seriv îsara hejmar ê ş boniye cegerxwîn - pÊnÛsa nÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd...

30
Serivî sara hejmarê Boniye Cegerxwîn 32 sal 32 sal 32 sal 32 sal li ser koçkirina li ser koçkirina li ser koçkirina li ser koçkirina bavê min bavê min bavê min bavê min "Seydayê Cegerxwîn" Sîh û du sal li serkoçkirina te çûne, hîna ez bi çûna te bawer nakim. Sîh û du sal qedera gunehkar te ji me sitandiye û te ji me dûrkiriye, hînajî ez bawer nakim. Sîh û du sal, dîroka Kurdistanê, stêrkek geş te li ezmana daniye û hîna ez bawer nakim, ku te barkirye û tu ji me dûr çûye. Bavê delal û hêja… Eve sîh û du salin, ku ez te di bîranînên xwe de divejînim, bi te re diaxivim, bi te re pêwendiyan datînim, gotinên te di dilê xwede dimeyînim, ji te dipirsim, bi te re êşên xwe par dikim, û ji te şîretên xwe distînim, bi te xwe tund dikim, xwe ava dikim û bi te re xwe dibînim. Bavo, tu ji bîra me rojekêjî qet neçûyî, her dem tu di dilê malbata xwe de dijî û her emê te bi bîr bînin. Di 22ê Çiriya pêşî de bîranîna koçkirina te ye . Eve 32 salin ku tu ji nav me çûyî, lê bawerke bavo ku evroj, ji mer e Bûye simbola serxwebûn û azadiyê, bûye roja soz û peymanên ku me bi te re dane, bûye rojeke giring di dîroka Kurdistanê de. Keda ku te ji bo gelê xwe kiriye, pir belû û xuyaye, bi tîpên zêrînî hatiye aragîşkirin, bi helbest û pendên te hatiye xemilandin. Gelê Kurdistanê rêz girtin ji kar û xebata te re kiriye, xwendegeh, bax û navendên kultûrî, bi navê te hatine nîgarkirin, Peykerê te li Batman û Dihokê rawestiyaye, bi serbilindî bang dike û bi navê gelê Kurdistanê diaxive, dibêje.. Kîme ez? Li hercî û warîli Kurdistanê roja koçkirina te bi bîrtînin û semîneran li ser amade dikin, ji xebata tere pîrozbahiyê rêdikin. Ez soz didim te bavê hêja, ku emê ser rêça ku te ji mer e daniye her û her biçin, û em ticarî jê dernakevin, ji ber ku em pê bawerin.. Emê bi dîtin û baweriyên xwe, ku me ji dîtin û baweriyên te sitandine û ronî kirine rêça xwe berdewam bikin. Ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe her û her emê xebata xwe berdewam û bi tundbikin. Êdî xweş û bi mange di gora xwe de razê bavê delal û hêja, em ti carî nahêlin ku tu ji ber me fedîkar û şermezarbî. Silav li giyanê te yê pakrewan be,.. Silav li pakrewanên Kurdistanê bi tevahî be. Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe Damezrandin di 22 Nîsanê 2012 E. Mail: malpera rojnamê: [email protected] www.penusanu.com Sernivîser : Ebdulbaqî Huseynî Derhêner : Xorşîd Şûzî Xelata helbestvan Mele Nûrî Hesarî bo Xelata helbestvan Mele Nûrî Hesarî bo Xelata helbestvan Mele Nûrî Hesarî bo Xelata helbestvan Mele Nûrî Hesarî bo salên (2015 û 2016) salên (2015 û 2016) salên (2015 û 2016) salên (2015 û 2016) Çûn ji Selah Mihmed û Helîm Abû Zêd re Çûn ji Selah Mihmed û Helîm Abû Zêd re Çûn ji Selah Mihmed û Helîm Abû Zêd re Çûn ji Selah Mihmed û Helîm Abû Zêd re Komîta xelata helbestvan Mele Nûrî Hesarî (1934-2011) bo sala 2015 çû ji helbestvan Selah Mihemed re, û ji bo sala 2016 çû ji helbestvan Helîm Abû Zêd re. Komîta xelatê herdû helbestvanan pîroz dike û serkeftinê ji wan re dixwaze, û bi hêvî ye ku jiyana wan xweş be û tijî dan û dahênan be. Komîta xelata helbestvan Mele Nûrî Hesarî 19.09.2016 YNRKS Hejimar '53' / Êlûn 2016 Tîko Tîko Tîko Tîko ş ara kurd Zahîda Re ara kurd Zahîda Re ara kurd Zahîda Re ara kurd Zahîda Re ş kîlo kîlo kîlo kîlo xelata xelata xelata xelata şehîd Mi ehîd Mi ehîd Mi ehîd Mi ş el Temo wergirt el Temo wergirt el Temo wergirt el Temo wergirt Xelata şehîd Mişel Temo bo vê salê (2016) çû ji tîkoşera kurd Zahîda Reşkîlo re. Zahîda tê nasîn weke tîkoşereke kurdî resen, ku jiyana xwe hemî bo kêşa xwe terxankiriye, û jiyana xwe xistiye biveke mezin de bo bawerîyên xwe. YNRKS biryar da ku xelata şehîd Mişel Temo vê salê bo vê tîkoşerê re be. YNRKS bextiyare ku Mişel Temo yek ji endamên wê ên pêşîn bû, herwiha Reşkîlo bo vê xelata sîmbolîk pîroz dike, di eynî demê de saxlemîyê jê re dixwaze. Sermedî bo canê pakrewanê kurd Mişel Temo. Pîrozbahî bo tîkoşera kurd Zahîda Reşkîlo. Komîa xelata şehîd Mişel Temo 06.10.2016

Upload: buiduong

Post on 08-Aug-2018

267 views

Category:

Documents


1 download

TRANSCRIPT

Page 1: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

Serivîsara hejmarê

Boniye Cegerxwîn

32 sal 32 sal 32 sal 32 sal li ser koçkirina li ser koçkirina li ser koçkirina li ser koçkirina bavê minbavê minbavê minbavê min

"Seydayê Cegerxwîn" Sîh û du sal li serkoçkirina te çûne, hîna ez bi çûna te bawer nakim.

Sîh û du sal qedera gunehkar te ji me sitandiye û te ji me dûrkiriye, hînajî ez bawer nakim.

Sîh û du sal, dîroka Kurdistanê, stêrkek geş te li ezmana daniye û hîna ez bawer nakim, ku te barkirye û tu ji me dûr çûye.

Bavê delal û hêja…

Eve sîh û du salin, ku ez te di bîranînên xwe de divejînim, bi te re diaxivim, bi te re pêwendiyan datînim, gotinên te di dilê xwede dimeyînim, ji te dipirsim, bi te re êşên xwe par dikim, û ji te şîretên xwe distînim, bi te xwe tund dikim, xwe ava dikim û bi te re xwe dibînim.

Bavo, tu ji bîra me rojekêjî qet neçûyî, her dem tu di dilê malbata xwe de dijî û her emê te bi bîr bînin.

Di 22ê Çiriya pêşî de bîranîna koçkirina te ye .

Eve 32 salin ku tu ji nav me çûyî, lê bawerke bavo ku evroj, ji mer e Bûye simbola serxwebûn û azadiyê, bûye roja soz û peymanên ku me bi te re dane, bûye rojeke giring di dîroka Kurdistanê de.

Keda ku te ji bo gelê xwe kiriye, pir belû û xuyaye, bi tîpên zêrînî hatiye aragîşkirin, bi helbest û pendên te hatiye xemilandin.

Gelê Kurdistanê rêz girtin ji kar û xebata te re kiriye, xwendegeh, bax û navendên kultûrî, bi navê te hatine nîgarkirin, Peykerê te li Batman û Dihokê rawestiyaye, bi serbilindî bang dike û bi navê gelê Kurdistanê diaxive, dibêje.. Kîme ez?

Li hercî û warîli Kurdistanê roja koçkirina te bi bîrtînin û semîneran li ser amade dikin, ji xebata tere pîrozbahiyê rêdikin.

Ez soz didim te bavê hêja, ku emê ser rêça ku te ji mer e daniye her û her biçin, û em ticarî jê dernakevin, ji ber ku em pê bawerin..

Emê bi dîtin û baweriyên xwe, ku me ji dîtin û baweriyên te sitandine û ronî kirine rêça xwe berdewam bikin.

Ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe her û her emê xebata xwe berdewam û bi tundbikin.

Êdî xweş û bi mange di gora xwe de razê bavê delal û hêja, em ti carî nahêlin ku tu ji ber me fedîkar û şermezarbî.

Silav li giyanê te yê pakrewan be,..

Silav li pakrewanên Kurdistanê bi tevahî be.

���������� �

� �

���������������������������������������������������������������������� �

Mehane, Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di 22 Nîsanê 2012

E. Mail: malpera rojnamê:

[email protected] www.penusanu.com Sernivîser:

Ebdulbaqî Huseynî

Derhêner:

Xorşîd Şûzî

Xelata helbestvan Mele Nûrî Hesarî bo Xelata helbestvan Mele Nûrî Hesarî bo Xelata helbestvan Mele Nûrî Hesarî bo Xelata helbestvan Mele Nûrî Hesarî bo salên (2015 û 2016)salên (2015 û 2016)salên (2015 û 2016)salên (2015 û 2016)

Çûn ji Selah Mihmed û Helîm Abû Zêd reÇûn ji Selah Mihmed û Helîm Abû Zêd reÇûn ji Selah Mihmed û Helîm Abû Zêd reÇûn ji Selah Mihmed û Helîm Abû Zêd re

Komîta xelata helbestvan Mele Nûrî

Hesarî (1934-2011) bo sala 2015 çû

ji helbestvan Selah Mihemed re, û ji

bo sala 2016 çû ji helbestvan Helîm

Abû Zêd re.

Komîta xelatê herdû helbestvanan

pîroz dike û serkeftinê ji wan re

dixwaze, û bi hêvî ye ku jiyana wan

xweş be û tijî dan û dahênan be.

Komîta xelata helbestvan Mele Nûrî Hesarî

19.09.2016

YNRKS

Hejimar '53' / Êlûn 2016

TîkoTîkoTîkoTîkoşara kurd Zahîda Reara kurd Zahîda Reara kurd Zahîda Reara kurd Zahîda Reşkîlo kîlo kîlo kîlo

xelata xelata xelata xelata şehîd Miehîd Miehîd Miehîd Mişel Temo wergirtel Temo wergirtel Temo wergirtel Temo wergirt

Xelata şehîd Mişel Temo bo vê salê (2016) çû ji tîkoşera kurd Zahîda Reşkîlo re.

Zahîda tê nasîn weke tîkoşereke kurdî resen, ku jiyana xwe hemî bo kêşa xwe

terxankiriye, û jiyana xwe xistiye biveke mezin de bo bawerîyên xwe.

YNRKS biryar da ku xelata şehîd Mişel Temo vê salê bo vê tîkoşerê re be.

YNRKS bextiyare ku Mişel Temo yek ji endamên wê ên pêşîn bû, herwiha Reşkîlo

bo vê xelata sîmbolîk pîroz dike, di eynî demê de saxlemîyê jê re dixwaze.

Sermedî bo canê pakrewanê kurd Mişel Temo.

Pîrozbahî bo tîkoşera kurd Zahîda Reşkîlo.

Komîa xelata şehîd Mişel Temo

06.10.2016

Page 2: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

2 NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Ezîz ê Cewo

DÎLÊMA DÎROKÎ, AN ÎDÊYA FÎKS?DÎLÊMA DÎROKÎ, AN ÎDÊYA FÎKS?DÎLÊMA DÎROKÎ, AN ÎDÊYA FÎKS?DÎLÊMA DÎROKÎ, AN ÎDÊYA FÎKS?

1. HINEKÎ DI DERBARÊ BÛYERÊN PIŞTDÎROKÎ DA…

Hema destxweda, pey bûyera tra jîk a li asîmanê Sûrîyayê ra , dema hêzên hewayî yên Ti rkîyayê li balafi ra rûs î ya Sû-24 xis tin û anîn xarê (24 mi jdara 2015-an), hinek siyasetmedr, rojname- ger, karmendên çandê û welatîyên sade, yên Rûsîyayê di derbarê Tolhildanê da axivîn, gotin, ka divê çawa ji bo wê gava di jminatîyê ya li di jî Rûsîyayê Ti rkîyayê ceza bikin…

Ewana digotin:

– Ma ne, balafi rên leşkerî yên Rûsîyayê, dema di wê herêmê da “mîkrobên” naxweşîya nepak a radîkal îzma îslamî Tune dikin, ew bi wê Tevahîya şaris tanîya cîhanê ra dibin alîkar, ku ew ji webaya sedsala XXI a bi nave DAÎŞ rizgar bibe!

Tunekirina balafi ra rûsî careke dinê da xuyan, ku rêjîma Erdoxan a Ti rkîyayê piştgi rîya wan komên îslama radîkal dike! Û, lewra jî, Pûtîn ew ki ryara wek derbekê, ya ku li piştê va li mirov dixin, navki r!

Hêrs û nefreta gel bêsînor bûn… Û li hember vê ki ryara ki rêt ev bertek xwezayî bû!

Lê, çawa, êdî?

Lê, her çiqas rûdaneke weha ya hestyarî hebû, dîsa jî her kesî dixwast tê bigihîje, ka ti ştekî wisa çawa dikaribû bibûya? Ka rêvebirîya rêjîma Ti rkîyayê çima li hember Rûs îyayê helwesteke wisa dijminane dide xuyan?..

Di bernameyên têlêvîzîonan ên weke “top-şow”-an da hinek siyasetmederên rûs heyf û poşmanî ya xwe dîyar ki rin (bila, bi derngîbe jî!), ku di dema xwe da di Rûsîyayê da çima mafê penaha siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê da, ya ku, mixabin, ewê nikaribû faydayê jê bigi rin…

Wisa jî di nav gotinên xwe da didan serwextki rin, ku divê Rûs îya di Bakûrê Kurdistanê da piştgi rîya Tevgera rizgarîxawaz a gelê kurd bike…

Di nav siyasetmederan da yên wisa jî hebûn, ên ku veki rî bi pi rsgi rêka ermenîyan ti rs li Ti rkîyayê di fi randin, ku, eger êdî wisa ye, Rûs îya divê alîkarîyê bide ermenîyan, ku ew “…çîyayê Araratê û Tevahîya Ermenîs tana Rojava vegerînin …” û h.w.d.

… Ez û dostê min ê dilovan Valêrîy Yêvgênîêvîç va rûniştibûn, fîncanên qawê di destê me da, me galegal diki rin û hey li navra jî li têlêvîzîonê dinihêrî…Û wê demê jî hema yek ji wan bernameyan bû. Û di wê da di derbarê wê da dihate axavtin, ku divê Ti rkîyayê bi pi rsgi rêka ermenîyan ceza bikin… Valêrîy Yêvgênîêvîç di destpêkê da ji xwe ra bêdeng li bernameyê

dinihêrî, wek ku, qey bibêjî, ew ti ştên ku dibihîs t û didît waTedar diki r, û paşê, jinişkêva, bi hers got:

– Bi rastî, mirovne balkêş in, evana! ... Îro Tevahîya cîhanê di derbarê Tevgera bêhempa ya gelê kurd da diaxivin, a ku di Rojhilata navîn û, di nav da wisa jî, wisa jî di Tirkîyaê da dimeşe. …Û, bi rastî, di wê herêmê da kurd bi serê xwe hêzeke Tenê ne, ya ku bi lehengî li dijî DAÎŞ-ê radiweste …lê ev camêrên me bi pirsgirêka ermenîyan a sed sal berê tiresê li Tirkîyayê difirînin!

Hîç nakeve heşê min – ji bo çi ye ev?

Çi ye, ewana tênagihîjin, an, bi xwe jî haş ji xwe nînin, hema ji xwe ra fersendek dîtine, ku carekê jî di derbarê wê pirsgirêkê da bi bîr bînin?

Belê, ermenîyan di împêratorîya Osmanî da zulm û zor pir dîtine, belê, li hemberî wan bêdadî pêk anîne, weke barbarian zulmeke giran anîne sere wan, lê îro, naha

konkrêt pirs di wê da ye, ka Tirkîyayê çawa ceza bikin, …û bi çi?!

Û, ji nişkêva, …!

Û, bi giştî, dikarî ji min ra bibêjî, ew çiqasî rêale?

– Dostê min matmayî, bi awirekî bi hîvî li çavên min nihêrî û axavtina xwe bire sêrî…

– Çima jî, na!?

– Bi awayekî pi r ciddî min bersivand. – Helbet, dibû! ...Tenê, eger Yekîtîya Sovêtê hebûya! Û ji komarên Kafkasîyayê û Asîya Navîn hêzeke leşkerî ya Taybet berevki rana. Û di bin navê komên leşkerî yên ermenîyan da ew bi balafi ran bavîtana wir, wek ku di dema xweda ki rin, dema dakutane Afxanistanê.

– Min got û bi baldarî li rêaksîona wî dinihêrî û, dema di awairê wî da bêhêvîbûnek hîs ki r, min axavtina xwe domand:

– Û tê bîra me hemûyan jî, ka ew serdema Afxanistanê di dîroka me ya sovêtî da çawa destpê bû!..

Û, ka ew avantyûraya çawa bi dawî bû, ew jî baş tê bîra hemûyan!

Lê…, eger bi ciddî, – min gotina xwe domand, – ezê hewl bidim, di derbarê vê pi rsgi rêka bi êş û “zêryayî” da bi Taybetî ji bo te binivîsim!

Li şûna bersîvê, ew bi şêweyekî bêhêvî vebeşi rî. Li ber çavan bû, ku bawerîya wî pê nîne…

Lê ez, ji bo ku gumana wî “lewaz bikim”, min got, helbet, ez soz nadim, ku ezê hema sibê binivîsim, lewra jî pêşnîyar dikim, vê demê du gotarên min ên li ser wê mi jarê bixwîne, heya…: ya “Lê ka, êdî rastî li ku ma” [1], û ya “Divê mirov rastîyê bibîne”

[2] (helbet, şêwazên wan ên rûsî!)..

Piştî demekê di malpera nûçeyan ya ermenî ya Orer.

Orer.am da gotarek bi sernivîsa “Pûtîn dê Araratê paşva vegerîne” [3] derket, û di wê gotarê da dihate gotin, ku anegorî peymana Moskovayê (s . 1921) ya “dostanîyê û bi ratîyê” di navbera Ti rkîyayê û Rûsîya Sovêtî da , ba jarên ermenîyan ên Qers û Erdahan ji Ti rkîyayê ra mane. Wisa jî çîyayê Ararat di nav sînorên Ti rkîyayê da maye...

Ku piştî ku Ti rkan li balafi’ra rûsî ya Sû-24 xis tin, Pûtîn ferman daye, ku bers îveke bê hêvşandin amade bikin... ku dê peymana Moskovayê betal bikin, û, piştî wê Ti rkîyayê neçar bibe, erd û aqarne berfi reh vegerîne...

Û li cîyekî jî li Rûs îyayê “ferz ki rin”, ku ew “divê bi Ermenîstanê r a bibe alîkar, ji bo Qersê, Erahanê û Araratê vegerînin, û kurd jî dewleta xwe avabikin...” [4]

… Hinekî paşê malpera nûçeyan a «РосИнфо» (“RosÎnfo”) gotarek bi sernivîsa “Rûs îyayê %30-ê erd û aqaran û Araratê ji bo Ermenîstanê ji Ti rkîyayê bistîne”. [5]

Min ev jî xwend û xwest, ji wan hemûyan ra bibêjim:

“ ...dixwazim bang li wan bikin, ên ku dem bi dem wan weşana Tevger dikin, û di wan da rastîyên dîrokî lêpovajî dikin:

– Hyfa xwe li gel bînin, boy navê Xwedê be! Ma gelo ewqas jî dibe, ku mirov wî Tenê bi rastîyên lêporovajî û xiyalan Têr bike?

Ma ne, gel êdî ji talî-tengî û bedbextîyan westyaye...!”

Na, na, ew hemû, çi ku îro tê weşandin û belavki rin, hêç jî me şaş û matma nake. Me ti ştên wisa hê wê demê Têra xwe bihîs tine û xwendine, dema em di Ermenîs tanê da diman û diçûne dibis tanên ermenî. Û wê demê heya radeyekê me ji wan şi roveyên wisa yên dîroka зжцутвэнжт kurd û ermenîyan “bawer jî diki r”, û heya li cîyekî em ber xwe jî diketin, û ewê rewşê Tavetî nedida me...

Lê ya balkêş ew bû, ku nivîsên wisa (û heya ne kên katêgorîk jî!) di dema xwe da heya herikîn ser rûpelên çapemanîya kurdî ya bi zimanê rûs î ya Moskovayê jî.

...Heya hinek agahîyên “dîrokî” jî hatine “peydakirin” û hatin weşandin... na, na, ne ku di çapemenîya ermenîyan da, lê dîsa di weşanên kurdî da ...

Ango – binihêr, di vê derbarê da heya kurd bi xwe jî dibêjin!

Û ewana çawa dikaribûn wê pêk bînin, ew jî êdî bi serê xwe pi rseke dinê ye!?.. Û ev jî ne hemû ye!

Gihîşte wê radeyê, ku di malpera kurdî ya nûçeyan a “Riya Taza” da bi zimanê kurdî nivîsa

Page 3: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

3 NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Têmûrê Xelîl a “Hrant Dînk ji pişta kurdan çû…” hate weşandin û di wê da dihat gotin:

“...Belkî Kurdis tan bi destî dostên me yên Amêrîkayê, Ewrupayê, Îs raêlê bê ri zgarki rin, em ji dagîrkarên xwe xilaz bibin. ...Îro ji bo serketina vê armancê yekîtîya kurdên bakur û dîyaspora ermenîyan ya dervayî welat lazim e.... Û dema kurd û ermenî bi hev ra bi ser ketin, wê demê hemû heqên ermenîyan, heta li xwe vegerandina erdê xwe jî, dikarin bêne minaqeşekirinê...”. [6]

Û piştî demekê, wek rêpl îka vê nivîsê, gotareka min derket. [7]

Di nava hewa van weşanan da gotinên cînarekî min ê Yêrêvanê, “çalakvanekî” Tevgera Qerebaxê yê bi navê Gagîk hate bîra min...

Dawîya salên heyştêyî yên sedsala bihurî bû, wê demê hê Yekîtîya Sovêtê hebû, û em di Yêrvanê da diman…

Di bajêr da hema-hema herroj meş û mîtîngên piştgi rîya Qerebaxê pêk dihatin.

Bona dema Sovêtê ew dîyardeyeke nû bû, û em hemû bi hizir bûn, me nêrînên xwe pev diguhartin, goftûgo diki rin…

Tê bîra min, rojekê em, bi cînaran va , di hewşê da berv bibûn û li ser Qerebaxê diaxivîn, li ser rêyên çaeserki rina pi rsa wê nêrînên xwe tanîn zimên…

Û, jinişkêva, Gagîk berbi min zivi rî û got:

–Diznaî, birê, va, tuyê bibînî, emê Qerebaxê hildin, peyra emê Ermenîstana Rojava rizgar bikin û, û li wir ji we ra otonomîyê saz bikin!...

– Wek bers îv, ez Tenê matmayî vebeşi rîm! Ez xwe mukur bêm, ji bo daxwezeke wisa, ya ku di rastîya xwe da li ser dîtinên lêpovajî yê di derbarê dîrokê da avabûne, tiştê ku min bigota , nînbû...

Û ji bilî wê, helwesta cênarên dinê jî ne yekawa bû… di sêrî da ewana matmayî tûj-tûj li Gagîk nihêrîn, paşê, bi hizi r li min vegeryan, wek mirovekî bibêje – tuyê wî biborînî, boy navê Xwedê be, ku ewî wisa, bêyî ku bide heşê xwe, ew gotinana dan der!

Belê, wê demê (û, hema, îro jî!) di Ermenîstanê da li ser wê mijarê ewqas hatye nivîs în, ku Tu şansekî nêrîneke dinê jî, ji bo hebûnê, nikaribû hebe…

Eger kesek bixwaze, li vi r wisa jî gotineke kevn bi bîr bîne, ya ku dibêje:

“Hê hi rç nekuştine, eyarê wî parve dikin!” – Ewê mafdar be.

Lê gotina min li vi ra hîç jî ne di vê derbarê da ye!..

Li vi ra ti ştê bala mirov dikişîne, her Tenê ew e, gelo ew, ên ku behsa “vegerandina hinek erdan” dikin, haya wana ji ras tîya dîrokî heye? ... Û heya , eger ..., ka , ew di praktîkê da çawa dikare pêk bê, ewana wê tê digihîjin, gelo?

Ma ne, erd ne kerî kade ye – hildin û li hev parve bikin! An jî ew heya avayîyê embareke vala jî nîne, ku hinek bidin, û yên dinê jî wergi rin!..

Û, ji bilî vê, ma, gelo di dîroka mirovhayîyê da mînakek a wisa hebûye, ku hinek hildin û erdê xwe bidin hineke dinê,... ji bil î pêşîyên me – medan?! Û di vê derbarê da jî emê hinekî paşê medan?! Û di vê derbarê da jî emê hinekî paşê

biaxivin.

Lê naha, em nirxandinên xwe bidomînin!

Ango, ew, ên ku pêşnîyarke wisa dikin, ewana di sêrî da dizanin, ka çi encamê derên…

Ji vi ra jî pi rsa : “ Yên ku vê pi rsê wisa diwerimînin û didin pêş, di wê da çi berjewendîyên wan hene? Ewana li dû çi armancê ne?”

Ji bo ku bers îva vê û pi rsên dinê bê dayîn û diyar bibe, ka berê wan “pêşnîyaran” berbi kuva ye, di sêrî da em binihêrin, ka ew çi erd û aqar in, ka bi rastî xwedîyên wan kî bûne, û îro jî kî ne, û her paşê...?!

2. …Û RASTÎYA DÎROKÎ

Vebi jarkên cuda û şi roveyên cuda yên dîrokên gelên cuda hene. Lê carna gel bi xwe dîroka xwe wisa dinivîsin, wek ku ew ji bo wan “guncaw” e, çawa ku ew bi xwe dixwazin wê bibînin.

Û di vê pi rsê da ermenî ji gelê dinê cuda nînin.

Lê, dîsa jî, her çi jî hebe, di nav goveka lêgerînên dîroka cîhanê da, di vî warî da gengeşî herTim jî hene...

Her çiqas gengeşî hebin jî, lê dîsa , di zanista dîrokê ya cîhanê da di derbarê herêmên konkrêt ên cîhanê, di derbarê gel û welaatên konkrêt da dîtin û nêrînên hevbeş û giştî hene, ...û ew jî li ser bingeha wan agahîyaan hatine avaki rin, ên ku di çavkanîyên kevnar da, di nav wan da wisa jî, di yên ermenîyan da hatine parastin.

Û ev çavkanîyên dîrokî jî, her çiqas , mirovên cuda bixwazin û hewl bidin, wana lêpovajî bikin an veşêrin, dîsa, yek e, her tiştekî nependî (bixwîne – veşartî!) rojekê dertê ronahîyê û dibe rastî!

Lê, dîsa jî, lêgerîn di warê şaxên cuda yên dîroka cîhanê da didomin.

Kevi rê goşeyî yê dîroknûs îya ermenîyan pi rsa sazbûna êtnogênêza pêşîyên ermenîyên îroyîn e di Ûrartûyê da. Û heya ew welatê kevnar wek welatê pêşîyên ermenîyan, lê padişahtîya Ûrartûyê jî, wek dewleta ermenîyan didin xuyan...

Û wek ku di Ermenîs tanê da, her weha derveyî wê jî ev nêrîn serdest e, hehelbet, dîsa li ser bingeha çavkanîyên ermenîyan.

Ew, çi ku di destpêk û nîveka sedsala buhurî da hatye nivîsîn, bi hinek sererastki rinên biçûk va , îro jî desthilatdar e. Lê, dîsa jî di cîhana zanis tê da bi gi ranî nêrînek heye, û, anegorî wê nêrînê, ermenî ji Frîgîyayê hatine, Ûrartû dager ki rine û di wir da bi cî bûne... û ev jî, dîsa li ser bingeha çavkanîyên kevnar.

Heman dîtin wisa jî di berhemên zanyar-rojilatzanê rûs ê navdar V. F. Mînorskîy da heye. Û dîtina Mînorskîy jî di derbarê dîroka kevnar a Medyayê û Ûrartû da yek ji yên here destûrmend û bi bandor e. Gelek dîrokzan pi rê caran ji bo dîtinên xwe piştrast bikin, berhemên wî wek çavkanî destnîşan dikin...

Weha, ew di wê derbarê da, ka ermenî çawa ji Frîgîyayê hatine Asîya Biçûk, çi dinivîse:

“...Em dizanin, ku herî kêm, kurd bi zimanê xwe va ne Tenê arî ne, lê wisa jî ji koma gelan a îranî ne.

ne. Ji ber wê jî, welatê wan (an ê zimanê wan) – bi bawerîyeke mezin li Rojhilatê ye... dema medan bi hevpeymanîyên xwe ra Tevayî Asorisatan ji hev belav ki rin (sala 607. a berî Îsa), beşekî mezin ê kurdan berbi rojava va livya . Ji bo hember hevki rinê divê mirov bi bîr bîne, ku cînarên kurdan ên here nêzîk ên dewr û zemanan – ermenî, derdorê heman demê ji Frîgîyayê peyda bûn û padişahtîya Ûrartû hildan (gelê bi bingehîn ji rehên cuda), li derdorên derya Wanê bi cîh bûn. Bi wî awahî, eger rehên ermenîyan li bakûr-rojava ne, lêbelê rehên kurdan li rojhilatê ne..”. [8]

Li vi ra divê bê zanîn, eger tê gotin, ku ermenîyan wê demê padişahtîya Ûrartû hildane, divê ew padişahtî hingê hebûya... Lê, heya, eger, mirov bibêje, hema bila ew wê demê hebe jî, li vi ra jî pi rseke dinê dertê hole: “Wan ermenîyên penaber hêzeke wisa ji ku anîn, ku bikaribin padişahtîya Ûrartû hilweşînin û di erdê wê da bi cîh bibin?”

Lê, ji ber ku bi rasteqînî dîyar e, ku dema hatina ermenîyan a wê herêmê padişahtîya Ûrartû êdî nemabûye, ew ji hêla arTêşa Medyayê va hatibû ye dagerki rin û êdî bibûye parçeyekî wê dewlata gewre û bi hêz ya wê demê. Lewra jî dîsa pi rsek dertê holê: “Ermenî çawa bûne niştecîyên beşekî dewleta Ûrartû ya demekê?”

Weha, di wê derbarê da lêgerînerê kurd Ekrem Cemîl Paşa çi dinivîse: “...Ermenîyan di sala 600 B.Z. da (ev hejmar, wek ku tê xuyanê, bi texmîn e.– E. C.) ji Ti rakya hatin Asyaya Biçûk. Di vê navê da, Key Aksar Nînwa veki rand, Sît ji Asîya Biçûk qewirandin, Armenya, Pont û Kapadkiya bi welatê xwe va gi rê da. Ta windabûna Şahînşahiya Kurdistanê bi destê Îskenderê Mezin, Ermenî 300 sal bûn berbendên Xwehermenda Keyaiyan, ango berbendê Şahinşahiya Kurdan”. [9]

Çavkanî [1] http://www.amidakurd.net/qunciknivis/lê_k_a_

êdî_r_astî_li_k_u_ma ;

[2] http://www.amidakurd.net/qunciknivis/divê_

mirov_r_astîyê_bibîne ;

[3] http://i-pr.am/?p=988 ;

[4] http://azart-ude.liv ejournal.com/1135917 .

html ;

[5] http://my-disain.ru/rossiya-zaberet-u-turcii-30-

territorijj-i-ararat-dlya-armenii/?_utl_t=fb, wisa jî:

http://maxpark.com/community/5652/content/49578

66;http://mosmonitor.ru/blogs/polytic/rossiya

zaberet_u_turtsii_30_territoriy_i_ararat_

dlya_armenii;

[6] http://riataza.com/kurdish/4960-hrant-dink-ji-

pita-kurdan-cu.html ;

[7] http://www.amidakurd.net/qunciknivis/gelo_

kesê_bikaribin_evê_tê_bigihîjin; Rojnameya “Pênûsa nû”, hejmarên: 47 û 48 – http://www.penusanu.com ;

[8] Минорский В. Ф., Курды. Заметки и впечатления, Петроград, 1915 г., стр. 6 – 7// Mînorskîy V. F., “Yên kurd. Têbînî û bîranîn”, Pêtrograd, 1915, rû: 6 – 7. [9] Ekrem Cemîl Paşa, Dîroka Kurdistan bi kurtebirî,

Bruksel, 1995, rû: 231 – 234

.............Domahî heye.............

Page 4: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

4

Reşîd mela Elî Kolekî

Dewlet – netew

Bi cîhanê bûn

û bandura wê li ser sîstemê

Dewlet-netewe mijarek gi ring û berçave di

peywendîyên nêf netewî da, şehreza û hizi rvanên

bîyavên peywendîyên nêf netewî pîte û gi ringîyek

mezin û berbiçav bi mijara systemên dewlet-

netewe daye li ber ku vê mi jarê bandorek herî

mezin li ser peywendîyên nêf netewî heye. Li ber

ku kûratîyek dîrokî mezin heye û xandinên mezin

jî li dor bûyerên cîhanê pêve di gi rêdaîne, lew ma

jî hizrvanan bizav ki rîye vekol înên mezin li ser

sîs temên dewlet-netewe werin encam dan.

Erê bi cîhanî bûnê çi bandur li ser sîs temê dewlet-

netewe heye û ev bandur çiqas îye, xoyaye ku

dîroka serheldana s îstemê dewlet-netewe di

zivi rît bû serdemê (fîs ti falîya1648). Hi jmarek ji

dîrok nas û dîrok nivîs di wê bawerîyê dane ko

dîroka serheldana bi cîhanê bûnê jî di zivi rît bo

salên 1600-1450 ku bi serdemê brefi re bîn anku

bi şoreşa deryayî dihê nasîn, belê di rastî da nizîk

ti rin gûhrîn di cîhanê li desalên 1980 û 1990 da

hatin encam dan û sîs temê dewlet-netewe bi

temamî ket bi bandûra van gûhrînên cîhanî bi

nigetîv yan jî bi pûzetîv .

Gûhrînên teknûlûjîk û şoreş û ew teqîna di

peywendîyên nêfnetewî da çê boy û herwiha

hatina welatên kêm pêş ketî ji bo nav s îstemê

nêfnetewî û herivîna sûfîyetis tana berê ji

gi ringti rîn egerên bilez bîn û xort bîna s îstemê bi

cîhanê bûnê bon.

Ev gûhrînên henê bûne egerê çendîn gûhrînên

din di sîs temê nêf netewî û di nav bera dewlet û

welatan da mîna:

1- Pêşketin û beref pêş çûna teknûlûjîya û

emrazên peywendîyan da bûye egerê derbaz bîn

û derbaz ki rina sinûrên navbera welatan .

2- Beref pêşçûn di bîyavê sazîyên vegûhastinê da

bûye egerê nehêlana bîyavê cûgrafî di naf bera

dewletan da.

3- Pêşketin di bîyavê berhem anînê da bûye egerê

bê kar bûna hijmarek gelekî mezin li karkeran di

nava welatan da.

4- Parve ki rina karî û cîhên berhem anînê bûye

egerê lêk cuda bîna ci û deverên berhem anîna

xwe cî û resen û ya nû.

5- Zêde bîn û berfi re bîna berbiçav ya mişextî û

kûçberan ji welatên hejar û feqîr bû welatên

zengîn û dewlemend.

(Rabirt kakis)di wî bawerîyê daye ku ef gûhrîne di

bine egerê lawaz bîn û nemana bandura s îstemê

dewlet –netewe û di ris t bîna hikumet û dewletên

cîhanî û berfi reti r li sinûrên nîştîmanî û netewî.

Di gel vê êkê da du rengên bizav ki rinê hatin

ki rinê:

*Ya êkê ji layê xwedîyên s îstemên dewlet –

netewe ku bizavên berbiçav û herî zêde û mezin

ki rin bi merema xo parastin û derbaz ki rin ji

bandura bi cîhanî bûnê û ev pêngav hatin

havêtinê :

1- Bizav û çalakîyên bi lez bi merema xwe

guncandin umefa wergi rtin ji bûyer û capi tal û

sermayên derveyên sinûrên xwe an ku

encamdana bizav û çalakîyên abûrî li derve.

2- Pîte dan û zêde ki rina cîhên ticarî û bazi rganî

yên azad di navbera welat û dewletan da.

3- Bizav ki rin bi merema kum ki rina zêdeti r ji

capi tal û sermayê navxwe.

* Ya dî ti re ji layê netewên bê dewletên netewî

bizav hat ki rinê bi merema damezirandin û ava

ki rina dewletên netewî an ku s îs temên dewlet -

netewe

Her çend bi cîhanî bûnê bandurek berbiçav ki rîye

ser rewşa dewlet-netewan û cudahî di navbera

welatên zengîn û feqîr jî zêde bûye lê dewlet-

netewe jî xwe ragi rtin û hebîn û rewşa xwe ya

netewî parastin, herçend di nava van welatu

dewletan da jî gûhrînên mezin û berbiçav cê bûn

ji layê s îyas î û êkunumî û çandî û civakî ve û di

pi ranîya van welat û dewletên ku liser şengis tê

dewlet- netewe hati bûn ava ki rin dîmokras î hat

bi cî ki rin û sîs temê bazar jî hat ber çav gi rtin,

herçend bizvên mezin jî hatin kirin bi merema rê

gi rtin li van gûhrîna û heta gelek sazî û welat û

kesên şehreza ev s îs teme bi sîs temek emrîkî da

qelem û bi cîhanî bûn bi s îstemek emrîkî hat

zanîn û serketina vî s îs temey bi serketina emrîka

hejmar ki rin.

Herivîna êketîya sovîyetis tana berê bûye egerê

ava bîn û serheldana i jmarek berbiçav ji dewletên

netewî nexasme li roj helata Ewropayê û bizav

ki rin ku werar û s îstemekê serketî yê dewlet-

netewe li welatên xwe da ava biken,lê di despêkê

da roberî komeka arîşe û pirobilêman hatin û

heya îro jî pi rosîsa ava ki rina sîs temê dewleteka

netewî (dewlet-netewe) bi dawî neboye û rewşa

awirte li van welata ne baş û ne seqamgîre, arîşe

û pi robilêma herî mezin li van welatên nu ava

bûyî ji neşerezaî yan rêveberîya van welata bû,

pi ranîya van welata jî li devera cîhana sêyem

bûye, ev pi ros îse di navdên sîyas î û nêfdewletî da

bi werara ava ki rina sîs temên dewlet-netewe di

hê nas ki rin.

ki rina s îs temên dewlet-netewe li welatên rojava

Dîrok û werara ava ki rina s îstemên dewlet-

netewe kaudan û quynaghên cuda cuda derbaz

ki rîne û li her cî û welat û civakekê da jî bi rengekî

hatîye ava ki rin, werara damezirandin û avav

ki rina s îs temên dewlet-netewe li welatên rojava

da bi rengekî gelekî baş û pêşketî serket û hatin

ava ki rin û beref pêş çûn û serketnên mezin jî bi

dest xistin û niho bi dewletên post modêrn di hên

binav ki rin.

Van welatan serketnên berbiçav bi dest xistin di

bîyavên ewlehî û êkonomî û abûrî û s îyas î jî û bi vî

awaî bûne welatên xort û bi hêz di civak û

sîs temên nêfdewletî da , lê di welatên devera

cîhana sêyemîn damezirandina s îs temên dewlet-

netewe neserketin û serketin bi dest nexistin û

hemberî arîşe û pi robilêmên ewlehî û s îyasî û

abûrî û êkunomî yên mezin hatin. Pi robilêm û

arîşa herî mezin di van welatan da lêk dûr ketin û

lêk cuda bîna dewlet û millete vê êkê jî peyva

dewlet-netewe rastî arîşên mezin ki rîye û ti ştek li

jêr nave sîs temê dewlet –netewe tu neye.

Ka û dan û gohrînên salên 1990 an ev êk nîşa da

ku mûdêl û reng û s îs temê dewlet-netewe hêş

maye û delîve jî heye ji bo wan netewên bê

dewlet bi merema damezrandin û ava ki rina

dewletên xwe yên netewî li ser şengis t û bingehê

dewlet- netewe û mirov dikare bêje ku dest

vedan û dest têwrdan ji layê USA û UN ê ve jî di

xi zmet û berjewendîya van millet û netewên bê

dewletên netewî bû, li gorî dîtna şarezayan 500

netewên cuda cuda bizav û pêkulê diken bi

merema ava ki rina s îstemên dewlet-netewe û

hi jmarek jî dibêjin ne 500 belkî 233 netewe hene.

Li gorî nivîs în û nêrînên şarezayên bîyavê pi rs

gi rêkên netewî li despêka salên 1990 da zêdeti rî

20 şerên êtnîkî û netewî li cîhanê û nexasme li

rojhelata navîn çê bûne bi merema damezrandin

û ava ki rina sîs temên sîyas î li ser bingehê dewlet-

netewe.

Kurd, bi cîhanî bûn û sîstemê dewlet-netewe#

Berxwedan û têkûşîna gelê kurd di rîya

serxwebûn û azadî û damezrandina dewletek

netewî uanku ava ki rina s îs temê dewlet-netewe

dîrokek di rêj heye û berî perçe perçe ki rina

Kurdistanê jî berdewam bûye û ev berxwedane

piştî dabeş ki rin û perçe perçe ki rina kurdis tanê

gelek xorti r bû .

faktorek herî mezin bû serketina xebat û

Page 5: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

5

Sala1514 di rbek herî berbiçav û mezin bû lid eng û

tevgera azadîxazîya kurdistanê û gelê kurd li ber

ku Kurdistan bûd û perçe û bandurek mezin li gelê

kurd hat ki rinê li hemi bîyavan da ji layê sîyasî,

netewî, êkonomî, civakî û çandî, vê bandorê

probilêm û arîşek mezin di rst ki r di rêya di rs t bîna

êketîya netewî ya gelê kurd mîna faktorek herî

mezin bû serketina xebat û berxwedana gelê kurd

ya netewî.

Mirov dikare bêje sed salên 19 û 20 an serdemek

berçav bîn li bizava gelê kurd û herwiha ev dû sed

sal bi despêka serheldana bîr û hizra netewî ya

kurda hejmar bike.

Raperînên şêx Ûbeydula Nehrî,şêx Ebdulselam

Barzanî du şoreş û raperînên herî berçavên gelê

kurdin li dawîya sed salên 19 udespêka sed salên

20an da.

Şerê êkemîn yê cîhanê gohrînên herî mezin çê

ki rin li bizava gelê kurd da, liber ku piştî herivîna

desthelatdarîya Ûsmanîya di gel wê êkê da ku ka

û danek nû hat rojevê lê derheqê kurda rewş

gelekî xi rabti r û nebaşti r lêhat û dîsan dabeş ki rin

û parve ki rina gelê kurd bi ax û netewe ve bûye

bara kurda û dîsan Kurdis tan hat parçe parçe ki rin

û ji du parçeyan bûye çar parçe û bi vê êkê jî

xebat û têkûşîna gelê kurd bi zehmeti r ket li ber

ku di vîya bizav were ki rin da ku çar parçe werin

ri zgar û azad ki rin ku eve jî gelekî dijwar bû.

Şoreşên şêx Mehmûdê Hefîd, şêx Seîd Pîran,

Dêrs îm ,şoreşa êkemîn û dûyemîn yên Barzan û

şoreşa Simku yê şikak li raperîn û şoreşên

berbiçavên kurda bîn li piştî şerê cîhanê yê

êkemîn. Digel wê êkê da ku rêketinek nêfnetewî

jê hebû jib û ava ki rina dewletek netewî bû

kurdan (Sîver1920), lê rêketina Lûzanê ew rêketin

li nav bi r.

Şerê cîhanê yê dûyemîn jî di berjewendîya doza

gelê kurd da nebû li berku piştî şer bi dawî hatî

berjewendîyên dewlet û welatên mezin dijî mafê

kurda hatin darêtin û s îstemê nêf netewî jî tu

del îve ji kurda ra nehêla , rêketinên sîyasî û leşki rî

û êkonomî qada têkûşîna netewên bin dest ji wan

jî gelê kurd gelekî berteng ki r.

40 salên serdemê şerê sard salên herî bi zehmet û

pi rteng û tarî bûn ji bo gelê kurd û bizava wî ya

netewî li ber ku bûyer û ti ştên pi r mezin hatin

serê gelê kurd mîna kûştina bi kum, raki rin û

veguhastin li axa xwe, têkdan û şewêtandina

gundan, Enfal ki rina bi hezaran û kîmya baran

ki rin, lewma dikare were gotin nexweş ti rin roj

biser kurda da derbaz bûn, di gel vê êkê jî nebîna

êketîya netewî di navbera kurda da di rbeke herî bi

bandur bû di li ser tevgera azadîya kurdî li hemi

parçên kurdistanê,

Lê piştî bûrîna 40 salên berteng biser gelê kurd da

dergehên nu ji bo kurda ve bûn, şerê sar bi dawî

gohrîn, êketîya Sovîyet herivî û dewletên nû li ser

bû, berjewendîyên dewlet û welatên mezin hatin

gohrîn, êketîya Sovîyet herivî û dewletên nû li ser

şengist û bingehên netewî hatin ava ki rin, sinûran

pîrozîyên xwe ji dest dan û ew pîrozî nema, mayî

têki rin û dest êxistine nava welatan di ber

jewendîya netewên bin dest hat ki rinê.

Dewletên dictator û leşkerî hatin herivîn û ka

udan û serdemek nû ket pêşîya netewên bê

dewletên xwe yên netewî, teknelûjîya gehişte her

der û cîhekê cîhanê û çewa digotin cîhan bûye

gondek biçûk, rast derket.

Ev serdem û ka û dan bi serdemê bi cîhanê bûnê

hat naski rinê, xandin û nêrîn û nivîs înên cuda

cuda li dur bi cîhanê bûnê hatîne gotin û pişkêş

ki rin û bi nigetîv û bi pûzetîv jî hatîye behis ki rin.

Hi jmarek ji hizi r vanan bi cîhanê bûnê bi bûyerek

nigetîv li qelem diden û bi gûhrînek ne baş

dizanin.

Û di wê bwerîyê dane ku êdî serdemê damez

randina dewletên netwî (dewlet-netewe) bi dawî

bû û nihu serdemê mafê mirov û azadîyê teva î û

sîs temên l îbral û dêmokrasî û van tiştên wihaye, li

berovajî hi jmarek ji hizi rvana jî di gel vê êkê dane

ku bi cîhanî bûn delîvek herî baş û mezine bû

gelên bin dest di rêya ava ki rina dewletên xwe

yên netewî.

Ez bi xwe jî di vê bawerîyê dame ku bi cîhanî bûn

delêvek zêrîn û herî dîrokîye ji gelê kurd ra û piştî

ragehandina sîs temê nû yê cîhanî ji layê serok

(Bûş) ve derfetek dîrokî ket pêşîya kurda li her çar

parçên Kurdis tanê, lê gelek mixabin kurda nikarî

mefayê li vê delîva mezin wer gi rin, di gel vê êkê

da jî gelê kurd li başûrê kurdistanê raperînek

mezin bi rêve bi r li jêr serokatîya (berey

kurdis tanî) ku berêz (Mesûd Barzanî) serokatîya

wê diki r li Adara sala 1991an da.

Peywendî û s îyaseta nêfdewletî jî di berjewendîya

gelê kurd da bû,sala 1992an da helbijardin hatin

ki rin û bû cara êkemîn di dîroka kurdanda

perlemantuyek hat ava ki rin û sîs temê fêdralî hat

qebîl ki rin li başûrê kurdistanê, şerê dûyemîn û yê

sêyemîn yên tembava Faris î dîsan derfet û delîvên

mezin dane destê kurda û gavên mezin jî hatin

havêtin beref ava ki rina s îstemekê s îyasî li ser

bingehê netewî.

Pi ştî salên 1990an da gohrînên mezin li Rojhalata

Navîn di rist bîn û hemi gohrîn jî di berjewendîya

bizava gelê kurd da bîn û hemî ev gohrîne jî êk li

dîf êk bûne egerê nehêlan û li nav bi rina sinûrên

sîyasî li deverê ku di encamê rêketina saykis pîkû

hatibûn di ris t ki rin û dari tin, sala 2014ê sala

herivîna sinûrên sîyas î bî li Rojhelata Navîn û

nexasme ew welatên Kurd bi serda hatîye dabeş û

parve ki rin, demê ku Daîş hêrişî Îraqê ki rin û

deverin berçav li Sûrya û Îraqê gi rtin û êxis tine ber

destê xwe.

Mi jara Daîşê ne mi jara vê nivîsînê ye lê di gel

hatina Daîşê dîsan gohrîn di berjewendîya kurda

bû û kurd nexasme li bakur û rojava û başûr bûye

hefpeyman û hevalê welatên mezin û eger kurd

bikarin s îyasetek netewî bihajûn û bi rêve biben wê

dewleta netewî ya kurda were ava ki rin.

Eger mirov bi hurî li bûyer û gohrîna binêre wê der

bikeve ku bi cîhanê bûnê bandurek nigetîv nebûye

li ser mijar û pi rsa kurda ya netewî û berovajî bi

cîhanê bûn delîvek mezin da kurda li ber ku :

* Sinûrên sîyas î li nav bi rin ku gelek pîroz bûn.

* Mayî tê ki rin û dest êxistine nava welata bû

berjewendîya gelê kurd hat ki rin.

* Bû cara êkemîn kurd bi rêya rêketinek

nefnetewê (688)hat parastin.

* Nuneratîya partên kurdî û hikumeta herêma

Kurdistanê bi fermî li pi ranîya welatan hatin

veki rin û bi fermî serederî di gel hat ki rin.

* Rêketina Saykis –Pîku bi pi raktîkî hat herivîn û

Kurd jî bûne hêzek fermî di poletîka Rojhelata

Navîn da.

* Piştî hatina Daîşê kurd nexasme li başûr û rojava

bûne hevpeyman û endamên gi ring di

hefpeymanîya nêfdewletî day a dijî Daîşê û mîna

welat û dewletek serbixwe û xwe ser serederî

digel gelê kurd di hêki rin.

* Kurd bejdarin di di rist ki rin û ava ki rina bi ryara

sîyasî li deverê.

* Kurd rolek mezin û berbiçav di leîze di ava kirina

nexşe û sîyaseta nu ya Rojhelata Navîn

Li dawîyê mirov dikare bipirse:

Erê bi rastî jî bicîhanîbûn rê gi rtîye li ava bîna

dewleta kurdî ya xweser û serbixwe, bi cîhanî

bûnê bandurek nigetîv hebûye li ser pi rsgi rêka

kurdî li Rojhelata Navîn da? yan jî nebûna êketîya

netewî rêk li kurda gi rtîye bû damezirandina

dewleta kurdî û li ber ku êketîya netewî di nava

kurda da tu neye, kurda nikarîye s îstemê dewlet -

netewe ava biken?

Ez dibêjim bicîhanîbûnê tu bandur bi rengê nigetîf

nebûye û neki rîye ser pi rsa kurda û berovajî bi

cîhanî bûnê dergehên cîhanê ji kurda ra veki rin, lê

êketîya netewî pi robilêm û arîşa herî mezin û bi

bandur bû û nihu jî bandura herî mezine di pêşîya

gelê kurd da di rêya azadîya netewî da û eger ef

êketîya netewî nehê ava ki rin kurd çû cara nikarin

vê dewleta xwe ya netewî ava biken, çewa

hozanvanê mezin Cegerxwin dibêje ((Eger hwin

nebin êk, hwin di biçin êk bi êk)).

*Bekelurîus bi zaniztên sîyas î

NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Page 6: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

6

Rindê Çaçan

Virginia Woolf

XatirxwestinaXatirxwestinaXatirxwestinaXatirxwestina di robarekî dedi robarekî dedi robarekî dedi robarekî de

Li Londonê, li ekspozîsyoneka ko ji bo xati rê bîranîna nivîskara ingil îz Vi rginia Wool fê hat amade ki rin çavên mirov li du nameyên bi destxetê wê dikeve, herdu jî peyamên xati rxwestinê ne ko Vi rginia Woolfê ji xwişk û mêrê xwe re rêki rine, xati rê xwe yê dawiyê ji wan dixwaze.

Vi rginia Woolf di nameyekê de, ji xwiha xwe Vanessayê re dibêje:

— Hest dikim ko ez dê vê carê gelekî dûr biçim, wisa dûr ko êdî rêya vegerê jî namîne.

Vi rginia Woolf di depresyoneka kûr de bû, wê di dema dawiyê de, berî mirina xwe, pi rtûkek li ser bîranîn û jiyana xwe belav ki r, lê belê pêşwaziya xwendevanan ji pi rtûka wê re sar bû û ne li gorî hêviyên wê bû. Vê yekê jî hişt ko bêhti r dilşikestî bibe. Rewşa Virginia Woolfê ya psîkolojîk hêjî di jwarti r dibe dema ko xaniyê wê di şerê cîhanê yê duyemîn de xi rab dibe. Dîwarên ko bêhnikên şînî û şahiyên wê himbêz diki r hilweşiyan, rihê wê yê bi rîndar jî digel kavilên xaniyê xi rabûyî herifî.

Rojeka biharê, 28-ê meha adarê sala 1941-ê Vi rginia Woolf ji malê derdikeve û diçe havîngeha xwe, havîngeh jî nêzîkî malê ye, çemê Ouseyê di ber havîngehê re dibore. Vi rginia Woolf li havîngehê, di tenêtiyê de rûbirûyî bîranîn û janên xwe dibe, peyamekê ji mêrê xwe re dinivîs îne, jê re dibêje:

— Ezîzê min, di jiyana min hemiyê de, ez carekê tenê rastî bextewariyê bûme, ew jî digel te bû, ne ji nexweşiya min bûya, di rewşeka normal de, me dikarî em bi kêfxweşî jiyana xwe digel hev biborînin. Tu hertim li kêleka min bû, te gelekî derdê min kêşa, hewil da ko êşan li min sivik bikî. Lê belê derdên min zêde ne, êdî zehmet e ko tu bikarî barê wan derdan digel min hilgi rî.

Vi rginia Woolf dewam dike dibêje:

— Êşê can û bedena min dagir ki riye, ji êşê aqilê xwe winda dikim, bawer nakim ko dê rojekê baş jî bibim. Hertim dengan dibihîsim, deng ji guhên min nakevin, hişê min jî qels dibe, êdî nikarim bi zelalî li ti ştekê bihizi rim. Ya baş ew e ko ez bar bikim, bila rihê min bi aramî binive û bila jiyana te jî bêyî min şad û bextewar be.

Ji bilî nameyan defterên Virginia Wool fê yên bîranînan û gelek tiştên taybet ko wê di jiyana xwe de bi kar anîne li ekspozîsyonê şanî hezki riyên wê ki rin. Tişta herî balkêş, gupalekê di rêj nêzîkî nameyên wê bi dîwarî ve hilawis tî bû. Eger mirov nezane dê ji xwe bipirse ka çi gi ringîya wî gupalî heye ko li kêleka peyamên xati rxwestina wê nîşan dane û dê mereq bike ka Vi rginia Woolfê ew gupal çawa û bi çi awayî bi kar aniye.

Min berê jî bihîstibû ko bejna Vi rginia Woolfê bilind bû, lê min nedizanî ka çiqasê di rêj bû heta

Pêl sala 1931-ê, berî mirina wê bi deh salan belav bûye. Vi rginia Wool fê di wê romanê de jiyana şeş kesayetiyên cida ko ji şeveqê heta ko roj diçe ava di deryayeka bîranînan de digevizin, bi hemî rengên êş û şahiyan di tabloyeka tenik, spehî, kûr û hestbar de neqişanidiye.

Vi rginia Woolf ne tenê hestan lê belê raman û pi rsên veşartî jî dide pêş. Jiyan çi ye, em bi rastî hene an jî di xewnekê de ne. Em rêberê jiyana xwe ne an jî çavgi rtî li pey qedera xwe diçin.Vi rginia Wool f dibêje:

— Jiyan ewreke biti rs e, xwe li asîmanan vedişêre, di reve, dibeze, diweste, paşê dibe baran, bi ser deryayekê de dibare û winda dibe.

Vi rginia Woolf bi stîla xwe ya spontan hestên nivis tî hişyar dike. Hûrgiliyên romana wê bi spehîtahiya xwezayê ve tevlihev dibe, hest dibin dara lavlavê, xwe li peyv û gotinên wê dipêçin û ber bi asîmanan ve bilind dibin.

Mirov jî darek e, biharan şîn tê, pehîzan zuha dibe. Mirov di jiyanê de hêdê hêdî dipi je, tam wekî dareka ko di hemî guhortinên demsalan de dibore.

Jiyan natureka têrreng e, mirov jî wekî dilopên ava baranê yek bi yek li pey hev dibarin, pêl jî berdewamiya jiyanê ye. Hemî hestên di hundirê me de difûrin tevl î ewrên reviyayî dibin. Av dibe ewir û ewir dibe baran, herweha xeleka jiyanê bêsekin dizivi re.

Dema Virginia Woolf zarok bû digel babê xwe diçû galeriya ”National Portrai t Gallery”. Hingê nivîskarên ko ekspozîsyon di heqê berhemên wan de çêdibûn tenê mêr bûn, mêvanên ekspozîsyonan jî tenê mêr bûn, lewra Vi rginia Wool fê jê hez neki r û qet jî nehat bîra wê ko dê dem hewqasê bêt guhortin û rojek bêt ko ew jî wekî nivîskareka jin hewqasê balbilind be ko li heman cihî xelk bên seyra berhem û bîranîn wê.

Vi rginia Wool f dahênera dema xwe ye, cidahiya wê gelekî li ber çavan e, ew berxwedêr e, wê wekî nivîskareka jin di dema ko nivîskarî û perwerdeya bilind tenê mafê mêran bû ji xwe re cihekê mezin û hêja di cîhana l îteraturê de çêki r. Vi rginia Woolf dibêje:

— Tu dikarî bedena min di sed zîndanan de veşêrî, hezar qufl û kilîtan li dergehê min bidî, lê belê tu dê nekarî rê li ber herikîna ramanan ji aqilê min yê azad bigi rî.

Li gorî wesiyeta Vi rginia Wool fê mêrê wê xweliya bedena wê li baxçeyê Monk’s Houseyê li Londonê veşart, û gotineka wê ya dawiyê ji romana Pêlê li ser kêla wê nivîsî :

— Mirinê! Dê bêyî ti rs zora te bibim û li hemberî te têknaçim.

bilind bû, lê min nedizanî ka çiqasê di rêj bû heta ko min gupalê wê nedît. Dibe ko ji ber hestên xemgînîyê lingên wê nekarîne wê hilgi rin, lewra wê di rêveçûnê de, gi raniya xwe spartiye gupalî. Vi rginia Woolf ew gupal di rêya rêwîtiya xwe ya bê veger de bi kar aniye.

Min xeyal ki r ka çawa gupalê wê bi her gavekê re di xweliya binê ava çemî de diçikilî. Bi her gavekê re av kûrti r dibû û wê jî destên xwe ji gupalî bernedida, di avê de bi rê ve diçû, heta ko av ji bejna wê ya bilind bilindti r bû.

Vi rginia Woolfê pi r baş dizanî avjeniyê bike lê cardî jî qedera xwe spart ava çemekî. Bêhnikeka gelekê bi jan e, êşa wê wisa zêde ye heta sînorê ko mirov ji êşê bêhiş dibe. Rihê wê li hemberî mirinê li ber xwe dide, dibe ko hinekê rastî hestên jovaniyê jî dibe, lê êdî dereng e, ew li ser baskên pêlan bi rê dikeve, canê wê ji bedenê û ji hemî janan rizgar dibe.

Lehengê Virginia Woolfê di romana wê Pêlê de bi heman awayî xwe dikuje. Mirov nizane ka Vi rginia Wool f hewqasî ji lehengê xwe hez dike heta ko paşê bide ser rêya wî an jî wê berê xeyala mirina xwe ki riye û di kesayetiya lehengê romana xwe de şêwe dike. Her çi be, berî ko Vi rginia Wool f berê xwe bide çemê Ouseyê berîkên xwe tejî kevi r dike, di himbêza ava çemî de, bi aramî dinive.

Awayê mirina Vi rginia Wool fê çiqasê taybet be, hewqasê jî romana wê “The Waves” an jî Pêl guhortî û balkêş e. Di romana Pêlê de axaftina bideng, diyalog nîne, lehengên Virginia Woolfê bi awayê monologê digel xwe diaxivin.

Pêl ne li gorî norm û pîvanên romanê hatiye nivîsandin. Rexnegiran wê hingê nezanî ka wê li gorî çi beşa lîteraturê û kîjan kategoriyê bi nav bikin. Ji ber zimanê wê yê zêde tenik, hinekan got Pêl ne roman e lê belê helbesteka di rêj e.Vi rginia Wool f jî bersivê dide û dibêje:

— Çi gi ringiya awayê gi rêk û pi rsgi rêkan di romanê de heye, eger naverok nekare xwe bighîne kûrahiya dilê mirovî.

NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Page 7: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

Dema xortek ji a tmosferekê paşketî diçe yeka

pêşketî, gelek zorê dibîne, ku di a nû de bi rengekî

normal xwedî bibe, wiha jî bi serê Rêber hatibû. Ji

Rêber weye, ku dunyaya van kesên pêşketî hemî

serberdayî ye û tu qanûn ji wan re nîne, tiştê ku

mirov dixwaze, dikare bike.

Rêber piştî ku Bekeloriya xwe li Qamişlo

qedandibû, barki rbû Şamê ji bo xwendinê, ewî

xwe di zanîngeha Şamê qeydkiribû. Rêber

mirovekî pêşketî bû, digel ku ji wê devera paşketî

hatibû, ew li gor ni fşê hevalên xwe gelek gav li

pêşde di warê şaristanîyê de avêtibûn. Derfeta wî

li herêma jê hatî hebû, ku bi hin keçan danûstandê

bike, çi keçên cîranan, çi keçên taxên dî, lê li nav

civata xwe ne ew çendî serbestbû, ku ji keçikekê

here a din, ewî nikarîbû mîna pinpinîkan ji gulekê

here gula dî.

Rêber odeyek li bal maleke fileh ki rêki r, ew mal di

nîvê Şamê de bû, cihê wî ên kesên dewlemendan

bû, dema ku wî ki rya odeya xwe 400 l îrê Sûrî dida,

hevalên wî odeyeke bi 25 lîrê Sûrî xwedîdibûn.

Loma xwediya xanî bi çavekî mezin li Rêber dinerî.

Û çi mêvanên wê dihatin, ji wan re digot, xortekî

ciwan, spehî, ji malbateke mezin û zengîn, ji

Cezîrê, li cem min ki rêki rîye. Mêvanên wê jî bi

his retbûn ku silavekê li Rêber bikin û wî nasbikin.

Gelek mêvanên xwediya xanî hewildidan ku bi

Rêber re bibin heval, lê Rêber ji roja –roj hez ji

kesên kubar dike û ji keçên spehî dike, kesên nîv-

xweşik îşê xwe ji wan nedianî.

Ta rojekê mêvanin gelekî dewlemend hatin cem

xwediya xanî, jinek bû bi navê “Îvon” û keçek wê

bû di temenê Rêber de bû, navê wê “Lîna” bû, û

kûçikekî wan jî bi navê “Maks” hebû. Mêrê jinkê

mirovek bi ola xwe musilman bû, ew herdem li

Beyrûdê dima, lê jink û keça xwe li Şamê diman.

Keça wê Lîna, keçek ji evên gi roverbû, riwê wê

mîna heyva li çardeh bû, xwîna wê şêrîn bû,

modêrin bû, zanebû, bi sê zimanan diaxivî (erebî,

ingilîzî û fi rensawî), ewê û Rêber hevdû

ecibandibûn, hevalbendiya wan roj bi roj xurt

dibû,.. Rêber jî hîn sala xweyî 19an temem

nekiribû, hatibû Şamê bes ku xwendina xwe bike,

û hinekî jiyana xortanî derbaske, ne di bala wî de

bû ku di vî temenê biçûk de bizewice û xwe têxe di

bin siya jinê û berpirsiya malekê, lê diya Lîna

pilaneke wê hebû, ku Lîna di pêşerojê de ji Rêber

re bibe jin.

Dostaniya Rêber û Lîna xurtbû, gelek caran Rêber

diçû mala wan, demin xweş bi Lîna û diya wê re

derbas diki rin. Hin cara Rêber dûrî wan diket, ew

dihatin cem û pi rsa wî diki rin.

Rêber wekû mirovê li ser agi r be, her xuleyekê

likatejimêra xwe dinerî, û ji xwe dipi rsî; gelo ka

Lîna ana çidike, gelo aciz bûye an na, eger ez ji

dersê derkevim, ê pi rofêsor wê min bibîne, û

nerîna ne baş ser min bis tîne, û dibe jî min di

pi rtûka xwe de min bi ser nexîne, a diduwan û a

herî di jwar wê Sozan bi min bişike, ku Lîna ne

xuşka mine. Du seat derbasbûn, li cem Rêber

wekû du salan bû.

Sozan xati r ji Rêber re xwest û Rêber bi lez çû cem

Lîna, bê ka çi pêre çêbûye. Rêber dît ku heylo, Lîna

min û te xwe bi xortekî re berdaye, û jê re gotiye,

ku Rêber ne bi rê wê ye, lê hevalê malbata wê ye. Ê

xort jî, da ku xwe gelekti r nêzîkî Lîna bike, jê re

gotibû ku peywendiyek di navbera Rêber û Sozan

de heye, û gelek keçkan jî nasdike. Bi van gotinan

Lîna destê xwe ji Rêber dişo.

Dema herdû vedigerin malê, Rêber, Lîna dighîne

nêzîkî mala diya wê û dest jê berdide û dibêje;

silavan li diya xwe bike. Ewî dizanî ku here cem

wan malê, wê Lîna ji diya xwe re bêje, û diya wê jî

wê ji Rêber re bêje, û çîrokeke dûv-û-di rêj çêbibe.

Herdûwan xati r ji hev xwestin, ku nêzîk wê hevdû

bibînin.

Zêdî deh rojan di wê navê de derbasbû, Rêber

nizane wê riwê xwe ji “tant Îvon” bibe ku!. Ewî ne

diwêrî here cem wan malê, da ku babetê pê re

venekin. Ji Rêber weye, ku hezki rina çend keçan bi

hev re wê bi hesanî derbas be!

Dawî “tant Îvon” û Lîna hatin cem wî malê û jê re

gotin;

- Ka çima tu nexuyayî, hema tu ne nexweşbî?!

Rêber kete-hev nema zanî wê çi bêje,.. “Tant Îvon”

jê zîrekti r derket û gotê; - ez dizanim te çima Lîna

pêşiya hevalê xwe ki re mîna “xuşka” xwe, ji ber tu

musilmanî û keça min filehe, lê zanibe, ku bavê wê

mîna te musilmane. Tant Îvon berdewam ki r, û

got; raste tu hatîye Şamê bo xwendinê, lê tu kes î

ana doza zewacê li te neki riye,..

Rêber di nava xwe de got, bi Xwedê vê rê li ber

min fireh ki r, ceger da xwe û got; - Rastî xebara te

ye, malbata min ez şandime vi r bo xwendinê, ne ji

bo zewacê. Wekû tu dizanî hîn ne temenê min, û

ne temenê Lîna, ê zewacê ye. Lîna wê bimîna

hevala min, ezê wê têxim çavên xwe, û herdem

ezê wê biparêzim.

Dê lê vegerand û got; hûn dikarin bimînin heval ,

ne hewceye ku hûn bi zewacê bifiki rin. Ez dizanim

xortên mîna te, digel ku ji malbatên dewlemend jî,

ew nikarin zû-zû bizewecin.

Ji wê rojê de rûpelek nû di navbera Rêber û Lîna

Li alîyê din, Rêber li zanîngehê gelek hevalên wî

hebûn û pi rên wan keçbûn, û keçên herî bedew di

faqultê de bûn, di nav wan de yeke taybet herdem

pê re bû, kêfa wan ji hev re dihat, ew keç bi koka

xwe ve Çerkes bû, navê wê Sozan bû.

Sozan yek ji eva bozikbû, çav şîn, bejin zi ran, por

zer, tayên wê mîna zêrbûn, wekû Europîyan bû, li

Şamê weke wê kêm bûn.

Rêber jiyana xwe bi xweşî di zanîngehê de bi

hevala xwe Sozan re diqedand, û ji dervî

zanîngehê bi hevala xwe Lîna diqedand, û hin

caran ku keçek di rê de ew dieciband, kêsa xwe lê

jî tanî.

Rojekê ji rojan “tant Îvon” diya Lîna ji Rêber xwest,

ku Lîna bi xwe re bibe zanîngehê. Rêber ji vê

daxwazê cizbû, dilê wî ki re tepe-rep, û di nava xwe

de digot; ka wê çawa çêbibe, eger Sozan keça wê

Lîna dît, û zanibe ku ez jê hez dikim, bêguman wê

yek ji wan bixeyide, û dibe jî herdû bixeyidin, a baş

ewe ku helwestek wiha çêbibe, hayê min ji min

hebe, û ez zîrek bim, bi kêmasî yekê di dest xwe

de bihêlim.

Bû a dinî rojê, Lîna xwe karki ribû ku bi Rêber re

here fequlteya wî, ji xwe re jiyana zanîngehê

nasbike, û dost û hevalên Rêber nasbike.

Rêber jî ji gava pêşîde, ku ew û Lîna berên xwe

dane zanîngehê pilana di serê xwe de dibe û tîne,

ku wê çi bêje, da ku hevalên xwe ê zanîngehê

nexeyidîne û bi taybet Sozanê.

Dema ku herdû gihan hewşa fequlteyê, Rêber dît

ku koma hevalên wî li ser giya “mexel” hatine, ki r

û neki r, nikarîbû xwe ji wan bidize. Yekî ji hevalên

wî bangkirê û jêre got were di nav me de. Rêber li

civatê nerî, dît ku hemî keçikên ku kêfa wî ji wan

re tê li wirin û bi taybet Sozan. Rêber û Lîna nêzîkî

wan bûn, hemîyan bi yek dengî pi rs în; eva xweşik

kîye, ku bi te re ye?!

Rêber hinekî ma, dûra got; Xuşka mine! Dîsan

hemîyan bi yek dengî gotin, Waw! Xuşka te mîna

te spehşye!. Lîna behtî ma û nema deng jê hat.

Fêhm kir ku dostika Rêber di nav wan deye.

Nîv seat têde derbas nebû, Sozan ji Rêber re got;

ka tu dersa dawî ji Kîmiya hazi r nabî, wê derseke

pi r gi ring be, û dibe ê pi rofêsor hinekî basa

ezmûnê jî bike, tu dikare were, bila “xuşka” te bi

xort û keçan re bimîne.

Rêber ji Lîna re got; ezê herim dersa xwe, gelekî

gi ringe, tê jî li vi r bi wan re mi jûl bibe, ta ku ez

dersa xwe xelasbikim. Lîna serê xwe hejand û tu

gotin ji devê wê derneket. Rêber çû dersa xwe,

ders dora du seatan domkir.

7 ççççîrrrrooookkkk

Ebdulbaqî Huseynî

KEÇA DÊ FILEH Û XORTÊ DONCIWAN

Page 8: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ççççîrrrrooookkkk

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

8

de vebû, lê ew şewqa hezki rinê nema wekû berê,

û hêdî-hêdî ew ronahî kêm dibû.

Heta demekê peywendiya di navbera herdûwan

hebû, lê ne bi germîya berê bû,.. Rêber di havînê

de vegeriya ba jarê xwe, û Lîna digel diya xwe çûne

mala xwe li Libnanê. Ji wê demê ve peywendiya

wan qutbû.

Sîh sal di wê navê de derbasbû, Rêber li Europa bi

cih bibû, jin û zarokên wî çêbibûn, jiyana wî bi

teknelociya rojane mi jûl dibû.

hedan bû, ewî jî mîna hemî ni fşê xwe bi

teknelociya rojane mi jûl dibû.

Di dema nû de derfeta têkiliya di riya multî-media

de gelekî rehtbibû, û ji wan alavên ku mirov dikarî

têkil îyê bi hevalên xwe re çi ên nû û çi ên kevin, di

riya rûpela Fêsbûkê (Facebook) de bû.

Rêber ji ber ku xwe bi nivîsandinê ve mi jûl dikir, û

herdem dinivîsand, gelek hezki rinê wî çêbibûn.

Loma gerekiya wî bi rûpela fêsbûkê gelekî hebû.

Di rûpela Rêber de gelek heval xwe dabûn serhev,

çi ên nû, çi ên kevin, hêdî-hêdî, Rêber li hevalên

xwe ên kevin digeriya , gelek ji wan peydakirin, lê

hevala ku tucarî jibîr nediki r, Lîna bû, ew jî di riya

Fêsbûkê de peydakir.

Ji hev re nivîsandin, rojên kevin anîn bîra hev, kêfa

xwe ji hevalbûna kevin û nû re anîn, li halê hev

pi rs în, û herdûwan hêvîyên xwe xurtki rin, ku

rojekê ji rojan pêrgî hev bibin, digel ku Lîna li

Emrîka bicih bibû, û ji xwe Rêber li Europa ye.

Nivîskar: Seyda Nasir Haşimî

Werger ji Farsî: Mehdî Elewîferd

Serpêhatinên

Şîrînok (Beşê yekem)

Şîrînok zarokek kurdan e. ew bi rayê min e ku ji

piçoktî va bi şîrînî diaxivt û malbata me şad

dikir. Min evan gotinên şîrîn, berhevkirin û

netîce bûye evan. Ezê evan êdî li çend

jimareyan bo we binivîsim. Hêvîdar im ku piçek

ken bikeve ser lêvên we. fermo:

1

Şîrînok dixwest biçe destşokê û bi zehmetî xwe

dagirtibû .

di riya çûnê de got: wey bavo pîpîyê min ji min

zûti r tê .

2

Şîrînok çû nava kuçê û ber bi derve sekinî û

bangî ki r: lo hevalo lo hevalo

Hevalê wî bersiv da: erê çi dibêjî

Şîrînok bangî ki r: na, tu na. hevalê dino hevalê

dino .

3

Şîrînok di nava destşokê de bangî ki r: bavo

bavo

Bavo got: ma çi dibêjî ?

Şîrînok bersiv da: bavo ji te hez dikim ez aşiqê

te me.

4

Şîrînok bi heyranî li masiyan tamaşe diki r .

Wî bi carekî pi rsî: bavo pozê masiyan li ku derî

ye, ku bikaribin bîn bikin?

5

Meryemê bi Şîrînokê zimanê Ingilizî fêr dida.

Meryemê bi wî ra got: li Ingilîzî bi "min" ra

dibêjin "I" .

Şîrînokê got: çi ? bi te ra dibêjin "I" ?

6

Meryemê ji dayîka xwe pi rs î: dayîkê, ma

Şîrînok di xewê de ye ?

Şîrînok bangî ki r: erê ez di xewê de me.

7

Şîrînok çû deriyê mala cîranê û got: yê we

Avl îmû heye? dayîka min bi dên dixwaze.

cîranê bi henek got: Avlîmû tune ye azîzê min,

tu ti ştekê din ji min bixwaze .

Şîrînokê got: şerbet bide

Cîranê got: tune ye

Şîrînokê got: bes Kebab bide.

Meryem Elewîferd

Axayê serxweşAxayê serxweşAxayê serxweşAxayê serxweş (Beşê duyem)

Hevkarê axayê serxweş gihîştin afîsê û dîtin ku axayê

serxweş zûti r ji wan hatiye û karê xwe destpê ki riye.

Hevkarekî pi rs î: axayê serxweş ma tu şevî çû li a fîsê

raketî?

Wî bersiv da: Na; lê sibehê zûti r hatim ku karê xwe

bikim.

Hevkarê wî got: pes çima tu bi derpiya (cilên) raketinê

hatî?.

**

Axayê serxweş li qoşek fûtbolî jî heye û fûtbol dil îze.

Pi r di reve û çalakî dike. Rahêner jî xwarin zêde dide

wî.

Axayê serxweş jî di beza fûtbolê de, du sê golan tumar

dike û axayê golan dibe. Lê heyf ku hemû golên xwe li

di jî qoşê xwe tumar dike.

**

Axayê serxweş bi malbata xwe çûn seferek. Li rê

derpeyê wî yê fermî qi rêj bû. Şev li ba jarekê derpeyê

xwe şuşt û danî ser rêceyek ku hişk bibe. Sibehê ku ji

xewê rabû dît ku derpe tune ye. lowma dûmayîka

seferê bi derpeyê xewê çû, lê şerm diki r ji erebeyê

derkeve.

Page 9: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

Gel û navdarên wan:

Navdarên gelan ji s tûnên kelepora wan ya here

gi rîngin; ew mîna s têrkanin ku nifşên nû bi saya

wan rêya rast û durist dibînin; ew mîna sembol û

nîşananin, baweriya xwe bi xwe di derûna

neteweyî da diçespînin. Ew rêberin û nifşên

nûgihayî hêrzan û giyanê têkoşînê ji bona

paşerojeka başti r ji wan werdigirin.

Ji lew ra , gelên pêşketî di kûraniya dîroka xwe da

li navdarên xwe digerin - li wan vedigerin;

jînenîgariyên wan dinivîsînin, pêkhatiyên wan

tomardikin û dixin ekolên dibistanên xwe; ji wan

ra peykeran duris t dikin. Ji bona bîranîna xebat û

keda wan semînar û konferansan li dardixin.

Ne bi tenha ev jî, hin neteweyan rûpelên reş yên

hin navdarên xwe guherandine û ki rine rûpeline

sipî; çavên xwe ji zordariyên wan di siyasetê û

çandê da badidin aliyekî û li dor wan seywaneka

efanewî duris t dikin û wan dikin kesên pîroz.

Padîşahê Sasanî Kis rayê Yeken (ji 531 - 579

serdarî ki riye) qi rki rinên bi ti rs û sawîr anîne serê

alîgi rên ayîna Mezdekî-Ariyanî. Lê tevî wê jî

Farisan ew wek payedarti rîn padişahên xwe

hejmartine û leẍema (Eno Şerwan), yanê

(padîşahê bextewar) lêki rine.

Di serdema xel îfeyê Ûmewî Ebdulmelik bin

Merwan da (ji 685 heya 705 z. serdarî ki riye),

Ke'beya Misilmantiyê li ba jarê Mekkê bi

mencenîqê kevi r û ber lê barandin, daku zora

xel îfeyê dijber Ebdullah bin Zubeyr bibin. Lê dîsa

jî ew li ba Ereban ji payebilindên xelîfeyane û

leẍema (Ebo El Muluk= Bavê padîşehan) avêtin

ser.

Sul tanê Osmanî Muhemedê Duwem (ji 1451 -

heya 1481 z. serdarî ki riye) dema ku sultantî

wergi rt ferman da ku hemû birayên wî bikujin

daku tikes ji wî ra wek di jber nemîne û zagonek

derêxis t ku vê şopê ji yên pişt wî ra jî rewa dike.

Lê tevî wê jî, ew li ba Turkan ji payebilindên

Sul tanan têye hejmertin û leẍema (rizgarki rê

Kostantîniyê) avêtin ser.

Belê, bi vî awayî gelên din bi navdarên xwe ra

didin û distînin, çavên xwe ji karên wan yên

neyînî didin aliyekî û çavên xwe tenha didin ser

karên wan yên erênî. Lê sebaret bi hin Kurdan,

mi jar bi temamî bi va jayî vê yekê ye.

din

Ji bilî nezaniya wan bi jînenîgarî û keda pi r

navdarên me, hin Kurdên me zûka dibezin û hin

navdarên me eblese dikin; ew kesên ku di qada

rojhilata navîn da navdarin û hinek di qada cîhanî

da jî navdarin. Heya niha me tikes ji navdarên

Kurd yên kevin nedîtiye ku jînenîgariya wî ji

hêlekê da bi çewtî hatibe fêhmkirin û ji hêla din

va , heya di gora xwe da jî, bûbe armanca pi r

neheqiyan mîna Sul tan Selaheddînê Eyyûbî. Evin

li jêr hin ti ştên hûrik û berfi reh ji vê diyardeyê.

Berpirsiyariya neteweyî:

Di sala 1991-an da Kurd li başûrê Kurdis tanê li di jî

rêjîma xwînrêja faşîs t raperiyan û dane xuyakirin

ku ew dixwazin serdariya xwe bi xwe bikin.

Rêjîmê yekser bi hemû çekên xwe yên kavilker

êri ş anî ser herêmên kurdî; wisa wê koça

bobelata milyonî destpêkir û ev bobelata Kurd bû

mi jara seranserê cîhanê.

Di wê demê da ez li herêma Efrîn (Çiyayê

Kurmênc) bûm, û tê bîra min çawa televîziyona

rêjîma Bee'sî sûrî hin dîmen ji wê bobelatê

pêşkêş diki rin. Wê hîngê hên bûyerên bobelata

Helebce yên sala 1988-an li ber çavan bûn û zindî

bûn. Hin malbatan serbiser ji warên xwe

bazdabû, hinek li ser xwarinê bûn dema bobelatê

destpêkir, hin dayîk ketin xwar û mirin û landikên

wan li ber wan bûn, kal û pîr li pêş xaniyên xwe

ketibûn xwar û miribûn...

Dîmenên wisa boblat bûn ku dil pê xwîn dibûn û

çav ti jî hêsti r dibûn. Rêjîma sûrî ev dîmen nîşan

didan ne ku ji Kurdan hezdiki r, ne jî ku li wan

dibaniya . Na, tenha ji ber dijayetiya wê bi rêjîma

Bee's î îraqî ra û bi serokê wê Seddam Huseyn ra .

Helbet, di jberiya herdu rêjîman di dema Seddam

û Hafiz Esed da pi r tûj bû.

Erê, ew bûyerên Helebce di bîreweriya kurdî da

bi bobelata koça milyonî ra gihîştin hev, û hêşt ku

Kurd hên bêhti r bi hestên zorlêki rin û

elawetmayînê xemgîn bibin. Rojekê ji rojan ez

rastî hin dostan hatim û em li ser van bobelatên

ku li pey hev têne serê Kurdan axivîn.

Yekî ji beşdaran kîna xwe herikand ser

Selaheddînê Eyyûbî û hinên din jî piştgi riya wî

ki rin, çima? Ji ber ku Selaheddîn - li gor gotina

wan - dewleteka serbixwe ji bo Kurdan avanekir.

Heger wisa ki riba , hîngê ev bobelat û ev kuştin û

ev şerpezebûn nedihatin serê Kurdan.

Heya niha jî hin Kurd hene bawer dikin ku

Selaheddîn berpirsiyarê mezine ji ber vê rewşa

kambax ku gelê Kurd têda dijî, û wan sedemên

neyînî qi rêj nasnakin, ewên ku bi di rêjahiya 25

sedsalan di şoreşên Kurdan da her beşdar bûn û

heya niha jî di tevgera ri zgariya kurdis tanî da hên

jî beşdarin û hene.

Ew tabûrên ti rsonekan, nemerdan, debe û

eĥmeqan, noker û çeteyan jibîr dikin, ewên ku

berê jî û niha jî belaya serê neteweya me ya

Kurdin.

Behaneya ewên ku kîna wan li ser Selaheddîn

heye, ewe ku cîranên me yên Ereb, Faris û Turk

Îslametî ji bona berjewendiyên neteweyên xwe

bi karanîn û di bin alaya Îslametiyê da padîşahî û

emperatorî avaki rin. Wisa desthilatî, çand û

saman di dest xwe da gi rtin, çanda xwe pêşva

bi rin û ji neteweya xwe ra rabirdoyeka payedar

durist ki rin.

Li hêla din, Selaheddîn hêza xwe, hêza malbata

xwe û ya êla xwe, ked û hêza pi r êlên din yên

Kurdan jî bi xwe ra xis te xizmeta Îslametî û

Misilmanan li rojhilata navîn; mezinti rîn êrişa

Xaçeperestan li ser rojavayê Asiyayê têkbir.

Ev jî bû sedem ku bi ryardarên siyaseta ewropayî

di sedsala bîs tan da di jminahiya Kurdan ki rin û li

di jî pêkhatina dewleta Kurdistan rawestiyan.

Gelo rastî çawa ye?

Emê berdewam bikin.

9 DDDDîrrrrooookkkk

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

JI KÛRANIYA DÎROKÊJI KÛRANIYA DÎROKÊJI KÛRANIYA DÎROKÊJI KÛRANIYA DÎROKÊ Xelek - 1

Sultan Selaheddînê Eyyûbî

1 - Berpirsiyariya Neteweyî

Page 10: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

10

Serdema Selahedîn:

Ew Kurdên ku ji Selahedîn bi kîn û hêrsin,

pi rojeya Selahedîn ya siyas î di bin merc û nîrên

dîrokî yên wê sedemê da nabînin. Her mirovek -

kî dibe bila bibe - lawê serdema xwe ye. Merc û

nîrên dîrokî (rewşa civakî, çandî, siyasî û aborî)

wek çarenûsê ne; ew merc heya radeyeka mezin

mirov neçar dikin, pi r caran li di jî vîn û arezûya

wî, wî ber bi filan şopê yan bêhvan şopê va

têvedidin. Ji lew ra , divêt jînenîgariya Selahedîn,

kar û xebata wî di çarçewa merc û nîrên serdema

wî da bêne ni rxandin. Heger ne wisa be,

ni rxandina me, wê ne rast û durist be.

Serdema Selahedîn serdema di jberî û kefteleftê

bû, ya navbera rojhilata navîn ya îslamî û

Ewropaya ki rîstiyanî. Wê dijberî û kefteleftê bi

talanên Selcoqiyên Turk li ser axa Dewleta Rom a

ki rîs tiyanî (Bîzanta) (li nîvê rojava yê Turkiya niha

- Asiyaya Biçûk) destpêkir.

Dema Selahedîn çavên xwe li cîhanê veki rin,

bûyerên wan şerên ayînî li ber wî bûn. Hên di

zarotiya xwe da perwerdeyeka îslamî wergi rt ku

"cîhad" stûna wê ya bingehhîn bû. Belê, ew di

tara pi rojeya cîhadî-îslamî da ku wê hîngê

serwext û lidar bû gihîşte asta sul taniyê.

Armanca wê pi rojeyê ew bû ku rojhilata îslamî ji

talanên Fi rengan biparêze.

Belê, di tara wê pi rojeya îslamî-cîhadî da

Selahedîn bû sul tan û desthilatî li Misi r, bakurê

Sûdan, Lîbiya , Yemen, Urdin û Sûriyayê ki r; her

wisa hin beşên mezin ji Filestîn û Libnanê jî dane

ser. Paşê li Hîcaz, rojavayê Kurdis tan û beşên

mezin ji bakurê Kurdis tanê jî desthilatî ki r.

Atabkeyên Turkên Zengîd (serdarên Mûsilê) û

senseleta Turkên Ûrtûq (serdarên Erbîlê) jî, bi

awayekî ne yekser be jî, ketin bin kel îja Dewleta

Eyyûbî.

Xelîfe û Sultan:

Tevî ku Dewleta Eyyûbî wek emperatoriyekê bû,

lê tevî wê jî, sul tan bi temamî ne serbixwe bû. Di

wê demê da rewayiya (şer'îyeta) ayînî di ser ya

siyasî ra bû. Hên ji sedsala 4-an goçî / sedsala 10-

an z. da , xelîfeyên Ebbasiyan beşê mezin ji kel îja

xwe ya siyas î wenda ki ribûn û tenha wilayeta

Beẍdadê di dest wan da mabû. Lê belê, ji ber kok

û binyata wan û xizimatiya wan bi pêximber

Mihemed ra û piştgi riya şêx û feqehan ji wan ra ,

kel îja xwe ya ayînî parastibûn.

Li gor xweris tk û rewiştên wê serdemê pêwîstiya

sul tanên misilmanan bi pênasîna xel îfeyê Ebbasî

hebû ku ew sultanênin û ku kelîja wan filan û

bêhvan herêmê digi re nav xwe. Ev pênasîn bi

şêwazê fermanekê ji bal xel îfe da dihate der û ji

sul tan

sul tan ra dihate hinartin; li gel wê kurk û cubeyek

hebû û leẍemeka taybet jî ji bo sul tan dihate

hilbi jartin (leẍema Selahedîn: Al Nasir الناصر bû).

Sul tan diviyabû di herêmên bin kelîja xwe da

wisa bike ku di nimêja roja îniyê da navê xel îfe

pêş navê wî bê gotin, û sul tan diviyabû salê

carekê di rav û diyariyan ji xel îfe ra bişîne û heger

pêwîst bû al îkariya leşkerî jî bigihîne wî.

Nexşe ji pirtûka "Kurd" ya Dr. Mihridad

Izady hatiye wergirtin

Heger xel îfe ji sul tan ne razî bûya, fermanek

derêdixist û ew ji rewayiya siyasî dûrdixist.

Ferman dida gel ku dilsoziyê ji sultan ra nekin.

Gelek feqeh û şêx dostên xelîfe bûn û di rewşeka

wisa da serêşî û arîşe ji sultan ra derdixistin.

Rewşa sul tan Selahedîn jî bi vî awayî bû. Ew

neçar bû ku rewayiya xwe ji xel îfeyê Ebbasî li

Beẍdadê wergi re û neçar dibû siyaseteka wisa

bike ku li gor şopa ramanî û s trategî ya Dewleta

Xîlafeta Ebbasî ya wê demê be.

Nasnameya Dewleta Eyyûbî:

Selahedîn di heyama xwe ya dawî da ji dilsozekî

xwe ra li Şamê gotibû (belkî ew qaziyê qaziyan

dîrokzan Beha-Edîn kurê Şeddad be) ku piştî ew li

di jî Fi rengan biserket û seranserê kenara deryayê

ya Libnan û Files tînê vegerand, ew dixwaze berê

xwe bide rojhilat.

Bi herhal, dixwast here û beşên Kurdis tanê yên

mayîn ji Atabke û Aratqeyên Selcoqên Turk ri zgar

bike, û wan herêman jî bide ser Dewleta Eyyûbî.

Lê belê, piştî demeka kurt ew çû ser dilovaniya

xwe û sultanên Eyyûbiyan yên piştî wî ev pi roje

bicih neanîn.

Divêt em bêjin ku malbata Selahedîn ji êla

Rewadî ya kurdî ye; ji hoza Hedbanî ya gewre ye.

Herêmên belavbûna hoza Hedbanî ji Erbîlê da li başûr bigi re heya bi herêmên Qefqasan li bakur (Azerbeyacan, Ermîniya û Gurcistan) belavbûyî bû. Navê "Rû-Adî" tê maneya "alîgi rên Rojê = şemsanî" û di jêderên erebî da bi şêwazê "rewadî" hatiye nivîsîn.

Hoza "Hedbanî" di bingehê da, pêş Îslametiyê, yezdanî bû. Belkî jî êzîdî bû û paşê îslam bûbû. Selahedîn hin caran di şerên xwe da li di jî Fi rengan alîkarî ji hozên êzîdiyan werdigi rt.

Ji bilî wê, hin serekên êla Rewadî du mîrnişînên kurdî li bakur rojhilatê Kurdistanê avaki ribûn. Yekem: Mîrnişîna Rewadî li Azerbeycanê û duwem: Mîrnişîna Şeddadî li Aranê (niha di navbera komarên Azerbeycan, Ermîniya û Gurcis tanê da hatiye beşki rin). Selcoqiyan dema ku di destpêka sedsala pêncan goçî / sedsala 11-an z. da rojavayê Asiyayê talan ki rin ev mîrnişîn hilweşandin û Kurdis tan dagîr ki rin.

Selahedîn - ew kesê aqilmend û zana - ne ku dîroka êla xwe nedizanî. Bi taybetî jî bapîrê wî Şadî di Dewleta Şedadî da ji kesayetiyên navdar bû. Lê belê, ew neçar bû ku goç bike, piştî ku Selcoqiyan ew dewlet standin. Ew vegeriya başûrê Kurdistanê û bû serdarê keleha Tekrîtê.

Em ji bîra nekin ku bapîrên Selahedîn di bi ngehê da ji gundê "Ejdankan"-in ku ser bi Erbîlê (Hewlêrê) ye. Ji lew ra , em dibêjin bi herhal Selahedîn dixwast ber bi rojhilat da here û warê bingehîn yê êla xwe ji destê Selcoqiyan rizgar bike û bide ser padîşahiya xwe.

Wek gotina dawî, Dewleta Eyyûbî xwediya rêveberiyeka kurdî bû, baweriyeka îslamî bû û çandeka erebî bû; ew ji şêwazê kurdîtiyê ne dûr bû. Ala û durişma Selahedîn ya sul tanî kurdî bû (şahînekî sor li ser bingeheka zer bû), wek ku nîşan bi sembola agi r û rojê di kelepora kurdî yezdanî da diki r.

Hema hema hemû serdarên herêman ji Kurdên Eyyûbî bûn û pi raniya keleh û çeperên parêzvaniyê yên xwedî gi rîngiyeka s trategî didan dest Kurdan.

Xelek - 2

Sultan Selahedînê Eyyûbî

Nasnameya Dewleta Eyyûbî

DDDDîrrrrooookkkk

Page 11: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

derbas serokên din jî yên malbata Eyyûbî bû.

Hinekan ji wan bizav û hewl dan ku kel îja

Eyyûbiyên din bişikînin û her aliyekî bi alîkariya

kaselîsan (şervanên bi di rav) hewl da ku zora

aliyê dijber bibe.

Bêtar û bobelata mezin ew bû dema ku hin

sul tanên Eyyûbiyan li cihê Kurdan Memalîkên ji

Turkan (kole, kaselîs) xis tin nav leşkerê xwe; bi

taybetî jî di dema sul tanê Eyyûbî yê heftem da

(Sultan Salih Nejmedîn kurê Eyyûb, ji 1239 heya

1249 serdarî ki riye). Raste ku Selahedîn jî, ji bo ku

bikaribe rûberî leşkerê Firengan yê pi rhejmar

raweste, Memalîkên Turkan xis tin nav leşkerê

xwe, lê belê ew bi suř û saw bû, xwediyê vîneka

tund bû û wisa Memalîkan newêrî xwe teve kar û

barê dewletê biki ra.

Ji bilî wê jî, hejmara Kurdan di leşkerê Eyyûbî da

ji hejmara Memalîkan bêhti r bû. Cihê rêveberên

êlên Kurdan jî li ba Selahedîn gelek bilind bû û

astên bilind didan wan. Bi gotineka din: Rexê

hêzên kurdî di dema Selahedîn da gi ranti r bû û di

ser yên din ra bû.

Lê belê, di dema sul tan Salih Nejmedîn da ev

rewş bi va jayî vegeriya . Wî pi raniya mezin û

rêveberên Kurdan bêbiryar ki rin û hinek ji wan ji

astên bilind derxis tin. Helbet, di wê dema da

bêbiryarki rina rêveberekî Kurd, derxis tina wî ji

asta wî, yan jî awareki rina wî dibû sedem ku

hemû şervanên Kurd, yên ser bi wî rêveberî,

bêne bidûrxis tin û rola wan di parastina dewletê

da bêbandor bibe.

Sul tan Salih bi wê jî neki r, heya kurê xwe

Toranşah, cihgirê textê sul taniyê jî, ji ber hin

cudahiyan di navbera wan da, ji Misi rê bi dûrxist

û ew şande keleha Eskîfe (Hesenkeyf) li bakurê

Kurdistanê. Belkî jî bidûrxis tina hin rêveberên

Kurd sedema wê cudahiya bîr û bawer di navbera

wan da bû. Ji Jînenîgariya Toranşah tê xuyaki rin

ku ew ji gihîştina Memalîkan astên gi rîng yên

dewletê ne razî bû û ew her di wê bizavê da bû

ku rêveberiya dewletê kurdî be.

Divêt em bêjin ku di dema sul tan Salih Nejmedîn

da êrişa Xaçeperestan yan heftem bi rêveberiya

padîşahê Fi rans î Louisê Nehem li ser Misirê

destpêkir. Sul tan valahiya ku di leşkeriyê da

çêdibû bi Memalîkên Turkan dadigi rt, û rê da

wan ku bigihînin astên bilind di leşkerî û

rêveberiyê da. Ji ber ku sul tan Salih jî gelek tund

û bi saw bû, rêveberên Memalîkan nediwêrîn ku

fermanên wî derbas bikin; hema ew dilerizîn,

dema ku rûyê wî didîtin.

Û dema ku sul tan Saleh wexer ki r û çû ber

dilovaniya Xwedê, hên şer di navbera leşkerê

Eyyûbî û yê Firansî da berdewam bû.

Diyardeya pozberiya kurdî:

Selahedînê Eyyûbî ne tenha siwarekî leheng bû,

ew sul tanekî aqilmend bû jî. Wî padîşahiyeka

mezin ji Kurdan ra li dû xwe hişt. Heger Kurdan

ew padîşahî parastibana û nehiştibana ku li ser

destê Memalîkên Turk bête roxandin, gelek

gengaz bû ku ew padîşahî di jiyanê da berdewam

bikira û bigihîşta tixûbên heyama nû; dikarîbû

bibe motika avaki rina dewleta Kurdistan ya

gewre; wek çawa Dewleta Osmanî bû motik ji bo

avaki rina dewleta Turkiyê û Dewleta Sefewî bû

motik ji bo avaki rina dewleta Îranê.

Lê belê pi rsgi rêk ewe ku rêveberiyên Kurdan ji

kevin da tûşî nexwaşiya kîn û pozberiyê û

di jberiya li ser serokayetî û desthilatdariyê bûne.

Hin serokên Kurdan - heya niha jî - amade ne ku

berjewendiya neteweyî û niştîmanî ya bilind ji bo

berjewendiyên xwe yên kesayetî, yan êl îtî, yan

ayînî û olî, yan jî partiyetî (hizbayetî) bikin gorî û

qurban.

Vê diyardeya di jberiya navbera Kurdan ji kevin

da bala hin kesan kişandiye. Al Qlqeşendî قشندي القل

ji pi rtûkekê bi sernivîsa "Al Tesqîf" یف التثق

(rewşenbîrî) ya nivîskar Teqiyedîn bin Nazir Al

Ceyş تقي الدین بن ناظر الجیش derbarê Kurdan dibêje:

"Ew kesinî bê hejmarin. Heger ne ji şûrê mizêwirî

û fisûkiyê yê navbera wan bûya ku hişyarên wan

dibi ře û nivistiyên (xewkirên) wan hişyar dike, wê

bibana serdarên welat û her ti şt û saman wê di

dest wan da bûya. Lê belê, ew bi jana cudahiya

bîr û bawer, bi jana cudahiya peyvê ketine. Hên jî

di navbera wan da şûrê tazî li dare, xwîn

diherike, rêzik û sazûman di nav wan da ji hev

ketine û çavên bi gi rî û xwîn, hên şilin". [Al

Qeqeşendî: Subih A l E'şa, 3/207].

Maneya van peyvên jorîn ewe ku şerê Kurdan di

navbera hev da hejmara wan kêm dike. Heger ne

ji wê bûya, ewê pi r bibana û welatên tenîşta xwe

jî têxis tana bin desthilatdariya xwe û herwisa

samanên kevin û nû. Lê belê, mizêwirî û fisûkiyê

hiştine ew şerê hev bikin. Xwîna wan di rije,

beşki rin û perçebûna wan pi r dibe û jinên wan li

ser vê rewşê digi rîn û xemgîn dibin.

Di dema niha da jî kurdologê Rûs Basili Nikitin

derbarê di jberiyên Kurdan di nav hev da gotiye:

"Ji ber dijberiya navbera wan hêza wan vala

diçe û dikeve xizmeta dozekê ku ne doza wane".

[Basili Nikitin, Kurs, rûpel 280].

Pozberiya rêveberên Eyyûbiyan:

Kurdên Eyyûbî jî li di jî vê jana kurdî kujer

(pozberî) ne parastî bûn. Hema yekser piştî ku

Selahedîn serê xwe danî, di jberiyan di navbera

kurên wî da destpêkir û ev nexwaşiya di jberiyê

11

Rabûn gazî Toranşah, cihgi rê textê sul taniyê ki rin

daku piştî bavê xwe bibe sul tan.

Ew li gel hin alîgi rên xwe ji rêveberên Kurdan

gihîşte Misi rê, şer bi serkeftî li di jî Firansiyan bi

rêvebir û padîşah Louisê Nehem dîl gi rt. Piştî ku

meti rsiya dervayî derbas bû zora xwe da ser kar û

barên hundirîn û bi ryar gi rt ku kel îja serekên

Memalîkan bi s înor bike; hinek ji wan jî dan

aliyekî.

Ketina Dewleta Eyyûbî:

Rêveberên Memalîkan ji ki ryarên di jî wan hêrs

bûn, û di navbera xwe da peyva xwe danîn ku berî

Toranşah kel îja xwe xurt dike û wan dide aliyekî,

ew wî bikujin. Dema ew li ser maseya xwarinê bû,

bi doxmanî (îxanet) ew kuştin. Ji ber ku ew mîna

koleyan bûn û li gor şerî'etê mafê wan tinebû

desthilatdariyê wergi rin, rabûn jinebîya sul tan

Salih (Şecerêt Al Duř ر شجرة الد ) ki rin sul tane.

Lê belê, xelîfeyê Ebbas î Al Muste'sem Billah

Duř هالمستعصم بالل ji bo wan şerm dît ku jinek

rêveberiya wan bike; ji wan ra nivîsand û got:

"Heger tovê mêran li ba we nemaye, me agahdar

bikin, emê mêrekî ji we ra bişînin". Rabûn li hev

hatin ku yek ji wan bi navê "Izedîn Eypek" bi

sul tanê ra şû bibe, û desthilata rastî bi dest xwe va

bîne. Navê wî ki rin "Al Melîk Al Muîz Duř ملك المعز ال

". [Al Meqrizi, Kitab Al Suluk, pirtûka yekem, beşê duwem,

rûpel 358]. Û hin bi hin kar ki rin ku Dewleta Eyyûbî

sala 1250-î hilweşînin û li şûna wê Dewleta

Memalîkan bi rêveberiya yekem sul tanê wan Qutiz

Duř .avabikin قطز

El Qazî El Fadil القاضي الفاضل sedema têkçûna

Dewleta Eyyûbî şîrove kiriye. Navê wî Abdulrehim

Al Beysani ye (li gor bajarê Beysan yê Filestînî). Ew

şêwirmendê taybet yê sul tan Selahedîn bû ji her

kes î bêhti r rewşa malbata Eyyûbî dizanî. Wî gotiye:

"Ev malbat, bavên wan hevpeyman bûn û wisa

bûn xwedî memleket, û kurên wan li hev nekirin

û ji lew ra têkçûn". [Ibin Xelkan: Wefiyat Al A'yan,

3/420].

Nexwe, neguhartina Dewleta Eyyûbî ku bibe

motikek ji dewleta Kurdis tan ya gewre ra ,

bobelatên ku bi serê wan hatin û sivikahiya ku ji

aliyê dagîrkerên Kurdis tanê va bi wan hate ki rin,

sedema yekser ne ji Selahedîn bû, lê belê, ji ber vî

derdê kujer bû ku di bîreweriya siyas î ya Kurdan

da ji 25 sedsalan da hatiye bicihki rin.

Mebesta me ev nexwaşiya kîn û keftelefta li ser

desthilatdariyê ye û nepeji randina desthilata

serdarekî Kurde û gi rtina desthilata serdarekî

biyanî dagîrker di ser yê Kurd ra ye. Heya niha jî ev

derdê gi ran, ev jana kujer bi mejiyê hin Kurdan

ketiye û jê dernayê.

Xelek - 3

Sultan Selahedînê Eyyûbî

Pozberiya Kurdî.. Ev Derdê Kujer

DDDDîrrrrooookkkk

Page 12: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

Hinê dî dibêjin na em bi hatina Zerdeşt re

hatine û li vi r bi cîbûne, lê hin dî dibêjin çima

em wisa serê xwe bi paçika mezindikin, ma

em çine, û çiye me heye, kes nizanê bezê

guha bavê me ji kuye? Lê hin dibêjin we ya

rast divê em piştî hatina Ola Mihemed

pêxember li vi r bi cîbûne, lê hinê dî dibêjin na

gundê me piştî têkçûna impiratoriya Aşûrî

hatiye avaki rin, hinê dî dibêjin ji xwe dîroka

me hatiye windakirin bi destê Oldara , lê hinê

dî digotin raste, xelkê vî gundî dîroka xwe ne

nivîsandine, lê ji koç û kevi rê me tê xuyaki rin

ku em kevinti rîn miletin li vê deverê?

Carna hin zilama di civatê de digotin; ev

gundê me Hemze pêlewan silavê xwedê li ser

bin, wî avaki riye, lê ev gotin bi xwe jî dibû ciyê

ne razîbûna hin kesê ku wek dîrokzane, civakî,

li xwe di meyzandin û rûpelê dîroka ku ji deva

hatibû gi rtin ji tûrikê xweyê kevnar derdixis tin

li ber civatê radixistin.. Lê dîrokek tevlî heve

her kes pêdilîze li gor berjewendiyê xwe..,

piştî ku civat di devjeniyê de gerim dibê û ber

bi li hevhatinê dihat tedî wê yek ji nişkî ve

bêjê; ma kî di zanê çima ev gund di nav du

çeman de hetiye avaki rin? çima xwe li quntara

çiyê ne gi rtine, yan çima ji xwe re li vî erdê

rast avanekirine, ma ev tê çi watê?

Gundê ku di navbera di çeman de were

avaki rin, ma hûn nabînin zivis tanê em di Kevin

çi rewşê de? Lê hin cara zilamê ku di nav salan

de derbasbûyîn digotin Misûsana ji ti rsa

misilmana gund di nav herdû çeman de

avaki rine, da ku xwe bi parêzin ji êrîşê wan?

Ev ciyê ne diyar ji xwe re weka asêgihekî

didîtin. Di nîvê gund de weka gi rekî heye ji wî

û bi bakur de dibê newal li başûr jî erdê raste

ji hêla rojava ve newale û gi r ji tehtê sipiyê sis t

pêk tê, xaniyek hatiye avaki rin, di nav çavê

wan tehtan de, di nava gi r de, li wî parçê ku di

kevê pişta xênî de, hin gor hene.

Di hewşa malê de carcara hestiyê miriyê ku

kes nizanê ew kîne û ji kengî ve mirine yan ew

bi destê kî hatine kuştin, derdikevin. Gelek

cara beriya hatina Cenbelî zilamê gund ji xwe

re li ber wê kusera xanî ya ku di kevê hêla

bakur de li ber siya danê êvarê dicivan, û li ser

wan hestiyên ku ji nişkê ve ji bin axa hewşê

derdikevin, devjenî, diki rin, lê ne dighan tu

bi ryara bi sebareta wan hestî û gora .

Gundiya ji melê dipi rsî ka em di Karin çi ji van

hestiya bikin, da ku em gunihê wan ne hilînin

Seyda

Ji Gotinên Pê∆iyan

Berhevkirina: ElîKolo

- Avaya mala bi jina ye.

-Avê aş biriye, tu pey çeqçeqê ketiye.

- Ava cihê teng, dide peng û reng.

- Ava golekê hamoş, nabe ji devê tolikê.

- Av riya xwe dibîne.

- Ava sere kaniyê şelû dibe.

- Agir di devdeye û dibê ez nizanim.

- Av avahiye.

-Av li ciyê nizim dice.

- Av bihna agir diçikîne.

- Av û agir di tasekê de nasekinin.

- Av di gunê wîde geryaye

- Av di gola de nayê xwedîkirin,

jin di mala de nayê veşartin.

- Av şûna nan nagre.

- Av bi dîwara hilnakêşe.

- Av dikeve xewê, dijmin ranakeve.

- Av diherike qûm li pey dimîne.

- Av hêdî hêdî xwe pêxwas dike.

- Av dilop dilop dibe golek mezin.

- Av di navbera wan re nare.

-Av rabû deng belav bû.

12 FFFFoooollllkkkklllloooorrrr

Luqman Silêman

CenbelîCenbelîCenbelîCenbelî

Xeleka – 3

Seyda? Melê jî li gor zanîna xwe ji wan re

digot; dema ku we hestiyek dît destnimêj

bigrin û fatihekî li ser bi xwînin û cardî bin ax

bikin, lê dema ku hina ji gundiya berê xwe

didane melê û jêre digotin; Seyda êvara îna

agi rekî kes li nav van gora digere, lê dema ku

pêjna me dike winda dibe, ma ev çiye Seyda,

ka vê ji me re bêje, wele em nema di wêrin

êvarê îna ji malê xwe derkevin.

Xel îlê ku ew ne gelekî nimêj kerbû, li gor

gotina gundiya û doxwîna wî jî pir sis t bû ji

hêla pîrekan ve, devê xwe tijî diki r ji melê re

digot; Seyda tişêtek min heye ka ezê ya xwe ji

were bêjim? Seyda di ser milê xweyê rastê re

di zîvi rî teliya xweya…

Şehdê li çixara xwe dida ariya wê di kate ser

ki rasê wî Hecî Hesen yê ku di milê melê de

rûniştîbû, destê xwe davête ki rês digot, Seyda

te ha j ki rasê xwe hebê? Seyda ki rasê xwe ve

diweşand û digot, deka ti jî ya xwe bêjê Xelilo,

ka ya te çiye, ez di zanim tê niha ti ştin ne ber

hev bêjê, ji lewma ariyê çixarê kete ser ki rasê

min? Ji ber ku Xelîl rojê îna ne diçû mizgevtê û

ne jî zikata xwe dida melê, her dem gotinê wî

ta ku rast jî ban, bi melê ne xweş dihatin û pê

gi ran bûn.

Xel îlê ji xwe bawer got: Seyda min bihîs tiye ku

ev roniyê bi şev xuyadibin ew ne tenê di êvarê

îna de têne xuyakirin, lê ji ber em tenê êvarê

îna çavê xwe li ti ştek wisa digerînin û em şîva

miriya derdixin ji me weye, ku bi rastî jî çavê

miriya li rêya meye, ka emê kengî şîva wî

derxin? Lê ez nebawerim ku mirî xwarinê

dixwin yan ku ev şîva em êvara îna derdixin

digihê ber destê wan, lê ev bûye weka

pi rins îbekî ji me re Seyda, ma em ji ku dizanin

ka ew şîv dighê destê miriyê me yan na..?.

Rûyê Seyda tevl î hev bû xwest ku gotinê ji

devê wî bigre, lê Xelîl rê nadiyê û gotina xwe

berdemkir, xwest gotinê li hev bihûnê û

derbasî serê hazi ra bikê, da ku rê li pêşiya

melê bigre. Çaxê ku Seyda xwest gotinê ji

devê Xelîlê nelimêjker bigre, Bercesê ku ava

wî û Xelîl bi cokî de diçê û yek ji maldarê gund

de, ji melê re digot; deka Seyda em li Xel îl jî

guhdarbikin ka wê çi ji me re bêjê? Ji ber ku

Berces her sal bi qas î nîvê gund zikatê didê

melê, ji lewma mela jî naxwaze gotina

Bercesê maldar li erdê bixe, berê xwe dida

Xel îlo û jêre got: Xel îlo em li te guhdar dikin,

ka tê çi ji me re bêjê?.

Page 13: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

13

Ji stranênJi stranênJi stranênJi stranên Tor AbdînTor AbdînTor AbdînTor Abdîn

Ezdîn Ezdîn Ezdîn Ezdîn ŞŞŞŞêrêrêrêr ---- IIII Tîpguhastin: Cankurd

ji devzara Cano:ji devzara Cano:ji devzara Cano:ji devzara Cano:

Ew Dêrgulê, xweş Dêrgulê,

Mala Ezdîn Şêr û mala Meşûr beg (1) birin Mûsilê,

Dilê min (2) dadiye,

Sileyman axa Qereçolî, (3)

Ji bajara Bexdayê me’zûl kirin, hatiye,

Şevekê li mala Ezdîn Şêr mayî ye (4),

Ezdîn Şêr gotiye,

Go tu ji çira hatiye?

Go paşa mi mee’zûl kiriye,

Şewr û qewlê xwe daniye,

Rabûn piya,

Go bejna mîrê mi ji bejna roye (5),

Suwar dibûn (6) ser hespê şev û ro tajoye (7),

Berê xwe dan Zaxo ye,

Go ew Zaxoyê bi rût kevota,

Beyraq bûne cot bi cota,

Berê xwe dan Cizîrê Bota,

Axa çûne, wezîro ! çûne,

Li odakê (8) Brahîmê Miho peya dibûne,

Ezdîn (9) Şêr go Brahîmê Miho:

Axlerê Cizîrê ji mi ra bicivîne,

Brahîmê Miho radibiye (10),

Axlerê Cizîrê civandiye,

Li dîwanê Ezdîn Şêr kom kiriye,

Gotin go mîrê min h’alê hevalê te çiye ?,

Go odakê Brahîmê Miho li ser bêndera,

E’skerkî giran bicivînin ji mi ra (11),

Ezê herim Bexdayê ber gawira ser seferê,

Weke ulo (12) got Ezdîn Şêr,

Brahîmê Miho lê vegerand go em we nakin,

Emê seferê betal kin,

Lê emê romiyê kimsohr (komsor: qizilbaş) ji vir (13)rakin,

Go mîro !em dibînin, dibînin,

Emê romiyê kimsohr ji vir hilînin,

Emê hukmê xwe ê Bota ti şûnê (14) wa dînin (15),

Mîrê min go rabin piya,

Dem herin (16) serayê,

Em (17) serjê bikin midûr û pevlî (18) romiya,

Erê weke mîrê min we gotiye,

Didu ji meclîsê qebûl nekiriye,

Ezdîn Şêr go çima, çima ? (19),

Gotin, go mîro! qesra Brahîmê Miho li ser bênderê,

Te karê xwe kir, tu herê seferê,

Emê (20) newêrin şerê romiya bikin,

wê lawê me bixin e’kerê,

Ezdîn Şêr radibiye,

Herdu li meclîsê kuştiye,

Kire çolbê sera yê romiye,

Midûr reviye,

Sê romî li serayê kuştiye,

Kaxezek nivîsiye,

Di nav welat bela kiriye,

E’skerik qewî civandiye,

Da şewr û qewlê xwe daniye,

E’sker bi nîvî kiriye,

Ezdîn Şêr û Sleyman axa pi çema (21) Têlanê çuye,

Meşûr begê bialiyê Mîdyadê hatiye,

Mîro li wê rexê, li wê rexê,

Meşûr beg berê xwe da Hezexê,

Axa dibêjê (22),

FFFFoooollllkkkklllloooorrrr

Page 14: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

14

Meşûr beg berê xwe da Medêhê,

Mîro tu dibînê,

Peya dibû li Basbirînê,

Mîrê me radibû, suwar bû li qemerê,

Peya dibû li Dêr E’merê,

Mîro de rabe ba tê, ba tê,

Meşûr beg berê xwe da Mîdyadê,

Weke mîrê min hatiye,

Mîdyadê bi derbekê reviye,

Malê Mîdyadê talan kiriye,

Hukmê xwe li bajara Mîdyadê daniye,

Sê roja li Mîdyadê mayî ye,

Ezdîn Şêr û Sleyman axa ji çemê (23) Têlanê rabûn piye,

Berê xwe da (24) bi baskê Mîdyadê hatiye,

Pevlî ( tev li ) e’skerê hatiye,

Ew jî li Mîdyadê peya bûye,

Şewr û qewlê xwe daniye,

Meşûr beg go kekê tu dibînê,

Wee’da bê li canê min ketibê,

Ezê ji vê derê çim (biçim) deriyê Mêrdînê,

Dilê min dadiye, dilê min dadiye,

Wekê Meşûr begê wa gotiye,

Kaxezik ji wa ra hatiye,

Go werin vegerin maliye (25),

Lê hecî Sleyman axa û Qewqalî Dêrûnê zeft kiriye,

Ezdîn Şêr (û) Meşûr beg vegeriyan,

Ezdîn Şêr û Meşûr beg rabûn piyan,

Bi (26) baskê mal da çûyan,

Pevlî e’skerê pi (bi) ser Dêrûnê meEQ \O(s,,)iyan,

Ezdîn Şêr û Meşûr begê rabûn piya,

E’sker gellik ji Bohtiya civandiye,

Ezdîn Şêr û Meşûr beg dikin şerê romiya,

Hecî Sleyman axa rabû piya,

Ew û Qewqalî rabûn piya,

Xeberê xwe pev gotiye,

E’skerê Bohta telifandiye,

Qewqalî bextê xwe ji Ezdîn Şêr dayiye,

Hetta Ezdîn Şêr û Meşûr beg hatiye,

Erê Hecî Sleyman axa bextê xwe xe ra kiriye,

Ezdîn Şêr û Meşûr beg girtiye,

Biaxa Stambûlê şandiye,

E’skerê romiya ket pişt e’skerê Bohtiya,

Were cakê bê Xwediya,

Tu nikarê bimeşê ji laşê kuştiya,

E’skerê Bohtiya batmîş bûye,

Zerîfê jinê Balyozê Mûsilê dostê wî ye dagiriye...

Têbînî (I):

(1) Mezûr begê.

(2) dilêm.

(3) Qereçoliya.

(4) maye.

(5) Bejna Ezdîn Şêr bejna rokê.

(6) dibûne.

(7) dajon.

(8) odaka.

(9) Erê Ezdîn.

(10) dibê.

(11) ji mira.

(12) wilo.

(13) ji vê.

(14) di şûnê.

(15) dayînin.

(16) de emê herne.

(17) emê.

(18) pev li.

(19) çiye, çiye.

(20) em.

(21) bialiyê Têlanê.

(22) dibêhe.

(23) Ji Têlanê.

(24) bi baskê Mîdyadê.

(25) mala.

(26) ew bi baskê.

……….. Domahi heye ………..

Page 15: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

153

Cankurd

Rastkirina zimanî

“Hêstir” an “hêsir”

Wekî ez di gotarên me yên kurdî de hercar dibînim, hinek peyvên me yên resen jî bi şêweyin ters û ne rast ditên nivîsandin û belavki rin. Eve jî dibe astengiyek di rêya yekki rina zimanê me yê ku niha di rewşeke jehevketî de dijî...

Hinek “Hêsti r” dinivîsin û hinek “Hêsi r”dinivîsin. Gelo, kijan rastti r e?

Di ferhenga Kamêran Botî ya Kurdî-Kurdî de, ku ji aliyê Spîrêz ve, li Duhokê, sala 2006ê, hatiye weşandin, di rûpela 323ê de, carekê “Hêsti r” bi wateya “Rondikên çavan”, û carekê jî bi wateya “Qanti r: Ew dewarê ku ji kerekî û mehînekê pêda dibe” hatiye.

Gelo, ka helbestvanên me yên klasîkî ev peyv çewa nivîsandine?

Ezê Şêx Mihemmed Can “Xakî”, xudanê dastana Leyl û Mecnûn, di vi r de, wekî nimûne bînim, da em pir dirêj nekin:

Ew di rûpelê 40î de dibêje:

Dengê wî hukum dikir li Leylê

Hêstir diwerî bi mîslê seylê

[Bi wateya ku rondikên Leylê wekî lehiyê dihatin xarê]

Dirûpel 42 de dibêje:

Agir dikeve dil û hinavan

Hêstir dirijin ji herdu çavan

Di rûpel 73ê de dibêje:

Eşa’rî dibêje, pir şewatin

Hêstir weh ji çeşmê wî dihatin

[Bi wateya ku helbestin pi r bi sohtîn digotin û rondik wilo pi r ji çavan dibarîn]

Der çolê wuha zelîl û pirxem

Hêstir dirijin ji çeşmê pir nerm

[Der:Farsî yebi wateya (di), lew re peyva (di derheqê) çewt û şaş e, ji ber ku (di) bi wateya (der) e…]

Di rûpel 149 de jî wilo dibêje:

Mecnûn ku qenc dizanî Leylê

Hêstir rijiyan şubhê seylê

Lew re divê em „Hêsti r“ binivîsin…

Dibe jî li ciyê wê em „eşk“ binivîsin, ji ber ku ew jî bi wateya „rondik û hêsti r“ e.

Helbestvanê mezin Şêx Eskerî di „Iqdê Durfam“ de, di rûpel a 34ê de dibêje:

Bibarîne ji dîde eşkê pir xûn

Li ser wê xemê teşbîhê Mecnûn [Dîde: Çav]

“Xûn” an “Xwîn” Navdartirîn helbestvanê Kurd ê di sedsala çûyî

de, bi navê “Cegerxwîn” bû,ne “Cegerxûn”,

hema hêja Kamêran Botî di ferhenga xwe ya Kurdî-Kurdî de, şêweya “xûn”bi kar aniye, û li

ser wê jî: Xûnrêtin, xûnrêj, xûnmêtin û hinek

peyvên din şirove kirine…

Gelo, helbestvanên me yên klasîkî yên Kevin

kijan şêweya vê peyvê ji herduwan pêtir bi kar anîne?

Min çavêd xwe li dastanên hozanî gerandin, bi

piranî hozanvanêd me “xûn” bi kar anîne, û ji nimûneyên wan ezê di vir de, tenê van bînim

zimên:

Feqiyê Teyran dibêje:

Kuştime herdu u’yûnan

Yengiyêt nisben ji Nûnan

Radikin ew qetl û xûnan

Girtiyê zîndanim ez (r.84 )

Di rûpela (128) de dibêje:

Sebr û aram û Sikûn e

Baziyê nav lê u’yûn e

Dil ji penjan kirbû xûn e

Ay dilê min, ay dilo

Di rûpela (152) de dibêje:

Nesîm bêt ji wan terh’an

Bulbul xwe hê bigrî

Xûn dê derbê ji cerh’an

Bi daxên kul bimrî

Di rûpela (197) de dibêje:

Hezaran laş li şûnê

Heftê û yek in li çûnê

Tu dibê y bi hezaran tênê

Şîran (şûran) rengda ji xûnê

Di rûpela (287) de dibêje:

Xalê ji rengê filfilan

Îlan û cotê qa tilan

Ew firdikin xûna dilan

Bakir çi zanit mirwetê?

[Bakir: Bi Erebî ye, bi wateya keça mêrnekirî ye]

Em dibînin, ku Feqê Teyran bêtir peyva „Xûn“ bi kar aniye, hema bo li hev anîna sitima rêzikên

helbestê, wî hin caran „Xwîn“ bi kar aniye:

Hêstirim barîn ji xwînê

Sotim ez derdê evînê

Kes ji min nakit yeqînê

Ey dilê min, ey dilo (129)

Ew li ciyekî dî dibêje:

Kêra di destê esmeran

Sor e ji xwîna cegeran

Xelqino ji evîna dilberan

Me’lom niye çi bi ser me tê (r. 287)

[Binêr dastana Feqiyê Teyran, ku ji aliyê hêja Seîd Dêreşî ve, hatiye amadekirin, Spîrêz,

Duhok 2005]

Ehmedê Xanî dibêje:

Şîrîn te kire şeker li Perwîz

Ferhad ji reşkê eşkê xûnrêz (r.13)

[Eşk: Hêstirên çavan]

Di rûpela (32) dibêje:

Ev qulzem, Rom û beh’ir Tacîk

Hindî ku biken xuruc û teh’rîk

Kurmanc dibin bi xûn mulettex

Wan jêk vedikin mîsalê berzex

Di rûpela (92)yê da dibêje:

Bê cerh’e û qe rh’e û birîne

Navê ewî derdî her evîn e

Emma we disohtin henavan

Xûna dilî tê ji herdu çavan

Di rûpela (139) de dibêje:

Van xemze û avrê di xûnxar

Wan xencer û keyberêd dujwar

[Binêr:Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, vejandina hêja Perwîz Cîhanî, Intîşaratê Selahdînê Eyûbî,

Ormiye 1363]

Melayê Cezîrî dibêje:

Munqelîb min dî menazil, vajî ew seyrî dikin

Yek bi yek xûn jê dibarin, Ateş û lemi’ û şîhab

(r.18)

[Lemi’: Bi Erebî ye, bi wateya birûsk û vebirisîn]

Di rûpela (23) de dibêje:

Sîlsîla behsî ji xûna dilber, an zulfa bi çîn

Dê xeta bit navê Misk, er (eger) nav ê Ta tar bit

Di wê rûpelê da, paş çend rêzikên dî, dibêje:

Xûn ji mîlakê bi derba xence rê ger bîte der

Bo şehîdê e’şqî êdî, dê ji ku hişyar bit

Di rûpela (30) de dibêje:

Ji herdu çeşmên te y mest û xûnrêz

Nûra du çeşman kê dî selamet

[Çeşm: Çav an çehv]

Di rûpela(44) de dibêje:

Ah û oxên min ji dil tên

Lê ji ber tîra qizil tên

Yan ji kovanên di kul tên

Jê dizît her xûn û zox

Pişte re yekser dibêje:

Xûn ji dil coco rewan tê

Wek e’qîq û erxewan tê

Lê ji dest selwa cuwan tê

Ew şepala şeng û şox…

Di rûpela(53) de dibêje:

Qelb û ceger min bûne (xwîn)

Lew ra ku nû derbûn birîn

ZZZZiiiimmmmaaaannnn

Page 16: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

16

Em dibînin, ku di vi r de ji bo lihevanîna sitima rêzikê (xwîn) li gor (bi rîn) bikar aniye…

Pişt re di rûpela (58) de dîsa (xûn) bi kar tîne:

Ji ree’na nêrgizên tey mest û xûnrêz

Zeman bû e’hdê Engîz ê Cengîz

…û di rûpela(60)î de dibêje:

Da ku dîlber qedemê lê bi nihed rewşen kit

Lew tu xûnê weh ji çehvan ve dimalî şeb û roz

Di rûpela pey wê re jî dibêje:

Turkê xûnrêz û xumarê me bi yek xemzeyekê

Ruhdê çil sal e li min zêr û zeber kir ji esas

[Ruhd: E’ba û cilê seraser şêxan, rob. Zeber: Axa zêr e]

Pişt re di rûpela (65)ê de jî dibêje:

Lê şehîdên te bi êjmar bi xencer kuştî

Hê neçû xûn ji ber, bînan sed û heftad û du leş

Ceng ê hindî dikirin fêres E’reb

Tox û ala di Firengîne kumandarê Hebeş

Em dibînin, ku Melayê Cezîrî gelek caran peyva (xûn) bi kar aniye, di pi raniya helbestên xwe de her wekî (xûn), lê carekê an du caran bo sitima rêzikê ji hev nekeve (xwîn) bi kar aniye.

[Binêr: Dîwan a Şeyxê Cezîrî, ku li Sûriye hatibû çapkirin, hema ti ştek li ser berhevkarê dîwanê ji pêşnavê wî bêti r tune ye, ew bi navê Mihemmed Nûrî ye, û sergotineke gelek balkêş a bi Erebî ji pi rtûkê re nivîsiye, tê de diyar dibe, ku ew mirovekî roşenbîr û zana bûye…Tew navê çapxanê an sala çapkirinê jî li ser pi rtûkê nînin.]

Pertoyê Hekarî dibêje:

Ax û xuliyê li ser birêje

Rohnikan tu zêde xûn birêje

Binale û ah û jar yek car

Gazî bigehîte rebbê xeffar (r. 53)

Di rûpela (92) de dibêje:

Xûnxur û xûnrêz û xûnê qatile ew mehleka

Meyxur û mexmûr û mest e, serxweşa ez canfîda

Di rûpela (387) de dibêje:

Tikim h’îna reqem bo u’zirxuwahî

Ji çavan xûn me tê cayê siyahî

[Tikim: Dikim. H’îna: bi Erebî ye, bi wateya:Dema]

Û di rûpela (380)ê de jî dibêje:

Ba reqîba mîhreban yaran cefa a’det meke

Laîqê xobane xûn bo min cot neyê

[Binêr: Dîwana Pertoyê Hekarî, berhevki rina hêjaTehsîn Îbrahîm Doskî, Spîrêz, Duhok 2006]

Wekî em dibînin, hozanvanên me yên mezin û Kevin, berî derketina seydayê navdar Cegerxwîn bi sedan sal, bêti r peyva (xûn) bi kar anîne, lê carina (xwîn) jî bi kar anîne, hema bêti rbo di ris tki rina sitimê (qafiyê).

Di Îqdê Durfam a Şêxê Eskerî de, dixuye ku ew herdu şêweyên peyvê (xûn) û (xwîn) bi kar tîne, hema Melayê Cezîrî, Ehmedê Xanî, Feqê Teyra û Pertoyê Hekarî ji wî jî kevintir in, û pêwîste em herdem ser damarên kevinti r û kûrti r ên zimanê xwe vedin, da em bingeha wê yên kevnare derêxin ber ronahiyê...

“Ceger” an “Cîger“ Pir caran, navê helbestvanê me yê mezin, seyda Cegerxwîn bi şêweyekî şaş têye nivîsandin: Cîgerxwîn… Li nav hinek êl û deverên Kurdis tanê jî “Cîger” bi kar tê. Lê gava em li helbestvanên xwe yên kevnare vegerin, em ê bibînin ku wan “Ceger” bi kar anîne, ne “Cîger”…

Di Ferhenga “Asan” de, ku bi Erebî-Kurdî ye, hêja Ako Fatîh’ peyva “Kebid” a erebî, bi “Ceger û Cerg” daye şi rovekirin…

Di ferhenga “Mehabad” a Gêyo Mokiryanî de, “Ceger” hatiye nivîsandin, û ji wê peyvê jî (Cegerbirr, Cegersoz, Cegergoşe û Cegermij) xis tina nav ferhenga xwe…

Hêja Kamêran Botî jî, di ferhenga xwe ya bi navê “Ferhenga Kamêran” de, Ceger bi wateya “Mêlak û kezeb” bi kar aniye, û bi wateya neviyên mirov jî, û li ser wê yekê, peyvên “Cegersotî” û “Cegerhez” jî xis tina nav ferhenga xwe ya hêja…

Melayê Cezîrî, ku ji hozanvanên me yên tev mezin e, di gelek helbestên xwe de “Ceger” bi kar aniye.

Wek:

Sebr û qerarim ku bir

Can û ceger hûr dikir (r.05)

Di rûpela 22ê de dibêje:

Rast û çep tên ceger û sîne kulab

E’re‘rên şeng di mestin çep û rast

Li ciyekî dî dibêje:

Tîrê sed têne ceger

Sîne li ber maye çeper (r. 33)

[Sîne: Sînge, Çeper: amanc û hedef]

Di helbesteke dî de gotiye:

Ev renge h’alê dîlberan

Lew aşiqan xûn bûn ceger (r. 53)

[Lew: Lew re.]

Melayê Cezîrî di pêdaçûnên xwe yên evînî de „Ceger“ bêti r dide ber lêdanan û lew re dibêje:

Her bi mîzan direçînî cegerî tîr û xedeng

Ji neseq ssaîqe me ji qewsê hîlalî şeb û roz (r.59)

[Ssaîqe: Bi Erebî ye, bi wateya bi rûsk, Xedeng: Tîr, Qews: Erebî ye, bi wateya kevan.]

Di wan germkirina dilî de vê dibêje:

Ahê bêgav ji dil tên, me ji pêta di ceger

Bes tu bêfêde nesîhet ke me dil bûye pelek (r. 83)

[Nes îhet: Erebî ye, bi wateya Azar, Pelek: kevi rê ku bi destekî têye avêtin]

Di ciyekî dî de dibêje:

Sîne geh têt ku bi ker bit, ew ji derdê muh’betê

Me ceger şubhetê barûtê û dil maye pereng(r.84)

[Ker: Parçe. Muh’bet bi Erebî ye: Evînî, hezki rin. Şubhet bi Erebî ye: Wekî. Barût: Têz û dermanê teqandinê. Pereng: parçeyên pi jiqîne. Wek Perengpereng bûye: Ji hev pi jiqiye…]

Li dawiyê em dikanin bibêjin, ku peyva “Ceger” di helbestên Melayê Cezîrî de gelek caran bi kar hatiye û her wekî xwe, ne wekî “Cîger”…

Ne tine germe dibarin, me ji qewsan du hîlal

Me ji mijgan siyeh têne ceger tîr û xedeng (r.84)

[Binêr: Dîwan a Şeyxê Cezîrî, ku li Sûriye hatibû çapkirin, hema ti ştek li ser berhevkarê dîwanê ji pêşnavê wî bêti r tune ye, ew bi navê Mihemmed Nûrî ye, û sergotineke gelek balkêş a bi Erebî ji pi rtûkê re nivîsiye, tê de diyar dibe, ku ew mirovekî roşenbîr û zana bûye…Tew navê çapxanê an sala çapkirinê jî li ser pi rtûkê nînin.]

Pertoyê Hekarî jî di helbesteka xwe de dibêje:

Nexweş û xeste me îro, ji cefa sîmberê

Ka h‘ekîmek ku bibêjt ji derdê min xeberê

Αlleta min ku bizanit bi nebdd û beşerê

Ey tebîba me, te da me heme rîşa cegerê (r.86)

[î’llet: Bi Erebî ye, bi wateya derd. Nebdd: Bi Erebî ye, bi wateya lêdana dilî, beşer bi Erebî ye, bi wateya çermê rûyê mirov. Tebîb bi Erebî ye, bi wateya Toxti r.]

Helbesteka wî jî bi navê (Li zexma xûna Cegerê …) heye.

Ew di helbestekê de jî dibêje:

Geh ji gul dil min bi huzn e, geh ji bulbul der fîxan

Geh ji hecrê min cegerrîş e, ji xaran xar xar (r. 202)

[Huzn: Erebî ye: Xemgînî. Hecr: Dûrketina yar. Xar: Sti rî]

Ew di parçeyeke dî de jî dinivîse:

Nazêt te ê sed rengit, xûn xûna feqîran

Emma bi cegerxwarî xwe ne xwartirim ez ( r.218)

[Emma bi Erebî ye: Hema.]

[Binêr: Dîwana Pertoyê Hekarî, berhevkirina hêjaTehsîn Îbrahîm Doskî, Spîrêz, Duhok 2006]

Hozanvanê me yê dî yê mezin, Feqê Teyran, xudanê gelek beytên navdar, wekî beyta dil î, beyta Dimdimê, beyta Bersîsê evdal û beyta Şeyxê Sena’nî û hinekên dî, di helbestên xwe yên tijî evîn û cegersohtin, peyva „Ceger“ bi kar aniye, ne „Cîger“…

Di beyta Dimdimê de dibêje:

Sert a qedem tê kore bûn

Sitî di sor û zer bûn

Fêris dipir ceger bûn

Ji nêv kelê bi der bûn (r.196)

[Ser: Serî. Qedem: Bi Erebî ye: Pê. Fêris : Egîd]

Di beyta Bersîsê evdal de dibêje:

Kêra ji destê esmeran

Sor eji xûna cegeran (r. 287)

Dihelbesteke dî de dibêje:

Sofiyan yarê keçê bir

Şeyx ji ser dînê neçê bir

Cegera tersa peçê bir

Şehsuwarê x’aretê (r.429)

[Neçê: terse çê. Şehsuwar: Mîrê suwaran. X’aret: Bi Erebî ye: hêriş]. [Binêr dastana Feqiyê Teyran, ku ji aliyê hêja Seîd Dêreşî ve, hatiye amadekirin, Spîrêz, Duhok 2005]

Ez dibînim eve wekî nimûne ji hozanvaniya kurdî ya kevnare bese bo rastki rina zimanî li ser „Ceger“ û „Cîger“…û tew pêwîstî bi nimûneyin dî ji helbestên kevnare nîne…

ZZZZiiiimmmmaaaannnn

Page 17: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

17

ZZZZiiiimmmmaaaannnn

Pirtûka mamoste Beyar Robarî Seyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdî

(xelek 11) Xwendevanên hêja; Hûnê di vê xelekê de heft beşan bixwînin, ku ew jî evin;

1. Elfbeya kurdî 2. Tîp 3. cûreyên tîpan

4. tîpa dubare 5. taybetmendiya tîpa (U).

6. taybetmendiya tîpên (E û Î) 7. xîmên zimanê kurdî.

Elfbeya kurdî: Kurdish alphabet. 81

B. Zêdera nependî/neberbiçav: Zêdera nependî dikeve dawiya navdêrên kû ji wekheviyên xwe hatinî veqetandin, lê nehatînî binavki rin û bi biservebûna van zêderên kes în an ti ştîn neberbiçav şanî me didin. Cureyên zêderên nependî ev in: (ek, ekî, ekê, na , nan, in).

Yekanî: singular. Nêr: male (ek, ekî, yek). Wî karek din ki r. Mirovekî xwe kuşt. Gundiyek çû ba jêr. Kesekî li tembûrê dixis t. EK - Ev zêder (paşgîn), jibo yekejmara zayenda nêr û mê ye. İN - Ev zêder (paşgîn), jibo pi rjmara herdu zayendan. Ev herdû zêderane dikevin paşiya wan navdêrên ku hêj biserê xwe ne û tu berkar bi wan ve nehatiye gi rêdan. Gayek hat Ganin hatin Çêlek çû Çêlin çûn Me hespek dît Me hespin dîtin Me noginek ki rî Me nognin ki rîn Dema em dibêjin "gayek hat", em wî gayî ji wekhevên wî cûda dikin, lê em wî nadin zanîn gelo ev kîjan gaya ye? an gayê kê ye? Em wî bi vê zêderê (paşgînê) nebinavki rî dikin. Pîşeya zêderê nebinavki rî ji numîneyên jerîn xweş tê gihîştin. -Min dît hespek kete hêr. -Gelo çi hesp kete hêr? Hespa kê ye?

Mê: female (ek û ekê). Tirimbîlek wê ya nû heye. Jinekê û mêr ve digi rtin hev. Hespekê ji me re bikire. Pisîkekê berda embarê.

82 Piranî: (nêr û mêr). plural : male and female.

-an Jibo zarokan sibe dibistan tune. Pi raniyê kurdan li bakûr dimînin. Darên zêtûnan bixêr in. Herdem mirovan arîşen gerek e.

-nan Piraniyên rojnemevanan nûçegerin. Li gor bajarvanan, gundî tiştekî nizanin! Mûzîkvanan konsêrtek baş pêşkeşki rin. Di ranan heroj paki rin divê.

-in Civaka me pi ranî jinin. Gerliya hemî xurtin. Zozan ti jî gulin. Laleyên Holenda ciwanin.

Hîndarî -45 Valahiyên jêrîn bi zêdera pendî (a, ê, ên) di rust, dagi re. 1- Kîjan zarok ………. bê nan e? 2- Dar……….. me hîsal ber negirtin. 3- Film………. me dîtî baş bû. 4- Nan………. sêlê xweş e. 5- Zebeş………. Amedê mezin in. 6- Deşt………. Cûmê bi dar e. 7- Çêl………. me belek e. 8- Pel……… daran diweşin. 9- Nav……… kurdî cûda ne. 10- Dar……… zêtûnê li Efrînê pi r dibin. 11- Xwendekar……… ji cûda netewan e. 12- Kolan…….. gunde me fere ne.

83

Hîndarî -46 Valahiyên jêrîn bi zêdera nependî (ek, ekî, ekê, na , nan, in) dagi re. 1- Kes…….. biyanî mala me ki rî. 2- Wê heval…….. xwe peyda ki r. 3- Wan pi rtûk……… rake. 4- Qedeh………. bi min de. 5- Sêv……… me sor in. 6- Ez di ran……… her ro dişom. 7- Na, kes……… li te nepirsî. 8- Tu kanî ji min re ferheng………. biki rî? 9- Nan……… ji kerema xwe bi min de. 10- Xwendev…………. çîrok xelas ki rin. 11- Ev behcanan rind ………. . 12- Ev fîs tana jibo bûk………. baş e. 13-Ez mirove……… ji wan nas dikim. 14-Par……… ji min re derîne.

Hîndarî -47 Peyvên jêrîn bi zêdera pendî/berbiçav (-a , -ê, -ên) di rust, dagi re. 1- Mal……… gewir. 2- Berx…….. nêr. 3- Dar……... gozê. 4- Keç…….. me. 5- Pênûs…….. reş. 6- Hinar……… şêrîn. 7- Per………. kaxezî. 8- Baz……. ciwan. 9- Kew……… şêrîn. 10- Gul……… zer. 11- Hunguv………. mor. 12- Xwendekar………. zîrek 13- Mirov………. Jêhatî. 14- Sêv………. teze.

……….. Dumahi heye ………..

Page 18: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

18

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên ÇaÇaÇaÇarrrrşşşşembêembêembêembê Xelek – 43

Hûrî li Sûriya, Filestîn û Urdinê

Destpêk:

Daku em bandora gelê (Ĥûrî = Xûrî = Xûřî = Hûrî = Horî) li şaristaniyên rojavayê Asiyayê nasbikin, pi r gi rînge ku em li wê erdnîgariyê û wan herêmên ku Hûrî lê belavbûne - çand û şaris taniya hûrî lê belavbûye - temaşe bikin. Hêjayî gotinê ye ku em bêjin, hên ji nîveka hezarsala sêhem b.z. da erdnîgariya rojavayê Derya Sipî herêmeka di jberî û keftelefta navbera Hûriyên li bakur û gelên biyabanê (Amûrî / Ken'anî) li başûr bû.

Li dor sala 1500 b.z. padîşahên şaxên Mîttanî mîrîtî û padîşahiyên biçûk yên Hûriyan di bin sîwana yek padîşahiyê da ki rin yek ku paytextê wê Waşûkanî (Washukkanni ) bû (niha li nêziya ba jarê Kurdan Serê kaniyê li rojavayê Kurdistanê ye). Li dor sala 1450 b.z. padîşahiya Mîttanî bû hêzeka gewre li Rojhilata Navîn û nîvê bakur ji Sûriyayê heya bajarê Homsê (navê rayekî Emesa ye) xis te bin desthilata xwe. Di rastiyê da belavbûna Hûriyan li rojhilatê Derya Sipî hên pêş avaki rina padîşahiya Mîttanî bi çend sedsalan bû. Gelo belavbûna wan çawa bû?

Hûrî li Sûriyayê:

Evin hin agahdariyên ku dîrokzanan gotine:

• Hên ji sala 2200 b.z. da Hûrî li bakurê Sûriyayê bi cih bûne1.

• Taybetmendiya şaristaniya bakurê Sûriyayê here kêm ji sedsala 16-an b.z. da taybetmendiyeka hûrî bûye2.

• Rûniştivanên bajarê Ûgarêt: Hemû

rûniştivan... ne ji Samiyan bûn, beşek ji wan ji ni jadê hûrî bûn ku di wê demê da beşekî ne biçûk ji rûniştivanên seranserê Sûriyayê bûn3.

n herêma bakur) mabûn jî, nixumî bûn"1.

• Divêt em ra jeya rûniştivanên xûrî li bakurê Mêzopotamiya û bakurê Sûriyayê biçûk nebînin. Ra jeya navên xûrî di nivîsên heyama babilî kevin da li Alalax pi r bilinde, tevî ku senseleta herêmî senseleteka amûrî bû. Bi sedsala 15-an b.z. ra Alalax êdî bi gelemperî bûbû hûrî4.

Alalax li deşta Ĥemqê ye. Ev deşt berdewamiya deşta Cûmê ye li başûrê herêma Efrîn. Navê (Ĥemiq) bi erebî tê maneya nizim; yanê (Cûme) bi zimanê kurdî.

• "Hûrî li Sûriyayê, li ba jarê Alalax bûn hêmanekî xurt. Ev bajar li ser çemê Asê li beşê bakur dikeve"5.

n ra şandiye9.

• Li Sûriyayê hate xuyakirin ku serekdariya

ba jarê padîşahî, di warê hundirîn da, di destê serdarekî hêzdar da bû. Li tenişt wî çîneka Mariyano yên xwedî kelîje hebûn; ev kes ji çîna dewlemandên ji kok û rayên Hindo-Ariyanî bûn. Ev çîn di destpêkê da ji xwediyên erebeyên şer pêkdihat ku ji bo leşker û rêveberiya padîşahî hîmê bingehîn û sereke bû6.

Mariyano navê siwarên hûrî ye. Ev peyv ji guhartoyên peyva "mêr, mêranî" ya kurdî hatiye ku tê maneya (mêrxas , leheng).

Hûrî li Filestîn û Urdinê:

• "Ji şervanên girîng ku welatê Filestînê

talankirine û ne Samî bûne ji Hûriyan bûn. Bi herhal ew ji wan Hûriyan bûn ku li welatê Edûm, hên pêş hatina Edûmiyan, bi cih û war bûbûn"7. Herêma Edûm li başûrê Files tîn û Urdina niha

dikeve heya bi kendava El Eqebe )خلیج العق�ة( .

• "Hûrî ji nîveka hezarsala sêhem b.z. da

xuyabûne û di hezarsala duwem b.z. da roleka pi r gi rîng leyîstine... Hûrî koçî Filestînê bûne û li

herêma çiyayê Se'îr )جبل سعیر( , li başûr-rojhilatê

Files tînê rûniştine"8.

Se'îr herêmeka çiyayî ye bi navê Edûm hatiye naski rin; ew ji Derya Mirî (Derya Lot) da heya bi kendava

kendava El Eqebe di rêj dibe. Li rojhilatê wê biyabana erebî ye û li rojavayê wê

geliyê Erebe ) واد� عر�ة( ye. Kopên van çiyan heya

4500 pêh (1463 m) di ser rûyê deryayê ra bilindin. Hûrî li van çiyan ji zû da bi cih bûbûn. Navê van çiyan li gor navê serdarekî wan bi navê Se'îr hatiye naski rin9. • "Di Tewratê da hatiye ku Hûrî bi Amûrî û

Ken'aniyan ra ketine şer û ber bi çiyayê Se'îr va têvedane û paşê jî Edûmiyan bera wan ji wir daye"10.

• Navê Hûriyan wek gelên ku li erdê Ken'an

) �نعان( rûniştibûn di pi rtûka "Heyama Kevin"

(beşê tewratê yê kevin) da hatiye binavkirin. Lê belê hin nîşanên din hene ku piştrast dikin Hûrî li nawenda Filestînê û bajarê Şekîm (Nablûs) rûniştibûn... Hin zaniyar dibînin ku Yebûsî ji Hûriyan û ne ji Ken'aniyanin"11.

Hêjayî gotinê ye ku em bêjin, Yebûsî rûniştivanên Yebûsê yên kevinin. Yebûs navê wî bajarî ye ku di heyama ibranî da nav lêki rin (Ûrşelayîm) û Îliya , û bi erebî nav lêki rin (Beyt El Meqdês = El Qudus).

• Edûmî li Petrayê )البتراء( rûniştibûn û

"pêşiyên Edûmiyan li herêma Se'îr Hûrî bûn"12.

Wek tê zanîn, ba jarê Petra ba jarekî arkeologî pi r

kevine, di zinaran da ) منحوتة داخل الصخر عر�ة( hatiye

avaki rin, ew pi r dişibihe xaniyên ji zinaran li hin çiyayên bakur û başûrê Kurdistanê. Ev diyarde derbirîna hezki rina Hûriyan ji çiyayan ra ye û ev hunera hûrî ya avaki rina xaniyane ku li gel wan diçû her warê ku ew lê diman.

• Nivîskarên Tewratê Hûrî û Yebûsiyan ji êlên xûrî dihejmêrin. Xûrî li herêma Edûm bi navê "Hori" navdar bûne. Ev şêwazê ibranî ye ji peyva "Hurri" ra 13.

LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Page 19: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

19 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Xelek – 44

Şopên Hûriyan

di Kelepora Rojhilata Navîn û Cîhanî da (beşê yekem)

• Hûrî li erdê Ken'an ji Ken'aniyan heya di sazûmana xwe ya siyasî û civakî da jî cihê û cawaz bûn û li ser sazûmana baviksalarî hatibûn bi rêxis tin ku rêveberî di nav wan da di destê navserekî (rihsipî) da bû û ne padîşahekî. Rûniştivanên bajarê Nablûs - here kêm beşek ji

wan - ji Hûriyan bûn û "Hûyî �ون ( ) الحو " jî Hûrî ne;

bi ibranî jêra dibêjin (Hûyîm)14.

• Jêderên tewratî derbarê ba jarê Yebûs da agahdariyê didin ku "li tenişt rûniştivanên ken'anî û amûrî yên kevin hêmanên ji Hûrî-Hittîtan jî hebûn, ew li bajêr rûniştibûn û şêwazê yebûsî li gor wane ku li bajêr pêş hatina benî Îsraîl rûniştibûn"15.

Divêt bê zanîn ku di jêderên ibranî da hin caran navbera Hûrî û Hi ttîtan tev li hev ki rine.

Ji Hi ttîtan ra Hûrî gotine ji ber ku di warê erdnîgarî û çandî da herdu gel tev li hev bûne.

• Fer'ewn Tiĥûtmûsê Çarem (ji 1413 - 1405

b.z. serdarî ki riye) "di nav hemdemên xwe da bi lexemê "vekirdarê erdê Xarû (Hûrû)" navdar bûye. Ev nav, wê demê, li ser zimanê Misi riyan ji erdê Ken'an ra navê naski rî bû"1.

• Navên wek "Ĥatî, Ken'an, Hurru (Hûrû)" têgînên erdnîgarî gelemper bûn ku ji Sûriya , Files tîn û rûniştivanên wan ra dihate gotin1.

• Herweha Hûrî li hin beşên Asiya Biçûk, Sûriya û Files tînê jî belav bûne bêyî ku ti padîşahiyên berdewam avabikin. Hebûna Hûriyan di nîveka hezarsala duwem b.z. da li Bogas-Koy, paytextê Hittîtan (li Anatoliyayê), li Ras-Şemra (Ûgarêt li ser kenara sûrî li bakurê Laziqiyê), li Ûrşelîm....û li welatê Edûm (El Hûr) hatiye piştrastki rin1.

Evin hin agahdariyên ku di jêderên dîrokî da derbarê belavbûna Hûriyan li Sûriya , Filestîn û Urdinê hatine. Niha ma ku em li şopên çanda Hûriyan di erdnîgariya derdora Derya Sipî da bikolîn.

1 Gernot Wilhelm, rûpel 107.

2 Gernot Wilhelm, rûpel 128.

3 Ahmad Arhayem Hibo: Dîroka rojhilat a kevin (Sûriya),

rûpel 242.

4 Jean Bottérro û hinên din: Rojhilata Nêzîk û

şaristaniyên destpêkî, rûpel 200.

5 Hary Sager: Mezinahiya Aşûr, rûpel 53.

6 Abraham Malmat, Hayim Tedmor: Îbranî û benû Israîl,

rûpel 74.

7 William Langer: Berfirehiya dîroka cîhanê, 1/64.

8 Ebdulwehhab El Missiri: Cihû, Cihûtî û Siyonîzim di

dîrokê da, Bend 4, beş I, babet 6, destpêk: Hûrî.

9 Ahmad Suse: Şîroveya Ereb û Cihûyan di dîrokê da,

rûpel 812.

10 Ebdulwehhab El Missiri: Cihû, Cihûtî û Siyonîzim di

dîrokê da, Bend 4, beş I, babet 6, destpêk: Hûrî.

11 Ebdulwehhab El Missiri: Cihû, Cihûtî û Siyonîzim di

dîrokê da, Bend 4, beş I, babet 6, destpêk: Hûrî.

12 Philp Hatti û du kesên din: Dîroka Ereban, rûpel 103.

13 Cemal Ehmed Reşîd: Xuyabûna Kurdan di dîrokê da,

1/134, nîşe 34.

14 Abraham Malmat, Hayim Tedmor: Îbranî û benû

Israîl, rûpel 150.

15 Abraham Malmat, Hayim Tedmor: Îbranî û benû

Israîl, rûpel 91

16 Abraham Malmat, Hayim Tedmor: Îbranî û benû

Israîl, rûpel 83.

17 Thomas L. Tomsen: Dîroka kevin ya gelê îsraîlî, rûpel

189.

18 Sayid El Qimni: Pêximber Mûsa, 2/254.

Dîmenek ji Xûrz-Abad

Bi me ra derbas bû ku hên ji dawiya hezarsala sêhem b.z. da pi raniya pêşiyên Kurdan bi navên wek (Hûrî = Horî = Xûrî = Xûřî = Sûrî) li gor navê rojê (hûr = xûr = sûr) û li gor xwedayê rojê (Ahûra = Asûra = Aşûra = Sûryaş) hatine naski rin. Navê

wan di jêderên erebî da bi şêwazê (Ĥûrî) )حور�(

belav bûye. Bi herhal, ev ji kelepora Îbranî hatiye wergi rtin; ji ber ku ev nav di pi rtûka îbranî pîroz da (Heyama Kevin) bi vî şêwazî hatiye1.

Dîsa bi me ra derbas bû ku Hûrî li Asiya Biçûk rûniştibûn û herweha li Sûriyayê jî bi hejmareka gelek bilind hebûn. Dr. Ehmed Hibbo, mamostayê zimanên samî li zanîngeha Helebê, dibêje ku ni jadê hûrî di wê demê da "beşekî ne biçûk ji gelha Sûriyayê bi giştî pêkdianî"2.

Hin êl û malbatên Hûriyan li Filestîn û başûrê Urdinê jî rûniştibûn. Dîrokzan Wilhelm Gernot dibêje: "Hûrî li dor dawiya hezarsala sêhem b.z. ji herêmên çiyayî yên bakur-rojhilatê Mêzopotamiya hatine û ketine bin bandora şaristaniya sûmerî-akkadî, û di nîveka hezarsala

• xwedawendên Hûriyan bû; ew xwedayê baran û bi rûskê ye û li bajarê Ûgarêt, li ser kenara Derya sipî bû. Ew li Sûriyayê bi navê (Ĥeded =

Heded = Adad) )أداد= هدد= حدد( dihate naski rin.

Wisa tê xuyakirin ku ev nav ji taybetmendiya wî bû. Ev di zimanê kurdî da tê maneya (dad, dadmend,

duwem b.z. da roleka girîng di gihandina şaristaniyê da bo Sûriyayê û Asiya Biçûk leyîstine"3.

Emê niha bi kurtahî hin bandorên çanda hûrî di çandên rojavayê Asiyayê da bi taybetî bidin xuyaki rin. Divêt bête zanîn ku çandên rojavayê Asiyayê piştî wê bi rêya Cihûtî, Ki rîs tiyanî û Îslametiyê li seranserê Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûne. Divêt herdem li bîra me be ku çanda hûrî di bingeha xwe da çandeka rojeyî (şemsanî) ye; sembola wê ya pîroz roje.

Hin embaz (model) ji bandora çanda hûrî:

• Xwedawend Teşşûp (Tishshup): Ev mezinê xwedawendên Hûriyan bû; ew xwedayê baran û bi rûskê ye û li ba jarê Ûgarêt, li ser kenara Derya sipî bû. Ew li Sûriyayê bi navê (Ĥeded =

Heded = Adad) )أداد= هدد= حدد( dihate naski rin.

Wisa tê xuyakirin ku ev nav ji taybetmendiya wî bû. Ev di zimanê kurdî da tê maneya (dad, dadmend, dayende).

Xwedawend

Tishshup

bi

kopiya

xwe

ya

hittîtî

Page 20: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

dadmend, dayende). Ji bo wî perestgeheka mezin û navdar li bajarê Helebê hebû. Dibe ku ew perestgeh be, ya ku di keleha Helebê da hate vedîtin4.

Hin xwedawendên pantheona hittîtî jî di bingehê da hûrî bûn5.

• Lexema (Îblîs / Şeytan): Di mîtologiya hûrî da ji dêlîndêzên dûrxis tina mirov ji bîmarî û nexweşiyan ra (Nukkeşşî) digotin. Ev nav dişibihe peyva kurdî (nexweşî, nexoşî), yanê nexweşiya neçê. Di wê demê da oldarê hûrî sê tilûr (teyr) dianîn, hemû gunhên gel diavêtin ser wan, ew dikirin qurban û ji dêla gel va ew dişandin cîhana jêrîn (dojehê)6.

Li ba Îbranan ji dêl îndêza paqijyê ra digotin (nêriyê gunehkariyê) yan jî (gayê gunehkariyê). Oldarê Îbranî hemû gunehên gel diavêtin ser wî; ew serjêdiki r yan jî berdida çol û beriyê. Piştî wê, ev dêlîndêz guherî û bû "berxê qurbanê" di çîroka pêximber Îbrahîm û kurê wî Îshaq da, li gor gotûbêja tewratî. Wisa tê xuyaki rin ku dêlîndêza "Nukkeşşî " di bingehê da baweriya bi hebûna heyberekî şerxwaze (Ahrîman / Îblîs) di Zerdeştî, Cihûtî, Ki rîs tiyanî û Îslametiyê da.

Dibe ku ev lexem di kelepora ki rîstiyanî da guherî be û bûbe (Şeytan) û ji wir ketibe kelepora erebî. Bi herhal, lexema (Şîtan) - li gor bilêvkirina gelêrî misi rî - ji navê xwedawendê şer yê misirî (Sît) hên ji dema pêş Ki rîs tiyaniyê hatiye (bi înglîzî "Seth"). Wek tê zanîn, Misi r landika geşbûna xweda wendiya Ki rîstiyanî bû li tenîşt Fil testînê û Asiya Biçûk7.

• Lexema (Beg): Navê xwedawendekî ji

xweda wendên Hûriyan "Baga" bû û navê padîşahê hûrî (Begok) ji navê vî xwedawendî hatibû wergirtin. Ev xwedawend li ba Kaşşiyan (xizimên Hûriyan) jî naski rî bû. Kaşşiyan perestina vî xwedawendî bi navê xwedawend (Bugaş) xistin Mêzopotamiya; dema ku di navbera (1531 - 1157 b.z.) li wê herêmê desthilatdar bûn. Ji navê vî xwedawendî navê bajarê (Baga Dad = Beg Dad = Bexdad) yan jî (Beg da = Bex da) Bexda; yanê diyariya xweda Bag hatiye.

Dema ku Erebên Misilman di nîveka sedsala heftan z. da welatê Îraqê talanki rin Bexdad gundekî biçûk bû û bazar lê hebû. Bi herhal, bi derbasbûna sedsalan û paşketina mîtologiya hûrî, navê xwedawend (Baga) di kelepora kurdî da guherî û bû lexema (Beg) ji bo bilindki rina ni rxê mirov û di heyama Osmanî da belav bû8.

• Adem - bavê mirovatiyê (Adamma): Ev jî navê xwedawendekî Hûriyan bû9.

Em dûr nabînin ku peywendiya vî navî bi çîroka Adem bavê mirovatiyê ra hebe. Li gor gotûbêja tewratî herêma (bihuşta Aden) ku Xweda di wê da Adem û Hewa afi randibû li welatê Hûriyan, li nêziya çavkaniyên Di jle û Ferat bû. Di Tewratê da hatiye: {Xweda li rojhilat bihuştek li Aden çand û Ademê ku afirandibû xiste nava wê. Xweda di erdê da her dareka ku çavên mirov dikişîne û çeja wê xweşe çand û gihand}

له { ت . وغرس الرب اإلله جنة يف عدن شرقا، ووضع هناك آدم الذي جبـ وأنـبلألكل الرب اإلله من األرض كل شجرة شهي }ة للنظر وجيدة

10.

Di mîtologiya sûmerî da hatiye ku xwedawendên Anunnaki hemû astên serwerî di destên xwe da hiştibûn û karên giran û bi cefa ki ribûn para xwedawendên Igigi. Piştî pi r salan di vê rewşê da, xwedawendên Igigi li di jî Enlil, mezinê xwedawendên Anunnaki, serî hildan. Hîngê Enlil ferman da ku heyberekî mirovî bê afi randin daku li cihê xwedawendên Igigi bi van karên giran rabin.

Bi sûmerî nav li vî heyberê nû ki rin (Lu Lu) û Ademu. Îbraniyan ev nav bi şêwazê Adma wergi rtin û bi şêwazê Adem kete kelepora îslamî. Me berê nîşan bi wê yekê dabû ku (Sûmerî - Sûbarî - Hûrî / Sûrî) hemû di bingehê da vedigerin ser yek erdnîgarî û çanda hevbeş11.

• Hewa dayîka mirovatiyê: Xwedawendeka Hûriyan hebû jêra (Hepat, Xepat) û herwisa (Hebat) û (Hibat) digotin. Ew xwedawenda rojê û kebaniya xwedawend Tishshup bû. Ev nav bû beşek ji navê hin dotmîrên Hûrî-Mîttaniyan. Ji wan, herdu dotmîrên Mîttaniyan ku bi Fer'ewnên Misi rê ra şû bûbûn (zewicî bûn); ew jî (Gilo - Hipa) û Tadu - Hepa) bûn. Ev nav bi şêwazê (Hipat) yan jî (Heywat), yanê xwedawenda dayîk hatiye. Îbraniyan ji dema pêximber Îbrahîm da ew wek dayîka gewre ji bo hemû mirovatiyê hejmartine.

Bi rêya Îbraniyan navê wê bi şêwazê (Ĥewa) )حواء(

kete kelepora îslamî12.

Wêneyê padîşahekê ku bawer dikin

ew nîşana xwedawend Xepate

• Lexema (Xirîst): Şêwazê îngl îzî ji peyva (xi rîst) ra (Christ)-e û tê maneya (mesîh, lêhîştin), yanî bi zeyta pîroz hatiye lêhîştin. Ev dêlîndêza tahrîl di mîtologiya pi raniya gelên herêma Derya Sipî da heye; bi taybetî jî li rojavayê Asiyayê.

Ev peyv vedigere ser peyva yûnanî (Χριστός). Hêjayî gotinê ye ku em bêjin: Ev peyv bi nîşandana Ki rîs tiyaniyê (Chris tianity) û Ki rîs tan (Chris tian) cara pêşîn li bajarê Entekê (Intakiya) hatiye xuyakirin. Ev ba jar di wan herêman da bû ku çanda hûrî (şemsanî / mîtrayî) bi çanda ewropayî Helenî (Helenic cul ture) ra li rojavayê Asiyayê tevlihev bûbû.

Ji lew ra , em dibînin, bi herhal , rahê navê (xi rîs tû) vedigere ser navê (Hûrî = Xûrî = Xurî). Bi me ra derbas bû ku Mîtra (xwedayê rojê) ji xwedawendên here gewre bû li ba Mîttaniyan û yek li lexemên wî (Mesîh) bû, yanê ri zgarkerê mirovatiyê ji gunehên mezin (vegere ser lêkolîna

me. Peywendiya navbera Mîtrayî û Kirîstiyaniyê di vî

lînkî da: https://app.box.com/s/782bdr43x6ynxz4rvvw02

jnek2d6w26r). Li ber ronahiya vê rastiyê, tê xuyaki rin ku çima di avaki rina keniştan da berê wan didin aliyê rojhilat; rûyê Ki rîstiyanê mirî jî, dema vedişêrin, didin rojhilat; ji ber ku derketina rojê wek sembola birêz Îsa û ronahiya wî têye dîtin. Di dêlîndêza tahrîl da oldar û alîgi rên wî berê xwe didin rojava, wek nîşana nepeji randina Şeytan. Di pey ra berê xwe didin rojhilat daku (zagona baweriyê) bixwînin. Guhartina ji rojava ber bi rojhilat nîşana guhartina ji tarîtî ber bi ronahiyê ye (çi fbûna Ahûra-Mezda û Ahrîman).

• Lexema (Xûrî): Lexema (xûrî), li gor têgihîştina ki rîs tiyanî, keşeyê gunde; ew ser bi keşeyê bajêre. Şêwazê latînî yê peyva (Khouri) di gelek zimanên ewropayî da wek îtalî, almanî, fi ransî, înglîzî, îrlandî jî tê bikaranîn. Di zimanê rûsî da bi şêwazê (Xypи) hatiye û wek (Xûrî) tê gotin. Di zimanê si rbî da bi şêwazê (Кхоури) hatiye û dîsa wek (Xûrî) tê gotin. Wisa tê bawerki rin ku bingeha gotinê ji yûnanî hatiye (Χούρι) û bi awayê (Xûrî) tê gotin. Em wisa bawer dikin, ku bi herhal, Yûnanan jî ji navê (Hûr = Xûr) wergi rtine. Tiştê ku vê yekê piştrast dike ewe ku di erebî da li gor beşki rina ki rîstiyanî rojhilatî bi şêwazê (Şemas)

)ماسش ( hatiye wergerandin.

Jêder 1 Heyama Kevin, rêwîtiya Pêkhatinê, Eshah 36, ayet

20-28. Sifir El-Tasniya, Eshah 2, ayet 12.

2 Ahmad Hibo: Dîroka rojhilat ya kevin, rûpel 242.

3 Wilhelm Gernot: Hûrî, rûpel 24.

4 Ahmad Hibo: Dîroka rojhilat ya kevin, rûpel 242.

5 Maurice Croissier: Dîroka şaristaniyan ya gelemper,

1/107. Wilhelm Gernot, Hûrî, rûpel 54.

6 Wilhelm Gernot: Hûrî, rûpel 133, 134. Fadil

Abdulwahed Ali: Ji Sûmer ta bi Tewratê, rûpel 154.

7 Heyama Kevin, Sifir Al Lawbiyin, Eshah 16, ayet 9-11,

21-22.

8 Komek ji lêkolîneran, Kerkûk, rûpel 169, nîşe 3.

9 Wilhelm Gernot: Hûrî, rûpel 107.

10 Heyama Kevin, rêwîtiya Pêkhatinê, Eshah 2, ayet 7-

9, 15.

11 Samuel Kreimer: Ji tabloyên Sûmer, rûpel 191. Jems

Mars: Desthilat bi nehînî, rûpel 532-533.

12 Wilhelm Gernot: Hûrî, rûpel 107. William Langer:

Berfirehiya dîroka cîhanê, 1/62.

20

Xeda

wenda

şer

ya

misirî

Sît

Page 21: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

21 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Emê li jêr bingeha hûrî ya hin navên erdnîgarî li rojavayê Asiyayê bînin ziman.

Yekem - navê Sûriya:

Me berê mijara peywendiya Sûriyayê bi Hûriyan ra di pi rtûka "Padîşahiya Mîttanî ya Hûrî" da gengeşe ki ribû, û encamên ku em wê hîngê gihîştibûnê bi behane û dawerên nû û xurt di lêkolînên piştî wê ra , bi gengeşekirina peywendiya navbera Sûbarî û Aşûriyan, piştrast ki ribû, û her wisa di lêkolînên ku me derbarê ayîna Mîtra (Mehir) ya şemsanî da belavki ribûn. Em gihabûn van encaman:

1 - Ayîna şemsanî (rojeyî) li ba hemû pêşiyên Kurdan, hên ji dema sûmerî da , serwext bû. Di heyama mîtologiya destpêkî da , roj xweda bû. Bi pêşveçûna zanîn û hişyariyê û şiyana cudakirina navbera ti ştên daringî û tiştên ramanî (razber) û xuyaki rina destpêka ayînên bilind (Yezdanî wek nimûne), êdî roj bû sembola xwedayê gewre û yekane.

2 - Ji şêwazên navên rojê yên asayî li ba Ariyanên rojhilatî (ji nîveka bakurê Hindis tanê da bigi re heya bi Kurdistan û Asiyaya Biçûk jî di nav da) ev bûn (Mihir, Mithra, Mîdra, Hûr, Xûr, Sûr) û bi şêwazên xwe yên ayînî (Mihir, Mîthra, Axûra, Ahûra, Asûra, Sûrya, Sûryaş) bûn.

3 - Navê xwedayê şemsanî (Sûr, Asûr, Sûrya, Sûryaş) di çanda sûbarî, hûrî/mîttanî da serwext bû. Di lêkol înên derbasbûyî da me dît ku hên ji dawiya hezarsala sêhem b.z. da , kelîja hûrî ya çandî û siyasî ji başûrê Kurdistanê da heya Asiyaya Biçûk (nîvê rojava ji Turkiya niha), û heya kenarên Derya Sipî (nîvê bakur yê Sûriya niha jî têda), di rêj dibû.

Pdîşahiya Mîttanî ya hûrî

Dîsa bi me ra derbas bû ku dema Roman di sedsala yekem b.z. da Asiyaya Biçûk xistin bin destê xwe, li wê derê sê padîşahiyên kurdî hebûn - wek ku Mihirdad Izadi dibêje - ew jî padîşahiya Kapadokiya (Cappadocia), pdîşahiya Komagênê (Commagene) û padîşahiya Pontê (Potus) bûn, û

ew ji alîgirên ayîna semsanî (Mihir, Hûr, Sûr) bûn.

de.

Asiya Biçûk

Aşûrî di bingehê da tevlihevin ji Sûbariyên Ariyanî (rûniştivanên Sûbartû) yên resen û ji Amûriyên biyabanî yên ku di sedsala 19-an b.z. da welatê Sûbartû talanki rin. Navê Aşûriyan ji navê xwedawendê Ariyanî (Asûr) hatiye wergi rtin. Ev Asûr xwedawendê niştîmanî li Sûbartû bû hên pêş talana amûrî. Ew wisa jî ma, lê belê nav hate guhartin û bû (Aşûr) li gor bilêvki rina akkadî-amûrî, bi guhartina tîpa "s" bo tîpa "ş" û hin dêlîndêzên xwdawendê babilî Mardox (Mardok) jî tev li mîtologiya xwedawend Aşûr bûn.

5 - Dema ku dîroknasên yûnanî (îxrîqî) agahdariyên derbarê gelên Asiya Biçûk, Mîttanî û bakurê Sûriya jî di nav da tomarki rin, navê (sûrî, sûryan) li wan gelan ki rin; ew jî ji bo du sedeman: Yekem daku bidin nîşandan ku rûniştivanên wê herêmê alîgi rên ayîna xwedawend (Sûr = Asûr)-in, û duwem daku bidin xuyaki rin ku ew herêm di bin kelîja emperatoriya Aşûrî (Assurian) da ye.

6 - Nivîskarên yûnanî gelê Sûriyayê ki ribûn du beş (Sûriyên gewr) - rûniştivanên Asiya Biçûk; bi taybetî jî yên Kapadokiya (Cappadocia), û (Sûriyên morik = esmer) rûniştivanên nîvê bakur ji Sûriyayê. Dema ku Roman bûn desthilatdarên weltaê ku niha bi navê (Sûriya , Libnan, Filestîn û nîvê rojava ji Urdinê) tê naski rin, navê (wilayeta Sûriya) avêtin ser seranserê vê herêmê1.

7- Di heyamên xilafeta erebî da navê (welatê Şamê) kete cihê navê (Sûriyayê). Niha derfet nîne ku em bi hûrbînî têkevin lêkolîna navê (Şam). Navê (Sûriyayê) di heyamên Selcoqî, Eyyûbî, Memlokî û Osmanî da wendayî bû. Di sedsala 19-an da, bi hatina şandên arkêologî û peywirdarî ewropayî bo Asiya Biçûk ev nav cardin hate vejandin. Li gor peymana Saykes-Pico ya sala 1916-an navê Sûriya avêtin ser dewleta ku niha heye.

Ev bû bi kurtahî rêwîtiya navê (Sûriya) bi di rêjahiya sê hezar sal ku di bingehê da navê xwedawendê sûbarî/hûrî (Sûr = Asûr) bû, û dawî bû navê welatekî erebkirî. Behane û dawerên vê yekê pi rin. Me ev ti şt bi berfi rehî û bi belge di lêkolînên ku me derbarê Sûbarî, Aşûrî û Hûriyan, û ayîna Mîtrayî da belav ki rine.

Duwem - navê çemê Asê Ûrûntes (Orontes):

Ev çem ji komek çavkaniyan ji kuntarên zincîra çiyayên Libnan yên rojava û zincîra çiyayên Libnan yên rojhilat pêktê. Ew dikeve Sûriyayê û berê xwe di deştên parêzgehên Hums û Hemayê ra dide bakur. Di pey ra ev çem deşta Hemqê (başûr-rojavayê deşta Cûmê li herêma Efrîn - rojavayê Kurdis tanê) derbas dike, bi çemê Efrîn ra ku ji rojhilat da tê û bi Ava Reş ra ku ji bakur da tê dibe yek, û bi hev ra li hinda perava Suweydiyê li parêzgeha Îskenderûnê (Turkiya niha) di rijin Derya Sipî.

Çemê Ûrûnt = Hûran = çemê Asê Misiriyên kevin ji vî çemî ra (Araunti) digotin. Di hin jêderên yûnanî (îxrîqî) da bi navê (Orontes) hatiye gotin. Rûniştivanên makdonî yên li bajarê Afamiya (Apamea) navê (Axius ) avêtine ser. Ev ba jar li ber kenara çeme. Dibe ku ev nav û navê çem ji du navên li Balkanan hatibin wergi rtin. Ev şop li ba wan naski rî bû. Bi erebî navê çem ki rin (Al As î Ev ji .( العاصي erebkirina navê makdonî (Axius) hatiye û ne ji ber wê yekê ye wek ku hatiye belavki rin, ew bi vajayî çemên din yên Sûriyayê ji başûr ber bi bakur va diçe.

Di hin jêderan da hatiye ku navê vî çemî (Orontes, Araunti) nepenî ye (ne diyare). Lê belê heger me rastiyên erdnîgarî, demografî û çandî yên hezarsala duwem b.z. dan ber çavan, hîngê tê xuyaki rin ku navê wî vedigere ser navê gelê (Ĥûrî = Hûrî = Ûrî) yê ku li ber kenarên wî di jiya .

Xelek – 45

Şopên Hûriyan

di Kelepora Rojhilata Navîn da (beşê duwem)

Page 22: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

R R R R EEEE N N N N GGGG ÊÊÊÊ

XXXX UUUU NNNN AAAA VVVV

LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

22

Di hin jêderan da hatiye ku navê vî çemî (Orontes, Araunti) nepenî ye (ne diyare). Lê belê heger me rastiyên erdnîgarî, demografî û çandî yên hezarsala duwem b.z. dan ber çavan, hîngê tê xuyaki rin ku navê wî vedigere ser navê gelê (Ĥûrî = Hûrî = Ûrî) yê ku li ber kenarên wî di jiya .

Me berê jî gotibû ku kel îja hûrî - demografî û çandî - di nîvê bakur yê Sûriyayê da (heya bi Humsê) serwext bû. Di pey ra di heyama hûrî-mîttanî da bû kel îjeka siyas î di sedsalên (15, 14, 13 b.z.) da, nîvê bakur ji Sûriyayê beşek ji padîşahiya Mîttanî bû (me bi hûrbînî ev yek bi belge û daweran di pi rtûka: Padîşahiya Mîttanî ya Hûrî da gotiye).

Li ser bingeha van rastiyên erdnîgarî, demografî û siyasî yên piştrast û li gor logîk, navê bingehîn yê vî çemî (Orontes, Araunti) ji navê Hûriyan (Hûran = Ûran) hatiye wergi rtin. Wek tê zanîn, parkîta "an" di navan da, di zimanên Ariyanî rojhilatî da (kurdî jî di nav da), tê maneya gelejimariyê.

Wisa navê (Orontes, Araunti) tê maneya (çemê Hûran = Ûran = Hûriyan). Di nava wergerandinê da şêwazê (Oront = Aurant) wergi rtiye. Di rastiyê da, dema ku Misi riyan navê (Araunti) ji vî çemî ra gotine, nîvê bakur ji Sûriyayê - çemê Ûrant jî di nav da - di çarçewa padîşahiya Mîttanî/Hûrî da bû.

Sêhem - navê Ken'an كنعان :

Di hezarsala çarem b. z. da ew herêma ku niha jêra Iraq عراق û welatê Şamê (Sûriya , Libnan, Filestîn û beşê rojava ji Urdinê) tê gotin herêmeka di jberî û keftelefta navbera gelên biyabanê ji bakurê Cezîra Erebî û gelên çiyayên Zagros û Torosan (pêşiyên Kurdan) bû. Li dor sala 2500 b.z. biyabaniyên akkadî gihîştin Îraqê û xizimên wan yên amûrî gihîştin welatê Şamê.

Ew beşê ku li Filestînê bi cih û war bû bi navê Ken'aniyan كنعان hate naskirin.

Ji baweriyên nû wisa tê fêhmkirin ku bingeha peyva (Ken'an) ne samî ye; yanê ew ne ibranî, ne amûrî, ne aramî û ne jî erebî ye. Ew peyveka di bingehê da hûrî ye (Knaggi); bi maneya boyaxvanê erxewanî2. Dîrokzan û mamostayê zimanên samî yê sûrî Dr. Ahmad Hibbo dibêje: "nivîsên hûrî ji navê "Ken'an" ra "Knaggi" dibêjin3.

Dîrokzanê misi rî Dr. Ahmad Fakhri dibêje:

"Mamostayên lêkolînên samî hewldane ku bikin koka navê "Ken'an" ji bingeheka samî hatiye... Lê belê baweriya piraniya kesên ku niha bi van lêkolînan xerîkin û tê pejirandin ewe ku bingeha peyva Ken'an ne samî ye. Ew derxistina vê peyvê vedigerînin ser peyveka hindo-ewropayî (di zimaê hûrî da) ku tê maneya (boyaxa erxewanî - qirmizî). Ji ber ku ev herêm bi vê boyaxê navdar bû dema ku Hûrî di sedsala 18-an yan jî 17-an b.z. da gihîştin vê herêmê"4.

Çarem - rêya Hûr ya gewre:

Dîrokzanê misirî Dr. Seyyid Al Qimni dibêje: "Ji belgeyên Misirî em dizanin ku rêya şer ya gewre û navneteweyî ku diçe Filestînê bi navê rêya Hûr ya

Navdewletî Gewre dihate naskirin"5.

Ev li navbera bajarê Gazayê li başûrê Filestînê û bakur-rojhilatê Misi rê li nêziya kenara Derya Sipî dikeve. Ev rêya bazi rganî û derbasbûna lêşkeran bû. Gelo ev tê çi maneyê ku rêyeka navneteweyî ya şer di navbera parzemîna Afrîka û Asiya da navê Hûriyan hilgi re? Ma gelo ev ne nîşana wê yekê ye ku Hûrî bi hejmareka pi r mezin li Filestînê hebûne û kelîja wan ya siyasî û bazi rganî di wê demê da li wir hebûye?

Rêya Hûr ya gewre li başûrê Filestî û bakur-rojavayê Misirê

Jêder 1 Sami Se'id Al Ahmad: Sûmerî, rûpel 29. Georg Marhi Hadad, veki rina Ereban ya Şamê, rûpel 6. 2 Ahmad Al Dibish. Fer'ewn û Mûsa li Cezîra Erebî, rûpel 74-75. 3 Ahmad Hibo. Dîroka rojhilat ya kevin, rûpel 105. 4 Ahmad Fakhri : Lêkolîn li dîroka rojhilat ya kevin, rûpel 107, nîşe(1). 5 Seyid Al Qimni : Pêximber Mûsa û rojên dawî yên Til Amarna, rûpel 217.

Xunav SalihXunav SalihXunav SalihXunav Salih

Page 23: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

23

Dr. Muhammed Fethî Eşşaêr Wergerandin bo Kurdî: Cankurd

Kurd Di dema Îmadidîn Zengîde 521 k. (1127 z.) / 541 k. (1146 z.)

Xelek – 3

Li Colmergê wargehê desteya Colmergî ye û ewana welatin pi r bi berf (befr) û baran in û hevserê Orumiyê ne ji welatê Azerbeycanê, û welatê Kuwardat. Ewan jî welatên teniştdarê welatê Colmergê ne ji hêla welatê Romê ve, û welatê Dinbar, ku paş welatê Colmergê ye,û desteya Kurdanli wir desteya Dinyarî ye “Dinbarî” û welatê Imadiyê û keleha Haron û li wir desteya Hekarî û Îmranî ye û şikefta Dawûd, ku tê deKurdên Tenbekî hene.

Û hinek der ji welat û kelehan hene, xudanêd wan Kurdin, û ewan ev in, Kermemlîs, Endeşt, Herdqîl, Sikrak, Qeblîs, Cirmûk, Şinkûs, Behreman, Keleha Aranê, ku jêre keleha Şah dibêjin, Sûnc, Ekrîsa, Yezdegird, Zab, Rîtiye, Dermendat, Erabîlî, keleha Cîlî, Sîdkan, Sahib Rimadan, Şaabaniye, Nimriye-Mihemediye-Kizlik (1).

Û di her rewşê de, Kurd di herêma çiyayî de di jîn, ya ku niha sînorên Tûrkiyê, Iranê, Iraqê, Sûriyê û Sovyêtistanê wan ji hev cîhê dikin, û hejmareke mezin jî ji Kurdan li komara Ermîniya ya sovyêtî û li Ciyorciya dijîn (2).

Parek ji gelê Kurd koçer e û parek dî nîvkoçer e, lê pi raniya pi r jîneke cîwarbûyî dijî û ewan zevînê diçînin, lê karê serekîn pezkarî ye, û pezkarî nimûneyê jîna aborî ye li ba Kurdên koçer, ji ber ku pez li ba wan nîşana samanê ye, û ew nasdarî û rêzgi rtinê tîne, wek hêzê û bindestxis tina para dî ya ji rûnişvanên Kurd bi xwe re tîne (3).

Şivanêd miyan ji Kurdan di konan de di jîn, di havînê de Kurd deştên ku zuwa dibin dihêlin û hildikişin si rt û zivingan an çêrgehên çiyayî li gel pezêd xwe, ku li wir pezên wan geyayên pi r û nerm ên bo wan xweşin dibînin, û Kurd pezkariyê ji karên baş dibînin ji ber ku ew dihêlê ewan azad bi jîn (4).

Lê belê şivanî li ba Kurdan ne karê serekîn ê tenha ye, tevî ku ew gi ring e, û zehmet e, ku tu civatekê bibînî, ku tenê bi şivaniyê ve gêro bûye, bê ku çandiniyê jî di ber re bike, Kurd jî garis , genim, cihe, bi rinc û tutûn jî diçînin. Û divê em bînin zimên, ku samana serekîn li ba Kurdan ji col û keriyên pez, camûs, çêl , bizin, hesp û hêşti ran bi hev dikeve (5).

Kurdistan ji mêwe, wek sêv, boyîk, hurme, hulîk, mişmiş û ti riyên cûrecûre diberhimîne, bi ser de jî mi fayê ji berhemên pezan û ji hi rî, çerm, şîr, rûn û penêr û goşt dibîne. Darêd keskên palûtan çiyayêd Kurdis tanê wek daristanên siq ji wan re komirê tînin.

Li herêma Zaxo(Li parêzdariya Dihokê li Iraqê) komira kevi rî tê derxis tin, li Ercanî baqir, û li Palo û Wan û Akrê jî baqir hatiye dîtin û derxistin, lê

hesinê xav li nêzîka Maaden, li Kîcê(Lîcê?), û li herêma Imadiyê heye, qurşînê saxki rî li ba Maaden, li derdora Wanê û li Kîmahê. Zêr û zîvê xav jî li ba Diyarbekrê (Diyarbekir niha dikeve nav sînor û zeviyên Tûrkî) (6).

Hema zêrê reş li Kerkûkê heye (Bajêrê Kerkûkê paytextê parêzdariya Selahdîn e li Iraqê), û li Kerkûkê gelek Kurd di karxaneyên paqi jki rina petrolê de kar dikin. (7)

Û rast civata kurdî ji berî sedsala çardehê Zayînî de hatiye duparki rin:Çîna Seydayan û çîna peyrewan, û sê babet ji axayan di civata kurdî de hebûn:

1- Axayên mîr, ku xwe wek qeyserin piçûk didîtin, û bi dest wan de hêzên leşkerî yên mezin hebûn û gelek êl tev li serekên wan, di bin destên wan de bûn, û wek adetê wan mîran xwe ji ni jad û pişta xel îfeyên Musilmanan didîtin. Wilo deselatdariya ol î li gel ya axatiyê di destê wan de bû. Ewan nûnerên herdu deselatdariyên olî û dinyayî bûn, û wan gelek cure babetên diyariyan di lêhatiyên "munasebetên" ol î de li gel xûkên "pacên" axatiyê dis tandin.

2- Ên beg, û ewan serekên teviya êlekê bûn, ku hejmareke bineêlên wê hebûn. Bo wan navendên ol î tune bûn, lê belê ewan tenê endamên pêtikên navdar bûn, û beg tenê xûka axayî dis tand, ji xwe re keda cotkaran bi her çareyekê dixarin.

3- Axa, ew serekê bin-êlekê “pêtikekê” bû(8) û serohatên axatiyê rêdidan axayê kurd, ku jêderên avê û zevînê jî bi destê xwe xîne. Û hêjayê gotinê ye, ku kolandina kenatên avdanê, avaki rina pi reyan li ser çeman û gi rtina kelehan di çiyayên asê de ji bo paşvedana hêrişkaran, di bin serokatiya Axayî de bû, û li gor hebûna karên suxrekêşiyê, diviya bû cotakar du rojan ji bo xwe kar bike û sê rojan di zevînê axayî de û ji bo wê yekê jî gayêd xwe bi kar bîne û acetên berhemdayînê (9).

Diviya bû her cotiyarekî kurd parekê ji her ti ştekî, ku diberhemîne ji bo wî bide, ji her deh seriyên pezê xwe, zayînekê bide axayî, û wek wê dehaneyê ji hi rî, rûn, penêr û tiştên wilo. Ji bo axayê kurd jêderin dî hebûn, ku li gor adet û serohatên serdest bûn, û ji wan jî van nimûne:

- Gava cotiyarekî kurd ê peyrew dimir û paşserên wî tune bûn, hemî dêrîn û berhemên wî dibûn yên axayê wî.

- Gava xudanê malê dimir û paşserêd wî hebûn, hebûn û dêrîna wî li wan û li wî (kesê mirî) dihate parveki rin, û para wî (xudanê malê yê mirî) dibû para axayê wî.

- Diviya bû, gava cotkarê kurd ê peyrew biçûya yê mirî) dibû para axayê wî.

serîxweşki rina axayî, dema bavê axayî, diya wî, kurê wî, jina wî, birayê wî, an jî kesek ji merivêd wî yên nêzîk bimira , pêwîst bû cotkar ji axayî re hinek tişt û pertal li gel xwe bibirana.

- Diviya bû cotkarê kurd ê peyrew berxekî an gayekî bide axê gava kurê wî an dota wî dihat marki rin.

- Di navbertiya axayî de ji bo veris tina pevçûnên di navbera pêtikên ciyawaz ên êlê de, diviya bû herdu aliyên li hev ketine diyariyekê, bibexşînin axê, wek tawanmafekî tevlihevki rina hêminiyê.

- Yek ji gi ringti rîn jêderên hatinî ya seydayê axayê kurd, tawanbarki rinên di ravî bûn, gava sazman dihat tevlihevki rin an derketina ji zagonekê an serohatekê, ji yên ku seydayê axayê kurd dana bûn. (10)

Û di rastîniyê de, Kurd di sazmaneke axatiyê de jiya bûn, ji wan dihat xwastin, ku çekdar bin, da di bin fermana seydayê axayê mezin de bin, bo sînoran biparizin, bi ser ve jî bi komeke kufi tî ji his tobarî û pac û xûkan rabin.

Ji Kurdên Êzdî dihat xwastin ku sal bi sal dehane yê ber û berhemên xwe bidin bo mîr. Wilo jî şêx û serêlan jî pareke wek wê distandin. Tê wê wateyê ku Kurd ne kêmtir ji pêncekê (1/5) berhemên xwe ji bo serekên xwe yên ol î û jînî dida, û ji Kurdan dihat xwastin ku koma axê barkin, pertalêd wî û her zavayek çêlekê bidiyê, û axa ye yê ji wan kesên hatine cezaki rinpere dis tîne, û di ber her şahiyeke marki rinê re jî pênc ta panzdeh pezan dis tîne, û eger kesekî Kurd bixwasta serekê xwe bibîne, diviya bû ji wî re diyariyê li gor meqamê wî bi xwe re bibe. (11)

Jêder 1) Qeleqşendî, SubhilEe'şa fî sînae't Elînşa, bir 4, r. 373-

378

2) Toma Boa, Kurtenêrînek li ser Kurdan, r. 8

3) Şamîlof , li ser pirsa axatiyê di nav Kurdan de, r. 36

4) Toma Boa, li gel Kurdan, r. 5

5) Şamîlof , li ser pirsa axatiyê di nav Kurdan de, r. 38

6) Toma Boa, li gel Kurdan, r. 6-7

7) Toma Boa, li gel Kurdan, r. 8

8) Shamîlov, li ser mijara axatiyê li nav Kurdan, r. 64-65

9) Tomas Bois, Li gel Kurdan, r. 43

10) Şamîlov, li ser mijara axatiyê li nav Kurdan, r. 95-99

11) Nikitin, Kurd, r. 125-126

……….. Dumahi heye ………..

Page 24: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

24

Boniye Cegerxwîn

BavoBavoBavoBavo

Dilê min bi te ve maye

û bi te tim dipûjinim

dixwazim car´kê vegerî

da bi tere biaxivim

têbîran hevre vejînin

ji nûve bi te şa bibim

li ser zendên te xweş razêm

d´ berka te de şiyar bibim

û weke zarokên biçûk

hogirî te timî bibim

min pir bêrya te kiriye

her bi te ez dipûjinim

dixwazim car´kê vegerî

da bi te re biaxivim

dîloka bi hevre bêjin

yariyan bi te re bikim

bi te re bim ez herdemê

da ji te ez xweş têr bibim

lê mixabin daxwazên min

ti carî ew bi cî nayên

zanim ku tu bi dûr çûyî

tenê ez hêviyan dikim

herdemê te bibîr tînim

dixwazim xwe b´te tund bikim

bi baweriyên te her ez

ramanên xwe nîgar bikim

ji wêjiya te ez timî

helbesta xwe ronî bikim

b´dil û can û derûnê xwe

silavan j´tere rêdikim

zaroktî û ciwan´ya xwe

b´gorî xebata te dikim.

Vejîna Kurd

BÛM ŞIVAN Li ser…

danişteke westiyayî rûniştime

li şerê…

roj û şevên seqagirtî

temaşe dikim

û tayên

porê demê dijmêrim.

Bi tiliyên şevê

çavdêrên vî bajarî

dikim xewê

û bedena riya kadizê

li pêş xewnên buharî

dûz dikim..

Belê.. .

di vê kêlîkê de

ez bûm

şivana keriyê xewnan.

DEMSALINE ÇAVLIXEW Demine rûzer

Bi gopalahebûnî

Li daholajînêdixistin.

CoşaHavînê

Di navhilmakovanan de miçiqîbû

Buharinetîxunav

Li bersêberakavilanhilketîbûn

Ne bilûraşivanan

Ne jî..

Hêviyênsemazan

Dikarînewjibuxaza

Demsalineçavlixewrizgarbikirana

Tenê..

Xewnineçavşil

Di bin mitêlaşevan de

Hêzexwedikirin

Lê wan jînikanîbûn

Tîbûnagiyananavdana…

Lo lo çiya .. lo lo çiya!

Hebûna kurdan, pişt û piya

Warê şêrîn hemêza diya

Axa Medî û Horiya

**

Lo lo çiya .. lo lo çiya!

Rû bi berf û giya

Warê şêrîn şengebî ya

Tuyî delal hemêza diya

**

Lo lo çiya .. lo lo çiya!

Dostê kurdan jinav hemiya

Beyar Robarî

Lo lo çiya!

Sîpan, Qendîl, Lêlûn û Heyştî ya

We parast Kurd ji mirin û hovîtiya

**

Lo lo çiya .. lo lo çiya!

Hebûna kurdan, pişt û piya

Tuyî mala kurdan û hemêza diya

Demên xerab û xweşiya .. xweşiya.

06 - 09 - 2016

Page 25: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

25

Bi bêka te re

Serê sibehê dirêsim

Nêva rojê de

li germê dihonim

Di gewraya êvarê de

bi bayê nuh re mit dibim

Hemî pelên te

Rengên giyanê min li xwe dikin

Bi sivikiya bayê bejina te re

Bi şox dicivin

Li ber pencereya şevê

Bi perperîkên semayê re

li ber hev didin

Aramî nexşan dike

Şabûn toran çêdike

Bi berbangan re

Çêrek stiran dibêjim

Tu dibî nûşa behlebûna min

Çêjê li min suwar dike

Bi bangekê re

bê sewda dipekim

Gewdeyê te hêrs çêkere

Heskirin baskên bêhiş hilbide

Ti hêzê lewaz nahêle

Pela evînê Evîn peleke

Ji keleşiya heyîna te diweriya

Evîn hesteke

Ji şermîna çavên te dipeke

Evîn bayeke

Ji narîniya bihûrandina te dibare

Evîn çar tîpin

Peravên dilê min

biheyîna te tor dike

Evîn renge

Hemî rengên payîza te

li min werdike

HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt

Nizar Yosif Çûkim Çiv û mey distirînin

Li tora xwe digerîne

Çendî diçim

Di xeleka te de dizivirim.

Ez dibim paytextek sermest

Tu jî şazadeya dikeyî

Keleka min têr kune

Di kinarê bêsewdayê de berze dibe

Di meyxaneyê de

bin av diçim

Tirs min dikişîne

Nêzîkbûn jî dilerizîne

Tariya şêvînê min didaqurtîne.

Evînê hestên min afirandin

Bi biskên te zeriyê xemilandin

Li ser kinarê dilê xwînî nivîsand im

Di dibin Heyîvê de danîm

Ez dilopên ava dilim

Li te dibarim

Li dîwarê Keleha te dipekim

Civan ê em nixumandin.

27.09.16 NesrNesrNesrNesrîîîîn Hesenn Hesenn Hesenn Hesen

RengRengRengRengêêêê RojhelatRojhelatRojhelatRojhelat

Page 26: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

Bê welato

Te frot bi tine

Gula mi bi xwînê avda

Te ji bin birî bi tine

Dara evîna ku çeqday

Te çeqên wê kirne nay

Jiyana min xudan kirî

Pêlên mirinê ya liberxobirî

Aw zarokiya winda buy

Az lê digeriyam der bi der

Heta min dît ez pîrbibûm

Li roja hîviyanda

Min hebûn ji dest da

Bagelîşkek haaat

Xu li bêvila jiyana mida

Mirin bê hest hat

Û xu li derê mala mida

Baxçevan hate baxî

Ji hemî gulên rengînok

Destê xu li qirka gula mida

Birûskek ji esmanê Dahat

Ji hemî erdê dinê

Xu li ruyê warê mida

Pêlên evînê rabûn

Tebat nebûn li ti dera

Xu li sîpanê xelatê dan

Dastana xeçê liser vekolan

Ez jînê didem welatekî

yek ji kunekê dê hêt

bi kêrî tişkî nahêt

Li sûka koletiyê

Me bi tine difroşêt

Hey rizîlê bê nezer

Heke tu nikarî xu avakey

Welatê min xira neka

Hestiyê jiyanê biaalês

Xemên koletiyê helkêşe

Ava mirinê firke

Bê welata li xu xirke

Şîrê sîxurîyê têr bimij

Lê aman tu xu nizîknekî

Dûrkev ji welatê min

Peŕê dîrok tê behsê tedike

Derxeji kitêba min

Bila bihna tejî limi nede

Bihin genîyo

Zarokên helebçê bi bihna

Xiyaneta te mirin

Hey reben

Ji xure dibêjê kurdjî

Kalkevokên şingalê

Lola tivega teya sar

Êxsîrkirin

Hey rovî

Bitinê li xêrê şêro

Hespeka bê zîn

Tivengeka avîndar

Saza destek brîndar

Yê Şervanekê xwîn gerim

Pê xwayis, zik birçî

Dil pêla berîk vala

Xezaleka kor

HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

26

Silavia Navxuş

Min welat bi ruh kirî

Kalekî seqet

Ciyayekî asê

Zarokekî birçî

Pertûkeka rizî

Qelemeka şikestî

Deftereka pir yadgar

Şehîdekî bê nav

Tirbeka winda

Serkirdekî nemandînas

Guleka qetkirî

Bûyaxçiyek , parseciyek

Jîneka bê nûçe

Mamosteyekî bê mûçe

Zembîleka tijî xem

Çetayek tijî tovê jiyanê

Cergekê sotî

Birîneka qelişî

Kezebeka şewtî

Sêwîkî bê dakubab

Nujdarekê brîn kol

Sîxurekê brîn pêç

Dê kujê

Welatekî ewê avaken

Ala mirinê sojin

Ala hebûnê raken

Alayek hemî rengên

buharê,

Dêmê wê ramusin

Û payzekê dê lipê xu înt

Hemî pelên xyanetê ji

Dara azadiyê dê werînê

Havînek dê hêt rojek dê

Lê helt jiyan dinav mirnêde

Wê bişkivit û şax det

Şehîd dê serhilînin

Zivistanek dê hêt

Befir dê rureşa sipîket

Lê wê rojê ez mame tine

Diberîka minda pirtek nanî hişk ,

Çepek tovê jiyanê wek yadgar ji te maye

....

Wê rojê ezê tuvê jiyanê

Liber çemê mirinê biçinim

U axa pîroz bi lêvên hişk

Û têhnî ramûsim û,

keziya xu keme qetika derebesta

Bindestiyê

U dê li gemiya penaberiyêde

Hinêrime cihê mebest

Ez dagîrkera liser axa xu

Nakujim bila xwîna genî

Liser warên pîroz nerije

Dê liser sinuran berdem

Û bê pêlav hinêrim

Bila axa welatê min

Bi binê bêlavên wanve neçe......

Az wan nakujim da

Serhatiyên mêraniya min

Ji neviyên xure vegêrin

Da tu cara hizir dinemana

Minda neken u pêlavên wan dê pîşî

Neviyên xukem da bizanin em

U jmin bê pêlav ji axa xu dixarinin

Vêca dujminê min u te ey kurdistan

ji xuber di kîna nemerdiyê de

dixendiqin

Page 27: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

HHHHeeeellllbbbbeeeesssstttt 27

Selah Mihemed

HeyfHeyfHeyfHeyf ûûûû mixamixamixamixabinbinbinbin

Heyfa evê xaka şêrîn ku hûn li ser wê jîn dibin

Çiqas ev ax zengîn dibe hûn tev bêtir nezan dibin

Gava dirava dibînin kes û hevala difroşin

Bilî peyvê diyanetê tevde mat mayî di mînin

Zengînê mal û perane lê mixabin aqil nînin

Tiştek namînê ku nakin di serdejî derewînin

Nimêj dikin rojî digrin xêr û xêratajî pêre

Hemû tevde bê sûdene çimkî her dem dikirînin

Xwendin û ilmê wan nîne bi cihaletê zengînin

Hin mifsidin hin gelacin tiştê veşartî tinînin

Mehmûdkîne Usmankîne eşîrtî û tev gundîne

Tev berpêka didine hev gotina ew digherînin

Ewleyî li teva nabê gotina li hev di gerînin

Vî welatê xweş û delal gulê wîna di qermiçînin

Bi gotina jêhatîne riya peyvê nadin kesî

Ji ber ziman fedîdikin tevhev dikin dikurkusînin

Şerm û fedî nakin tucar navê welat dinvisînin

Bê serî diçine peyva wana tevde di lerizînin

Tiştê vala pir mijûlin ji kevnetora xwe dûrin

Guft û goyê bi war dikî ji nezanî di qurnisînin

Behsa şêx û mela bike rû geş û pir şad di mînin

Ya tê mîna wa bi ramê yan wê te xayin bibînin

Ne mêjo nejî kultur wan ji hev dernaxînin

Çavê wana girêdane ji armancê dûr dixînin

Çima ji hevdû hiznakin her ji hevdû dûr dixînin

Hildin yek al bi hevdûre tolê ji dijmin hilînin

Bese perçebûn ey milet bes bi bêjin serxet binxet

Di bin simê dewara de me teva di perçiqînin

Bese me hew xayin bikin ma hûn rastiyê nabînin

Hûn ji me qey bawer nakin çimkî izyetê nabînin

Bin çava re bes binerin li mehna hûn hew bigerin

Em mêvanin gelî milet sîmfoniya hew bi xwînin

24 – 1 – 2014 Batman

Perdê ji ser çavan hilî

Bera reşkan wan xuyakê

Bi kil wana bi xemlî

Bera xedenga belakê

Birh û mijgûla tu şeke

Hêdî hêdî ber jêr bike

Herdû çavan melûl neke

Tu dilê min perçe neke

Bibin Bibin Bibin Bibin yekyekyekyek Welatê şêrîn bese hew bigrî

Emê serbest bin nav lal û nisrîn

Emê avakin welat em tevde

Eger neb xweşî avakin bi xwîn

Tevde bibn yek pişta hev bigrin

Di ber hevdûde bera em bimrin

Hevdû bernedin nebin ez ezî

Rabin tola xwe ji neyar hilînin

Neyarê pir zor ew nikarê me

Ger hevdû bigrin wê dûrbê ji me

Hevdû nekujin ji hev hizbikin

Bera aşitî bibê karê we

Gelî hevala tevde bibin yek

Ev dijminê pîs li me kir kotek

Hûn rê nedin wî ebed bi carek

Li ber wî vedin xefk û dav û rek

Bese şerê hev bese hûn bikin

Mala hevdû hûn hew xira bikin

Ji hev hizbikin hemû hûn tevde

Vê kîn û buxzê ji nav hev rakin

Kesê sê melyon ew bûne dewlet

Ma ev çi tope li nava we ket

Şerme ji were fedî bikin hew

Ev hezar sale serxet û binxet

Werîrsê nav xwe hinî sist bikin

Her hinek ji we piçkî dabikin

Li hevdû werin rûnin ser masê

Da hûn welatê me avakin

Kesê kêthatî deynin cihê wî

Ku wîna şaşkir bidin riwê wî

Perde nekin hev hev veneşêrin

Wê ew belbelîsk bê dijminê we

Dibêjin panda bigrin ji dîna

Tiştê ku min got pir hene hîna

Baş tê raman bin kûr bi fikir in

Mina ku min got dem heye hîna .

15 – 2 – 2014 Batman

Çavên Çavên Çavên Çavên reşreşreşreş

Her li çavên te dinerim

Dikim li ber pêla herim

Helbest nema hev digirê

Dikim ku di xewre herim

Ji nazdarî xil û xavî

Ez deryame tu peravî

Ta vir bese delala min

Ezim baran tu xunavî

Batman 23 – 7 - 2014

Page 28: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

Nûçe Û Çalakî Û Daxuyanî

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

28

Beyana YNRKS derbarî kiryara terorîst Beyana YNRKS derbarî kiryara terorîst Beyana YNRKS derbarî kiryara terorîst Beyana YNRKS derbarî kiryara terorîst

li dijî şahîyeke kurdanli dijî şahîyeke kurdanli dijî şahîyeke kurdanli dijî şahîyeke kurdan Ta îro xelekên kuştinê û teqînê li hemî Sûriya çêdibin û bi taybet li herêmên kurdan, di navê de em dibhîzin ku teqînek li vir û yek li wir çêdibe, û hemî teqîn di nav xelkên sivîl de diqewime.

Kiryara terorane a dawî ku li bajarê Hisîça hatibû qewimandin, yek ji wan xelekên hovaneye, ku rêjîma Şamê û dûvikên wê, mîna Daiş, li pey wê ne, ew teqînên ku kurdên meyî sivîl ji xwe re dikirin armanc.

Teqîna ku şahoyek kurdan ji hev xist û di encamê de 33 şehîd û 90 birîndar bûn, û piraniya wan ji zarok û jinan bû.

Yekîtîya me vî karê kirêt şermezar dike û sûnc dixe stûwa rêjîm û hemî girûpên teror de, ku ew vê berpirsiyarê hildigrin.

Ev karê terorane mebesta wê heye, ku rêjîm û hevalbendên wê dixwazin xelkê bicewsînin û vîna wan binpê bikin, an jî berên wan

bidin koçberiyê û dest ji welat berdin.

Gelê me wê pêdariya xwe ligel hemî zehmetiyan berdewam bike.

Dilovanî bo şehîdên Hisîça û saxlemî bo birîndaran.

Şermezarî bo rêjîma Şamê û hemî hogirên wê.

14.10.2016

Yekîtîya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya

Page 29: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

ji weşanên Yek îtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 53" // Êlûn 2016

29

YNRKS karê li dijî Rengîn YNRKS karê li dijî Rengîn YNRKS karê li dijî Rengîn YNRKS karê li dijî Rengîn Şero ero ero ero şermezar dikeermezar dikeermezar dikeermezar dike

YNRKS bi xemgînî nûçeya karê hovane ku li dijî ragihvana kurd Rengîn Şero ji alîyê asayîşê PYD hatibû kirin, bihîstibû, dema ku Rengîn dixwest derbasî Qamişlo di riya Sêmelka de derbas bibe.

Ew kesên ku li deriyê Sêmelka derkevaniyê dikin, ne tenê azadiya Rengîn binpê kirin, lê mafê weyî di çûn û hatinê de jî çewsandin û li pêşiya bavê wê lê xistin, ji ber ku Rengîn di karê xwe de rexn li partiya wan kiribû.

YNRKS vî karê hovane şermezar dike û ji berpirsên PYD dixwaze ku bes kesên nivîskar û rojnamevan binçavbike, û wan kesên ku di zindanên wan de ne serbest berdin, ku vê dawîyê çend ji wan girtine, ew jî evin:

- Endamê (YNRKS) Ebdulla Kedo, hate girtin di roja 15.08.2016 - Helbestvan Faysel Qadirî, di roja 15.08.2016 hate girtin. - Endamê (YNRKS) nivîskar Barzan Husên, di roja 15.08.2016 hate girtin.

Bo zanînê, endamê me (Ferhan Mirî) berî ana hatibû girtin û ji ber sedemên acizbûnê, ewî dest ji welat berda û berê xwe da

Kurdistana başûr.

Herwiha peyamnêrê ARK TV Îsmaîl Elî jî berî demekê hatibû revandin.

Na bo zora ku li dijî xwedîyên pênûsan tê kirin.

Azadî bo nivîskar û ragihanvanên ku di zindanê PYD de ne.

22.10.2016

Yekîtîya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya

Nûçe Û Çalakî Û Daxuyanî

Page 30: Seriv îsara hejmar ê ş Boniye Cegerxwîn - PÊNÛSA NÛ · siyasî nedane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ku ew şansekî mezin bû di destê rêvebirîya siasî yaw ê demê

Sernivîser Derhêner

Ebdulbaqî Huseynî Xorşîd Şûzî

Desteya birêvebir

- Boniye Cegerxwîn

- Hemîd Yûsif (Kasî)

- Mizgîn Hesko

- Oflaz Toutî

- Ji bo hinartina berhemên kurdî :

-

- [email protected]

- - Jimarên ‘’Pênûsa Nû’’ Tev ji vî Emêlî derxînin :

-

- www.penusanu.com

30