê helbestî dikeve. Di biwara ziman û wêneyên helbestî de, ku ji mercên bingehîn tên hejmartin, divê di her helbestê de peyda bibin, helbestvanê me li hember vê yekê di gelek cihan de biserketiye. "Gava li hembêza fediyê / kirasê şevê şil dima. " Rû 6. "Sibeh sosina şevê bû / li ber bihna wê / ji peyala qehwê / me bîranîn vedixwarin ."Rû25. "Gava xunav / bi ser bisk û keziyan ve dibare / û çav ji dêvla rokê hiltên " Rû36, "Axur pencereya daristaneke asê ye " Rû53. "Diz li vî bajarî / li dorhêla mizgeftan / birçî dig erin / û geh parseken.., lê dizên peyvan / di bin pêlavên riwê x we de veşartîne ." Rû 60. "Sê mehan barana salê tî ma " Rû77. Lê di heman gavê de, hin bêje û wêne gelek caran bi heman wate û nîşaneyan pê re hatiye dûbare kirin, yan gelek caran di pirr nivîsên berê de hatiye bikarhanîn wek "Welatê bêdengiyê.. Sînorê tirsê .. Sînorê qedexe.. dîwarê tirsê.. Bejna şevê, gewriya şevê .. "Barana hêsira germ dibariya ". Li gorî şopandina me ji herdu karên helbestvan yên berî vî karî re, dîsa wek berê, di hin helbestan de weku dilê wî rihet nebûye ketiye warê şirove kirinê de, di dema ku helbest ne di pêdiviya wê de ye, ev jî yek ji nexweşiyên helbesta kurdî bi tevayî ye, belku jiber ku yê helbestvan baweriya wî bi têgihiştina yê xwêner nayê, yan jiber ew dixwaze bêtir kela dilê xwe di rêya şirovekirinê re birjîne, çiku peyvên hindik wî nagihîne wê astê û dilê wî naxe cih. wek di helbesta " Çar pêxember " de Rû 27, di bin her jimarekê de pêxemberek heye û helbestvanê me ew bi navkirine "pêxemberekî virek, tirsonek, bê hêz ..", dibêjim divê ku helbestvan vê yekê ji yê xwêner re bihêle, bila ji naveroka helbestê rengê wî pêxemberî nas bike, her yê xwêner ew jî hewcedare ku beşdariyê li gorî xwendina xwe di helbestê de bike, divê ku hinekî nexuyabûn peyda bibe, û xwêner li gorî têgihiştina xwe sembol û nîşaneyên wê ji hev veke û kişif bike. Ne ev helbest bi tenê, belê hin helbestên dî jî şirovekirin di wan de peyda dibin, weku helbesta "Aşotiya Bendîxanê " Rû 58, ya herî dirêj di pertûkê de ku 29 rûpel girtiye, şirovekirin û dûbarekirina hin ramanên ku di helbestên berî xwe de têde xuya dibin, lê ev helbest bi xwe wek destaneyekê ye, bi sembol û wêneyên helbestî dagirtiye, xwêner pê re ji cihekî diçe cihekî dî, gelek pirsan li ber destê xwêner radixe, xwêner pê re dikeve ramanan, lê mixabin baş kar li ser ne hatiye kirin, lewma ji xweşik bûna wêyî hunerî kêm bû ye. Ji aliyekî dî ve, belku her helbestvanek dixwaze ku ferhengek ziman taybet bi wî hebe, şêweyek taybet ji hêla ziman û wêneyan bi xwe ava bike û helbesta xwe li ser birêse, û em vê yekê li cem Temoz Şemalî dibînin, nemaze derbarî wêneyên helbestî yên li hev siwar ku ji du sê bêjeyan û bêtir di yek hevokê de bi pêk hatiye, wek: " û zebanên derengiya xwegevizînê / di toza vegevzîna / lavlava gevzandina maçên evînadaran de / rû qermiçokî digeriyan ."Rû 73 "Deriyê deryaya deriyê vekirî / girêka zimanê tirsê / bi şilbûna şermgeha fedyok vedikir ."Rû 80. Lê mixabin hin bêjeyên ferhengî yên ku helbestvanê me bi kar aniye bûne kelem li pêş têgihiştinê, çiku ew bêjeyên ha di axavtina rojane de nayê bikarhanîn, yan li herêmeke bi tenê tê bi kar anîn, mînak " gûrbûn : (peyvên ne baş) Rû5, reşeb: (hezkirin, El'atife )rû 30, pereslêrk : ( hechecîk) Rû56, daqenok : ( bi Erebî: Lîqah ) Rû63", " tev ku wateya wan şirove kiriye jî, lê xavbûn û zuhabûn berdaye rewanê ziman û wêneyên helbestî de. Lê bi giştî, derbarî "Sîmfoniya nazenîna peyvan " em dikarin bêjin ku Temoz Şemalî , gavek baş û çalak di hêla hunerî û nîgaş û çelengiya helbestê de avêtiye, karekî xweşike, û hêjayî xwendin û nirxandineke berfirehe, jiber bi xwendinekê tenê mirov nikare her tiştên di hindirê pertûkê de çi erînî, çi ne erînî, xweşik yan ne xweşik berçav bike.

Xurbetiyo Ji birînan Te canê min kir serrad Te kirarê bedena min hanî xar Bi lafan Te ez sasî kirim Paşpê kirim Ez mirim

Xurbetiyo Paşî li virên te ne hatin Wek tûrê qulqulî Erê Dev beşooooo Zik reşo Te helkiş li min kirin hesret Te wêran bi min xistin Û li dawiyê Te fînçoz kir ŞŞEEVVÎÎNN Di şevîna yariyê de Veciniqîm û tirsîm Sizî hatin min Hêrganiya min beravêt û vepekî

Di şevîna yariyê de Ez nîv kelî mam Xewnan ez hilînam Terra merra Ber te hatin Lê her tişt berbatî bû

Yariyê …. ! Şevîna te bê mexel bû Bê soz û tidarek bû Bê terezûn bû Bê pergele bû Bê sernav bû

Şevîna te dirêj û dirêj kir Keraşî vegerîn malan Lê hîn jî, ez û bi te va Di hembêza şilotiyê de Avjeniya xwe dikin

Xilmaş bûm Ketim xewa giran Osnebiriya min, ez kuştim Li dawiyê Bi keçeliyan Min berê xwe da mirina xwe

HHHHHHHHEEEEEEEEVVVVVVVVAAAAAAAALLLLLLLLKKKKKKKKIIIIIIIIRRRRRRRRAAAAAAAASSSSSSSSOO

II nnaayyeett DDîîkkoo [email protected]

( Almanya )

Heval kiraso Heval kiraso Xas û nenaso Ez û te Serbinî hev dibûn Ji te diqeherîm Lê pirr caran jî Min tu hembêz dikir Te jî ez hembêz dikirim

Hevalkiraso Di şevên lal de Wek Ejdeha Te xwe li min dipêçand Min nizanî bû, ku ewqas Tu germî Tu nermî Tu hevalî Tu kirasî

Hevalkiraso Tu pirr caran hati bû Sêra min Li dever û gêçûtan Li sirrt û gewarran Li kaş û kûşan Te ne hêşt pişta min bi toz bibe

Hevalkiraso Li çat û rêkan ez westiyam Hal û hindira'm neman Telbîz li min hişk bû Niha jî Payîz li min digere...

XXUURRBBEETTIIYYOO

Xurbetiyo Te çi bi min kir? Li laşê min Te hêlik û hêlan dadan Tu bû kurmê Eyûb Li guvdeyê min Te çal û şikeft vedan

Te porr ji min bir Te mêjî ji min bir Te purmût û tû yê min rewisand Lê dil ma ji min re û ken ma ji min re

Page 5: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

55

7755 SSAALL ÛÛ 220000 RROOMMAANNÊÊNN KKUURRMMAANNCCÎÎ...... DDûûmmaahhîîkk:: -nivîsandin bi dest nexistibû (bi dest xistibe jî kesî pê nizanîbû), wergera wê ya ku ji aliyê N. Zaza ve ji fransî hatibû kirin (1947) weke ya orjînal dihat qebûlkirin. Îsal, lêkolîner Nîzamettîn Elçî kurmanciya wê ya orjînal peyda kir û kopyayeke wê gîhand gelek nivîskarên kurd. Di vê romanê de mirov dibîne ku Erebê Şemo elfabeyeke latînî ya nêzîkî elfabeya Celadet bi kar tîne, lê belê hin tîpên wê ji ber elfabeya kirîlî hatine girtin. Tîpên ku di elfabeya Erebê Şemo de cuda ne (di ya C.Bedirxan de: u, û, i, î, e, ê, y, j) dîsa jî dikarin ji aliyê kurdîxwênan ve bi hêsanî bên xwendin. Li gora ku Mamed Jemo jî di lêkolîna xwe ya li ser romanên kurdî de dide, ev roman di sala 1931‘ê de li Leningradê bi navê Kurdiski Pastux bi rûsî hatiye çapkirin. Lê ji ber ku ji aliyê nivîskarê wê ve bi dû re bi kurdî hatiye nivîsandin, ev roman jî weke romaneke kurdî ya xweser tê hesibandin. Ereb Şemo, di romana Berbang de vê serboriya xwe ya di “Şivanê Kurmanca” ji nû ve dinivîsîne û hin beşên din lê zêde dike. Bi dû re ev pirtûk bi awayê kurmanciya Erebê Şemo ji nû ve û bi navê “Şivanê Kurmanca” (amadekar Mustafa Aydogan, weşanxeya Lîsê) hat çapkirin. II- Yekem romana ku rasterast bi kurmancî hatiye nivîsandin Xatê Xanim a Eliyê Evdilrehman (1958) e. Eliyê Ebdilrehman sê roman nivîsandine. Di hevpeyvîneke xwe ya di 1984’an de (çavkanî: Nacî Kutlay, Romana Kurdî, Kovara War, hj 8) dibêje ku ew li ser romaneke bi navê Murtule Beg dixebitî, lê belê em nizanin ka gelo ew roman çap bûye an na. III- Romanên kurdên sovyetê bêtir romanên ideolojîk bûn. Lehengên wan kesên îdeal bûn û başî û nebaşî li gora pîvanên bîr û baweriyên nivîskêr dihatin diyarkirin. Herweha, di romanên Ereb Şemo de kesên ku ji bo bolşevîzmê dixebitîn baş bûn û feodal jî nebaş bûn. Ev taybetmendîya romana kurdî ya sovyetê di seranserê wêjeya kurdî ya sovyetê de heye. Lewre, wêje di bin çavdêrîya Partîyê de dihat kirin û mecbûr bû ku bi kêrî sîstema komûnîst bihataya. IV- Di piraniya romanên ku bi kurmancî çap bûne de hê jî îdealîzekirina lehengan heye. Nivîskarên me lehengan bi tenê ji hêla wan a baş ve dibînin. Ji ber wê, lehengên romana kurdî ji hêla psîkolojîk ve qels in. Hejmara nivîskarên ku xwe nêzîkî lehengên xwe kiriye an jî hewil daye ku psîkolojîya wan nîşan bide pirr kêm e. V- Bi giştî, hejmara romannivîsên ku heta niha hayê me ji wan çêbûye 105 e. VI- Bi giştî, hejmara romanên kurmancî yên ku heta niha hayê me ji wan çêbûye 200 e. Hingê, di 75 salan de 200 romanên kurmancî hatine çapkirin. VII- Di salên 1940‘î de û herweha di salên 1970‘î de tu romanên kurmancî nehatine çapkirin. VIII- Heta sala 1980‘ê, ji bilî Erebê Şemo, Eliyê Evdirehman, Mîroyê Esed, Heciyê Cindî û Seîdê Îbo romannivîsên kurmancîaxêv derneketine. Hingê, heta sala 1980‘ê, hejmara romannivîsan 5 û ya romanên kurdî jî 12 bû. IX- Heta sala 1990‘ê hejmara romannivîsan bûye 14. Hejmara romanên kurmancî heta sala 1990‘ê, 27 bû. X- Di navbera salên 1991 û 1998’an de, 13 romannivîsên nuh peyda bûne û 20 romanên nuh çap bûne. 1991 : 2 roman çap bûne. 1992 û 1993 : tu roman çap nebûne.

1994 : 3 roman çap bûne. 1995 : 5 roman çap bûne. 1996 : 4 roman çap bûne. 1997 : 2 roman çap bûne.

1998 : 4 roman çap bûne. XI- Ji sala 1999’an û bi şûn ve hejmara romannivîsan û herweha ya romanan jî zêde bûye. Wê salê, serokê PKK’ê Abdullah Ocalan hat girtin û PKK’ê jî ji bo doza wî ya li dadgehê çalakiyên xwe rawestandin û hingê Dewleta Tirk jî hêzên xwe aşt kirin. Wê salê, cara yekem bû ku 10 romanên kurmancî bi hev re çap bûn. Ji 1999’an û heta niha, 78 romannivîsên nuh li-

-hejmara nivîskarên kurdî zêde bûne. Di navbera 1999-2010’an de, di yanzdeh salan de, heta niha, 151 roman hatine çapkirin (2 romanên ku me nedîtine û ji ber wê sala çapa wan nehatiye nivîsîn, li derveyî îstatîstîkan hatine girtin). Gava ku mirov bizane ku berî 1999’an hejmara romanên kurmancî 47 bûn û di van 11 salên dawîn bi tenê de 151 roman çap bûne, hinge mirov dikare bi hêsanî pê derxe ku çalakiyeke nivîsandina romanan û serbestiyeke weşanên kurdî ya berfirehtir pêk hatiye. Ji ber wê ye ku di sala 2010'an de 22 roman bi hev re hatine çapkirin. 1999 : 10 roman çap bûne. 2000 : 4 roman çap bûne. 2001 : 5 roman çap bûne. 2002 : 12 roman çap bûne. 2003 : 8 roman çap bûne. 2004 : 12 roman çap bûne. 2005 : 18 roman çap bûne. 2006 : 12 roman çap bûne 2007 : 18 roman çap bûne. 2008 : 15 roman çap bûne. 2009 : 15 roman çap bûne. 2010 : 22 roman çap bûne. XII- Ji 200 romanan, (ji sedî sed ne rast be jî ev îstatîstîk) 69 heb li Ewropayê (Swêd û Almanya û Komara çekê) hatine çapkirin. 95 heb li Stembol û Diyarbekirê hatine çapkirin. 18 heb li başûrê Kurdistanê hatine çapkirin. 14 heb di nava Kurdên Sowyetên kevin de hatine çapkirin (13 li Ermenîstan û yek li Azerbeycanê).. 2 li Beyrûdê hatiye çapkirin Cihê çapa 2 romanan jî hê ji bo me nediyar e. XIII- Kurdên sovyetê berî kurdên din dest bi nivîsandina romanan kiriye. (Ereb Şemo, Eliyê Evdirehman, Heciyê Cindî). XIV- Piraniya romannivîsên kurd li Swêdê bi cîh bûne û romanên xwe li wira nivîsandine. (Brîndar, Mehmed Uzun, Laleş Qaso, Lokman Polat, Mahmûd Baksî, Silêman Demîr, Bûbê Eser, Mustafa Aydogan, Bavê Nazê...). XV- Başûrê Kurdistanê di çapkirina pirtûkên kurmancî de bi derengî be jî geş dibe. Li gora agahiyên ku serokê Komeleya Nivîskarên Başûr di hevpeyvînekê de dide, bi tenê ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ve mehê du pirtûkên kurdî têne çapkirin. Ji 18 romanên ku li wira çap bûne 17 heb di salên 2000î de çap bûne. XVI- Di gelek romanan de agahiyên di derheqê nivîskêr de tune ne. Ji ber wê, gelek nivîskar nenas mane. Lê piraniya romannivîsên ku berî sala 2000’ê pirtûk çap kirine, li Ewropayê dijî. XVII- Yekem romana ku ji aliyê kurdên Ewropayê ve hatiye çapkirin, Xanê ye. (Birîndar, 1982) XVIII- Nivîskarê ku di warê romanê de bi kurmancî herî pir berhem dane, Mehmed Uzun û Lokman Polat in û herduyan jî heryekî ji wan 8 roman nivîsandine. Piştî wan jî, Mezher Bozan (7 roman) û Medenî Ferho (7 roman) tê. XIX- Hejmara weşanxaneyên ku romanên kurdî (kurmancî) çap kirine, bi qasî ku hayê me jê heye, ji 50’î derbas bûye e. XX- Bi qasî ku em dizanin, gellek weşanxaneyên kurdî li Swêdê bi cîh bûne. (11 weşanxane: Nûdem, Roja Nû, Orfeus, Apec, Helwest, Sara, Welat, Pelda, Jîndan, Newroz, Kurdistan) XXI- Serê salên 90î, piştî guherîna hin zagonan ya di dema Ozal de, êdî weşanxane ji nû ve li- ... Dûmahîk Rûpel: 6

Page 6: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

66

-bikaranîna teknîkên romannivîsînê tuneye. XXXIII- Hejmara nivîskarên kurdî ji hejmara firotina berhemên kurdî zêdetir e. Bi qasî ku di kovar û rojname û malperên kurdî de tê dîtin, hejmara nivîskarên kurdî li derdora 750î ye, lê belê firotina berhemeke kurdî ya asayî li derdora 400 liban e. Ev jî hin pirsên din peyda dike: Ma gelo nivîskarên kurdî jî naxwînin? LLîîsstteeyyaa rroommaannêênn kkuurrmmaannccîî tteevvaa nnaavvêê nniivvîîsskkaarrêênn wwaann ll ii jjêêrrêê yyee:: 1. Mehmed Uzun 1- Tu (Dengê Komal-1984, 220 r.) 2- Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê (Orfeus-1987, 154 r.) 3- Mirina Kalekî Rind (Orfeus-1989, 119 r.) 4- Siya Evînê (Orfeus-1991, 220 r.) 5- Bîra Qederê (Sara-1995, 252 r.) 6- Ronî mîna evînê Tarî mîna mirinê (Avesta-1998) 7- Hawara Dîcleyê (cild 1) (Avesta-2001, 302 r.) 8- Hawara Dicleyê (cild.2) Avesta-2003) 2. Ereb Şemo 1- Şivanê Kurd (1935) (çapa nû, Ozgurluk Yolu-1977, Stenbol, 112 r.) 2-Berbang (Haypethrat, 1959) 3-Jiyana Bextewar (1959)(çapa nû, Roja Nû-1990, 253 r.) 4-Dimdim (1966)(çapa nû, Wesanên Roja Nû-1983, 205 r.) 5- Hopo (1969) (çapa nû, Roja Nû-1990, 208 r.) 3. Lokman Polat 1- Kewa Marî (Helwest-1999, 272 r.) 2- Fîlozof (Helwest-2002, 163 r.) 3- Rojnamevan (Pêrî-2002, 109 r.) 4- Robîn (Veng-2004, Stembol, 173 r.) 5- Hawar û Qêrîn, 1996 6- Nûrheyata Lîcî (Helwest-Doz, 2005, 88 r.) 7- Kodnav Viyan, (2006) 8- Parola Operasyonê: Girtina Saddam, (2008) 4. Eliyê Evdirehman 1- Xatê Xanim (1958) (çapa nû: Belkî, 2004, Amed, 80 r.) 2- Gundê Mêrxasan (1968) 3- Şer çiya da (1989) 5. Mahmud Baksî 1- Hêlîn (Immigrant-institutet-1984, 118 r.) 2- Gundikê Dono (Orfeus-1988, 107 r.) 3- Lawikê Xerzî (2000) (Nûdem) 4- Serhildana Mala Eliyê Ûnis (Weşanên Azadiya Welat 2001, 101 r.) 6. Laleş Qaso 1- Sê şev û sê roj (Nûdem-1999, 328 r.) 2- Xezeba Azadiyê (Pelda-2000, 312 r.) 3- Wêran (Pelda-2002, 303 r.) 4- Ronakbîr (Pelda-2003, 116 r.) 5- Serok Altaxus (Pelda, 2006) 7. Medenî Ferho 1- Berxwedan Jiyan e (Abece, 1994) 2- Mîrza Mihemed (Nûdem-1995, 107 r.) 3- Xaltîka Zeyno (Doz-1998) 4- Marê di tûr de (Pêrî-1999, 192 r.) 5- Xewnên pînekirî (Pêrî, 2001) 6- Dora bacînê, bi dar e (Tevn, 2007)... Dûmahîk Rûpel: 7

7755 SSAALL ÛÛ 220000 RROOMMAANNÊÊNN KKUURRMMAANNCCÎÎ...... DDûûmmaahhîîkk:: -Stenbolê jî vebûn. Piştî 1980, hemû weşanxaneyên kurdî hatibûn girtin. Piştî 1990î, ji nav weşanxaneyên kurdan ên ku li Tirkiyeyê bi cîh bûne, 12 weşanxaneyan di ber berhemên din re roman jî çap kirine (Doz, Sî/Mîr/Elma, Avesta, Pêrî, Aram, Berfîn, Belkî, Bajar, Veng, Lîs, Do, Ronahî). XXII- Ji nav weşanxaneyên ku piştî 1991ê vebûne, bi tenê weşanxaneya Belkiyê û ya Lîsê û ya Ronahiyê navenda xwe li welêt (Diyarbekir) daniye. XXIII- Weşanxaneya ku herî pirr roman çap kirine, Pêrî ye (18 roman). XXIV- Di nav kurdên bakurî de, weşanxaneya ku cara pêşîn romanek çap kiriye, Ozgurluk Yolu ye. (Şivanê Kurd-1977, Stenbol, 112 r.) XXV- Di nav romanên ku me bi dest xistine de romana herî stûr, Serhatiyên Rustem û nemerdiya namerdan (Riza çolpan, Veng, 2004, 558 r.) Romana herî zirav, Pala Bêşop e. (Xemgînê Temê, Sara- sala nivîsandinê:1983, sala çapê li ser nehatiye nivîsandin, 76 r.) XXVI- Hin romanên ku wek cildê yekem yên romanên pircild hatine çapkirin hene, lê belê digel ku wan romannivîsan piştî wê hin romanên din çap kirine jî, cildê duyem hê jî nehatine çapkirin. 1- Sorê Gulê (Silêman Demîr, 1997) 2- Xaltîka Zeyno (Medenî Ferho, 1998) 3- Peyman, 1- Girava Strêrkên vemirî (Zeynel Abidîn, 2003) XXVII- Ji nav romanên ku me bi dest xistine, pênc romanên ku ji gellek cildan pêk tên hene. 1- Sê şev û sê roj, Xezeba Azadiyê, Wêran : Sê cild (Laleş Qaso, Nûdem-1999, Pelda-2000-2002) 2- Hawara Dîcleyê : Du cild (Mehmed uzun, Avesta-2001-2002) 3- Av zelal bû: çar cild (Mezher Bozan, Pêrî, 2002-2004) 4- Sêbareya Mêrdînê ; sê cild (Yaqob Tilermenî, Lîs-Do, 2005-2009) 5- Xezeb: du cild (Eskerê Boyik, Deng, 2004-2008) XXVIII- Ji bilî romanên Ereb Şemoyî, hin romanên din jî hene ku berê bi zimanin din hatine nivîsandin û bi dû re wergeriyane kurdî. Romanên ku berê bi zimanin din hatine nivîsandin (bi qasî ku em dizanin) û bi dû re wergeriyane kurdî ev in: 1- Zeviyên Soro (Nacî Kûtlay), berê bi tirkî hatiye nivîsîn û ev yek di çapa wê ya kurdî de hatiye diyarkirin. 2- Hêlîn (Mahmûd Baksî), berê bi swêdî hatiye nivîsîn û ev yek di çapa wê ya kurdî de hatiye diyarkirin. 3- Çiyayên bi xwînê avdayî (Bavê Nazê), berê bi erebî û rûsî hatiye çapkirin û ev yek di çapa wê ya kurdî de hatiye diyarkirin. XXIX- Ji ber ku kurd dûrî hevdu mane û têkîliya berheman û xwendevanan li ser pireyên serrast nehatine avakirin, civandina navên romanên kurdî jî bi qasî civandina hemû romanên kurdî dijwar e. Ji ber wê, dibe ku hin romanên din jî hebin ku hayê me jê çênebûbe. XXX- Çapemeniya kurdî, xwe ji hin romanan re kerr kiriye. Ev jî tê wê mahneyê ku sansureke navxweyî û tûnd di nav weşanên kurdî de bi cîh bûye. Sedema vê yekê jî cudabûna bîr û baweriyên polîtîk e. XXXI- Weşangeriya kurdî li ser hîmên şexsî hatiye sazkirin. Li gora ku tê dîtin, hilbijartina weşanxaneyên kurdî ya berheman ne li gora pîvanên wêjeyî, lê li gora têkîlî û hesabên şexsî tê kirin. Ji ber wê, kî çi binivîsîne, dikare bi hêsanî bide çapkirin jî. Ger têkîliyên şexsî nekevin nav wan, hingê têkîliyên polîtîk çalak dibin. XXXII- Kêmhejmarî an jî pirhejmariya romanên kurdî asta wan ya hunerî diyar nake. Ji ber ku gelek romanên kurdî gelekî dûrî qaîdeyên romannivîsînê mane. Hayê gelek romannivîsên kurdî ji tevna romanê, zimanê edebî, ferqa çîrok û romanan, vegotina bûyeran û kronolojiya wan, şayes, psîkolojiya lehengan û-

Page 7: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

77

7755 SSAALL ÛÛ 220000 RROOMMAANNÊÊNN

KKUURRMMAANNCCÎÎ...... DDûûmmaahhîîkk:: 7- çîroka me, (Do, 2010) 8. Abbas Abbas 1- Şivanê Berxan (Pêrî, 2004,111 r.) 2- Xewnên şiyarî (Pêrî, 2004, 111 r.) 3- Dengbêjê piçûk (Pêrî, 2005, 96 r.) 4- Helbestvan (Pêrî, 2005, 95 r.) 5- Neviya çiyayekî (Pêrî, 2006) 9. Xurşîd Mîrzengî 1- Sînor (Jîndan-1995) 2- Ristemê Zal (Rewşen-1999, 205 r.) 3- Belqitî (Komal, 2004, 251 r.) 10. Brîndar 1- Xanê (1982) 2- Soro (1983, 179 r.) 11. Bavê Nazê 1- Stockholmê te çi dîtiye bêje (Förtattores Bokmaskin-1987, 122 r.) 2- Çiyayên bi xwînê avdayî (Wesanên Komela Jinên Kurdistanê li Swêdê-1989, 240 r.) 3- Dara Pelwaşîyayî (Duhok, 2002) 4- Mirîyê Heram (Weşanên Lîs, 2009, 93 r.) 12. Sidqî Hirorî 1- Kurê Zinarê Serbilind (Nûdem-1996, 156 r.) 2- Evîn û Sewat (Nûdem-1998, 109 r.) 3- Ez û delal: Min bi tenê nehêlin (Doz, 2007) 13. Silêman Demîr 1- Sorê Gulê (Nûdem-1997, 224 r.) 2- Koç (Roja Nû-1998, 188 r.) 3- Piştî bîst salan (Doz, 2007) 4- Kassandra (Avesta, 2010) 14. Îbrahîm Seydo Aydogan 1- Reş û Spî (Doz-1999, 288 r.) 2- Leyla Fîgaro (Mîr-2003, 163 r.) 15. Zeynel Abîdîn 1- Binefşên Tariyê (Doz-1999, 176 r.) 2- Peyman, 1-Girava Stêrkên Vemirî (Havîbûn-2003, 158 r.) 3- Kela Hewaran (weşanxaneya Han, 2010) 4- Bigirî heval (evraverlag, berlîn, 2007) 16. Bûbê Eser 1- Gardiyan (Roja Nû-1994, 165 r.) 2- Jiyanek (Bajar, 2004, 251 r.) 17. Mezher Bozan 1- Av zelal bû (Pêrî-2002, 158 r.) 2- Av zelal bû 2. (Pêrî – 2004) 3- Av zelal bû 3.(pêrî, 2006 4- Zêna (Nûbihar, 2007) 5- Av zelal bû 4 (pêrî, 2008) 6- Zarokên me (Pêrî, 2005 7- Asim, (Pêrî, 2007) 18. Eyup Kiran 1- Dewrêşê Evdî (Mîr-2003) 2- Pilingê Serhedê (Elma, 2005) 19. Fêrgîn Melîk Aykoç 1- Mamosteyê Zinaran (Rewsen, 1999) 2- Dilên li ber pûkê (Rewşen, 2002) 3- Rondikên hêvîyên winda (Do, 2009) 4- Siya Dema borî (Do, 2009)

20. Omer Dilsoz 1- Hêviyên Birîndar (Aram, 2003) 2- Bêhna Axê (Berçem, 2005) 3- Neynika dilî (Aram, 2009) 21. Heciyê Cindî 1- Hewarî (1967) (çapa nû, Roja Nû-1999) 22. Seîdê Îbo 1- Kurdên Rêwî (1979, Erîvan) 23. Xemgînê Temê 1- Pala Bêşop (Sara, 1983) 24. Egîdê Xudo 1- Dê û Dêmarî (1986) (çapa nû, Nûdem, 1995) 25. Sahînê Bekirê Soreklî 1- Wendabûn (Instituya Kurdî Besê Elmanî, 1987) 2- Veger (Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, 2006) 26. Nûrî Semdîn (Nacî Kutlay) 1- Zeviyên Soro (Weşanên Kurdistan-1988) 27. Ahmedê Hepo (Apiyev) 1- Birîn (Azerneşr, 1996) 28. Azad Ehmed (Bavê Sahîn) 1- Yên Perîşan (1991-Beyrûd) 2- Berxikê kesk (Semakurd, 2008) 29. Hesenê Metê 1- Labîrenta Cinan (Welat, 1994) 2- Tofan (Apec, 2000) 3- Gotinên gunehkar (Apec, 2007) 30. Mihemed Dehsiwar 1- Çirîskên Rizgariyê (Newroz, 1995) 31. Ihsan Colemergî 1- Cembelî Kurê Mîrê Hekarî (Apec, 1995) 32. Mustafa Aydogan 1- Pêlên Bêrîkirinê (Nûdem, 1997) 33. Helîm Yûsiv 1- Sobarto (Avesta, 1999) 2- Tirsa bê diran (Avesta, 2006) 3- Gava ku masî tî dibin (Lîs, 2008) 34. Adil Zozanî 1- Kejê (Pêrî, 2001) 2- Mişextî (Lîs, 2009) 35. Mêvan (Betal Betê) 1- Bêbextî (?) 36. Torî 1- Mendik (Berfîn, 2002) 37. Kemal Orgun 1- Li Qerexa Şevê Hîvron (Sî, 2002) 38. Perwîz Cihanî 1- Bilîcan (Doz, 2002) 39. Remezan Alan 1- Saturn (Avesta, 2002) 40. M.Beşîr 1- Sofî Remo (Medya, 1999) 41. Reşat Akta ş 1- Veger (Rewşen, 2001) 2- Evdalkovî (Mezopotamya, 2004) 3- Niqutî dilê min (Welat, 2010) 42. Jîr Dilovan 1- Zenga Zêrîn (Mezopotamya, 2003) 43. Enwer Mihemed Tahir 1- Geryan li babê berzê (Aso, 2000)

44. Hesen Silêvanî 1- Gulîstan û Şev (Hawar, 1996, Dihok, sala nivîsandinê 1987) 45. Nacî Taha Berwarî 1- Ew Aşê Deravlêwergerandî (Hawar, 2002, Dihok) 46. Menaf Osman 1- Girê Şêran “Serhildan” (Aram, 2003) 47. Newroz Saîdpour 1- Viyan (Sî, 2002) 48. Jan Dost 1- Mijabad (Belkî, 2004) 2- Sê gav û sêdarek (Avesta, 2007) 3- Mîrname (Avesta, 2008) 49. Pîr Rustem 1- Zarokatiya Neynikê (2005, li ser internetê çap bûye (mehname.cjb.com). 50. Sebrî Silêvanî 1. Ava Mezin (Renc, 2004). 2. Bîst sal û êvarek (Weşanên Yekitiya Nivîskarên Kurd, Duhok, 2005). 3. Meryema (Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Duhok, 2007) 51. Lokman Ayebe 1- Jar lê Sermest (Belkî, 2004, 134 r.) 2- Gava Heyatê (Belkî, 2007) 52. Wezîrê Êşo 1. Pamp Sîpan (1986) 53. Mîran Janbar 1. Ardûda (Lîs, 2005) 54. Mîroyê Esed 1- Sisê (1961) 55. Riza çolpan 1- Serhatiyên Rustem û nemerdiya namerdan (Veng, 2004) 56. Eskerê Boyik 1- Xezeva Xwedê Gundê ezdiyan (Deng, 2004) 2- Xezeb (Deng, 2008) 57. Muhsin Ebdilrehman 1- Viyan di demeke jandar de (Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Duhok, 2005) 58. Bilind Mihemed 1- Sotingeh (Duhok, 2005) 59. Seydayê Xelatî 1- Evîna Bêtixûb (?) 60. Yaqob Tilermenî 1- Kitim (Lîs, 2005) 2- Qerebafon (Lîs, 2009) 3- Bavfileh (Do, 2009) 61. Firat Cewerî 1- Payiza Dereng (Nûdem, 2005) 2- Ez ê yekî bikujim (Avesta, 2008) 62. Atilla Bari şer 1- Mandalîn (Elma, 2005) 63. Mehdî Zana

... Dûmahîk Rûpel: 8

Page 8: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

88

NNNNNNNNEEEEEEEEÇÇÇÇÇÇÇÇEEEEEEEE!!!!!!!!

DDeemmhhaatt DDêêrr iikkîî [email protected]

( Duhok – Kurdistan ) Bi kûve diçe gula li Farqîn pişkivî, li Amedê bejin dayî, geşbûyî?! Neçe! Na na, neçe delalê, dûr neçe! .. çawa dilê te radigire, serê vê sibehê te tûrikê koçerî dagirtiye; ji gulên çilmisî, ji janên dayîka zarok winda kirî, ji nalîna zarokên birçî, ji qolincên dilê ji dilê te çêbûyî…û di nava barana ewrên çavê min de bê xatir diçe?! Ma te jibîrkir, te ev dil li ser textê bûkgulên zeviyan ji dayîk kir, di nava pêçeka hestên xwe de dipêça, bi şevên bê xew di dergûşa giyana xwe de dihejand?.. Na neçe! Ger tu çûyî, wê çîroka zembîlfiroş, çîroka şevên keleha Amedê sêwî bimîne! Wê ev dil nema bikene, wê nema guhdarî çîroka zevîgenemê li ber mala we bike ku çawa bayê rûkê te, pora te ya rengşevî radimûsand û bêhna zevî ji te diforî, tevlî meşêvariyên te dibû û wê demê ji lêvên te kenê zarokan dibarî!..Na, neçe delalê, wê ev dil wek sêwîbûna xakê, sêwî bimîne esmerê!..

7755 SSAALL ÛÛ 220000 RROOMMAANNÊÊNN

KKUURRMMAANNCCÎÎ ...... DDûûmmaahhîîkk::

1- Ay dayê (Tevn, 2005) 64. Serkan Brûsk 1- Sê terrîş (Apec, 2006) 65. Hesen Huseyin Deniz 1- Hêvî herdem heye (Do, 2008) 66. Yunus Eroglu 1- Nameyek ji Xwedê re (Lîs, 2007) 2- Otobês (Lîs, 2010) 67. Sener Ozmen 1- Rojnivîska Spînoza (Lîs, 2008) 2- Pêşbazîya çîrokên neqedîyayî (Lîs, 2010) 68. Ibrahîm Osman 1- Evîna Mêrxasekî (Lîs, 2008) 69. Mîr Qasimlo 1- Wêneyê Keserê (Pêrî, 2008) 2- Giyanên Bahozî (Do, 2009) 70. Diyar Bohtî 1- Gul bişkivîn (Mezopotamya, 2006) 2- Mexmûr, (Mezopotama, 2007) 3- Soryaz, (Do, 2008) 71. Aram Gernas 1- Toqa Lanetê (Doz, 2007) 72. Nesîm Tarim 1- Xezal (Belkî, 2007) 73. Edîp Polat 1- Ristemê Zal (Evrensel, 2006) 74. Ilhamî Sertkaya 1- Kilama Sîlanê (Pêrî, 2007) 75. Sabrî Akbel 1- Evîna Pînhan (Nûbihar, 2006) 76- Ozgur Kiyak 1- Rêwîyên Bêwelat (Do, 2009) 77- Arîn Zîn 1- Ez stêrka sîpan in (Berçem, 2007) 78- Cîhan Roj 1- Gîtara bê têl (Do, 2009) 79- Zarife Demir 1- Kela Bilind (Apec, 2008) 80- Ali Huseyn Kerim 1- Şopa rojên bihurî (Rewşen, 2008) 81- Tehsîn Navi şkî 1- Janên Sinahîyê (Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Dihok, 2005) 2- Çavên sîtavkê (Yekîtiya Nivîskarên Kurd , Dihok, 2007) 3- Pel û Xulî (Yekîtiya Nivîskarên Kurd , Dihok, 2010) 82- Kovan Sindî 1- Nalînên Peravan (Han, 2010, Berlin) 2- Rojên Êtûn (Dihok, 2007) 83- Abdullah Pertev I şik 1- Mirinên bêwext (Astare, 2009) 84- Ismet Mihemed 1- Dawîya şerrvanekî ( Dihok, 2005 )

85- Mehmet Yilmaz 1- Doktor Dîno (Ava, 2009) 86- Hesen Îbrahîm 1- Şevên sar (Dihok, 2006) 87- Îsmaîl Taha Şahîn 1- Ji bo rênivîseke çêtir (Dihok, 2008) 88- Mihemedê Seyid Hisên 1- Tava Mirinê (Brno, Komara çek, Trîbun, 2010) 89- Îlhamî Sîdar 1- Tahma Xwelîyê (Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Dihok, 2009) 90- Dilawer Zeraq 1- Şevên winda, wêneyên meçhûl (Lîs, 2005) 91- Newaf Mîro 1- Keleşê reş, (Pêrî, 2009) 92- Hesenê Alê 1- Sêwiyên rojhilat (Stil-offset- 2009) 93-Tosinê Re şîd 1- Mestûre (Ronahî, 2010) 2- Evîna te ez parastim (Han, 2010) 94- Eyup Guven 1- Kulmên morîkên şînbirik (Ronahî, 2010) 95- Yusuf Bilgiç 1- Evîna Me Welatê brîndar (Han, 2010) 96- Zekî Silêvanî 1- Barova Berfê (Han, 2006) 97- Yilmaz Çamlibel 1- Biro (2010, Deng) 98- Enwer Karahan 1- Şapînoza, (Avesta, 2010) 99 Arşevê Oskan 1- Keştiya penaberan (Do, 2010) 100- Gulge ş Deryaspî 1- Tariya bi tav (Do, 2010) 101- Omer dewran 1- Û çiya jî dinalin (Lîs, 2010) 102- Amed Çeko Jiyan 1- Varjabed (Lîs, 2010) 103- Mihemed Ronahî 1- Bendewarên adarê (Ronahî, 2010) 104- Omer Yaman 1- Karwanê azadiyê (Welat, 2010) 105. Abdulsamet Yigit 1- Feqiyê Teyran (Han, 2010) * Ev îstatîstîk û lîste li hin deveran beyî navê amadekarê xwe û beyî destûra wî hatiye bikaranîn. Ji bo agahiyê, pêwîst e ku mirov bibêje ku ev lîste ji sala 2004'an ve ye ku dihat amadekirin û berê jî di kovar û rojnameyan de agahiyên li ser wê hatine belavkirin û di teza amadekarê xwe de hatiye bikaranîn.

( Dawî )

FFFFFFFFEEEEEEEERRRRRRRRHHHHHHHHEEEEEEEENNNNNNNNGGGGGGGGAAAAAAAA DDDDDDDDEEEEEEEENNNNNNNNGGGGGGGGAAAAAAAANNNNNNNN DDDDDDDDIIIIIIII

ZZZZZZZZIIIIIIIIMMMMMMMMAAAAAAAANNNNNNNNÊÊÊÊÊÊÊÊ KKKKKKKKUUUUUUUURRRRRRRRDDDDDDDDÎÎÎÎÎÎÎÎ DDDDDDDDEEEEEEEE

2222222211111111 SSSSSSSSIIIIIIIIBBBBBBBBAAAAAAAATTTTTTTTÊÊÊÊÊÊÊÊ,,,,,,,, RRRRRRRROOOOOOOOJJJJJJJJAAAAAAAA ZZZZZZZZIIIIIIIIMMMMMMMMAAAAAAAANNNNNNNN

DDrr .. NNûûrr eeddddîînn ZZaazzaa

Ferhenga Dengan di zimanê kurdî de ( Kurdî - 'Erebî ), ya birêz 'Ebbas Isma'îl ji aliyê weşanxaneya El-zeman - Şam, 2009 - de hatiye çapkirin, ji (136) rûpelan pêkhatiye. Ev ferheng dengên mirov û lawir û tilûr û bêgiyanan di zimanê Kurdî de, bi zimanê 'Erebî şirove dike.

GELÎ KURDAN: eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Page 9: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

-ne. Pozê xwe kutane hev, diaxivin. Tê xanê bengî ne, evîndar in. Bedewin. Xwezîya min li wan. Bihara emrê wan e… Vê dukanê de min û Gulê hev dît. Nizanim çima nişkêva Gulê hate bîra min. Huba mine ewlin, ku nîv sedsal berê, wek xewneke şeva hat, kete li nav jîyana min û derbaz bû, çû. Ez nû ketibûm xwendinê. Gulê xwendevana xwendinxwana bijîşkîyê bû. Sala wê ya dewyê bû. Wê wek alîkara doxtir, yan xûşka doxtorîyê bixebitîya. Xwendina min rojnemevanî bû li zanîngeha bajêr de. Ew jî, ez jî li razanxanê xwendekaran diman. Avayê razanxana me û wê li rex hev bûn. Min û Gulê hema li vê dukanê hev dît. Bi rastî Gulê ez dîtim. Min kitêbeke kurdî dikirî. -Tu kurdî?,-keçka kêleka min bi kurmancî ji min pirsî. -Belê, lê tu? Me nasîya xwe da hev. Gulê qemere çevreş bû. Dev û lêvê wê gir, diranê wêye bedew, wek sedefê sipî diçûrisîn, kenê wê, axaftina wê, bejin û bal, xweşikaya wê ketine nava dil û ruhê min. Porê xwe dikire gulî û gulî li ser navmilê re berjêr diherikîn. Nasîna me bû evîn. Mala bavê Gulê, nêzîkî Yêrêvanê li bajarekî biçûk dima. Jibo min, heta niha jî, ji Gulê bedewtir, ji Gulê xwesîktir, ji Gulê şîrintir li cihanê keçeke din nîne. Evîna me şeş meha kişand, Gulê bû xewna min e here xweş, kesera min e here şîrin, evîna min e here bi êş… Min hê tu kes weke Gulê hiz nekirîye. Evîn xezayî bû. Ez xortrkî xişîm bûm. Evîna Gula çevreş kete dilê min û cîyê xwe mehkem têde çê kir… Çima Gulê kete bîra min? Nizanim. Sî salê jîyana min li vî bajarî derbas bûye, bîst sal e ez li derva me. Xwendin, xebat, heval-hogir, jin-zar. Rojên xweş û dijwer, serketin, têkçûn. Ji wan Gulê hate bîra min û ez xênc Gulê nikarim derheqa tiştekî din bifikirim… Eva, bawarkî nîv sedsal e, dema Gulê dikeve bîra min, temamya xewn-xiyalên min tev li hev dibin, xwe sûcdar dikim: „Min çawa Gula xwe unda kir ?“ Weke şeş meha bextewarê weke min, bawarkin li dinîyayê tune bû. Heroj me hev didît. Tu astengî tune bûn. Kî wedeyî me bixwesta em direviyane bal hev. Kîno, tîatiro, kitêbxane, em tim rex hev bûn… Evîn, evîneke paqije buhuştî. Ramûsan hebûn, lê tenê ramûsan… Nîvsala xwendina me despêka meha adarê dewî bû, min întîyamê xwe dan. Ji bo rehetbûnê çend roj didan, gerekê bîçûma gundê xwe. Mala me hîvîya min bûn. Gulê jî nîvsala xwendina xwe xilas kir, xwendina wêra çend meh mabûn. Havînê gerekê xils bikira. Êvara dewîyê em herd tev çûne tiatroyê, pey re heta nîvê şevê em bal hev man. Sibetirê, ez jî Gulê jî gerekê çend roja ji hev dûrketana, vegerîyana mal, bal dê-bavê xwe. Roja din min Gulê bir rê daynim. Ser riya xwe em herd ketine vê dukana kitêba, min romaneke nivîskarekî ewropî kirî û dîyarî Gulê kir. Roman derheqa evîndarîyê bû, nû çap bûbû, di nav xwendevana de pirr deng dabû. Nehîşt ez ser tiştkî binivîsim…„Vegeriyam tê binivîsî“-got. -Ezê bîra te bikim. Bixûne min bîr neke… Heta ber bûsê min Gulê verê kir. Gulê çû, paşê min berê xwe de gundê xwe… Li gend, ew çend rojên rehetbûnê, min bûne sal. Wext, teyê bigota sekinîye, nediçû. Hîvyê bûm zû vegerim bal Gula xwe. Vegeryam, lê Gulê venegeriya... ... Dûmahîk Rûpel: 10

99

GGUULLÊÊ -- ÇÇÎÎRROOKK ...... DDûûmmaahhîîkk::

-Dixwezim bi hisreta sala bajarê xwe hemêzkim. Kûçên bîranîna xwe re bimeşim. Rast, sî salî li vê kûçe re meşiyam e. Min ev kûçe hiz dikir. Bîranînên min e li vê kûçê pirr in. Ez li vê kûçê re cara ewil hatme vî bajarî. Jîyana min li vî bajarî, ji vê kûçê ve dest pê bû. Xortekî hîjdesalî bûm, min dibistan li gundê xwe, yê berpala çîyayê Elegezê dewî anî, hatime xwendinê. Salên zanîngehê zû derbas bûn. Paşê hema li wê zanîngehê de jî derbasî li ser kar bûm. Mala min jî li ser vê kûçê çê bû. Pencerê wê malê îro jî ji vir ve têne xanê. Qatê çaran e. Mala, ku bîst û pênc sala em lê jîyan, min berbi xwe dikşîne. Dewsa destê pîreka min li ser her qulcekî wê malê heye, kenê zaroka, mesqeretî, çûyîn hatina wan, gişk tev bîranîna li wê malê de man. Ji pey kar tim min dilezande mal, nefer hîvya min bûn. Rojne xweş bûn. Paşê, paşê her tişt li hev ket, xirab bû. Ji miletçîtîyê xirabtir li cihanê tu tişt nîne… Merivê li welatê xwe najî, merivê welatê wî tine, teyredê bê hêlûn e. Pirr dixwezim herim, dêrê wê malê vekim. Lê niha ew mal ya me nîne. Li wir kesek jî hîvîya min nîne. Niha hineke din lê dijîn. Niha ewin xweyê malê. Perdê li ber penceran jî weke yê me nînin, cûrekî din, rengekî din in. Na mala min vîr tune... Ez vî bajarî hiz dikim. Dixwezim her cîya bivînim. Dixwezim bigerim, bikenim, bigrîm... Lê, niha lawê kurmetê hevalê minê bê û emê herne mala wan. Xeysetê êzdîyên Ermenistanê jî ecêbe. Niha hazirîke mezin dîtine. Pez serjê kirine. Vodka, konyak, bîra, goştê biraştî, hezar û yek temetîska ve sifre xemilandine. Dijwer îşev em razên. Kêf, xwerin-vexwerin wê heta sibê berdewankin. Berbangê xortê bi erba xwe min bigîhîne belafirxanê. Usane du sehet dema min li bajêr heye… Min, rast bîst sal berê, pişta xwe de vî bajarî û çûme welatekî din. Rast e, ev welat jî welatê me nîbû, lê me li vir xerîbî texmîn nedikir. Ez jî, bavê min jî, kalkê min jî, lo bavê kalkê min jî li vira, berpala çiyayê Elegezê hatine diniyayê. Me ev ax xwe re welat hesab dikir, me ev ax hiz dikir, me xûdan û xûna xwe, ruh û hizkirna xwe tevî vê axê kiribû, lê dîsa ev ax ji me re nebû welat, war… Goristana gund de mexberê çar bavê min in. Welatê Sovêtê hilweşîya. Her tişt hilweşîya, pêra jî dostanî, hevaltî, pismamtî, mirovatî. Cî ji me teng kirin. Min bajarê xwe hîşt. Min Elegeza xwe hîşt… Ez tenê nîbûm, gelekê weke min cî û warê xwe, mala xwe, keda xweye bi sala, bîranîn, xewn û xiyalê xwe, goristana dê-bavê xwe hîştin, çûn. Çûn û kê kîderê sitarek dît. Qenc-xirab… Bûyarên ecêb hatine serê evdan. Piştî bîst salan dîsa vegeryame. Konfêransek zanestî hebû. Konfêrans qedîya. Nû ji min re dem çê bûye. Dixwezim bajarê xwe bibînim, kerr, tenê, bîranînên xwe re biaxivim. Kûça xwe re dimeşim. Li ser vê kûçê dukana kitêba bû. Roj tunebû ez neketama wê dukanê. Li wur nivîskar û xwendevan rastî hev dihatin. Kitêbên nu distandin. Pîrejîna ber dukanê ez nas dikirim û kitêbên nû minre hildida. Wek berê dêrîra, dikevime wî avayî. Niha dukana kitêba nîne. Dukana kitêba kirine qawexane. Usane li vir jî qawe û çay kitêba çêtir têne firotan. Vira jî kitêba nakirin. Wê demê em ji bo kirîna kitêbên baş diketine sirê. Îro dukana kitêba bûye qawexane. Ez li ber textekî rûdinêm. Keçeke bedew, devken berbi min tê, dipirse: -Hûn çi dixwezin?

-Qawe, qaweke reş e tel,- li vî bajarî qawê xweş çê dikin, qawa reş. Li ber textê, rex min keç û xortek rûniştine. Hîjde-nonzdeh salî-

Page 10: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

1100

-pismamên min li virane. Ez ser wan ra derbasbim wê bixeyîdin… -Mala xalê Ûsê Ehmed re dibêjî? -Erê, Ûsiv, apê Ehmed. 5-6 malê wan jî li vî milê gund in. -Kalkê Ehmed eva 9-10 sal e çûye rema xwedê. Cinyazê xalê Ûsiv jî du sal berê ji Rûsîyayê anîn, tesmîlî axê kirin, çûn. Kesekî wan li vira nîne. Du-sê sal pêşda lawkê wan hatin, avayê xwe jî firotin, çûn. Dibêjin li alîyê Sîbîrê dijin. Êz xwe ker dikim. Xof dikim derheqa malên din de pirskim… -Apo gişk çûne, kes nemaye. Kes venagere. Mirîya tînin. Niha êdî mirîya jî naynin. Ya me, lawkê me ap-metê min gişk mal-neferê xweve li bajarê Moskvayê û der-dorê wêne, kurapên me Kirasnodarê ne, xal û xatîkê min Novosîbîrskê ne… Kalkê min maye, naçe. Naxweze mala xwe biqete, baxçê xwe bihêle, here. Lawkê me naxwezin zorê lê bikin. Ez bal mame. Ez jî ûnîvêrsîtêta vir de dixwînim. Salek maye. Kalko dibêje, hema xwendina min kutabû, emê jî herin… Niha dijwer bûye. Rûsîya jî cî nade me…Kê niha çû, çû, kê neçû paşê dibe nikaribe… -Lê tê çawa herî? Rûsîyayê da cîbûn, kar dîtin tehete? -Na, niha dijwer bûye. Rûsîya jî cî nade me…Berê baş bû. Kê wextêde çû, çû, kê neçû paşê dibe êdî qet nikaribe… -Lê ya te? -Bi rêya zewacê. - Usane dergîstîyî? Te pîroz dikim. Dergîstîya te ji meye? -Dergîstya min nebîya metka bavê min e. Nebîya xûşka kalko. Berê da li Moskvaêye dijîn. -Te got zûda çûne Moskvayê?- ez jê dipirsim. -Dema sovêtê da li wur dijîn. Zilamê metka bavê min doxtirê eskeryê bû. Eva pêncî salî zêdetire li wurin. Zilamê wê mirîye. Ew û du lawê xwe ne. Halê wan pir xweşe. Dergîstîya min keça lawê wêyî mezine. Metka bavê min jî niha, nexweş li mala meye. Xezûrê min jî pêre hatîye, li mala me ne. Tê bivînî. Dergîstîya min jî li Moskivayê dixûne. -Usane zûtirekê tê jî bibî binelyê Moskvayê. Erebe li ber derîkî hesinî mezin disekne. Rizgan ji erebê peya dibe, dêrî vedike. Erebê dajo hundûr, dîsa dêrî digre. Hewşa wan mezin e. Hundur sûrê de baxçê tirîya û fêkîyaye. Tê xanê baxçe rind bêcerkirî ye. Xweyê malê Qeymes, pîreka wî Gevez û du cwamêrên din hîvîya me ne. Bi edet û mêvanhizîya kurmancîyê hazir têne pêşîya min, em diçine rûyê hev, hev silav dikin, kêf û halê hev dipirsin. Di kûraya hewşê de avayîkî bi kevirê sor î bedew sekinîye. Em derbasî hundûr dibin. Li oda mêvana sifra rastkirî hîvîya meye. Bîn û buxza xwerinên cûrbiçûr, goştê biraştî, fêkî û pincaran tijê odê bûye û me berbi textê xwerinê dikşîne. Ez li destşoyê destê xwe dişom, derdikevim. Xweyê malê gazî min dike, ku li serê texteyî jorê rex wê rûnêm. Ew edetê mêvanhizîêye. Dema em herd rûdinên, paşê lawkê din cîyê xwe digrin, rûdinên. Qeymes derê şûşê konyaka pênc steyrkê vedike. Ew konyaka ermenîya ye here rind e, konyaka rengê zêr de berî kasê teva dide, kasa xwe bilind dike, berê xwe dide min: -Kemalê bira ev kasa bira bibe salixya hatina te, dîtina me… Qeymes pey hev kasa hildide,- ... Dûmahîk Rûpel: 11

GGUULLÊÊ -- ÇÇÎÎRROOKK ...... DDûûmmaahhîîkk:: Roj derbas dibûn, agirê evînê û hisreta Gulê rehetî nedida min. Nikaribûm cîkî bisekinim. Hezar tişt fikira min re derbas dibûn, lê Gulê tune bû û tune bû. Ji pey çendekî re min êdî teyax nekir, rabûm çûme xwendinxana Gulê. Gotin, ku wê navberê da, Gulê xortekî din re zewiciye. Xort li bajarekî Rûsîyayê nexweşxanekî de dixebite, doxtire. Çend roj berê hatine, kaxaz-belgeyên xwendina Gulê hildane, çûne. Gulê, êdî li Rûsîyayê wê xwendina xwe berdewanke. Li ber textê rex min, wê xort û keça evîndar destê hev girtibûn, serê xwe nêzîkî hev kiribûn, diaxivîn… Ji fîncana qawa ber min hulma germ derdiket û bina qawa xweş diket pozê min. Min Gula xwe li vê malê de dît û li vir jî unda kir. Min diravê heqê qawê kire bin fîncanê û ji qawexanê derketim… Kûça nasre berjêr meşîyam. Min dixwest rastî nas - dostekî xweyî berê bêm, wan re biaxivim, salên berê ji bîr bînin, ku Gulê ji serê min derê, lê bajarê min teyê bigota hisreta dilê min bawar nedikir, nedixwest min nas bike. Kesî nas tunebû ji min re bikenîya berbi min bihata û silava min vegirta. Der-doraran re bigota: „Eva zilama xerîb nîne, hevalê meye, jîyana wî li vira, nava mede derbas bûye…“ Dengê zengilê têlê hat. Lawê hevalê min bû, Rizgan: -Apo, tu li kuyî? Em li ku hev bivînin? Mal-nefer benda me ne. Nizanim çima, min, ew cî jêre got, ji ku cara dewîyê min Gulê verêyî mala bavê wê kiribû … Min Gulê li wur unda kir…

* * * Ereba Rizgên rêya nas re pêşda dibeze…Rê çel û korin. Erebe fesal, hêdî dimeşe. Ew gundê em diçinê nêzîkî bajêr e. Berê ev rêya xweş bû. Vê rê re ez pirr cara çûme-hatime. Rê li nav gunda re derbas dibe. Heval, dost û pismam her gundîda hebûn. Şîn û şaya, eyd-erfata em digihîştin hev. Ezê îro jî ji hevalên xwe geleka bibînim. Ew bizanbin ez hatime, bêdeng çûme wê bixeyîdin. Kal-bava gotiye: „Çiya rastî çîya nayên, meriv tim rastî hev tên“. Rojekê min ew dîtin, ezê çawa çavê wan binhêrim?

Tiştekî ecêb, ku berê li dor vê rê tunebûn, niha ev dukanên biçûk in. Dora rê li ser her gavekê dukan hene. Tê bêjî xelkê vir tev kirîn-firotanê ve mijûl in. Ez hîvî ji Rizgan dikim ku erebê li ber dukanekî bisekinîne. Berê, dema em diçûn malê heval-dost û pismaman, em destevala nediçûn. Me şîrnayî dibir, carna jî şûsek-dudu vodka, konyak dikire nave. Xeyset bû, qedirgirtin bû. Di mala da zarok hebûn… Ez fikira xwe de hesav dikim, heta bigihîjim mala ku ezê lê bibim mêvan, gerekê bikevme 5-6 malên dost û pismaman. Ez şîrnayê here baş, vodka, konyak, vîskîyê hildidim. Dukançî daxwezên min bi kêfxweşî cîtîne, eşîyayê min par-par bike torbê nêylon, hesab dike, ez diravê wî didimê, Rizgan jî dibe dike erebê. Kêfa dukançî ji min re tê. Yek-yek eşîyayê xweye baş raberî min dike. Ez jî hildidim, didime Rizgên ku bike erebê. Rizgan ecêvmayî min dinhêre: -Apo, tê ewqasî çawa bikî? Te erebe tije kir. Te eşîyayê dukanê gişk kirî… -Malê me jî pirrin, bira-pismaman zefin. Xwe ez destevala naçime male wan. Tê bivînî, dibe têrê jî neke. Rizgan nizane çawa cawa min bide, cûrekî milê xwe hildikşîne. Ez erebê sîyar dibim û erebe pêşda dimeşe. Em digihîjne gundekî: Gundê apê Ehmed. Ez û lawê wîyî mezinin Ûsiv destebirak bûn. Min nanê mala wî cwamêrî pirr xwerîye. Apê Ehmed, Ûsiv bizanbin ez hatime, li virre derbas bûme û min serîk li wan nedaye wê pirr bixeyîdin. Paşê jî, ez wan nevînim qet dibe? Dinîyaye, kê zane carke dinê emê hev bivînin? -Rizgan, bavo li ser mile çepê bikeve vê kûça teng. Malên-

Page 11: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

14- Ge ewş: Goyî zewî, gêtî, jiyan, bûn. 15- Dey be mêhr : Dethoş, dadperwer. 16- Mêhr : Mîtra, soz û dostayetî û peyman û belên û hevalbendî. 17- Sirû ş: Fermanberdarî li olî ezdanî. 18- Reşen: Dadgerî. 19- Ferwerdîn : Fereweşî, ferweher, hêzî pêşkewtin û pasewan û rewan û cewherî keresey afirandinî gerdûn. 20- Wehram : Wereheram,behram,serkewtin. 21- Ram: Rame, aştî û asayişt û xweşî û hêminî. 22- Ba: Wat, hewa, ba.

23- Dey be dîn : Bedîhêner, dadperwer. 24- Dîn: Rewanînî derûn, wîjdan. 25- Eşî: Ard, bextewerî, saman û wîst û dawakaray. 26- Eştad : Ariştad, rastî û dirustî. 27- Asman : Asman.

28- Zamyad : Zewî.

29- Mantiresipend : Mêhrsipend, gutey pîroz, witey çake. 30- Enaram : Tîşk û ronakî bêpayan û hetahetayî.

Jêder : Ferhengoka Avesta.

GGUULLÊÊ -- ÇÇÎÎRROOKK ...... DDûûmmaahhîîkk:: -salixîya veduxwe. Usa xeber dide, ku ez tê derdixim hazir rind derheqa min de zanin, hela Qeymes min û xwe tîne digihîne hev. Pîrka min ji alîyê dê û pîrka wî keçapin. Ezdîyê Ermenistanê hostê axaftinê û salixîyane. Karin kasa îçkê hildin bi seheta xeberdin. Qeymes bi dil xeber dide, xweş xeber dide. Rast, min bîra xeberdana usa kirye. Eva çend sale, li cîyê nû, nas û dostên min kes nizane wî teherî biaxive… Ez êdî zanim zilamê kêleka min rûniştine, kêne. Yek lawê xûşka Qeymese, bavê dergîstîya Rizgên e. Yan keça wî dergîstîya Rizgên e. Yê din pismamê wane. Herd jî ji Rûsîyayê hatine. Xezûrê Rizgên dayka xwe anîye. Dayka wî nexweşe. Ew ji hevra bi rûsî, lê xalora kurmancî diaxivin. Ez ji axavtina Qeymes serwext dibim, ku herd zilam ji karên dewletê da dixebitin. Ez tê derdixim çiqas jî Qeymes dixweze kêfa hazira xweşke, nayê stendin. Texmîn dikim nexweşa wan girane. Rizgan û kalik her tiştî dikin ku ez xwe xirav kivş nekim. Ez jî difikirim, ku otêl ji min re baştir bû. Niha mêrika ne ewe nexweşa xwe ve mijûl bin, ne ewe min mijûlkin. Kevanîya malê tê û guhê Qeymes da gilîkî dibêje. Qeymes û xwerzîyê xwe hev dinhêrin. Hêdî diaxivin. Ez dixwezim derkevme devra ku ew serbest biaxivin. Qeymez halê min texmîn dike, vedigere alîyê min: -Kemalê bira, nexweşa me dixweze te bivîne. Nefera jêra gotine ku mêvanê me heye, nave te gotinê, dixweze te bivîne… Ez nizanim çawa bêjim. Eger tu jî bixwezî? -Ser çava Qeymesê bira, ew jî gotine, -ez dudil dibêjim,- lê çima dixweze min bivîne, difikirim,-, ez ne merivê wan im. Em qet hev nas jî nakin, ne jî doxtirim ku dixweze alî bikim. Dibe gotine doxtor e, ewê jî tire doktorê bijîşkîyê me. Emir şîrine,- difikirim û tev Qeymes em diçine oda nexweş ê. Di nava nivînên paqije sipî pîreke porsipî pala xwe daye belgîyan. Bi rastî çend balgî danîne ser hev pişta wê danê. Pîrê sipîçolkîye, tê bêjî roh têde nemaye. Dêmê wê çilmisî, çavê wê korda çûne, destên bêtaqet ketine li ser lihêfê. -Xîşkê êvara te bi xêr, tu çawanî? Lingê min bi xêre, şikir tê qenc bî. Nefikire, - dixwezim dil bidime ber pîrê. -Xêr hatî Kemal,-pîrê min dinhêre lêvê wê dilerizin, dijwer diaxive. Kursîk kêleka cîyê wê danîye. Nîşan dide ku ez li ser wî kursî rûnêm. Ez ecêvmayî pîrê dinhêrim. “Navê min jî zane. Dive min Kemalekî din re şaş dike”. -Qeymes, birê min, min û Kemal tenê bihêle, gilîk heye ezê başqe jêre bêjim… Qeymes jî ecebmayî çavê min dinhêre û ji odê dertê. -Kemal destê min bigre. Ez destê wê digrim. -Min zanibû, ezê te bivînim, min zanibû rojekê emê rastî hev bên. Min dilê te şikênand, min xatir jî te nexwest, biborîne Kemal. Di emrê xwe de, min tu rojê tu bîra nekirî… -Seva çi? Dibe tu min hinekara şaş dikî, xûşkê? -Na Kemal. Ez şaş nakim. Ez Gulê me … -Gulê?- destê wêye sarbûyî nav destê xwe da diguvêşim, ku germkim, dexwezim bêjimê ku min jî…dixwezim biaxive, dixwezim dengê min bibihî… Lê destê wê sar dibin, lêvê wê sipî bêruh dibin, sutîyê wê li alîyê min xar dibe, kopê çavê vekirîye bêruh req dibin. Destê xwe didime ser çavê wê…Çavê wê tên girtin.

( 31.12.2010 )

1111

NNNNNNNNAAAAAAAAVVVVVVVVÊÊÊÊÊÊÊÊNNNNNNNN RRRRRRRROOOOOOOOJJJJJJJJÊÊÊÊÊÊÊÊNNNNNNNN

MMMMMMMMEEEEEEEEHHHHHHHHÊÊÊÊÊÊÊÊ DDDDDDDDIIIIIIII OOOOOOOOLLLLLLLLAAAAAAAA

ZZZZZZZZEEEEEEEERRRRRRRRDDDDDDDDEEEEEEEEŞŞŞŞŞŞŞŞTTTTTTTTÎÎÎÎÎÎÎÎ DDDDDDDDEEEEEEEE

Amadekirin û wergerandin ji

tîpên Erebî:

FFaaddii ll TTeemmoo

[email protected]

( Kobanî - Sûriya )

Di ola Zerdeştî de her rojeke mehê navekî wê yî taybet heye, ew jî bi vî awayî ne. 1- Hurmizd : Kurtkirina Ehora Mazda, giyanî bexşî yegan e û gewrey zanay bêhemta. 2- Behmen : Wehmen, ramanî pak. 3- Erdîbehe şt: Baştirîn pakî. 4- Şarîwer : Aşawehêşta, patişayetî bihêz. 5- Sipindarmez : Esfend, li xwe burdûyî û mêhrebanî. 6- Xordad : Tendirustî û rêkupêkî ( roja ji dayik bûna Zerdeşt ) 7- Emurdad : Amurdad,Amertet, bêmergî, cawîdanî, hetahetayî. 8- Dey be azer : Dadar, dadperwer, bedîhêner. 9- Azer : Atir, agir, tîşk. 10- Awan : Apan, aban, awekan, katî aw. 11- Xor : Xorşît, hetaw. 12- Mang : Mang, heyv. 13- Tîr: Estêrey baran.

Page 12: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

1122

MMMMMMMMÊÊÊÊÊÊÊÊJJJJJJJJÛÛÛÛÛÛÛÛ YYYYYYYYAAAAAAAA RRRRRRRRÊÊÊÊÊÊÊÊBBBBBBBBAAAAAAAAZZZZZZZZ AAAAAAAA

NNNNNNNNEEEEEEEEPPPPPPPPEEEEEEEENNNNNNNNDDDDDDDDÎÎÎÎÎÎÎÎ,,,,,,,, DDDDDDDDEEEEEEEESSSSSSSSPPPPPPPPEEEEEEEERRRRRRRR

XXaall iidd MM uunntteessii rr ** Wergerandin ji 'Erebî:

XXiiyyaass HHiissêênn

Zayend a bê heval, mijareke dijwar e û bi kêmtêgihiştinê û bi asteng ên exlaqî û civakî hatiye rapêçan. Hemû desperê yan fantazî ya zayendî bikartînin, lê hemû jî li vî tiştî mukur nayên û dibînin ku axavtinek ji "bê edebîyê" ye. Em bi dizî dikin, û bi palgehê wê bêdeng dikin, û dema yek ji wan xeyalan tên bala me; em dilteng dibin û xwe "bê exlaq" bi navdikin. Ji ber vê tevliheviyê agahî yên der barê vê kêm an jî tune bûn. Îcar nezanî bûye wargeh ê me. Ji ber vê tevliheviyê pir lêkolîner serî li hember tewanbariya pîsbûnê kêşan. Ji van lêkolîneran "Bêtî Dodson" 1974, ku gihiştiye nerînek wêrek û gotiye: " Desper bingeh a jiyan a me ya zayendî ye, û her tişt ên ku em piştî wê dikin netiştekin ji bil bizavekê ku dixwaze zayendê bi civakê bide pejirandin!!"

DDaannaasskkiirr iinn aa RRêêbbaazz aa NNeeppeennddîî::

Bi rengekî sade ew e:" Hêvotin a zayendî ya kesekî ku bi xwe dike û ji bo xweşî ya xwe dike". Zanist ên zayendê ji bo vî karî vê zaravayê bikartînin, bê ku li encamê binerin, wate ew e ku ne giring e ev hêvotina bigihêje ast a avderanînê ji bo em nav ê desperê li wê hêvotinê bikin. Xalek giring heye ew jî ewe ku em desperê wek çalakiyek tenane û xweser an jî bê heval diyar dikin, ji ber ku dibe ku di peywendî ya zayendî ya navber a jin û mêr de tiştekî wek desperê were holê; ev yek hinek mîna dermankirinê tête bikaranîn, ev tişt jî ne mijar a me ye. Rêbaz a bi-dizî dibe ku ji zarotîyê despêbike û herdu regez, mê û nêr, di wê de wek hev in. Ev tişt li cem lawiran jî peyda dibe, mîna: Meymûn û fîl û kûçik û pisîkan, heta li cem dolfînan jî heye. Du zanistan "Ford" û "Pitç" di sal a 1951an de ev lêkolîn peyda kiribûn. Tevî ku van herduyan xweztin ku vî tiştî normal diyar bikin, lê belê dîtin ku piranî ya civak ên mirovan bi nerînek pîs li vî karî dinerin û ti carî jî napejirînin. Ji bo em raz a vê nerînê fêmbikin pêwîst e em vegerin rûpel ên dîrok a rêbaz a veşartî. Bi Ingilîzî desper "masturbation" e. ( manus bi Latînî yanî dest, û sturpo yanî gemarî dike; yan jî mezea ku bi Yonanî bi wate ya endamê zayendê tê ) Lê tevî van kok ên Yonanî û Romanî ji vê peyvê re, ev herdu civak behs a vê 'adet û rêbazê biferehî-

-nekiribûn; û xwe li ser kerr kiribûn ji bil çend nivîs ên hindik wek gotin a pîrê bijîjkan,"Apukrat", lê wî jî xeterek têde didît û weha digot: "pirbûn a desperê mejî yê hestîyan kêm dike". Digel ku Pertûk a Pîroz ev rêbaz tawanbar nekiriye yan gotinek zelal li ser negotiye, lê Cihû û Xiristiyanan wê pîs dibînin wek gunehkariyek pir giran. Ev herdu alî xwe dispêrin çîrok a "Onan" di Pertûk a Afirandinê de. Ew çîrok wekû fermanek xudayî li dij rêbaz a nependî didîtin. Çîrok dibêje: "(piştî bira yê Onan mir)…Yahûda ji Onan re got: Here cem jin a bira yê xwe û bi wê re şûbike û nijadekî ji bira yê xwe re çêbike!! Onan naskir ku ew nijad dê ne yê wî be. Ji ber weha dema dihat bal jin a bira yê xwe av a xwe dihavête erdê ji bo nijadekî nede bira yê xwe. Ev kar di çav Xuda de pir kirêt bû. Li dû vê bûyerê re Xuda ew jî (Onan jî ) mirand...!!!". Ev ên oldar kar ê Onan wek desperê dihesibandin, lê kar ê Onan, wek ku xwendevan ên nûjen dibînin, ne desper bû lê belê ew bû ku dema bi jin a xwe re radiket av a xwe li derveyî malzarokê valadikir... !! Di Islamê de, nerîn cuda bûbûn, "istimnaa" yan jî "celdu 'umeyre" (nav ên rêbaz a nependî ne) hinekan guneh û heram didîtin, û hinek ên din jî di hin caran de guneh didîtin û di hin caran de tiştekî pêwîst didîtin !!! Lê alîyehî sêyem digot ku ew "mekrûh" e anjî mirov gunehkar nabe ku bike, lê karekî ne baş e. Di vî warî de her alîyek hokar û behane yên wî hene Yên ku dibêjin guneh e, ew Malikî û Şafi'î û Zeydî ne. Hokar ê wan jî ew e ku Xuda ferman ji bo parastin a endam ên zayendê daye heger mêr di çi rewşê de be bila bibe ji bilî ku bi jin û kolejin ên xwe re be. Ev alî xwe dispêrin Quranê di sûret ê "El-mûmînûn" de: " Yên ku endam ên xwe diparêzin, ji bilî dema bi jin ên xwe û kolejin ên xwe re bin wê demê ew ne gunekar in, lê yên ku tiştekî din ji bilî weha bixwazin, ew in yên ku xwe ser sînor ên Xuda derbazdikin". Em werin alî yê duyem yê ku hin caran heram kiriye û carin din jî giring kiriye. Ev jî Henefî ne, digotin: "pêwîst e mirov desperê bike dema tirs a zinayê hebe, ev jî li ser qanûn a " kirin a tişt ê ku zirar a wî kêmtir be" tête avakirin. Lê Henbelî dibêjin ku desper mekrûh e û ti gunehkarî di wê de nîne, ev jî weha ye ji ber ku pelandin a yê mêr ji endam ên xwe re "mubah" e (anjî ne qedexe ye) û dibêjin ku Quranê gunehkarî ya vê rêbazê diyar nekiriye. Ji yên ku ev rewş "mekrûh" dîtine ''Ibin 'Umer'' û '' 'Etaa ", û ji yên ku destûr dabûn vê rewşê " Ibin 'Ebbas " û " El-hesen " û çend mezin ên peyrewan, di vir de jî El-hesen gotiye: " Xelkê di cengan de ev dikirin."…… * Xalid Muntesir: Bijîjk û pişt re ragihênerekî Misrî, bi neşter a xwe birîn ên civak a 'Ereb û Misilmanan vedike, û bi şêweyê zanînê û rewşenbîrîyê şer ê nexweşî ya herî mezin di civakê de dike, ew jî nezanîn e bi hemû reng ên wê..

JJJJJJJJEEEEEEEENNNNNNNNAAAAAAAA DDDDDDDDIIIIIIIILLLLLLLL

BBaarr aannêê SSiinnddîî

[email protected] ( Dêrîk - Sûriya )

Di navbera jen û jenê de: Gora serbazekê nenas e

Cîhaneka li hev ketî Bajarekê ji hev bitirs Xewnewka bê çerx Straneka birîndar

Gaveka bê roj û welat … Û dilbereka dardekirî Sorgulek di dest de

Ji bo dildarekê ji mêj … ji mêj

Jê dûr ketî!!

SSAALLÊÊNN KKUUHH

Salek me kuşt Yek me birîndarkir.

Sêl li bin hêviyan Agir me lê gurkir.

Çend xwînî-sal Bendewar man em.

Ne hêvî pijan, Û ne jî birîndar mir!!

SSÊÊ ŞŞAAGGIIRRTT ...... SSÊÊ HHÊÊVVÎÎ

"Cîhanê " Jiyan divê "Jiyanê " roj û kulîlk divin

Min şiyar divê Lê "Şiyarî " çi dive?!

BBIILLÛÛRRAA BBÛÛ KKÊÊRR

Zivistan e… Û dara gulê dina rojê ye

Û tûrê şivên Çemek ji hêviyên pezî ye

Çav hemî lê ne …

Şivên bilûr ji tûrî kişand Pezî çav jê neşikand

Bilûrê kul gotin …

Leylanan ji bajarê xwenê barnekir!

Û dara di keseran de şin neda!

Şivanî şah kire mat Û negiha bihariya Û pezî jî kire kalên

Dema zanî tûr vale ye!

Page 13: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

1133

JJJJJJJJIIIIIIII GGGGGGGGOOOOOOOORRRRRRRRIIIIIIIISSSSSSSSTTTTTTTTAAAAAAAANNNNNNNNAAAAAAAANNNNNNNN GGGGGGGGOOOOOOOORRRRRRRRAAAAAAAA

HHHHHHHHUUUUUUUUNNNNNNNNEEEEEEEERRRRRRRRMMMMMMMMEEEEEEEENNNNNNNNDDDDDDDD

MMMMMMMMiiiiiiiişşşşşşşşoooooooo BBBBBBBBeeeeeeeekkkkkkkkeeeeeeeebbbbbbbbûûûûûûûûrrrrrrrr BBBBBBBBeeeeeeeerrrrrrrraaaaaaaazzzzzzzzîîîîîîîî ( ( ( ( 1889188918891889 ---- 1956195619561956 ) ) ) )

LLLLLLLLIIIIIIII BBBBBBBBAAAAAAAAJJJJJJJJAAAAAAAARRRRRRRRÊÊÊÊÊÊÊÊ KKKKKKKKOOOOOOOOBBBBBBBBAAAAAAAANNNNNNNNÎÎÎÎÎÎÎÎ

Ev wêneya gora hunermend Mişo Bekebûr Berazî li bajarê Kobanî ye, di goristana Kaniya E'reban de ye. Ew bi serpereştiya helbestvan Salih Kobanî hatiye avakirin. Foto: Rojnamevan Lewend 'Elî Hisên

Karîkatoreke karîkatorîst: II nnaayyeett DDîîkkoo

Tabloyeke hunermend:

MM iihheemmeedd SSeeyyddaa

[email protected]

( Swêd )

TTÊÊLLÊÊFFOONN BBÊÊDDEENNGG EE ...... DDûûmmaahhîîkk:: -dinhêrim. Sihet ji heyştan derbas dibe; heyşt û sê hûrdem, heyşt û pênc, heyşt û deh, heyşt û panzdeh, heyşt û bîst… Û têlêfonê dinhêrim. Qey bêjî dibe ez dengê wê nebihêm, lê bibînim. Gelo usan dibe? Nizanim, lê ez zû bi zû hey li sihetê, hey jî li têlêfonê dinhêrim. Car-caran jî destkê wê hildidim û dîsan datînim cîhê wî, dibe ku baş danenî be. Sihet heyşt û nîv e, te hê jî têlêfon ne kirîye. Û tê têlêfon nekî… Te duh jî têlêfon nekir, te duh na pêr jî têlêfon nekir, te betirpêr jî têlêfon nekir… Ez zû bi zû hey siheta bi dîwêr ve dardakirî, hey jî têlêfona ser masa kêleka xwe danîyî dinhêrim. Têlêfon bêdeng e. Ez zanim tê têlêfon nekî; te îro jî têlêfon ne kir, tê sibê jî têlêfon nekî, dusibe jî têlêfon nekî… Rêza van rojan wê bigihîje ku, nizanim. Di email a dawî de te nivîsî bû, wekî tê êdî têlêfon nekî, gava tu dixwezî têlêfon bikî, ew bûyarên dawî dikevin bîra te, dilê te tijî dibe, kela te radibe û tu zanî tê nikaribî bipeyivî. Tu zanî tê nikaribî bipeyivî û tê êdî têlêfon nekî. Lê dîsan jî her êvar, gava sihet dibe heyşt, ez ser kursîyê xwe, yê pêşberî têlêvîzîyonê, cîhê xwe xweş dikim, têlêfonê û qedehe qawe datînim kêleka xwe û benda têlêfona te me. Guve têlêvîzîyonê jî mêze dikim, lê tiştekî tê nagihîjim. Ez serdapê dibim guhdarî, bi dil û can, bi mejû û beden, bi hebûn û tunebûna xwe ve benda têlêfona te me, benda dengê te me. Lê tu têlêfon nakî, têlêfon bêdeng e û nizanim ji bo çi ew bêdengî goristanê dike bîra min. Dema tarîgewrikê tu tirba mirovê hizkirî zîyaret dikî. Tu tenêyî, dor te bêdengî ye û tu di xwe de dikewgirî. …Û tê êdî têlêfon nekî. Bêyî têlêfona te jî jîyan tamsarkî dibe, betreng dibe, bêdeng dibe… Ez dikarim temamîya roja xwe bi tiştekî ve, bi karekî ve tijî bikim, lê navbera sihet heyşt û heyşt û nîvê êvarê, her roj vala dimîne. Ez nikarim wê demê bi tu tiştî tijî bikim, ew dem ji bo te bû, ew dem ji bo têlêfona te bû. Tê jî êdî têlêfon nekî. Ez zanim jî tê êdî têlêfon nekî, lê dîsan jî gava sihet nêzîkî heyştan dibe, ez ser kursî, navbera têlêfon û demjimêrê de rûdinêm, hey qulapa cigarê dixim, hey jî gulma qawê û benda têlêfona te me. Min cigare terk dabû, lê va, dîsan dikşînim. Min xwest dema navbera heyşt û heyşt û nîva bi cigarê tijî bikim, lê nebû. Ew dem bi tu tiştî tijî nabe, ew tenê bi dengê te tijî dibû, tu tişt nikare cîhê dengê te bigre. Tu jî êdî têlêfon nakî. Piştî heyşt û nîvan, piştî te têlêfon dikir û em dor nîv sihetî dipeyivîn, min bi çend dostan re chat dikir. Lê tu têlêfon nakî, ez jî usan ber têlêfonê rûniştî dimînim. Ez nikarim ji têlêfonê dûrkevim, heta tu têlêfon nekî, heta ez dengê te nebihêm, ez nikarim nêzîkî kompyûtêrê bibim. Ez nikarim tiştekî bikim, ez nizanim çi bikim… Pirsên dosta kompûtêr tijî kirine; ka ji bo çi bêdeng im. Bersiva ez bidme wan, tune. Ez nizanim çi ji wan re bêjim. Ez ne dixwezim rastîyê bêjim, ne jî dikarim derewan bikim. Tu têlêfon nakî û cîhan ji bo min vala dibe, jîyan ji bo min bêtam dibe, deng gişk ji bo min dimrin û li seranser cîhanê bêdengî dibe xudan. Bêdengî jî teherekî mirinê ye. Û mirin dikeve bîra min. Ez bawer nakim ew wa zû bê, lê dîsan jî wê rojeke wa bê, rojeke tu têlêfon nekî, wê bê. ( 10.12.2010 )

Page 14: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

PPîîrr RRUUSSTTEEMM

[email protected]

( 'Efrîn - Sûriya )

-Weke tu dibînî ji bilî danîştokekê tineye û divê yek, ji me, xwe bide ser têxt. Koçer ji Şêrînê dixweze ku, ew li ser têxt rûne û bihna wê têde bimîne. Ji berî ku em dêst bi dersan bikin, ezê çayekê ji te re çêkim. Gotinên wî dihêlin keçik ji cih bête avêtin; Ev cara pêşiye dibîne ku, mêrek dê rabe û çayê çêke. Ji roja-roj de bavê wê rûdine û diya wê heya bi lingên wî jî dişo. Tu çima rabû ser xwe. - Ezê çayê çêkim. Dema wê xwest ji paş masê derkeve, Koçer bi milên wê digre û didê rûniştin. - Çênabe; tu mêvana minî. Wî rahişt çaydên û hinek av berda ser çaya kevin, Koçer xwest yeke nuh çêke, lê hat bîrê ku, pença dawî bûbû para Kamîrên û nexwest, careke din, Şêrînê di ewê bizava wê rojê re derbas bike. Çaydan danî ser papora gazê û zilê şixatê davêjê piş derî. - Te çima ew nexist xwelîdankê, kanî sibirga te. Ji dema ku ew ketibû hundir odê, dixwest xwe bi wî bide naskirin ku, ew yeke ji malê ye. Ev livên Şêrînê ji Koçer re ne tiştekî veşrtîne, wî ev pênc salên dawiyê bi danûstandina bi keçikan re û çêrokên wan borandiye û ev livên wilo jê re aşkere ne. Belkî ji berî pênc salên çûyî ba, wî xwestekên Şêrînê, bi dilekî sipî bibirana; “Em giş kiribûn Ûsibê pêximber”. Bi bîrxistina dostekî kevin ku, di civînekê de gote wan: Dive keçikên kurdan giş mîna xûşkên me bin û hêştibû ku, Kamîranê Hemo bi tinazî lê vegerîne û bêje: Bes hevalê delal tu, bi min re, nabînî; eger ku em li ser baweriya te bimeşin û di navbera çend salan de, emê ziyaneke mezin bighînin tevgera xwe û tu yê kesî nebînî ku, alê ji dest te bigre. Koçer bi evê bîrxistinê re û bi dengekî bilind, dikene û dihêle ku, Şêrîn jê pipirse; Ka ew bi çi dikene. - Çêrokeke bi riswa ye. Bes piştî demekê min bihîst ku, ewî hevalî nav bi ser keçikekê xistî û ketibûn dû wî, da ku ... Dema Koçer dibîne ku, ew bê deng û dev ji hevkirî lê dinire, radibe diçe çaydanê ku, keliya bû û yek lekeyên çayê pijiqandibû, tîne û careke din li hember wê rûdine. Mafê te heye ku, tu şêt bimînî, gerekbû min çêrok ji destpêkê de ji tere bigota. Şêrînê di nava xwe de got: “ev kesê ku, ez pê re rûniştime, yekî dîne” û ewê yekê hêşt ew hinekî xwe ji wî bi dûr bixe; Tu çawayî Şêrîn. Ev pirsa ku, Koçer bi şêweyeke şanokî jê kiribû, hêşt ew bi dengekî bilind bikene û piştî ku, ew kenê xwe dibire, Koçer careke din wê bi kenandin dide; dema ku bi şêweya berê jê re dibêje: Tu dizanî ku, bira nahêle xûşka xwe, bi dengekî bilind, bikene. Gava ku wan çayê veduxwar û xwestin dêst bi dersê bikin, Kalemêr ji oda xwe de temaşa deriyê Koçer dikir û bêyî ku, ew bi wî hest bibin, ew çend caran hatibû ber pencera oda wan. Û anuha çavên wî li koma zarên ku, li hewşê dilîstin, dikeve û dêng li Hêvî; keçika Beko ya neh salî dike. Wê ji zû de rola xwe ezberkiribû, nemaze piştî dûrketina Şêrînê ji wî. Pir dirêj nekir û Kalemêr wê ji hembêza xwe derdixe û cilên wê jî rast dike û bêyî ku, mîna hercar, jê re bêje: “Ji kesî re salix nede”, ewê derdixe derve.

Piştî derketina Hêvî yê, Kalemêr dora katekê, bê deng, di cih de vemirtî dimîne. Di wê demê de marê ku, ketibû nav beştên ban, çend caran dadikeve û li dora wî digere û gava dibîne ku, ew bê live, wî dihêle û ber bi konê pîrê ve diçe, lê newêre xwe zû bi zû nêzîkî wê bike. Bi qîrîna Agob re, Kalemêr ji bê hişiya xwe vedigere û bi çavekî tijî xwîn li wî dinire; “Ev çi ji min dixwezin, çima nahêlin ez bi tena xwe bijîm, bimrim”. Pîreka Agob bi dengê qîrîna wî re derdikeve, dinire ku ew li ber deriyê Kalemêr, mîna singekî venîştî, hişkbûye. Çend caran bi milên wî digre û dihejîne, dihêle ku, careke din xwîn di laşê wî re biherike, lê dema dibîne ku, ew nikare bimeşe dikeve bin milên wî û hêdî-hêdî, ber bi hundir ve dibe. Demeke dirêj, bê deng, di nav nivînan de dirêjkirî dimîne, wan çiqas xwest zanibin, ka çi bi wî hat, lê ziman di dêv de bibû perçeyeke kulav. - ji min re bêje çi bi te hatî, tu weke gurekî bû. Pîreka wî dipirse. - Wî.. wî. Bêyî ku, karibe ti tiştî bi wan bide fêmkirin, tiliya xwe ber bi oda Kalemêr dirêj dike. - Wî çi kirî, te çi dît. Marî dipirse, lê pirsa wê bê bersiv dimîne û gava ew dixweze ji Kalemêr bipirse, wî di odê de nabîne. Ew di ewê hêlhûşê de û bê deng, ji hewşê, derketibû. Agob heya bi demekê û şûn de ku, karibû xwe ji bin siya tirsê derxista û dema Marî xwest zanibe; çi bi seriyê wî hatiye. Ewî newêrî, zû bi zû, tiştên ku dîtibûn jê re bêje, lê heya dema ku xeber dide jî, ew gotinan bi nav hev dixe û dihêle kesên ku, li dora wî civyabûn, têkevin ewê gûmanê ku, ew hîne di bin saya ewan xewnan de ye, lewre jina wî ji cîranên ku, kombibûn dixweze; wî bi tenê bihêlin, da ku, karibe hinekî xewke. - Tu dibêjî çi bi wî hatiye û ewê din xwe kuve winda kir. Piştî ku, ew ji ber deriyê Kalemêr vedigere û dikeve hundir, Şêrîn dipirse. Herdu pirs di mejiyê Koçer de jî meyî bûn, lê dikir û nedikr bersiv ji wan re nedidît. - Ma ne em bi hev re bûn. Bes di baweriya min de ye ku, Agob rastî tiştekî zêde biyan hatiye, wî saweke mezin xwarî heya hêşt ku, ew bighe evê pileyê. Ez dipirsim, dê çi li ba Kalemêr hebe û çima ew revî. - Belkî ew rastî şehnika Kalemêr hatibe. - Na, li gor tu dibêjî; ev deh salên wanin bi hev re ne û sedî-sed di van deh salan de, wî gelek caran rahiştî Kalemêr û ya dudiwan jî eger ku, şehnik hatiba wî, meyê ew li hundir bidîta, ne ji mal bi derkeve. Bersiva Koçer diket mejiyê yekî û hêşt ku, Şêrîn hin ji pirsa xwe bireve û babetê biguhêre û him jî li nirîna xwe ya di Koçer de biguhêre. - Diya min çi digote te. Di kombûna cîranan de li ber deriyê Kalemêr, Şêrînê dît ku diya wê xwe nêzîkî Koçer kir û pêre peyivî. - Ji min pirsî; ka xwendina te çawa ye. - Te çi gotê. Koçer berkenî dibe. - Weke heye, min gotê; ew başe, bes dive yek di hin tiştan de aliyî wê bike. Bi gotin û nirîna wî re, ew berkenî dibe û çavan dadimrîne. - Ango ez dikarim, careke din, bêm û dersan bistînim. Şêrîn bi pirsa xwe re, bi dizî û di bin çavan re, li wî dinire. - Eger ku tu neyî, ezê bêm û te bînim. Rûkenî û sorbûna dêmê Şêrînê bihin ferehiyekê bi wî re çêdikin û dema ku, dibîne ew kaxizên xwe komî hev dike, bi dilgermî dipirse: Tu yê herî. - Ez ji mêj ve hatime û ditirsim bavê min bi ser min de bixeyde. Lê mîna ku, ew bixweze- ... Dûmahîk Rûpel: 15

ZZZZZZZZAAAAAAAARRRRRRRROOOOOOOOTTTTTTTTIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA NNNNNNNNEEEEEEEEYYYYYYYYNNNNNNNNIIIIIIIIKKKKKKKKEEEEEEEEKKKKKKKKÊÊÊÊÊÊÊÊ ÛÛÛÛÛÛÛÛ TTTTTTTTIIIIIIIIŞŞŞŞŞŞŞŞTTTTTTTTIIIIIIIINNNNNNNN DDDDDDDDIIIIIIIINNNNNNNN

RRoommaann -- XXeelleekk (( 44 )) ©©

1144

Page 15: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

1155

-bihin bi Kalemêr tê. Ev cara pêşiye ku, piştî du mehan ji rûniştina bi hevre, xwe wilo nêzîkî hevdu dibînin. Ew heya bi demekê, bê deng, li hevdu dinirin û bi derbekê re tirs û nakokiya di navbera wan de dişke. - Tu yê qehwekê vexwî. Kalemêr ji mêvanê xwe dipirse. - Tu rûniştî bimîne, ezê rabim çêkim. Piştî ku Kalemêr cihê her tiştî ji wî re xeber dide, ew du piyalên qehwê çê dike û cixareyekê ber bi wî dirêj dike. - Sipas, ew bi min re nameşe. Dest davêje beriya xwe û qutiya tutûn jê derdixe, cixareyekê ji xwe re dipêçe û heya bi demekê bê deng dimînin. Koçer evê kêlîkê bi temaşekirina odeya wî diborîne û dema çavên wî bi balîvê ku, ji hev ketî dikevin, bê hemdî xwe jê dipirse. - Çi rewş bi seriyê vî balîvî de hatiye. Koçer, bê zanîn, devê şikeftên kîn û dûpişkan di sîngê Kalemêr de vedike û dihêle lehiya wan ji çavên wî birije. Dema ku Koçer evê yekê dibîne, dixweze babetê biguhêre; ji wî dipirse: “Qehwa min çawa ye”. - Destên te sax bin. Wî karîbû, careke din, deriyên şikeftên xwe bigirta; “Bi rastî min ji zûde qehweyeke wilo venexarî; çi carên ku Marî çêdikir, min bihna ava cilşokan jê dikir”. Koçer di gotinên wî de yên xwe dibîne, lê dengê xuşîniya ku, ji nav beştên ban de hat, hêşt ku ew bi jor de binêre û gava ji bilî konkê pîrê, di quncekî odê de nedît, wî ew tirsa ku di çavên Kalemêr de derbûbûn fêm nekir. Bêdengî, careke din, konê xwe bi ser wan de dirêse. Koçer nizanî çi ji rûniştina xwe ya bi wî re dixweze, ew rewşeke mirî dijî û çend caran jî di nava xwe de got: “Bese, dive ez biçim”. Lê dilxweziya xwe bicih ne dianî, Kalemêr jî bi rola xwe temaşa wî dikir û gava dibîne ew mîna yê ku, li ser sêla sor rûniştî be, ew dixweze dîwarê di navbera xwe û wî de bi herifîne, dêng lê dike. - Eger ku tu birçiyî, tu dikarî hinek xwarin ji xwe re bibînî, çêxerap em dikarin hinek tişt bibînin. Bihna bapîran ji gotinên wî dihatin û Koçer hin wêneyên ji dîroka xwe ya berê, di çavên wî de, dibîne. - Ez ne birçîme. Kalemêr ji bersiva wî fêm dike ku, ew nikare di cara pêşî de, zû bi zû rê bide xwe û rabe destên xwe bavêje veşartiyên oda wî. Dema ku ew ramanên Koçer dixwîne, radibe ser xwe û rê ji wî re vedike. Ew hîne li ser xwarinê bûn, dema ku Koçer pirsa xwe di riwê wî de diteqîne û dihêle jiyana wan bi hev ve bête girêdan. Kalemêr piştî evqas sal û ziwabûna ku, di hindirê xwe de, didît bawer nedikir ku, kesê karibe kaniyin sayî di hundir wî de der bike û ji kê; ji evê ku, hêştiye di evan du mehên dawî de jiyana wî bête teqlekirin. Ew gihêştibû ewê baweriyê ku, ji roja-roj de, ew mirovekî ziwa û bê hestbû; jiyana sar hêştibû kaniyên evînê ji bîr bike, lê dema ku Koçer dibêje wî: - Weke ez dibînim tu bi tena xwe yî û ez jî li bavekî digerim, tu çi dibînî ku tu bibî bavê min. Heya bi kêlîkê ew bê deng dimînin û herdu jî hest dibin ku, ev xwestek û têkilî, ji kevin de, di navbera wan de heye. Lê pir naçe û du hêsirên xiniz bi çavên kalemêr dikevin û piştî ku, ew dixweze bi destmala beriyê, şopa herdu hêsiran veşêre, bi dilekî sipî dibêje Koçer. - Belkî tiştê herî dawî ku, ez pê biramyama ev bû, min ti carî bawer nedikir dê ezê karibim bibime bav û weke te bihîstî jî ku, piştî xwedîkirina evqas zar, min hîne hestê bavêtiyê nasnekirî, vêca, ji nuh ve ezê ... Bes çima te ez vebjartim û ne yekî weke Agob; bi kêmayî, dê kiriya odê ji te re bima. Deriyê hestên wî vebûbû, pêlekê ew dibir û yekê tanî, çend caran xwest wî têxe hembêza xwe, lê tiştek di hundirê wan de mabû û ev rê ji wan re venedikir. Wî, ji bilî tiştekî bi tenê, ti rê û şêwe nedîtin ku, bi Koçer bide naskirin ew çiqasî ji wî re şaye û bi sebareta evê yekê, ew radibe ser xwe û ber bi sindoqa keça yekemîn û bi tenê, ya ku rojekê dil jê re kiribû kelek, diçe û piştî ku çend qatên cil û bîranînan dide aliyekî, şûşeyê enbîtê derdixe. ... ( Berdewamî Heye ) ...

ZZAARROOTTIIYYAA NNEEYYNNIIKKEEKKÊÊ ÛÛ TTIIŞŞTTIINN DDIINN ...... DDûûmmaahhîîkk:: -dilê wî rihet bike, gotê: Ezê siba dîsa bêm. - Rast ji berî ku, tu diçî, çi çêroka cîranê we ye. - Kîjan cîrana. Heya wê hîngê, Şêrîn pirtûkên xwe dide ser hev. - Ewê li hemberî we ku, mêvan gelekî tên cem, ew ne hevale. Pirsa dawî bi dudilî jê dipirse. - Ê.. ê, mebesta te bavê Delîl e. Belê û ew dixweze bavê min jî bike heval. - Û tu. Koçer dibîne ku, pirsa wî dihêle ew veciniqe. - Ez?! Eger ku, bavê min tiştekî wilo li ser min bibîse, dê min bikoje. - Çima, ma qey tu ne kurdî. - Tu hevalî. Bi tirs, lê bi zîzî, dipirse û dihêle Koçer berkenî bibe. - Ez nizanim, tu çawa dibînî. Bêyî ku, ew bersivê bide, milên xwe dihejîne ku, ew jî nizane. Wî jî di nava xwe de got: “îro tiştên ku, wê dîtine bese”. Û rê ji çûyîna wê re vedike, lê ji berî ku, bighe derî, Koçer dêng lê dike û sênîka ku, wê bi şev jê re anîbû dide dest wê, bêyî ku, ew ti tiştî jê re bibêje û gava li çavên wê dinire, keriyeke xezalan di wan de dibîne. Piştî çûyîna Şêrînê, wî xwest xwe bi xwendinê mijûl bike, lê gava çend xêz ji şanoya “Deriyên Girtî” di bin çavên xwe re birin û dît ti tişt neket mêjiyê wî, bi pirtûkê digre û ji nuh ve davêje ser masê. Bi girtina derî re, çavên wî li Şêrînê dikevin ku, di pencerê de rawestiyaye û gava ew bi nîşanî jê dipirse; Dê kuve biçe. Koçer milên xwe dihejîne û ji mal derdikeve. Koçer careke din xwe di kolanên Bajarê Mezin de ji bîr dike û dema ku, valahiyeke bi qasî mirina zarokekî ku, li şûna xwe dihêle, ew di jiyana xwe de dibîne û gupikên pirsa ku, hertim di mejî de derdibe, ji nuh ve dipişkivin: “çima ez dijîm û ji bo çi”. Lê mîna her car pirsa xwe di tariya şikeftên pêşî de winda dike. Wê şevê, ji kolanên bajêr, dereng vedigere; zik birçî, çav ziwa û dil vemirtî dikeve ser riya mal. Ji berî ku, ew bighe ber deriyê mal û bi çend zikakan, çavên wî bi reşantiya kesekî dikeve ku, wî di kuncekî malekê de, ji yên taxa Cidêdê, xwe kom ser hevkirî, wî gûman kir ku, ew careke din rastî ewê ku, li tûran dinire hatiye. Lê dema nêzîkî li wî dike û bi firîna refeke pêrçemok, ji paşila wî kesî, hinekî bi tirs şûnde vedigere. Lê hezkirina naskirinê zora tirsê distîne û bi gavne di cih de ber bi wî dimeşe. Nişkabûn û tirs dihêle, qîrîna wî û dengê Kalemêr bibine yek. - Te xêre, tu çima di vê şevê de diqîrî. Kalemêr dêng lê dike, weke ku, ew dostekî wî yî kevin be û dengê wî jî ji Koçer re, aramiyekê peyda dike. - Ka ew kuve çû. Dema Koçer dibîne ku, rewşa Kalemêr ne ya ku, tu pirseke wilo jê bikî ye, ew radihêjêyê û dikeve bin milên wî. Bi rê ve wî, ew dîtin ji seriyê xwe avêt û di nava xwe de got: “Ew ne bêtirî xewnekê bû, ji yên mejiyê minî nesax. Di durv û mezintirîna wî re xûya bû”. Ji berî ku Koçer bighe ser Kalemêr û rahêje wî, dît ku pilindirekî bi girsiya mirovekî li ser pişta wî ye. Ew hîne bi rê ve diçû, Koçer çavan bi jor ve hildide û dema ji bilî ezmanekî gewr û bê stêr, ti tiştî din nabîne, çêroka hatina wî ya pêşî ji bajêr re tête bîrê; rojekê di zarokiya xwe de, ew bi bavê xwe re tê Bajarê Mezin û piştî ew vedigerin gund, ji diya xwe re dibêje: Gundê me çêtirî bajêr e û gava dê dixweze zanibe çima ewî ji bajarê heznekir, ew bi pozbilindî vedigerîne û dibêje: Stêr li wir tine ne. Bi bîrxistina evê bûyerê re ew berkenî dibe û nizane çima dixweze bêje Kalemêr; “Jiyana me mîna ezmanê bajaraye, stêr jê diweşin”. - Koçer wî li ber deriyê mal dide rûniştin û piştî bizavne xurt, dikare ewî deriyê dîrokî li ser çêrokên nuh veke. Rewşa Kalemêr gelekî kambax bûbû û dema ew xwe xwar ser dike, da ku, rahêjê yê, kela verîşiyê dihêle ew bi çend gavan şûn ve vegere. Piştî ku wî dixe hundir û dest û çavên wî dişo,-

Page 16: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

1166

Hevpeyvîn:

SSaall iihh KK eevvii rr bbii rr îî [email protected]

( Stenbol - Turkiya )

Kilît, helbest, 1992, Weşanên Kovara Zanînê, Çirûskên Xewneke Bazdayî, helbest, 1993, Weşanên Kovara Asoyê, Evîna Leylan û Mijê, helbest, 1998, Weşanên IIKê, Şevnema Şînê, helbest, 2001, Weşanên IIKê, Niserîna qedexe ji bêciriya te, helbest, 2005 Weşanên Belkî, Amed, Ev qêrîna şêxê min e 2006, Funken des Nebels (Tîrêjên Mijê), bi Elmanî helbest 1998, 2000, 2002, Weşanên IIKê, Kurdische Kulturtage, dokument 1998, di gel Roger Toppel û Ferîdon Qazî, Helbestên Rengîn, Erich Fried, Ekîtiya nivîsarên Kurd- Duhok, 2006, Pantelonê şeyanî, Îtalo Kalvîno, weşanên Kovara Sivore, 2008 hin berhem û wergerên Tengezarê Marînî ne.

Min pirsî, Marînî yê ku jiyana xwe li Almanyayê berdewam dike bersivand...

* * * Salihê Kevirbirî: Helbest bo te çi ye?. Tengezarê Marînî: Inger Christensen wiha dibêje; “Dema ez bixwazim helbestê binivîsim, ez wisa dikim, mîna ku ez ji derve ve, bibim çavdêrê zimanî. Ez xwe bi paş ve didim, mîna ku ne ez im ziman bi kar tînim. Li wir diyar dibe, ka çawa ziman û jiyan hev hembêz dikin, mîna ku peyv li derdora min wek diyardeyan bin û berê xwe bidin min, hinga jiyan wateya hebûna xwe nas dike. Ew hebûna ku berê jî hebû”

Eger mirov li xwe mukur were, wê tê derbixe, ku çu pênasîn nikare mafê peyva helbestê bidiyê, çi bizanistî û çi ne bizanistî jî. Lê tiştê mirov dikare hinekî nêzîkî pênasîna helbestê bike, an jî bihêle bihingive; giyanê helbestê, hilperîna peyv û hestan bixwe ye. Helbest dikare bibe lihevxistina pêlên hestan û peyv bibin dîwar an jî cengeke bêdawî di navbera peyvê û hestan de ye, ka gelo peyv dikare ji heqê wê kela hundurîn ya ku mirov serûbinî hev dike derkeve an na?!

Dikare bibe anîna wan refên hestan, bi şêweyê peyvan û spartina wan li hev!? Helbest dikare wek serîhildana nehişmediyê li dijî hişmendiyê û cenga wan ya ku qet bêdawî nayê be!

Mirovê ku wê sosretê, wê êşê, wê cengê dibîne, dikare çi bike? Ez bawer im, ew ji derve dibe çavdêrê peyvan, ka çawan peyv, wan kambaxiyan, wê qiyametê, wê xirecirê razî bike, daku were li ser kexez ango monîtorê. Helbest, helbest e. Lê çend kilît hene, an jî çend çirûsk di wê dinya tarî û zulomat de hene, xwendevan/nivîskar, dikare bi dest xwe ve bîne, ew jî, ziman, ciwanî, avakirina hunerî -lihevsiwarkirina peyvan, avakirina hevokan, wêne-, dirûv û naverok.

Di dawî de helbest mîna sîberê ye, di gel mirov bi rê-

-dikeve, dema mirov bixwaze wê bigire û zeft bike, destevala vedigere. Bi kurtî helbest, hertişt e û helbest netiştek e. Li vir nayê wê wateyê, ku ez bibêjim, helbest tiştekî evrayî ye. Dibe ku helbest li evraz û evrayên winda û veşartî digere, lê ger di wî tiştekî winda de, pêdivî bi rênas û rêzanekî heye.

Ew rênas jî bi tecrube û serpêhatiyan dikare bibe şareza û hosta. Şarezayî xwendin û bicehanîna wê di dem û cihên rast de û hostetî serpêhatî û çawaniya sûdwergirtinê ji wan serpêhatiyan e. Helbest jî pîşe ye, lê pîşeyekî zor e. Mîna wan tiblên ku fêrî kemanê dibin.

Salihê Kevirbirî: Em dibînin ku vegotina Tengezar M arînî ya li ser helbestê bixwe jî, vegotineke helbestî/helbe stane ye! Baş e, yekem car helbesta te li ku û di kîjan berhemê de ronahî dît? Wê gavê hesteke çawa li te peyda bû? Tengezarê Marînî: Bêguman cara yekem, ku nivîsa yekî li cihekî bête çapkirin û belavkirin, wê mirov pê kêfxweş bibe û şûr simbêlan nebire! Lê ji ber min ji biçûkatiya xwe de, li dibistanê, di rojnema dîwêr ya dibistanê de dinivîsî - ez bawer im li pola 3’yan bûm, sala 1966-1967’an bû -, êdî weşana berhemekî, nema bû tiştekî seyr, ji bilî wê jî, hinek hunermendên deverê mîna Xwedê jê razî, Şehîd Xebat, Nasir Temo, Ferzende û hinekên din, nema tên bîra min, peyvên min kiribûn stran û bo wan awaz danîbûn, ew weşan li ba min, berdewamiya tiştên bûyî bûn...

Salihê Kevirbirî: Çi ye ku Tengezarê Marînî bi helb estê ve dide girêdan? Tengezarê Marînî: Eş, kovan, derbederî, evîn, hizra mirinê, ziman û lîstikên bi zimanî, afirandina lêkdanên nû bi pergal û şêweyên cuda, avakirina zimanekî ji wêneyên heylohayî. Helbest min bi helbestê ve girê dide. Ez nema dizanim, gelo ez parçek im ji helbestê, an ew parçeyeke ji min e. Belkî ew ez im û ez carnan ken, girnijîn, girî, xemgînî, kovan, xurbetî, havîbûna helbestê me û li benda min dimîne, ku wan bikim peyv û wêne û daxînim li ser kaxezê!

Ma mirov bê ba dikare bijî?! Bo min jî helbest, henasa ez ji cergê spêdeyên serşehkirî diguvêşim û bi sermestî bi ser can û giyanê xwe de berdidim. Helbest dibe xewn û li derdora sewdayê min, tevna evîndara min dirêse. Deka were êdî bikaribe dest ji helbestê berde!

Salihê Kevirbirî: Tu ji min bipirsî, Tengezarê Marî nî - bi tu awayî - wê nikaribe dev helbestê berde! Cenabê te, di wêjeya kurdî de asta helbestê çawa şîrove dike? Tengezarê Marînî: Dema wêjeya kurdî tenê helbest bû, ji xwe diyar bû, ka çendî rola helbestê heye. Li wir jî ji ber ku pir xwendevan nebûn, belê guhdar hebûn, hema hema zayendê bi tik û tena, ne li asteya helbestê dihate nêrîn, belê li naveroka wê û waneyên wê. Wate, helbest wek niviştê û helbestvan wek mela xwedî roleke mezin bûn.

Lê di vê demê, ku xwendevanên ji wêjeyê fêhm dikin hene û agahiyên wan li ser teknîka nû ya wêjeyê heye, bêguman helbest rola xwe hinekî winda kiriye, lê hîn jî ew rewşenbîriya guhdarîkirinê xwedî cihekî mezin e, di qada wêjeyê de û bi taybetî di ya helbestê de.

Helbestvanê îro, nema dikare wê rola berê bilîze, her wisa jî nikare bi wê teknîk, huner û ciwaniya rêzbend û terazûyê, xwe di qadê de diçespîne. Ji ber du sedeman: Yek; Dem bilez û bez diçe û ferhenga jiyana nû, ji hêla ziman ve, lêkdan, hevok, wêne û zimanekî helbestî taze li ser nivîskar ferz dike ku xwendevan bi xwe seyr û sermest bike. Dudu; Asta bête nivîsîn, xwe bigihîne ast û pêpeloka helbesta derdoran. Çimkî xwênerê kurd, nemaze ewê, di nav çar dîwaran de, belê bi kêmanî agahî ji wêjeyê bi du zimanan heye. Ev merc û şertên nû ku hatine pê,- ... Dûmahîk Rûpel: 17

HHHHHHHHEEEEEEEEVVVVVVVVPPPPPPPPEEEEEEEEYYYYYYYYVVVVVVVVÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNNEEEEEEEEKKKKKKKK LLLLLLLLIIIIIIII GGGGGGGGEEEEEEEELLLLLLLL::::::::

HHHHHHHHEEEEEEEELLLLLLLLBBBBBBBBEEEEEEEESSSSSSSSTTTTTTTTVVVVVVVVAAAAAAAANNNNNNNN

TTTTTTTTEEEEEEEENNNNNNNNGGGGGGGGEEEEEEEEZZZZZZZZAAAAAAAARRRRRRRRÊÊÊÊÊÊÊÊ MMMMMMMMAAAAAAAARRRRRRRRÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNNÊÊÊÊÊÊÊÊ

Page 17: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

1177

HHEEVVPPEEYYVVÎÎNNEEKK LLII GGEELL HHEELLBBEESSTTVVAANN TTEENNGGEEZZAARRÊÊ

MMAARRÎÎNNÊÊ ...... DDûûmmaahhîîkk:: -dihêle ku nivîskarê helbestê bi xwe pêzanîn û teknîka xwe ya nivîsînê bigihîne asta marîfî ya xwe û xwendevan. Ez bi xwe geşbîn im, ku wê helbesta kurdî, cihê xwe li ba xwêneran winda neke, lê hem cih û hem xwêner jî, wê ne ew bin û ne li wê deverê bin. Bi wateyeke din, cihê helbestê di wêjeya nivîskî ya kurdî de, hîn jî sereke ye, lê asta wê jî ji nivîskarekî/xwendevanekî bo yê din tête guhertin û li ser asta wî ya zanistî dibe.

Salihê Kevirbirî: Rola klasîkên kurdî, li ser helbe sta nûjen çi ye? Tengezarê Marînî: Ez bawer im, her helbestvanekî/a kurd yê vê qonaxê, eger ji kevneşopiya xwe neagahdar be û bi hêz, ew bo xwe nekiribe gencîne û stûn, wê nikaribe helbestek baş binivîse, bi kêmanî ji hêla ziman û hişê kurdewerî ve wê sistahî di berhema wî de hebe. Agahîwergirtin ji klasîkan, nayê wateya ku mirov wek wan binivîse, çi bi şêwe û dirûv û çi bi naverok. Piştî ku helbestvanê nûjen tûrikê xwe yê di wê hêlê de, dagirt, dikare dabirînekê bixe nav xwe û wan û xwe binivîse.

Di wî warî de, mixabin, ya ez jê agahdar im, yan agah ji klasîkan nînin, an jî tim dixwazin di bin sîbera wan de bimînin. Lê dîsa jî dibêjim, eger kevinê miletî nebin, nûyê wan jî qels in, an jî tune ne. Salihê Kevirbirî: Nivîsandina helbestê ji bo te, li Hannoverê, li Dihokê, li Tirbespiyê, di warê veguhe rîna hestan de xwediyê ferq û meyliyeke çawa ye?. Tengezarê Marînî: Ev pirseke ku gelek dergehan, li ber bersivê vedike, lê ezê bersiva xwe di çarçowa hestan û rola derbederiyê de, bidim. Bêguman, rola cografiya li mirovî heye. Derûdorên mirovî, dikarin bibin faktorên cuda bo nivîsandinê. Li welêt, êş û azariyên xelkê, çewisandin, belengazî, newekhevî, nenaskirina nasnameyê, qedexbûna ziman û mafê derbirînê. Ev hemû babet in ku mirov nikare xwe ji wan rizgar bike.

Li derbederiyê, bêrîkirin, jibîrkirin, havîbûn, guncîna di nav civata nû de, pejirandina civata nû, civata nû û pejirandina mirovî, zimanê biyanî, kultûra biyanî - kengî ew kultûra biyanî dibe parçeyek ji kultûra takekesî -, teknîk, şaristanî, jîngeh, azadiya derbirînê, mafê takekesane, mafê mirovan, guhertin û cudabûna têkiliyên civakî, hezkirin, mirin, perwerdekirin, têkiliyên malbatan, sînor û Kurdistanîbûn. Evîn, mirin, Seks, zanebûn û zanistî. Astengên bîrokratî û rojane... Ev hemî babetên nivîsînê ne û her yek ji van babetan, li cografiyeke cuda û bi hestekî cuda têne nivîsîn. Lê dixwazim vê jî bibêjim, erê em penahende û revend in, wate li cihekî cuda ne. Lê êş, derd, kovan, xem û asteng, alozî û sosretên bi ser miletê me de tên, ew hemî bi me re jî li vir dijîn û mezin dibin. Wate pir zor e, em herdu aliyên jiyanê, yê cografiya fîzîkî û cografiya derûnî ji hev cuda bikin, mîna strana Mêremê “Tu min dibînî, laşê min li vir ê û hiş û sewdanê min li cemê.” Lê li Duhokê bi rastî, ez di jiyaneke taybet de dijîm. Li wir, azadî, serfirazî, ken, welatekî ku pez, dar, gor, devî, robar û xelk û teyr û tilûrên wê bi azadî bi kurdî diaxivin, hestekî dilxweşiyê peyda dike û ev jî kartêkirinê li nivîsê dike. Wekî ku êşên welat û valabûna derûnî li derbederiyê kartêkirinê li nivîs û biyavên wê yên hunerî û ciwanî hene.

Salihê Kevirbirî: Tengezarê Marînî di edeba kurdî d e bala xwe dide ser kî û kê? Canik û camêrên di peyva kurd î de li ber dilê wî şêrîn in, dikare bi nav bike? Tengezarê Marînî: Min ji destpêkê de, pala xwe da ser klasîkên kurd, lê her wisa jî min agahdarî bo xwe li ser helbesta nûjen ya kurdî û edebiyata dorûber û cîhanî dane hev û hîn jî li-

-ser vê berdewam im. Ji bo ku klasîk mîna pişteke bihêz e bo min, min gelek geryan li klasîkan kir û ji dengê feqe û melayan, gelek helbestên Cizîrî, Feqiyê Teyran, Macin, Bateyî, Xanî, Mîna, Siyapoş, heta bi Extepî, Pertew Begê Hekarî, N. Brîvkanî, heta bigehe, Cegerxwîn, Tîrêj, Sebrî Botanî. Lê min jibîr nekir, ku ne tenê ew gencîna min ya helbesta kurdî ye û min berê xwe da Qedrî Can, Dr. Kamîran, Mîr Celadet û Ehmed Huseynî, Rojen Barnas, Mihsin Qoçan, Ebdulrehman Mizûrî, Mueyed Teyîb, Berken Bereh bala min dikişand. Lê bêyî ku jibîr bikim, cîhaneke ku taybet bi min jî heye. Ev bo min bû handanek berev bi wêjeya erebî û yên bi erebî dinivîsin, mîna Adonis, Selîm Berekat, Maxût û Unsî Al Hac.

Ji yên kurd ku bi Tirkî nivîsîn ku kartêkirina wan li min, Ehmed Arif bû û bi taybetî, dema di sala 1990’î de, berhevoka wî ji hêla Dildarê Şeko ve hatibû wergerandin bo kurdî. Ji farisan jî Farox Ferxozad, Mehmûd Giyanoş, Ehmed Şamilo û Nîma Yosîç ( Elî Isfendiyarî ). Yên cîhanî jî gelek hebûn û hîn jî lîste mezin dibe. Di kurdî de jî nivîskar û helbestkarên nû mîna Rênas Jiyan, Arif Hîto, Bilind Mihemed, Gulnar Elî, Emîna Zikrî bala min dikêşin. Û niha jî nivîskara kurd ya bierebînivîs Xalîda Xelîl pir bala min dikişîne. Kurdî/Kurmancî roj bi roj xweş û geş dibe û nivîskarên nû bi asteyeke bilind dadikevin meydanê.

Salihê Kevirbirî: Rêberayetî û pê şengiya komelayetî, wergêrî, helbestvanî… Çawa dikarî dem ji bo van kar an veqetînî? Tengezarê Marînî: Salihcan; ji ber ev karê nivîsînê, nikare pariyê nanê mirov û malbatê ebor bike, ez bi pêdivî dibînim, ku karên din di ber re bikim, lê tiştê ez dikim, ne gelekî dûrî karê nivîsînê ye, belkî serpêhatî û tecrubeyên min bo nivîsînê bihêztir dike. Ew beşên ku te nivîsîn, bi serê xwe babetên nivîsînê ne, lê dibe mirov bi şêweyekî edebiyatane serederiyê di gel wan bike û bihingive wan. Ev kar hemî pêkve û di gel xwendin û komkirina agahiyan di warê edebiyatê de berdewam pêdivî bi sîstem û disiplînê heye. Ez di jiyana xwe de, mîna eskerekî me, jiyana xwe û plana xwe bi alîkariya salnamê ji hev cuda dikim.

Salihê Kevirbirî: Te xwendina xwe li ser ‘Pisporiya Karmendiya Mediya Nû’ “Communication, Relation and Presentation” kiriye. Çi ye Pisporiya Karmendiya Mediya Nû? Tengezarê Marînî: Xwendina pisporiya karmendiya Medya û medya nû, Ev beşekî nû di xwendina multî, an jî massmedia de ye ku li ser çend beşan belav dibe, Radio, TV û internet, Arşîva pirtûkxaneyan, afirandin û veguhestina nûçeyan, danûstendin di gel peyva mediyayî - şêwe û teknîkên derxistinê, hêza derxistinê, şêweya rawestana li ber kamîreyên TV’yê, şêweya axaftinê, zimanê laş û ciwaniya wî, kartêkirina peyvê ji hêla derûnî ve û gihandina wê, şêweya avakirina têkiliyan û teknîka wê di medya de, hilbijartina peyv û- ... Dûmahîk Rûpel: 18

Page 18: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

1188

HHEEVVPPEEYYVVÎÎNNEEKK LLII GGEELL

HHEELLBBEESSTTVVAANN

TTEENNGGEEZZAARRÊÊ MMAARRÎÎNNÊÊ

...... DDûûmmaahhîîkk:: -têgehên xwedî bandoreke pozîtîv- Cudabûna kar di navbera mediyomên cuda de.

Salihê Kevirbirî: Xewn û xeyalên Tengezarê Marînî çi ne?. Tengezarê Marînî: Hîn zû ye, ez ji ser xakê bar bikim û berev bi azmên de bifirin. Xwezî ew dem bihata. Lê hêviya min, omîda min, daxwaza min ew e ku ez nivîsên xwe di her demekê de, cuda binivîsim. Ew hêz bo min peyda bibe, ez bi rastî azad û serbest di hundurê xwe de, bêkartêkirineke neyinî bijîm, biramim, binivîsim. Ez bibînim ku ev zimanê xweş, ev zaraveyê xweş perdeyan biçirîne, dergeh bo wî vebin ku êdî hêza wî ya xwenûkirin, xwebihêzkirin, xwebedewkirin, xwederbirîn û xwe li ser xweavakirin vebe. Ez bibînim, ku birastî peyva kurdî, di her warî de ava bibe, wate bo her şaxekî ji jiyanê zimanekî wî kurdî kurmancî zîl bide û tevna xwe bi ciwanî li bedena peyv, lêkdan û hevokan bipêçe.

Salihê Kevirbirî: Kar û barên pê şerojê?. Tengezarê Marînî: Kar û bar ên li pêşiya min pir in, gelek pirtûk hene dixwazim wergerînim û yên wergerandî dixwazim çap bikim. Çar pirtûkên min ên helbestan hene dixwazim wan biweşînim. Du pirtûkên rexneyê hene û ew karên min kirine, li pêşiya min in, çi di hêla medyayê de be, an jî di hêla edebiyat û wêjeyê de, an jî di hêla şanoyê de bidim hev. Mixabin Arşîva min heta niha nîne, min li ber e, ku hin bi hin bidim hev.

Salihê Kevirbirî : Tengezarê Marînî, malî ava ezbenî…

Tengezarê Marînî: Avatir!..

KKOOKKAA KKUURRDDNNAASSIIYYÊÊ LLII EEWWRROOPPAA ÛÛ

RRÛÛSSYYAAYYÊÊ ...... DDûûmmaahhîîkk::

-kitêba xwe ya navdar (Grammatica e vocabolario della lingua kurda (gramer û ferhenga zimanê kurdî) li Romayê paytexta Îtalyayê çap kiriye. Wî bi vê kitêba xwe cihekî berz û bilind di tarîxa kurdan û kurdnasiyê de bi dest xistiye, heta ku ew mîna Bavê Kurdologiyê tê naskirin û ev berhema wî yekemîn mukurhatina li ser bingehekî zanistî ye ku zimanê kurdî zimanekî resen e1. Ev rahibê domenîkî di sala 1762an de berê xwe dabû Mûsilê û bîst û pênc salan (heta sala 1787an) li wan deran bi cih bûbû. Li wir ji bo ku misyonerên îtalî ji zimanê kurdan fêm bikin û karibin bi mazûvanên xwe ên kurdên misilman re bidin û bistînin (piraniya filleyên herêmê jî bi kurdî diaxivîn û gelek lawje û tekstên dînî ên mesîhî bi zimanê kurdî hene), pêwistî bi ferhengeke îtalî/kurdî dît. Garzoniyê ku bîst û pênc salan li nav kurmancan mabû, ev valahî bi wê berhema xwe ya nirxdar, dagirt. Mirella Galetti dibêje: Berhema Garzoni ne tenê bi kêrî misyoneran hat, lê wê gelek sûd da bazirganên ku têkiliyên aborî bi serokeşîrên kurdan re datanîn jî. Garzoni û pêşboriyê xwe Domenico Lanza (1718-1782), û her weha peyrewê xwe Giuseppe Campanile (1762-1835), ku herdu jî îtalî ne, barê danasîna herêmê û ziman û kultura herêmê dabûne ser milên xwe. Bi saya wan, kurd û kultura kurdan û herêma wan jî, ji ewropiyan re hate nasîn.

EEkkoollaa RRoojjhhii llaattnnaassiiyyêê aa rrûûssîî,, ûû ggeeşşbbûûnnaa KKuurrddoollooggiiyyêê

Têkiliyên dewleta Rûsyaê û welatên rojhilatê ên islamî vedigere demin kevn, lê ev ne mijara vê nivîsa me ye. Ya ji bo me pêwist serdema osmanî ye. Di wê serdemê de, ne xasim di sedsala nozdan de û heta destpêka sedsala bîstan, pêdivîya rûsan bi naskirina milletên ku di bin `ebaya sultanê osmanî de dihêwirîn, hebû. Ji nav van milletan jî bêguman Kurd bûn ku bi êlên xwe hemsînorê imperatoriya Rûsyayê bûn. Rûsya ji destpêka sedsala nozdan de berê xwe da naskirina milletê Kurd û barê vê naskirinê siparte ekola rojhilatnasiyê ya ku bêtir li paytexta Rûsyayê Petersburgê şax vedabûn. Li vir ez dixwazim balê bikişînim ser destpêka belavbûna dînê Islamê li nav kurdan û bi serdema rojhilatnasiya rûsî re bidim ber hev. Imperatoriya nûzayî ya islamî-`erebî, xwest milletên di nav sînorên xwe de nas bike, serjimariyê ji milletan re li dar bixe da ku bac û xûkiyan bistîne. Wê xwest sînorên belavbûna wan milletan jî bizanibe. Îcar ev kar siparte hin cografîzan û welatnasên xwe ku bi zimanê `erebî ji wan re (Buldanî = welatnas) tê gotin. Ji bo naskirina êl û eşîr û `urf û `adetên kurdên despêka islamê, herêmên ku lê niştecih dibûn, rewşa wan a civakî, koçeriya wan û her şêweyên jiyana wan, em deyndarên wan Buldaniyên-

-misilman in. Di berhemên kesên mîna Istexerî, Ibn Hewqel, Belazerî, Mes`ûdî, de wêneyekî zelal ji kurdên wê demê û welatê wan re heye. Bi rêya wan em beşekî mezin ji dîroka kurdan jî nas dikin. Ne ew bûna ew beş winda bû. Ev jî rûyekî din bû ji dagîrkirina welatê kurdan û guhertina dîn û baweriyên wan re. Em dikarin nav lê bikin: Aliyê epistemologî ji tevgera dagîrkeriya `erebî -islamî re, ku roleke positîv di kurdnasiya kevn de lîst. Di sedsala nozdan de jî, em deyndarê tevgera kolonyalîsma rojavayî ne. Wek ku dîrokê xwe dubare kiribe, bi wê tevgerê re, û bi despêka berjêrbûna dewleta osmanî re, êdî welatên rojavayê xwestin milletên herêmê nas bikin, xwestin xoyên xelkê, mezheb û ol, rewşa civakî, aborî û wêjeyî jî zanibin, ku paşê karibin mîras û bermayê (Mêrê nexweş) ango dewleta osmanî di nav xwe de parvebikin. Li ser vê bingehê rojhilatnasîyê û di nav de kurdnasîyê gavin mezin avêtin. Ji ber ku Rûsya hemsînora osmaniyan bû, piraniya rojhilatnasan berê xwe dane Petersburgê û lêkolînên xwe li wir çap kirin. Ew welat û bi taybetiya paytexta wî, bi akademiya xwe ya zanistê ya navdar (Akademiya Imperatorîya Rûsî ya zanistê) bû navenda rojhilatnas û lêkolînerên rojavayî. Peter Lerch1, Eugen Prym (1843-1913), Albrecht Bernhard Dorn (1805 1881)1, August Jaba (1801-1894), Ferdinand Justi (1837-1907) 1, Albert Socin (1844-1899)1, Hugo Makas1 û hinin din jî, berhemên xwe ên li ser kurdan li Petersburgê weşandin. Haya van kurdnasan ji hev hebû, wan mîna grûbeke akademîk kar dikirin û li dîtin û baweriyên hev guhdarî dikirin û hev rexne jî dikirin. Mînaka li ber çavê me, nameyên ku di navbera A. Jaba û P. Lerch de, û di navbera A. Jaba û A. B. Dorn û ji bilî wî de, çûbûn û hatibûn, her weha xebatên bi hev re ên A. Jaba û F. Justi wek ferhenga Kurdî Frensî û ji bilî wê jî. Eger em navê rojhilatnas û kurdnas û gerokên ku di wê sedsalê de hatin Kurdistanê yan lêkolîn derbarî herêmê û xelk û zimanê herêmê de nivîsîne, rêz bikin, bêguman dê rêzeke bêhawe dirêj be. Lê ev navên ku berî çend rêzikan buhurîn têra me dikin. Helbet me sebebê bingehîn, piştî tevgera misyoneriyê ku di destpêkê de bû, nakokiyên navnetewî û pirsa rojhilatê yan jî meseleya mêrê nexweş û timdariya rojavayê di mîras û şûnmayên osmaniyan-... Dûmahîk Rûpel: 19

Page 19: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

KKOOKKAA KKUURRDDNNAASSIIYYÊÊ LLII EEWWRROOPPAA ÛÛ RRÛÛSSYYAAYYÊÊ ...... DDûûmmaahhîîkk::

-de, danîbûn. Lê divê em ji bîr nekin ku lêkolîneriya xwerû jî heye ku bingeha wê serpoşrakirina mijarên asê û naskirina asoyên nû di cîhana zanînê de ye. Em nabêjin ku hemû rojhilatnasan ajendayên welatên xwe pêk dianîn, lê em nabêjin ku hemû jê xalî bûn jî. Di nîvê duyem ji sedsala nozdan de kurdnasiya ku akademiya zanistê li Petersburgê giraniya xwe dabûyê, li ser destên wan kesên ku me navê wan gotî geştir bû. Fersendeke mezin bû ji bo kurdan, her weha ji bo rojhilatnasan jî, ku yekî mîna A. Jaba bibe konsulusê Rûsyayê li Erzerûmê (ji gulana sala 1848 heta 1866an). Tesadufa dîrokî ya ku wê bihêle wêjeya kurdî rûyekî din bistîne, ew bû hevnasîna A. Jaba û mela Mehmûdê Bayezîdî (1797-1867). Divê ez li vir vê yekê jî bibêjim û dê dubare jî bikim: Eger Jaba alîkariya maddî nedabûya mela Mehmûdê Bayezîdî, yê ku rewşa wî piştî kuştina birayê wî di şerê Qirimê de û têkçûna bazirganiya kurê wî, zor û perîşan bûbû, me dê ev berhemên ku niha serê me pê bilind dibe nedîtibana. Hişmendiya rojavayê ku heta niha hêjabûna berhemên mejî wek tiştekî pir bi qedir dinirxîne, hişt ev berhem niha hebin. Rola mela Mehmûd û zanebûna wî ya berfireh inkar nabe, lê mîna ku seydayê Xanî dibêje:

Ca nezer ke ` ibretê pêla ku waqi´ bit sewaş Ger nebîtin iltifat û mûçe û debr û me´aş Cindîyê rimbazê fêris naditin canî belaş Sa´eta serbaziyê hêvî ji serdarê xwe ye

* * * *

Têbînî: Ev nivîsek ji pê şgotina kitêba Adat û Risûmatname ê Ekradiye, ya ku ez li ser xebitîbûm û we şanxaneya Nûbiharê li Stenbolê sala 2010 an weşandiye. 1 "This work is very important in the Kurdish history as it is the first acknowledgement of the originality of the Kurdish language on a scientific base. Garzoni was given the title of Father of Kurdology, and of The pioneer Kurdish grammarian" . Mirella Galetti. Binêre: http://www.ilab.org/db/detail.php?lang=de&membernr=1293&ordernr=B346676 Mînosrkî bi xwe jî di kitêba xwe de dibêje ku, Garzoni bavê Kurdologiyê ye. Binêre kitêba (Not û têbînî....) Rp 65 2 Peter Lerch: rojhilatnasekî alaman e, li akademiya zanistê ya Petersburgê

semînarên derbarî fîlologiya tarîxê didan. Di tekstên kurdî de xebitiye û kitêbek derbarî wan de bi navê (Forschungen über die Kurden und die iranischen Nordchaldäer) sala 1857an li Petersburgê çapkiriye. 3 Albert Dorn: Johannes Albrecht Bernhrd Dorn, sala 1881 li Petersburgê miriye. Ji 1835an de endamê Akademiya zanistê li Petersburgê bû. Bi navê Boris Andreevich Dorn jî dihate naskirin. Ew rojhilatnasekî alman e 4 Ferdinand Justi: rojhilatnasekî alamn e , ji berhemên wî yên derbarî

zimanê kurdî: Kurdische Grammatik. Petersburg 1880. Her weha kitêba wî ya navên heywanan bi kurdî (Noms D`Animaux en Kurde) jî heye. wî alîkariya A. Jaba jî di ferhenga Kurdî/Frensî de kiriye. 5 Albert Socin: rojhilatnasekî swîsrîye, di navbera salên 1868an û 1870 de li

rojhilatê jiyaye û bi Eugen Prym (1843-1913) re lêkolînên giring li ser diyalektên `Erebî çêrkirine. Li ser zimanê kurdî jî xebatên bi hev re kirine.

Xebata wî û hekmkarê wî E. Prym ya girîng li ser zimanê kurdî, Kurdische Sammlungen, du cild, li Petrsburgê sala 1887 û 1890 hatiye çapkirin. 6Yek ji kurdnasên dawiya sedsala nozdan û destpêka sedsala bîstan e. Kitêba wî ya navdar bi navê: Kurdische Texte und Kurdische Studien, (deq û lêkolînên kurdî) cara yekem li Peterburgê sala 1897an çap bûye. Di vê kitêbê de versioneke Memê alan jî cî digire.

1199

MMAA EEZZ ZZAARROOKK IIMM!!!! ...... DDûûmmaahhîîkk:: -ma ne tu kurê filanî? Ê tu li vir çi dikî? Yella zû here mal, û eger du sîleyan li wî zarokî nede.....hwd. Kurê min Bêrî, sê salî ye, û gelekî keyfa wî ji otomobîlan re tê. Otomobîlên polîs, otomobîlên agirkuj, û otomobîlên ambûlans. Gumanê ko ev otomobîlan çirayê rengîn li ser pişta wan hene. Ez û wî bi hevre bûn gava ko otomobîleke polîs rawestiya bû, reviya bi aliyê otomobîlê de û bang kir ( polîsbîl ) ango otomobîla polîs. Polîsek di nava otomobîlê de bû, hate derê û ev axaftin di navbera Bêrî û polîs de çê bû. - Ma ev otomobîla te ye? - Ne ya min e, lê ya kare... carne ez dajom, û carne hevalên min yên polîs dajon. - A ha, tu polîsî, û te cilê polîs li xwe kirine!! - Belê, gava ko ez li karim, divê ez cilê polîs li xwe kim, ango ev cilê mine kar in. - Mmm, yanî dabançeya te jî heye? - Belê ev e dabançeya min ( dabançeya xwe derxist û pêş wî kir ) piştî ko li ser totikan rûnişt. - Ma tu dizan dikujî? - Na, ez bes wan digrim. - Ma tu otomobîlê gelekî bi lez dajoyî? - A, eger pêwîst be, eger ji kesekî re alîkariya awarte pêwîst be, ko em mecbûr bin bi lez û bez bigihêne ser, wê gavê em van cirayê şîn vêdixin ji bo ko otomobîlên din rê bidin me û em zûtir digihên cihê bûyerê. - Erê ez zanim…… wê rojê birayê te hate bal me, li ber dibistana min û ji me re van tiştan got. - Birayê min polîs nîn in, lê gumane hevalekî min be. - Erê hevalê te bû…. Çê dibe ez otomobîla te ya kar bajom? - Ma te moleta ajotina otomobîlan heye? - Ya bavê min heye. - Eeee, wisa têrê nake, divê ya te hebe ta tu bikarî otomobîlê bajoyî, û ji bo ko tu bikaribî otomobîla polîs bajoyî, divê tu bi xwejî polîs bî. - Ez mezin bibim, ez jî bibim polîs. - Wê gavê ez û te dibine heval. Polîs destê xwe xist beriya xwe û rêflêksek derxist, ji Bêrî re got: Fermo…. Ev diyarî ji bo te, gava ko tu di tariyê de bi rêve biçî, otomobîl dikarin te zû bibînin. Min ev diyalog nivîsand ne ji ber ko ev tişt di navbera kurê min û polîs de çêbûye, ev dikare bi her zarokekî re çê bibe, ji ber ko li vî welatî çi polîs be, mamoste be, pizîşk be, mamûrên dewletê bin, yan çi kes be, zarokan gelekî ceddî dibin, û wan xweşik tê digihînin. Ta careke din, bimînin di nav kesên ko zarokan ceddî dibin de!.

Page 20: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

2200

RRRRRRRROOOOOOOOMMMMMMMMAAAAAAAANNNNNNNNAAAAAAAA """"""""KKKKKKKKEEEEEEEEŞŞŞŞŞŞŞŞTTTTTTTTIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA PPPPPPPPEEEEEEEENNNNNNNNAAAAAAAABBBBBBBBEEEEEEEERRRRRRRRAAAAAAAANNNNNNNN""""""""

ÇÇÇÇÇÇÇÇAAAAAAAAWWWWWWWWAAAAAAAA YYYYYYYYEEEEEEEE????????

QQaaddoo ŞŞêêrr îînn

[email protected]

www.qadoserin.com

( Holenda )

Roman: Keştiya Penaberan, Nivîskar: Arşevê Oskan, Ji weşanên Do, 2010 Roman ji bergê ta bi bergê (111) rûpel e, û bêjerek tenê romanê ber bi dawî ve dajo, tenê beşê dawî Keştî ya ku penaberan hembêz dike, dibe bêjer û dayik. Dibe dayika penaber û zarokên serhişk. Bi gumana min, eger bêjer di romanan de pir dibin, roman jî xurt û bihêz dibin, li vir dikarim mînakek baş û nêzîk bînim bîra xwendevanan, ku ew jî mînaka Helîm Yûsiv e ’’Gava Ku Masî Tî Dibin’’. H. Yûsiv gelek bêjeran bikar tîne, geh ew, geh kevir, kum, seh, derî û tiştin din dibin bêjer û roman rengînî dibe. Gava ku gelek bêjer romanê vedibêjin, her bêjerek bi bêhn, giyan û şêweyê xwe vegotina romanê bi xwendevanan şêrîn dike. Jixwe ku xwendevan ji romanê hez kir, bi romanê ve hate girêdan û ta ku wê bi dawî neyne nema dest ji xwendina wê berdide, naxwe nivîskarê romanê serkeftî ye û dikare îca roman in din ên serkeftîtir binivîse. Arşevê Oskan helbestvan e, bi nivîsandina helbestê navdar e, ta ana ‘’Hêviyên Birîndar’’, ‘’Kê gul çinî’’, ‘’Berbang Qedexe ye’’ û “Xewnistan” hatine çap kirin. Di ’’Keştiya Penaberan’’ de ku roman û tecrubeya nivîskar a yekemîn e bi pexşanê re, lê dîsa jî nivîskar romanê bi helbestê dixemilîne. Mirov dikare bêje ku beşê dawî ji romanê ’’Keştî jî koç dike’’ hema hema hemû helbest e lê bi şêweyê pexşanê hatiye nivîsandin. Di romanê de giyanê helbestê wek çûkekî penaber tim amade ye, nimûne jî gelek in; Navnîşanên hemû beşan; - stûnên derizî di bin asoyên mijê de - karwanê rênediyar - Nûzenûza êşên di kûrahiya de asêbûyî - şevên tîr li ser dilan têne raxistin - Vedenga janên welêt li kolanên biyaniyê dijenin - ‘’Da ku li ser dilê wî, ev xem êdî neçêrin(R83). Her sibeh, pencere tên vekirin û bêhna asoyê buharê, hemû bêhnan dişo(R85). Ez nizanim dê nivîskar nivîsandina romanê berdewam bike yan na, lê ji bo min ku romana ’’Keştiya Penaberan’’ 222 rûpel baya, û nivîskar çarenûsa penaberiyê bi wê wateya wê ya hişk û zuha bi dawî anîba, yan jî wek mînak ku Bedo yan jî Miho wek kesê sereke di romanê de bikaranîba û derd û êşên penaberiyê bi riya wî û kesên li der û dora wî bida nasîn dê romanê bêhtir êş û şikestinên penaberan di ’’Keştiya Penaberan’’ de bi me bida nasîn û encama daba. Mirov têdighêje ku Keştî lehenga sereke ye, ji ber ku ew dayika hemû penaberan e, wek ku di beşê dawî de li ser zimanê keştiyê tê gotin. Ji hêleke din ve, mirov dibîne ku çarenûsa wan kesên di romanê de nediyar e, tenê di beşê dawî de keştî wek bêjer dibêje: ‘’doh Sara xatir ji hemû hevalên xwe xwest, lê ji min nexwest û bar kir. Berî çend roja Elo jî bi destê jina xwe ya belengaz girt û ew jî çû, lê nizanim pir li dora xwe dinerî wekî ku nedixwest kes bi cihê wî yê nû zanibe. Îro jî ez dibînim ku Miho û Bedo jî destê alîkariyê dirêjî Heno dikin û alavên wî didin ser hev’’(R109). Nivîskar bi van hevokan xwestiye çarenûsa hin kesayetiyên romanê diyar bike, wek ku nivîskar xwestiye jiyana wan bispêre pêşerojeke nediyar.

Bi gumana min, eger nivîskar piçekî din xwe biwestanda û çarenûsa penaberan a piştî ’’Keştiya Penaberan’’ birista dê roman serkeftîtir baya. Bi min nivîskar dikarîbû bi şêweyê romanê bîranînên penaberên ’’Keştiya Penaberan’’ binivîsîne, yan jî jiyan û xirecira her sê mehên di keştiyê de. Dibe ku nivîskar bi qestî nexwestibe çarenûsa wan a piştî keştiyê diyar bike, çimkî hemû penaber di kolanên xerîbiyê de winda dibin. Di romanê de diyar nabe bê nivîskar kîjan kesayetiya romanê ye, lê ji bilî beşê dawî ew bêjer e, di beşê dawî de nivîskar keştiyê dike bêjerê romanê. Bi gumana min li dawiya romanê nivîskar agahdar dibe, ku di romana qels de nivîskar dibe bêjer, û ji ber vê yekê di beşê dawî de keştiyê dike bêjer, îca çi bêjer; dayika penaberan û zarokên serhişk. Nivîskarê romanê bi wêrekî dest davêje hin mijarên girîng, rexneyan dike, û nerazîbûna xwe wek helwest diyar dike. Gelek caran pê li sînoran dike û mîna çûkekî azad difire û diçe li meydanên azad dideyne, daku wan mijaran bi azadî vebêje û hinan jî rexne bike. Mînak gelek in. Mînak 01: (( Hûn kurd in? Na em êzîdî ne bira. Ez dizanim keko hûn bi ola xwe êzîdî ne, lê bi netewa xwe ma hûn ne kurd in? Na heyran em êzîdî ne, em nakevin partiyan, ji bo xwedê dûrî me here)). (R 76-77). Mînak 02: (( Kondomek bi diranê xwe vekir û li mêrikê wî siwar kir. Ev cara yekê bû ku Îbo bi kondom wî karî dike û li jinan siwar dibe)). (R 64) Mînak 03: (( Bi kurdiyeke lawaz çend pirs jê kirin, wê kurdiya lawaz Bedo pir aciz dikir, ji ber ku kurdên bakur ku dighaştin hev, zimanê wan tenê bi tirkî bû, qet bîra zimanê kurdî nedibirin. Ji vê sedemê, zimanê wî hevalî giran bûbû)). (R70). Mînak 04: (( Li cem partiyên me hîna tiştek zelal nebûye û xwe ji tiştekî re jî amade nekirine, xwe wekî çêlîkên vê hikûmetê dibînin û hîna bi navê welatparêziya Sûriyê bang dikin. Wê ji xwe re wek erkekî pîroz dibînin, haya wan ji bayê felekê tune ye. Tim jî, dilê gel dixin cî û wî bi xeterê agahdar nakin. Tenê karê ku dikin, ji bo ku hev li derewê biqelibînin, ji ber ku her yekî, yê din perçewerçe kiriye û her sê partî bi navekî tên naskirin)). (R89) Gelek mînakên wisa di romanê de derbas dibin, mirov fam dike ku nivîskar di hinan de dixwaze rexneyan li civaka wan kesan bike. Di mînaka yekemîn de nivîskar xwestiye rexneyê li êzîdiyan bigre û bêje ku hûn berî êzîdî bin hûn kurd in lê êzîdî wê red dikin û bi israr dibêjin na em êzîdî ne, ango kurd û êzîdî ji hev cuda ne û rojekê dê êzîdî ji kurdan veqetin û bêjin em û hûn ne bira û ne jî ji yek binyadê ne, em ji hev cuda ne. Nivîskar eşkere xwestiyê rexneyê li wan kesên ku wisa diramin, bike. Di mînaka duyemîn de, jixwe gelek mînakên wisa di romanê de peyda dibin. Bi van mînakan nivîskar xwestiye kesayetiyên xwe eşkere bide diyar kirin, rastiya wan diyar bike, bi gumana min hin sînor jî tên derbas kirin, bila di romanê jî de be, lê dîsa jî wêrekî ye. Di mînaka sêyemîn de, wek ku di gotarên xwe de jî gelek caran nivîskar xwestiye rexneyê li kurdên bakur bigre û bêje: Şerm e hûn bi hev re bi tirkî diaxivin, du kurdên ji bakur li ku dighên ba hev awtomatîk bi tirkî bi hev re diaxivin, û hîna dibêjin tirk nahêlin em bi zimanê xwe biaxivin. Li Europa tirk ne li ser serê we ne ku hûn bi tirkî diaxivin’’tirkbûna kurdên bakur li Europa ne sûc û gunehê tirkan e’’(A.O). Di mînaka çaremîn de, nivîskar helwesta xwe li dijî perçebûn û lawaziya partî û tevgera kurdên rojava, eşkere dike. Û wek berpirsyariyeke dîrokî tîne ziman ku ev ne tevgera ku ji bo hêvî û xwestekên miletekî karê rizgarîxwaziyê bike, ew tevger û partî gelekî lawaz in. ... Dûmahîk Rûpel: 21

Page 21: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

2211

RROOMMAANNAA ""KKEEŞŞTTIIYYAA PPEENNAABBEERRAANN""

ÇÇAAWWAA YYEE?? ...... DDûûmmaahhîîkk:: Kesayetiyên romanê di nava sê mehan de jiyanneke nû ku qet ne mîna ya welêt e dijîn. Li Elmanya, di keştiyê de wek ku gerek bibe nivîskar kesayetiyên romanê dilivîne, çîrok û çîvanok, bûyer û serpêhatiyên wan vedibêje, karektera wan derdixîne. Mirovên di romanê de mînakên zindî ne ji hemû penaberan re. Sara û Cîhana Duhokî wek du jinan, nimûneya du jinan diyar dibin. Sara kêfa xwe bi xortan re dike û Cîhan xwe diparêze daku nehetike û biçe bi destgirtiyê xwe yê li Bremen re bizewice. Arasê Kerkûkî ku hevalê Ensar Al Islam e mîna sofî û oldarekî tevdigere, nivîskar jî bêguman dê wî wek terorîstekî diyar bike. Di romanê de, hema hema di her beşî de kesayetiyên nû, çîrok û serpêhatiyên nû derdikevin û nivîskar wî beşê romanê bi wan re bi dawî tîne. Bi giştî nivîskar xwestiye ku kesên di romanê de wêneyekî giştî yê penaberiyê di keştiya penaberan de diyar bike, ango ew kes dikarin rojane li kampên penaberan bên dîtin. Penaber ji ber gelek sedeman ji hembêza dayika xwe, ji welatê xwe direvin û berê xwe didin xerîbiya mal wêran. Di tûrikê her penaberekî de çîrokek heye. Di beşê ‘’Vedenga janên welêt li kolanên biyaniyê dijenin’’ nivîskar wek bêjer diçe Qamişlo û dibe şahidê serhildana 12ê adarê û kuştina Ferhad. Mirov guman dike ku di dûv re dê serpêhatiya serhildanê li ser zimanê Qado an jî dê Qado bê keştiyê û çîroka serhildanê ji tûrikê xwe derxîne û ji her kesî re vebêje, lê ew yek nabe, serhildan di wî beşî de dimîne. Eger hin kesayetiyên din serpêhatiya serhildanê di îfadeyên xwe yên bi elmanan re ji bo girtina mafê penaberiyê, bikar tînin jî, lê nivîskar wê diyar nake, tenê navnîşana ‘’Vedenga janên welêt li kolanên biyaniyê dijenin’’ dikare ji bo gelek penaberan bibe çîroka îfadeya penaberiyê. Nivîskar baş kir ku ew beş wek dîrok di romanê de aniye ziman û gelek penaberên li keştiyê bê ku eşkere bikin, ji bo pêşeroja xwe û jiyana piştî keştiyê bikarbînin. Xala herî balkêş di vî beşî de şêweyê nivîsandinê ye, bi hosteyî hatiye nivîsandin. Nivîskar hema hema kesayetiyên her çar perçeyên Kurdistanê digihîne ba hev û civaka kurdan bi riya wan diyar dike, her kesek bi rolekê radibe. Mirov dikare bêje ku her kesek bi serê xwe nimûneyek zindî ye ji civata ku jê hatiye. Her wisa rol û nirxê jinê jî ji bîra nake, bi riya Sara û Cîhana Duhokî du nimûneyên cuda û berevajî hev diyar dike. Di rûpela 39an de dinivisîne: ’’ Îro meş sar e ha, ji ber ku Sara ne li vir e, reşê gelek xortan jî nexuyaye, pêjna wan nayê’’. Roman wek tecrubeya yekemîn, bi zimanekî rihet û hêsan hatiye nivîsandin. Dema min roman dixwend, tim pirsekê xwe davêt ser rûpelan: Eger nivîskar wek penaber li ‘’Keştiya Penaberan’’ bi cih nebûya, gelo dê ew roman binivîsanda? Em vê pirsê ji nivîskarê romanê re dihêlin. ( 24/01/2011 )

MMMMMMMMEEEEEEEELLLLLLLLEEEEEEEE NNNNNNNNÛÛÛÛÛÛÛÛRRRRRRRRIIIIIIIIYYYYYYYYÊÊÊÊÊÊÊÊ HHHHHHHHEEEEEEEESSSSSSSSAAAAAAAARRRRRRRRÎÎÎÎÎÎÎÎ (((((((( PPPPPPPPIIIIIIIIRRRRRRRRÊÊÊÊÊÊÊÊŞŞŞŞŞŞŞŞAAAAAAAANNNNNNNN )))))))) -------- (((((((( 11111111999999993333333344444444 –––––––– 22222222000000001111111111111111 ))))))))

KK oonnêê RReeşş

[email protected]

( Qamişlo – Sûriya )

Melayê zimanzan û helbestvan. Melayê ku di bin bandora helbestên Cegerxwîn de şiyar û serwextî derd, jan û nexweşiyên civata xwe bû û li ber şêx 'Elaeddînê Xiznewî rabû. Mele, Sofî û mirîdên Şêx 'Elaeddîn jî, şerê wî kirin, ew bi dînbûn û kufrê tewanbar kirin û di encamê de pir êşiya. Jiyanek bi kul, êş û keder derbas kir. Wî jî, ji kerban re navê xwe kir Pirêşan. Werin, em di çilroja roja koçkirina wî de, wî bibîr bînin û silavekê li giyanê wî bikin. Di roja (25.01.2011) an de, Mele Nûriyê Hesarî (Pirêşan), ku navdarekî ziman û helbesta kurdî a kilasîk bû di nav Kurdên Sûriyê de, ji nav me barkir. Bi koçkirina wî re stêrek geş û bêdeng ji asmanê wêjeya Kurdî rijiya. Lê navê wî, bi bilndî di rêza helbestvanên Kurd de tê rojevê. Wî jî mîna Cegerxwîn, Palo, Tîrêj, Berazî, Keleş, Rêwî.. navê xwe bi berzbûn di qada rewşenbîriya Kurdî de tomar kir. Û bi xortî rêzgirtina xwe di nav gel de çesipand. Erê, ew mîna mirîdekî Barzanî bû. Xemxurekî ziman û rewşenbîriya Kurdî bû. Bi ked û westandinê; hezkirina xwe di dilê welatiyên xwe de çand û navê xwe zindî kir. Erê, ez jî ji Yezdanê mezin bi hêvî me ku cihê melayê Pirêşan buhişt be. Wî navê xwe kir PIRÊŞAN, ji ber ku ew di jiyana xwe de pirr êşiya. Erê pir êş, jan, kul û derd dîtin.. Werin em bi hev re kurtiyekê ji jînenîgariya wî bixwînin: Mele Nûriyê Hesarî, di 1934 an de li Hesara Kercewsê çêbûye. Di nav Kurdan de bi nasnavê Seydayê Pirêşan dihat naskirin. Navê diya wî Xanim e, navê bavê wî Mele Yûsivê kurê Emer e. Emer ji gundê Hêştirekê ji malbata Etmanka, ji şaxê Elikan, ji herêma Hevêrkan bû. Mele Nûrî ji malbateke xwenda, zana û bîrwer bû. Bavê wî mele bû, diya wî jî keça melan û jineke xwenda bû. Mele Nûrî di 1939 an de pêşî li cem diya xwe dest bi xwendina Quranê kiriye û li cem wê Mewlûd, Nehculenam, Nûbihar û Rewdneîm xwendine. Di 1940 î de, çaxê ku diya wî li Hesarê giyana xwe spariye Xwedê, wî li bal kekê xwe Mele Huseyin xwendiye. Lê çaxê ku kekê wî çûye leşkeriyê, vêca bavê wî ew xistiye dibistana bi zimanê tirkî ya ku li Hesarê bû. Mele Nûrî di 1945 an de, dema ku di rêza çaran de dibistana tirkî dixwend, bavê wî jiyana xwe spartiye Xwedê. Îcar kekê wî Mele Hemîd ew ji dibistanê derxistiye û daniye ber xwendina medresê. Piştî demekê ew û kekê xwe Mele Nezir çûne gundê Bilêderê û li cem birayê xwe yê ji dê mane. Pişt re çûye mala xalê xwe Mele Mihemed li gundê Êlihê (niha jê re dibêjin Batman), maye. Ji wir jî çûye gundê Kurrika li Bişêriyê, di medreseya Mele Hesenê Tilmizî de xwendiye û ders ji kurê Mele Hesen Mele Faîq girtiye. Piştî demekê ji wir şûnde vegeriyaye çûye Hesarê, ew û kekê xwe Mele Hemîd ji bo xwendinê daketin Binxetê û çûne cem mala Şêx Ehmedê Xiznewî. Li wir, dîsa li cem kekê xwe Mele Hemîd xwendiye heta ku “Sadulaha Gewra“ xilas kiriye. Di sala 1949 an de, dema ku birayê wî Mele Hemîd xwendina xwe ya medresê kuta kiriye, di Kanûna Paşî de vegeriyaye Hesarê, lê Mele Nûrî li gundê Xizna maye. Li cem Mele Beşîrê Batêrgizî xwendiye. Di sala 1950î de, meha adarê, dema ku Şêx Ehmedê Xiznewî çûye ber dilovaniya Xwedê, ji wir çûye gundê Til M'arûf û li bal şêx Elaeddîn kurê Şêx Ehmedê Xiznewî xwendiye. Lê xuya ye ku wî û Şêx 'Elaeddîn li hev nekiriye. Paşê bûye ji pêbawerên Şêx M'asûm kurê Şêx Ehmedê Xiznewî. Sedema ne lihevkirina wî û Şêx 'Elaeddîn kurê Şêx Ehmedê Xiznewî ev bû; di wê heyamê ku olperestiyê konê xwe bi firehî di ser Kurdên Cizîrê re vegirtibû, gundê Til M'arûf, paytexta mala Şêx Ehmedê Xiznewî û kurên wî bû, qublegeha misilmanan bû.-... Dûmahîk Rûpel: 22

Page 22: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

ÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNNSSSSSSSSKKKKKKKKLLLLLLLLOOOOOOOOPPPPPPPPÎÎÎÎÎÎÎÎDDDDDDDDYYYYYYYYAAAAAAAA

RRRRRRRROOOOOOOOJJJJJJJJNNNNNNNNAAAAAAAAMMMMMMMMEEEEEEEEGGGGGGGGEEEEEEEERRRRRRRRIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA

KKKKKKKKUUUUUUUURRRRRRRRDDDDDDDDÎÎÎÎÎÎÎÎ (((((((( 11111111888888889999999988888888 –––––––– 22222222000000001111111100000000 ))))))))

EEddîîbb ÇÇeellkkîî

[email protected] ( Hannover – Elmanya )

PIŞTÎ 43 SALÊN XEBATÊ

PERTOKA CEMAL XEZNEDAR

BI 12 BERGAN DERKET

Piştî xebateke dirêj û mandîbûneke bêsînor, nivîskarê navdar yê kurd mamosta Cemal Xeznedar karî pertoka xwe (Înisklopîdya rojnamegeriya kurdî 1898 – 2010) projê nivîsîna dîroka rojnamevaniya kurdî ji despêkê heta sala 2010 ê bidawî bînît. Ev pertoke diwazde 12 berge û pitir (zêdetir) ji 3 sê hizar navnîşanan, ji rojname û govar û belavokan, ewên li her çar parên Kurdistanê û dervey Kurdistanê jî derketîn û belavbûyin, di hindirî xwe de kom diket. Bergê êkê ji vê pertokê ji dezgeha Aras ya çap û belavkirnê li ser diravê - mezaxtî yê sendîkaya rojnamevanên kurdistanê derkeft û biryare li 22 şibata 2011 ê li Hewlêrê di kongra sendîkaya rojnamevanan de belav bibît, ku her di wê rojê da dê mamosta Cemal ji aliyê wê sendîkayê ve, di şahî yeka taybet a wê helkeftê de hête xelatkirin. Ev pertoke êk ji giringtirîn berkarên senterê erşîf û lêkolînên rojnamevaniya kurdî ye, ewê li 22 nîsana 1968 ê li Bexda damezray. ku li wê rojê, bo cara êkê çavên rewşenbîrên kurd bi hejmara êkê ji rojnama kurdistan keftin, ewa li sala 1898 li Qahîre derkeftî, piştî Dr. Maruf Xeznedarî daneyek ji rojnama Kurdistan di nav erşîfê kurdnasê rûsî F. Mînoriskî de li Sanpitrisburg dîtî, paşî li 22 nîsana 1968 kopiyeka wê digel nivîsînekî li rojnama Birayî û Teaxî bi kurdî û 'erebî li Bexda belavkirin û tê de pêşniyarkir ku roja 22 nîsanê (roja derçûna hejmara êkê ji êkemîn rojnama kurdî di dîrokê da) bibîte roja cejna rojnamevaniya kurdî, ku ji hingî were rojnamevanên kurd li wê rojê û bi wê helkeftê cejna rojnamevaniya kurdî her sal digêrin.

... Dûmahîk Rûpel: 23

2222

Erê, Mele Nûriyê Hesarî, di ser deh pirtûkên bi zimanê Kurdî û alfabeya latînî re nivîsîne. Hin ji wan bi dektîlo nivîsîne, hinek jî bi pênûsê hatine nivîsandin. Tev di defteran de li ser kaxezê A4 hatine nivîsandin. Piraniya pirtûkên wî helbest in û çend lib jî li ser babetên cuda bi pexşanî hatine nivîsandin. Lê belê heta niha çar pirtûkên wî hatine çap kirin, ew jî evin: -Şoreşa Barzanî: Dîwanek helbest e, di sala 1995 an de çap bûye. -Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî: Ev pirtûka wî di sala 1996 an de mamoste Zeynel'abddîn Zinar li Swêdê ji aliyê weşanxaneya PENCINARê ve çap kiriye. Ev pirtûk jî li dor zimanzaniyê ye. -Axlîma: Pêlên Helbetsa Kurdî : Zimanzaniye, di sala 1997 an de çap bûye. -Zevîyek Gazîndan: Dîwanek helbest e, di sala 2000 î de çap bûye û Seydayê Mele Nûrî diyarî ji canê serokê nemir Mele Mistefa Barzanî kiriye. Yên din tev li ser kaxeta ne. Di dawiya eynî pirtûka xwe (Axlîma) de, navê pirtûkên xwe yên çapkirî û neçapkirî, di bin navê Berhemên Daner de wiha anîne ziman: -Şoreşa Barzanî: Helbest, 1995. -Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî, 1996. -Rêziman: Destnivîs. -Ferhenga Kurdî - Kurdî, Destnivîs. -Ferhenga Kurdî - Tirkî, Destnivîs. -Ferhenga Kurmancî - Zazî, Destnivîs. -Mewlida Pêxember, Destnivîs. -Vegerandina Zimanê 'Erebî Şarvîn, Destnivîs. -Koledar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs. -Dû Mar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs, Bi zimanê Erebî ye. -11 Dîwanên Helbestan, Destnivîs -Bîranîn, ji jiyana wî, Destnivîs. Mele Nûriyê Hesarî di sibeha roja 25.01.2011an de, di mala xwe de li bajarê Qamişlo koça dawî kir û çû berdilovaniya Xwedê. Di eynî rojê de wefadar û evîndarên wî, ew di goristana taxa Qudûr Beg ê de li Qamişlo, spartin axa sar û cemidî. Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike û buhişta rengîn mala wî be. Hêjaye gotinê ku rehmetiyê Mele Nûrî hin xelat jî standibûn wek Xelata Festîvala Helbesta Kurdî li Sûriyê û Xelata Koma Narîn a folklorî. ( Qamişlo, 27.01.2011 )

MMEELLEE NNÛÛRRIIYYÊÊ HHEESSAARRÎÎ ...... DDûûmmaahhîîkk:: -Ji çar hawêr ve sofî û mirîdên mala Şêx lê diquriyan, wî li wî yê ku karibe bi çarlepkê xwe bi Şêx ve bigihîne û destê wî maç bike. Di wê heyamê de Cegerxwîn ev helbesta xwe ya navdar di nav cemawer de belav kir: Şêxê min! Destên te êdî maçî nakim, ez bese - Kavil û wêran te hi ştin, ev sera û medrese.. Qet bi sîwaka te dijmin, pa şve naçin gavekê - Bo çi tev mane perî şan, dîl û bendê davekê.. Bes di pi şt perdê de rûne, ey ciwamêr xwe binas - Dijminê jîna welatî, tim bi dest te, tevr û das.. Hêj bibêjim, tê bibêjî; ev Cegerxwîn gawire - Na, di bextê tew Xwedê de, dil bi pêt û agire.. Cegerxwîn, dîwana Kîme Ez, Beyrût 1973, rûpelê128. Dengvedana vê helbestê wek peqîna qunbelakê bû. Mele Nûrî jî di di bin bandora vê helbestê de şiyar dibe, pê tê hejandin û di encampê de pîş û kiryarên mala Şêxê Xiznewî bi tevayî û yê Şêx 'Elaeddîn bi taybetî protesto dike û li pêşberî wan disekine. Hingê mala şêx belav dikin ku mele Nûrî jî wek Cegerxwîn dîn bûye û bûye gawir. Mele Nûrî di jiyê xwe yê bîst salî de (1954), dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî kiriye û berhemên xwe hemû bi alfabeya latînî nivîsandine. Di gel wê perîşaniyê, dilêşanî û xizantiya xwe de, wî heta niha bêtir ji deh pirtûkan li pirtûkxaneya Kurdistanê zêde kirine. Pênasîna wî li ser qaba dawî a pirtûka wî ya bi navê (Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî ), ku di sala 1997 an de çap bûye wiha hatiye nivîsand: ( Di sala 1934 an de li gundê Hesarê ji diya xwe bûye. Sala 1939 an dest bi xwendina Quranê kir. Sala 1949 an di gundê Qere Hesenê re derketî Sûrî, û berê xwe da gundê Xezna û dûv re çû gundê Til M'arûf, li bal Şêx Ehmedê Xiznewî xwendina olîtî xwend. Di bîranînên xwe de dibêje: Li Tirkiyê me (Kurdan) bi zimanê tirkî dixwend û pi ştî ez hatim Sûrî, me bi zimanê 'erebî xwend. Di vir de min ji xwe re got: Gereke zimanekî me jî hebe, pê bê xwendin. Weke van zimanên din. Û piştî li helbestên Cegerxwîn û pa ş re yên Melayê Cizîrî ko di civata melan de dihatin xwendin, guhdarî kir, pir pê kefxwe ş dibû. Û Pi ştî hevdîtina wî û mele Ehmedê Palo dest bi nivîsandina helbestên Kurdî kir.. Ne bes wiha; nameyên xwe jî bi kurdî dinivîsandin. Pi ştî van karên wî, mala Şêx Xeznewî jê dilgiran dibûn û gotin: Dîn berdaye û çûye gihaye gunehkaran. Xwedîxêran saloxê karê wî gihandin desthilatên rêjîmê û ew, bi çend melayên din re, hatin girtin. Lê bi rêya dostaniya mala şêx hatin berdan. Ji sala 1966 an ve li Qenat Elsiwês, li bajarê Qamişlo rûni ştiye. Ji sala 1988 an ve, kêferatê bi nexwe şiyê re dike û devê wî nagere ).

Page 23: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHii jjmmaarr :: 44 DDIILLNNAAMMEE 11--33--22001111

2233

ÎÎNNSSKKLLOOPPÎÎDDYYAA RROOJJNNAAMMEEGGEERRIIYYAA KKUURRDDÎÎ

(( 11889988 –– 22001100 )) ...... DDûûmmaahhîîkk::

NNAAVVEERROOKKAA BBEERRGGÊÊ ÊÊKKÊÊ JJII PPEERRTTOOKKÊÊ

bergî de, helbet bêguman dê li bergê nehê jî, ku taybete bo tîpa (k) ducarî bîteve. Nivîskarî di vê pertokê de pêzanînên pêdvî li ser her navnîşanekî nivîsîne û kopiyek ji dana orgînal belavkiriye. Herwesa cihek baş bo nivîsîna jiyannama hindek ji rêberên rojnamegeriya kurdî terxankirye, mîna Mîqdad Medhet Bedirxan (Rojnama Kurdistan) Mela Şerîf (Rojnama Azadî) Hesen Hişyar (Rojnama Agehî) û Kemal Burqay (Rojnama Agrê Newrozê) û hindekên din. Neqîbê sendîka yên rojnamevanên Kurdistanê rêzdar Ferhad Ewnî nivîsîneka hêja li ser jiyan û xebata mamosta Cemal Xeznedar û rolê wî di dîroka rojnamevaniya kurdî de di vî bergî de nivîsî ye. Her wesan lêkolerê hêja Ebdulla Zengene nivîsareka ronkirnê li ser hindek mijarên pêdivî ronkirnê di vê pertokê de nivîsî ye.

PPEERRTTOOKK BBII GGIIŞŞTTÎÎ ÛÛ RRÊÊBBAAZZÊÊ

Êk: Wekî me gotî, ev pertoke ji 12 bergan pêkdihêt, bi vî awayî : Bergê 1 taybete bo tîpa (elîf) û ji 324 navnîşanan pêktê. Bergê 2 taybete bo tîpa (b) û ji 190 navnîşanan pêktê. Bergê 3 taybete bo tîpa (p) û ji 197 navnîşanan pêktê. Bergê 4 taybete bo tîpên (t, c, ç, kh, x) û ji 256 navnîşanan pêktê. Bergê 5 taybete bo tîpa (d) û ji 237 navnîşanan pêktê. Bergê 6 taybete bo tîpa ( r) û ji 278 navnîşanan pêktê. Bergê 7 taybete bo tîpên(z, j, s) û ji 301 navnîşanan pêktê. Bergê 8 taybete bo tîpên (ş, eyn, xeyn, f, v,q) û ji 142 navnîşanan pêktê. Bergê 9 taybete bo tîpa (k) û ji 232 navnîşanan pêktê. Bergê 10 taybete bo tîpên (g,l, m) û ji 193 navnîşanan pêktê. Bergê 11 taybete bo tîpên (n,hi ) û ji 181 navnîşanan pêktê. Bergê 12 taybete bo tîpên (û, î) û ji 226 navnîşanan pêktê. Du: Her wekî me xoyakirî nivîskarî navnîşanên rojname û govaran li gorey tîpên ebcedî (ewên li Kurdistana Îraqê bikartên) rêzbendkirîne, lê dinav sinorên her tîpekî da ev navnîşanên he li gorey dîroka derçûna wan rêzbendkirîne. Sê: Nivîskarî li gor hindek perensîpa rojname û govar komkirîne û helbijartîne, ku mirov dikarît bikete sê pişk û bi vî awayî : 1 – Pişka êkê, ku piraniya hera mezina navnîşanan di vê pişkê de ne, ew rojname û govar û belavokin, yên daneyeka orgînal jê may û bi dest nivîskarî keftî. Li ser wê dana orgînal (Eger hebît hejmara êkê, eger nebît hema her hejmara hey)-

-pêzanîn nivîsîne û ropelek ji kopiya wê jî di pertokê de belavkirye. Rojnama Kurdistan ya dayik baştrîn nimoneye di vê pişkê de. 2 – Pişka duyê, ku gelek kêmin, ew rojname û govar û belavokin, yên çi dane yên orgînalên wan bi dest nivîskarî nekeftîn, belkî hindek dane ji kopî yên wan peydakirîne û pêzanînên xwe li gorey wan nivîsîne.

3 – Pişka siyê, ku êkcar kêm û hindikin, ew rojname û govar û belavokin, yên ne orgînal û ne jî kopî yên wan bi dest nivîskarî keftîn, lê di gelek pertok û jêderên cihê bawerê de navên wan hatîne û pêzanîn li ser hatîne nivîsîn. Her wekî rojnama (Agirî) ku organa şoreşa agrîdaxê bû, li sala 1929 li Araratê derdikeft. Ne kopî û ne orgînal jê peyda nebûne, lê rêberê şoreşê ceneral Îhsan Nûrî Paşa di bîrhatnên xwe de gelek cara behsê wê diket. Her wesa hindek dîrokzanên turk jî ew rojname bo xwe kirîne jêderê pêzanîna li ser şoreşa agirî, wek Widad Şadlirî di pertoka xwe de (Şoreşên kurda li Turkiya û Mesîhiyan) ku li gelek cihan behsê wê rojnamê kiriye.

XXUUDDAANNÊÊ PPEERRTTOOKKÊÊ ÛÛ PPÊÊNNAASSÎÎNNEEKKAA KKUURRTT

Mamosta Cemal Xeznedar sala 1938 li Hewlêrê peydabûye. Xandina despêkê û navincî her li wêrê û ya amadeyê li Bexda tmamkirye. Li 1959 bûye karmend li wezareta çandinê, li rêveberiya giştî ya daristana, ku rêveberê wê Hesen Kitanî bû. Derçûyê pişka zimanê kurdî ye ji kulîca edebiyata zanîngeha Bexda li 1968 ê.

Ji sala 1956 têkhelî karên rojnamegeriyê bûye û herê berdewame. Ji wan karên ew şanaziyê pê diekt ewe ku: Li 6.10.1958 ê çaxê Barzanî yê mezin li Rûsya vegeriyay Îraqê, ew jî digel wî xelkî de li firîngeha Misenna li Bexda çûye berahiya wî, ku her di wan rojan de êkemîn dîdara rojnamevanî digel Barzanî de kir û li hejmara 9 ya govara Şefeq li Kerkukê, digel wêneyek Barzanî li 16.10.1958 ê belavkir.

Li 1996 mişextî (Mihacirî) welatê Almanya bû û li bajarrê Hannover binecihdibe. Li wê salê û wî bajarî me hevdu naskir û pêkve di gelek kar û çalakî yên rewşenbîrî de pişkdarbûyin, ku êk ji wan: Damezirandina senterê erşîf û lêkolînên rojnamevaniya kurdistanî li Almanya bû. Ev senterê Almanya li 1998 damezirî û li 2004 ê bi rengekê fermî û bi rêdana hikumeta elmanî hate damezrandin, ku ez endamê desteya damezirîner bûm û mamosta Cemal ji hingî û heta niha jî serokê wî senterî ye. Ev sentere pêşiyê li 1968 li Bexda damezirîbû. Piştî rêkeftina 11 Adarê mamostay pêşinyarkir ku yobîla zîvî li 1973 ê bo rojnama kurdistan li Bexda bihêtekirin. Lê mxabin nehatekrin û mamostay li wê salê pertoka xwe (Raberî rojnamegerî kurdî) bi kurdî, inglîzî û erebî çap û belavkir, ku ji 130 navnîşanan pêkdihêt.

Ev berge ji 620 ropela û 324 navnîşana,ji rojname, govar û belavokên çapkirî, ewên navên wan bi tîpa (elîf) despêdiken, pêkdihêt. Digel rojnama Kurdistan ku li ser pêşniyariya nivîskar Edîb Çelkî endamê desteya damezrînera senterê erşîf û lêkolînên rojnamevaniya kurdistanî li Elmanya, kire di vî bergî de. Raste ku rojnama Kurdistan bi tîpa (k) despêdiket, lê çunkî êkemîn rojnama kurdî ye di dîrokê da, ew jî kefte di vî

Wekî heftînama (Omêd) ya ku Ebdulrehman Bedirxan li sala 1900 li Stenbol ê derdixist. Çunkî çi danên orgînal jê peydanebûn. Belê mamosta yên hêja Malmîsanj û Mehmud Lewendî kopî yeka wê di pertoka xwe de (Li Kurdistana bakur û li Turkiyê - Rojnamegeriya kurdî) belavkirye. Herwesa wek heftînama (Şerq û Kurdistan) ewa li sala 1908 li Stenbol ê derdikeft.

Page 24: Rojnameya Dilname Hijmar 4T DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Eskerê BOYÎK E.boyik@web.de ( Oldenburge - Almanya ) Bajar hatiye

HHHHHHHHÊÊÊÊÊÊÊÊVVVVVVVVIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA AAAAAAAALLLLLLLLMMMMMMMMAAAAAAAANNNNNNNNIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA NNNNNNNNEEEEEEEE ÇÇÇÇÇÇÇÇÛÛÛÛÛÛÛÛ SSSSSSSSEEEEEEEERRRRRRRRÎÎÎÎÎÎÎÎ AAllmmaanniiyyaa (( 11 )) ×× (( 11 )) ÎÎttaall iiyyaa

DDDIIILLLNNNAAAMMMEEE RRRooo jjj nnn aaammm eeeyyy eeekkk RRReeewwwşşşeeennn bbb îîîrrr îîî yyy eee SSSeeerrr bbb iii xxx www eee yyy eee

rroojjnnaammeeyyaaddiillnnaammee@@yyaahhoooo..ccoomm 22001100 22001111 ffaacceebbooookk..ccoomm//rroojjnnaammeeyyaa..ddiillnnaammee DDaawwîî

AAAAAAAARRRRRRRRCCCCCCCCEEEEEEEENNNNNNNNTTTTTTTTÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNN

JJJJJJJJIIIIIIII PPPPPPPPUUUUUUUURRRRRRRRTTTTTTTTUUUUUUUUGGGGGGGGAAAAAAAALLLLLLLL ÊÊÊÊÊÊÊÊ VVVVVVVVEEEEEEEEXXXXXXXXWWWWWWWWAAAAAAAARRRRRRRR FFFFFFFFRRRRRRRREEEEEEEENNNNNNNNSSSSSSSSAAAAAAAA

DDDDDDDDÎÎÎÎÎÎÎÎSSSSSSSSAAAAAAAA BBBBBBBBEEEEEEEERRRRRRRRAAAAAAAAZZZZZZZZÎÎÎÎÎÎÎÎLLLLLLLL KKKKKKKKEEEEEEEEWWWWWWWWAAAAAAAANNNNNNNNDDDDDDDD

FFrreennssaa (( 11 )) ×× (( 00 )) BBeerraazzîîll

HHHHHHHHOOOOOOOOLLLLLLLLEEEEEEEENNNNNNNNDDDDDDDDAAAAAAAA

JJJJJJJJIIIIIIII NNNNNNNNEEEEEEEEMMMMMMMMSSSSSSSSAAAAAAAA YYYYYYYYÊÊÊÊÊÊÊÊ VVVVVVVVEEEEEEEEXXXXXXXXWWWWWWWWAAAAAAAARRRRRRRR

44 11--33--22001111

SSSSSSSSPPPPPPPPAAAAAAAANNNNNNNNIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA

JJJJJJJJIIIIIIII KKKKKKKKOOOOOOOOLLLLLLLLOOOOOOOOMMMMMMMMBBBBBBBBIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA YYYYYYYYÊÊÊÊÊÊÊÊ VVVVVVVVEEEEEEEEXXXXXXXXWWWWWWWWAAAAAAAARRRRRRRR

IIIIIIIINNNNNNNNGGGGGGGGIIIIIIIILLLLLLLLTTTTTTTTEEEEEEEERRRRRRRRAAAAAAAA

LLLLLLLLIIIIIIII DDDDDDDDAAAAAAAANNNNNNNNÎÎÎÎÎÎÎÎMMMMMMMMAAAAAAAARRRRRRRRKKKKKKKK ÊÊÊÊÊÊÊÊ JJJJJJJJÊÊÊÊÊÊÊÊ VVVVVVVVEEEEEEEEXXXXXXXXWWWWWWWWAAAAAAAARRRRRRRR IInnggii ll tteerraa (( 22 )) ×× (( 11 )) DDaannîîmmaarrkk

Ji sala ( 1978 ) an de, ev yekemîn care ku Ingiltera li ser xaka welatê Danîmark ê jê veduxwe. Di destpêka matç de lîstikvanê Danîmark ê; Daniyêl Icêr di deqeya (8) an de golek li Ingiltera yê kir, lê piştî du deqeyan lîstikvanê Ingiltera yê; Darên Bênt golek li Danîmark ê kir, Işlî Yang jî golê vexwarina Ingiltera yê kir.

AArrcceenntt îînn (( 22 )) ×× (( 11 )) PPuurrttuuggaall Di matçê dostanî yê di navbera welatên Arcentîn û Purtugal ê de li bajarê Cinêf - Swîsera yê, welatê Arcentîn ji Purtugal ê bi du golan li hember golekî vexwar. Golê yekemîn yê Arcentîn ê; lîstikvanê Tîma Riyal Madrîd; Anxêl Dîmariya kir, û golê Putugalê jî ji aliyê hevalê Dîmariya; di Tîma Riyal Madrîd de; Kiristiyano Ronaldo de bû, lê golê serkeftina Arcentîn ê; ji aliyê lîstikvanê Tîma Barşalona û baştirîn lîstikvanê pêlgogê di cîhanê - Liyonêl Mêsî - de bû.

HHoolleennddaa (( 33 )) ×× (( 11 )) NNeemmssaa Holenda piştî derdana fainal ê World Cup a sala ( 2010 ) an bi Spaniya re, dîsa zincîra xwe ya serkeftinan berdewam kir û matçê dostanî bi ( 3 ) galan li hember yekî ji Nemsa yê vexwar. Lîstikvanê Holendî yê Tîma Enter; Wîslî Snayder di deqeya (28) an de yekemîn gol li Nemsa yê kir, paşê Glas Yan û Dîrek Kawt du golên din kirin, golê Nemsa yê jî lîstikvanê Nemsawî Marko kir.

SSppaanniiyyaa (( 11 )) ×× (( 00 )) KKoolloommbbiiyyaa Welatê Spaniya; lehengê cîhanê, yê World Cup a sal ( 2010 ) an, û her weha yê herêma Ewrupa yê di sala ( 2008 ) an de, li paytexta xwe; bajarê Madrîd ê bi goleke ji aliyê lîstikvan Dêvid Sîlva de, ji welatê Kolombiya vexwar. Hêjayî gotinê ye, ku welatê Spaniya ev yekemîn matç ê dostaniye tê de biserdikeve, piştî serkeftina di World Cup a sal ( 2010 ) an de û du derdanên mezin bi Arcentîn ê ( 4 × 1 ) û Purtugal ê ( 4 × 0 ) re.

Hêviya Almaniyan ne çû serî û nikarîbûn golê ku ji aliyê lîstikvanê Almanî yê tîma Bayren Miyûnêx; Mîroslav Glozê ku di deqeya (16) an de li Îtaliya hatibû kirin biparaztana, lîstikvanê Îtalî Cosêpî Rosî di deqeya (81) an de golek li Almaniya kir û encam bû yek bi yekê û matç bi dawî bû. Hêjayî gotinê ye; ku ji ( 16 ) salan û vir de, hîn Almaniya ji Îtaliya ti matç venexwariye.

Dîsa Berazîl ê nikarîbû girêka xwe ya dîrokî vekiria û ji Frensa vexwara, vê carê li bajarê Parîs - Frensa yê bi goleke ji aliyê lîstikvanê Tîma Riyal Madrîd; Kerîm Binzêma de; Berazîl ê matç derda. Her weha lîstikvanê welatê Berazîl ê; Endirson Hêrnanêz bi karta sor di deqeya ( 40 ) î de ji lîskê hat qewitandin, ango him matç derda û him jî lîstikvanekî xwe qewitî.

HHHHHHHHEEEEEEEEVVVVVVVVDDDDDDDDÎÎÎÎÎÎÎÎTTTTTTTTIIIIIIIINNNNNNNNÊÊÊÊÊÊÊÊNNNNNNNN DDDDDDDDOOOOOOOOSSSSSSSSTTTTTTTTAAAAAAAANNNNNNNNÎÎÎÎÎÎÎÎ YYYYYYYYÊÊÊÊÊÊÊÊNNNNNNNN PPPPPPPPÊÊÊÊÊÊÊÊLLLLLLLLGGGGGGGGOOOOOOOOGGGGGGGGÊÊÊÊÊÊÊÊ,,,,,,,, DDDDDDDDIIIIIIII ((((((((99999999)))))))) SSSSSSSSIIIIIIIIBBBBBBBBAAAAAAAATTTTTTTTAAAAAAAA ((((((((22222222000000001111111111111111)))))))) AAAAAAAANNNNNNNN DDDDDDDDEEEEEEEE