u #ðëÔ¡æ #Ô * hµê¡æ h h°µ »êËñä *ê c mæÊê ËÕðæê +µ ...kirina axurê keran...

16
Deutschland 1,50 Euro | Danmark 15,00 DKK | France 1,50 Euro | Nederland 1,80 Euro | Schweiz 2,70 CHF | Sverige 21,00 SEK Xwînerên Rûdawê bêtir dizanin Reklam Hejmar / Nr. 59 | 24 Tebax /August 2010 | www.rudaw.net | [email protected] ÇAPA EWRÛPA ’Abdullah Ocalan wê azad bibe’ 4 1 9 1 6 3 1 7 0 1 5 0 6 0 0 0 3 5 9 7 7 1 8 6 9 1 0 4 0 0 0 3 4 Great Britain Omer Kilol yê ku 31 sal in li ser keran lêkolînan dike, bi navê “Grûpa Kerên Kurdistanê” konferansek lidarxist û radyoya ‘Dengê Zirînê’ vekir û dibêje ku 15 hezar endamên partiya wî hene. Kilol gazincan ji Hikûmeta Herêmê dike û dibêje “Ger hikûmet soza ava- kirina axurê keran pêk neyîne, ez ê welat biterikînim.” u7 Axûrê keran ava nekin ez ê welat biterikînim ģðëÔ¡æ ģÔĪňµê¡æ ňĜ ň°µ »êËñäĪê ŃōæÊê ĢËÕðæêīµ ¼Ĥ˵¡ê¡²ŇÎ ¡ĪňÕņêËô¡æ 11t Dunya TV Midûrê Dunya TV behsa qenala xwe ji Rûdawê re kir u10 Setrenczanên Kurd Ji bêpereyî diçin ji bo tîmên Bexdayê dilîzinu15 Tabloyên serhildêr Arîf Sevînç bi tabloyan serî hildide u8 Reklam Hejarî zarokên Kurdistanê neçarî karkirinê dike u11 Hejarî zarokên Kurdistanê neçarî karkirinê dike u11 P iştî ragihandina agir- besta yekalî ji aliyê PKK’ê ve, hêviya çare- seriyek aştiyane ya pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê dîsa geş bû û gelek berpir- sên Tirk û Kurd bi hêvî ne ku ev agirbest bi meha Reme- zanê ne sînordar be. Yek ji wan siyasetmedarên ku bi vê yekê bawer e ku ev agirbest ji yên berê cudatir e, Sekre- terê Berê yê PDK’ê û yekem serokê Parlamena Herêma Kurdistanê Cewher Namiq e. Namiq ji Rudawê re got ku rojekê Ocalan wê bê berdan û guftûgo wê li gel wî bên kirin û Pirsa Kurdî têne di- kare di navbera Qendîl, Amed û Enqere de bê çare- ser kirin. u2/3/14 www.arsivakurd.org

Upload: others

Post on 02-Feb-2021

9 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

  • Deutschland 1,50 Euro | Danmark 15,00 DKK | France 1,50 Euro | Nederland 1,80 Euro | Schweiz 2,70 CHF | Sverige 21,00 SEK

    Xwînerên Rûdawêbêtir dizanin

    Rekl

    am

    Hejmar/Nr. 59 | 24 Tebax /August 2010 | www.rudaw.net | [email protected]

    ÇAPA EWRÛPA

    ’Abdullah Ocalan wê azad bibe’

    4 191631 701506

    0 0 0 3 5

    9 771869 104000

    3 4

    Gre

    at

    Brita

    in

    Omer Kilol yê ku 31 sal in li ser keran lêkolînan dike, bi navê“Grûpa Kerên Kurdistanê” konferansek lidarxist û radyoya ‘DengêZirînê’ vekir û dibêje ku 15 hezar endamên partiya wî hene. Kilolgazincan ji Hikûmeta Herêmê dike û dibêje “Ger hikûmet soza ava-kirina axurê keran pêk neyîne, ez ê welat biterikînim.” u7

    Axûrê keran avanekin ez ê welatbiterikînim

    11t

    Dunya TVMidûrê Dunya TV behsa qenala xwe ji Rûdawê re kir u10

    Setrenczanên KurdJi bêpereyî diçin ji bo tîmên Bexdayê dilîzinu15

    Tabloyên serhildêrArîf Sevînç bi tabloyan serî hildide u8

    Reklam

    Hejarî zarokênKurdistanê neçarîkarkirinê dikeu11

    Hejarî zarokênKurdistanê neçarîkarkirinê dikeu11

    Piştî ragihandina agir-besta yekalî ji aliyêPKK’ê ve, hêviya çare-seriyek aştiyane ya pirsaKurdî li Bakurê Kurdistanêdîsa geş bû û gelek berpir-sên Tirk û Kurd bi hêvî ne kuev agirbest bi meha Reme-zanê ne sînordar be. Yek jiwan siyasetmedarên ku bi vêyekê bawer e ku ev agirbestji yên berê cudatir e, Sekre-terê Berê yê PDK’ê û yekemserokê Parlamena HerêmaKurdistanê Cewher Namiq e.Namiq ji Rudawê re got kurojekê Ocalan wê bê berdanû guftûgo wê li gel wî bênkirin û Pirsa Kurdî têne di-kare di navbera Qendîl,Amed û Enqere de bê çare-ser kirin. u2/3/14

    www.

    arsiv

    akur

    d.or

    g

  • Soran û Arî Hewlêr

    Roja 16’ê Tebax a2010’an cenazeyêSakar Selîm Elî (19) diyadu zarokan ku li taxa Za-nayan a Hewlêrê rûdinişt,

    li ser cadeyeke taxa Xan-zad hat dîtin. Niha bav, bi-rayekî wê û 4 mamênSakarê hatine binçavkirin:Birayê Sakar, Serkar Selîmîtiraf bi encamdana ta-wanê kiriye û sedema

    kuştina wê jî îxanetkirinaxwîşka xwe hesibandiye.

    Rêvebirê Dûvçûna Tun-dûtûjî ya li Dijî Jinan liHewlêrê, Jîlemo Ebdulqa-dir, diyar kir ku hevjînêSakarê doz li dijî wê veki-

    ribû ji ber ku wî ew digelmêrekî din re dîtiye û îxa-net li wî kiriye. Jîlemo got:“Sakar û xortê tometbar-kirî hatin binçavkirin ûpiştî demekê hevjînê Sa-karê bi pere digel wî mêrîlihev hatin. Vêca wî dest jidozê berda û her du azadbûn û dosye hat daxistin.”

    Dema Sakar hat azadki-rin newêra biçe malê,loma çû Navenda Newa yaParastina Jinan li Hewlêrêû mehekê li wir ma. Cîra-neke Sakarê dibêje ku ewbi pismamekî xwe re ze-wicîbû, lê eşkere bû kuSakar ji xortekî din hezdike, piştre gefên lêdan ûkuştinê lê dikin. Li dawiyêtên girtin û paşî diçe Na-venda Newa. Hevjînê Sa-karê dibêje niha jî ez bi wêrazî me, lê bavê Sakar nerazî bû.

    Piştî mehekê Sakar dax-waz dike ku rê jê re bêdayîn ku vegere nav kesû-

    karên xwe. Neqîb Jîlemodiyar dike: “Dadwer biryarstand ku Sakar biçe cemxizmên xwe, bavê Sakarê jîsozname îmze kir ku ewêkeça xwe biparêze.”

    Heman şeva ku Sakardiçe malê, bav, bira ûmamê wê li ser kuştinawê lihev dikin û wê diku-jin û meytê wê davêjin.Neqîb Jîlemo da xuyaki-rin: “eşkere bû ku di dest-pêkê de Sakar xeni-qandine û piştre bi kêrêserjêkirine.”

    Niha cenazeyê Sakarê liNexweşxana Rizgarî yaHewlêrê ye û kesî dax-waza wê nekiriye. Efser Jî-lemo Ebdulqadir dibêjeku piştî bûyerê 4 mamênSakarê, bav û birayekî wêhatine girtine ”birayê wêyê 20 salî îtiraf kiriye kuwî xûşka xwe kuştiye, lêmam û bavê Sakar jî hay-darê kuştina wê bûne ûrazî bûne.”

    Bawer Çem Amed

    Karsazên Kurd ên li Amedê,biryara “bêçalakiya PKK’ê”di cih de dîtin û xwestin ku evagirbest jî weke 16 agirbestênberê neyê hebakirin.

    Serokê Odeya Bazirganî û Pî-şesaziyê ya Amedê (DTSO) GalîpEnsarîoglu û Serokê KarsazênAmedê (DÎSÎAD) Raîf Turk, der-barê agirbesta PKK’ê ya ku heta20’ê îlonê bidome de, nêrînênxwe ji Rûdawê re parve kirin.Galîp Ensarîoglu, diyar kir ku ewgirîngiyeke mezin didin agir-besta ku ji aliyê PKK’ê ve hatiyeîlankirin û xwest ku ev agirbestjî weke ên din neyê hebakirin.Ensarîoglu bal kişand ku civakhem bi kuştina PKK’iyan û hemjî bi kuştina leşkeran êşiya ye ûwiha got: “Em dixwazin ev agir-best bi mehekî bi sînornemîne.Divê dewlet bi awayekîvê yekê binirxîne û çareseriyekeberfireh ava bike. Divê şert ûmercên ku careke din li Tirki-yeyê çek neyên bikaranîn bênamadekirin. Vê agirbestê şan-seke din da, divê ev fersend başbê bikaranîn.” Ensarîoglu, ji boku di vê referandûma pakêta ma-keqanûnê de “erê” derkeve,xwest BDP biryara xwe ya boy-kotê careke din binirxîne û wihaaxivî: “Ger di referandûmê de‘erê’ derkeve, hem wê Tirkiye zê-detir demokratîk bibe û hem jîhikûmet wê bikaribe gavên me-zintir bavêje.” Ensarîoglu, bal ki-şand ser daxwazên PKK’ê û jihikûmetê daxwaza “bendava ji

    sedî 10 daxe û hemû girtiyên si-yasî serbest berde” kir. Ensarî-oglu, bal kişand li ser rola RêberêPKK’ê Abdullah Ocalan a di vêpêvajoyê de û da zanîn ku ban-dora Ocalan pir e û ji bo ku Oca-lan bikaribe di vê pêvajoyê de rolbigre, şert û mercên wî bên baş-kirin. “Ez di wê baweriyê de mejixwe bi Ocalan re muzakere tênkirin û divê ev pêvajoya çareser-kirinê zêde neyê dirêjkirin.”

    “Em makeqanûneke sivîldixwazin”

    Serokê DTSO’yê Ensarîoglu,destnîşan kir ku ewê di referan-

    dûma 12’ê îlonê de weke 14 sa-ziyên karsazan dengê “erê” bikarbînin û sedema vê yekê jî wiharave kir: “Emê piştî 13’ê îlonê, jibo pêkanîna makeqanûneke de-mokratîk û sivîl a nû, dengê xwebilind bikin. Em dizanin ku ma-keqanûna 1982’an bi guherînênkêm, sererast nabe. Ji ber vê yekêem karsaz di wê baweriyê de neku pirsgirêka makeqanûnêencax bi makeqanûneke nû yanûjen çareser bibe.” Ensarîoglu,da zanîn ku di şert û mercên Tir-kiyeyê de carna rewşên ku mirovnikare makeqanûnê bi temamîsererast bike pêk tên, ji ber vêyekê ew piştgirî didin reformênku têne kirin.

    ‘Bila agirbest bê dirêjkirin’

    Serokê DÎSÎAD’ê Raîf Turk jîbersiv da pirsên rojnameya me ûxwest ku ev agirbest jî weke êndin careke din veneguheze şerekîdijwartir. Turk, nêrîna xwe wihaanî zimên: “Ev biryara agirbestêya PKK’ê biryareke baş e lê hetaîro agirbestên wiha pir çêbûn. Bivan agirbestan tu caran metirsi-yên civakê ji holê ranebû. Di vir debehsa agirbesteke pir wext kin têkirin. Bi ya min ger PKK dema ‘bê-çalakiyê’ dirêj bikira, wê hikûmetjî di nava vê pêvajoyê de fersendalêhûrbûnê bidîta. Di vê demê dehikûmet dikaribû însiyatîf bikarbîne. Lê di nava mehekî de, di po-

    lîtîkayên girîng de zêde pêşketinnikare çêbe. Ger çêbe jî wê surp-rîz be.” Raîf Turk, destnîşan kir kuger di agirbestên berê de operas-yonên leşkeran nesekinîbin di vêagirbestê de qet nasekine.

    ‘Hikûmet jî ne rihet e’

    Raîf Turk, xweziya xwe ya ji boagirbestê bi van gotinan vegot:“Xwezî bi mehekî nehate bisînor-kirin. Ger biryara dema vê agir-bestê heta hilbijartinên giştîhatiba dirêjkirin, ji bo çareseriyêwê baştir bûya. Di vê demê de, dicivakê de jî wê hewayeke nermtirava bûya. Çimkî ev pirsgirêkên jirêzê nîn in û ev pirsgirêk ji êvarêheta sibehê çareser nabin. Bi yamin hikûmet di tengasiyê de ye.Hikûmet pir rihet nîn e. Çimkî lipêşiya hikûmetê astengiyên piralîhene. Ji bo ku hikûmet jî bikaribehinekî rihet bike, bi ya min biryarheta hilbijartinên giştî bê dirêjki-rin, wê baştir be. Ez weke kesbawer nakim heta hilbijartinêngiştî neqedin, gavên wisa girîngbêne avêtin. Li hemberî hikûmetêmuxalefeteke piralî heye. Dibe kupiştî referandûmê hin gavan ba-vêje, lê gavên mezintir encax piştîhilbijartinê bavêje.” u14

    Karsazên Kurd makeqanûneke nû dixwazin

    Serokê Karsazên Amedê (DÎSÎAD) Raîf Turk Serokê DTSO’ya Amedê Galîp Ensarîoglu

    Rojev Rûdaw2 Hejmar 59

    Rojnameyeke siyasî û heftane

    XwedîRudaw Media GmbH

    Serokê Civata RêvebirNûredîn Weysî [email protected]

    SernûserAko Mihemed [email protected]

    Rêvebirê NivîsînêNasredîn [email protected]

    RedaksiyonFirat Kelehkîkelehkî@yahoo.com

    Azad Kurdî[email protected]

    Besam Mistefa [email protected]

    Sîdar Bengîn Epozdemir [email protected]

    DîzaynerHamdullah Yumlu

    Îdare û belavkirinMustefa Sefîq Edilbî [email protected]

    Şêwirmendê yasayî û aborîDipl. Kfm. Abdulletif [email protected]

    NavnîşanRudaw Media GmbHGutenbergstr. 63a50823 Köln/Germany

    Telefon: +49 (0) 221-26 00 40 02 Telefax: +49 (0) 221-26 00 49 81 www.rudaw.net [email protected]

    Rûdaw bo nivîsên ku bi nav tên weşandin ne berpirsyar e.© Hemû maf parastî ne

    Karsazên Amedê, çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkênTirkiyeyê di makeqanûneke nû ya sivîl û demokratîk de dibî-nin û daxwaz dikin ku agirbest bê dirêjkirin

    Agirbesta meha RamazanêAgirbesta meha Ramazanê

    Bi tometa ku destê wan di bûyerê de heye, 4 mam, bav û birayekî jina kuştî hatin girtin

    Li Hewlêrê jinek piştî xeniqanê hat serjêkirin

    www.

    arsiv

    akur

    d.or

    g

  • RojevRûdaw 3Hejmar 59

    Çar hefteyan piştî tûfana li Pakîstanê, rayedarên wî welatî daxuyandin ku li ser hawarên wan ên alîkariyê hetaniha ji seranserê cîhanê soza derdora 1 milyar Dolar alîkarî ji wan re hatiye dan. Di encama dijwartirîn tûfana80 salên borî li Pakîstanê, ku ji pencan yekê rûerda welêt di bin avê de ma, derdora 6 milyon Pakîstanî bêmalmane û 20 milyon mirov jî ji ber vê karesatê zirar dîtine û heta niha bêtirî 1500 kesan jiyana xwe ji dest dane.

    Piştî tûfana li Pakîstanê: Sozên alîkariyê gihişt 1 milyar Dolar

    Rûdaw: Agirbesteke 40 rojîji aliyê PKK’ê ve hat rage-handin. Piştî 6 agirbestênberê dîsan şer qewimî, li gorwe îhtîmal heye vê carêcuda be?Cewher Namiq: Hêvîdarim ev agirbesta yekalî yaPKK’ê agirbesteke dawî ûencamdar be. HikûmetaTirkiyê bi serokayetiya Er-dogan vê pêngavê bi cidîwerbigre û derfetê ji destêxwe bernede […]. Ev zêdeyî25 salan e ku PKK rêberiyabizava rizgarîxwaz û şoreşaBakurê Kurdistanê, wek şo-reşa herî dirêj û xebatapêşmergayetî ya siyasî ûcemawerî ya berdewam a

    neteweya me, dike. […]Herwiha îro rasterast nê-zîka sed civatên şaredari-yan, di nav de paytextaBakurê Kurdistanê, Amedarabûn û berxwedanê, bi-rêve dibe. Li gor 6 agirbes-tên berê, guman heyeHikûmeta Erdogan bi awa-yekî erênî û hekîmaneberbi vê agirbestê ve bê.Aliyê baş ê vê agirbestê sî-nordariya wê ye, agirbes-teke bi şert û merc ûbername ye, derfeteke dina PKK’ê ye ku bi ruhiyetajixwebaweriyê û bi hêzagelê me yê Bakur û hev-dengî û hevsoziya nete-weya me û tevahiya azadî-

    xwazan, wek însyatîfekêdatîne pêş Erdogan, ne-maze di vê pêvajoyê de kupir nemaye ji bo referan-dûma 12’ê Îlonê ku ji Erdo-gan û partiya wî reçarenûsaz e.

    Pirsa Kurd li Bakurtenê di navbera Qen-dîl, Amed û Enqeretê çareserkirin

    Serokê Herêma Kurdis-tanê Mesûd Barzanîdestxweşî li ragehandinavê agirbestê kir û daxwazkir ku zêdeyî 40 rojan bi-dome. Herwiha NêçîrvanBarzanî bi navê PDK’êdestxweşî kir û xwest kuagirbest dûalî û demdirêjbe ji bo çareseriyeke aşti-yane. Ev helwêst li baPKK’ê jî cihê razîbûnê bû.Murad Karayilan daxwazkir Barzanî di vî warî derolekê bilîze. Hûn çawaberê xwe didin van hel-wêstên Kurdan, bi bawe-riya we ev yek wê Tirkiyêhan bide ku vê carê biawayekî ciddîtir reftarêligel vê agirbestê bike?Herêma Kurdistanê ji boserxistina vê agirbestê di-kare çi bike?Ev daxuyanî û helwêst

    karên baş in, lê bi tenê têrnakin û divê helwêstên bi vîrengî bên ronkirin. Dibe piş-tîvanî û hevkarî û heta cihekîjî guşara zîrveya desthilataHerêma Kurdistanê û bi tay-betî PDK û YNK’ê wek duhêzan û dostên HikûmetaTirk pêwîst be. Ev herduhêz, di warê niştîmanî, nete-weyî û mirovî de, erkê ser

    milê wan e roleke wan a bi-bandor û berçav hebe di vêderbarê de. [Birêz CewherNamiq li vir 10 xalan wekîsedem rêz dike ku çima pê-wîste serkirdayetiya Başûr diçareserkirina Pirsa Kurdî liBakur çalak bibe. Van 10xalan di www.rudaw.net debixwine. Rûdaw]

    Ji ber van sedeman û ge-lekên din jî, asta bilind adesthilatê li Herêma Kur-distanê xwediyê kartekebihêz e. Ger xwedî îrade be,wê gelek baş be piştevanî ûalîkariya birayên me yênBakur bike. Bi baweriyamin xwedî derneketin lipirsa netewî û piştguhavê-tina tawanên dagirkerênKurdistanê, desthilata He-rêma Kurdistanê xurt nake,pêşeroj û ezmûna me yaBaşûr misoger û ewle nake,dagirker baweriyê bi wannakin, giraniya nîştimanî ûherêmî û navdewletî la-waztir dike, raya giştî yaKurdistanê wê ji wan hêrsbe û derfetan jî ji destbidin. Pirsa Kurd li Bakurtenê di navbera Qendîl,Amed û Enqere tê çareser-kirin û Hewlêr jî bo wêpirsê û Partiya Aştî û De-mokrasî (BDP) li Bruksel ûWashîngtonê nêzîktir û gi-ringtir e, bi mercekê kupiştgirî û hevkariya hevbikin. Serokatiya HerêmaKurdistanê û hikûmeta liBaşûr, piştî ku PKK û BDP’êdaxwaza navbeynkarî û nû-neratiyê jê kir, heq e ew jîgiraniya manewî û darayîya xwe derxe holê.

    Gelo niha asoya çareser-kirina pirsa Kurd li Tir-kiyê derketiye hole? BeşîrAtalay dibêje ew ne

    amade ne ligel Ocalan ûPKK’ê rûnin, lê amade neligel BDP’ê û Ehmed Turkji KCD’ê bicivin.Demeke dirêj e asoya ça-

    reserkirina pirsa Kurd liBakurê Kurdistanê derke-tiye holê. Êdî ew pirs ji astametirsiyê derketiye, înkar-kirin, komplo û hewlênçewt nikarin bighin hawaraHikûmeta Tirk. Daxuyani-yên rayedarên Tirk, Atalayjî di nav de, lîstikeke kudema wan derbas bûye.Her gaveke cidî ji bo çare-serkirina pirsa Kurd liBakur bêyî PKK û BDP’êhewleke bêencam û gu-manbar e.

    Bêyî çareserkirinadoza Kurd, pirsa bi-cîhkirina demokra-siyê tenêderbaskirina demêye

    Hûn çawan li dirûşma ‘De-mokrasî ji bo Tirkiyê ûXweseriya Demokratîk jibo Bakurê Kurdistanê’ di-nêrin ku niha bûye dax-waza Ocalan, PKK ûBDP’ê?Tevgera rizgarîxwaziya

    Bakur bi xwe bi hûrî û hiş-yarane diruşm û xwestekênxwe ji bo vê qonaxê destnî-şan dike. Bêyî çareserkirinadoza Kurd, pirsa demokrasîû cîhgirkirina demokrasiyêtenê derbaskirina demê ye.Bingeha demokrasî û azadi-yan qebûlkirina hebûn ûmafê wekhev e. Ji ber tiştekîne mantiqî ye dewlet û Hi-kûmeta Tirk behsa azadî ûdemokrasiyê bikin û xelkê

    din jî pesna wan bide û pişt-giriyê bidin wan, lê diheman demê de mafên zê-deyî 20 milyon mirovan,yan çendîn milyon kes ji ne-teweyên din ên wî welatî,binpê bike, tevgera wanwek terorîst û cudaxwaz bi-hesibîne.

    Li gor we rojek wê wereku bi Ocalan re gotûbêjbêne kirin û bê azadki-rin?Belê, ez texmîn dikim û

    mafê wî ye. Mayina bi wîawayî li girtîgehê tawanekedin a dewleta Tirk e, mixa-bin heta niha aliyên siyasîyên Kurdistanê bi giştî ûdesthilata Herêma Kurdis-tanê bi taybet bi hûrî balaxwe nedane vê meseleyê.Bi baweriya min dema wêyekê hatiye, ger dereng jînebe, di asta Herêma Kur-distanê û netewî û cîhanîde ji bo vê pêvajoyê xebatbên kirin.

    Hûn çawa li wan hewlên jibo lidarxistina KongreyaNetewî ya Kurdistanê di-nêrin?Hêvî dikim cidî be. Bi ru-

    heke berpirsane kar jê rebê kirin. Bernameyeke başjê re bê amadekirin. Bêgu-man ger di hilbijartina ali-yan de ferq û cudahî ûneqandîn yanî veto nebe,wê xebatên wê bi awayekîserkeftî ber bi pêvajoya da-nîna stratejiyeke neteweyîbimeşin. Lidarxistina wêkonferansê wek xebatekehemdem a gelê me dihesi-bînim, şanazî û rûmetekemezin ji bo serkirdeyên He-rêma Kurdistanê dibe, gerkarekî wiha bikin.u14

    Sekreterê berê yê PDK’ê Cewher Namiq:

    Rojek tê Ocalan têazadkirin û gotûbêjligel wî tên kirin

    “Ger bersiva Hikûmeta Tirkiyê ji boagirbestê ne pozîtîv be, mafê Kur-dan heye di referandûma 12’ê Îlonêde bi ‘Nexêr’ deng bidin”

    Li Bakurê Kurdistanê niha cudahiyek derketiye holê,hinek partî û xelkê Bakur dibêjin em ê deng bidin guher-tinên Destûra Bingehîn li Tirkiyê, ji ber destûra nû Tir-kiyê demokratîk dike. PKK û BDP jî dibêjin em deng jê renadin, ji ber tê de çi behsa mafên Kurdan nehatiye kirin.Nerîna te di vê derbarê de çi ye, li gor te Kurd bêjin ‘Belê’yan ’Nexêr’?Cewher Namiq: Ev bi nav guhertin û referandûm tenêproseyek e ji bo zêde mayina AKP’ê li ser desthilatê ye,ne ji bo demokratîkirina Tirkiyê. Ji ber ger destûrekKurdan û neteweyên ne Tirk înkar bike û hemû welati-yên Tirkiyê Tirk bihesibîne û bi peyvekê jî navê Kurdantê de tune be, çawa demokratîk dibe? Dibe ji bo Tirkandemokratîk be, lê bo me çi! Ev gava ku rûbirûyê Erdo-gan û partiya wî û aliyên din hatiye, yek ji qonaxên herîhestyar ên dewleta Tirk in. Biryara PKK û BDP’ê birya-reke realîst û hestkirin bi berpirsyarî û bawerî bi xwehebûnê ye. […] Tevgera me li Bakur li ser zarê serokênBDP’ê mercên dirêjkirina agirbesta şer xistine rojevê,ger bersiva wan erênî nebe, mafê gelê me yê Bakur bigiştî ye ku di referandûma 12’ê Îlonê de dengê ‘Nexêr’bidin.

    Siyasetmedar û yekem Serokê Parlamena HerêmaKurdistanê Cewher Namiq Salim derbarê asoyênli pêş Bakurê Kurdistanê piştî agirbesta 7’an aPKK’ê, erkên ku di vî warî de dikevin ser milê serkirdên Herêma Kurdistanê, herwiha derbarêreferandûma 12’ê Îlona 2010’an li ser pakêta kuAKP’ê ya desthilatdar li Tirkiyê amade kiriye, bersiva pirsên Rûdawê dan

    www.

    arsiv

    akur

    d.or

    g

  • Firat Baran Enqere

    Dema ku Tirkiye amadekariyareferandûma 12’ê Îlonê dike,di qada siyasetê de jî dijbertiyênbalkêş derdikevin holê. Sê eniyêndijber ên wek ‘Erê’, ‘Na’ û ‘Boykot’derketin, lê ya herî balkêş îtifakêndi navbera aliyên guhertinxwaz ûstatuperest de ye, ku di dîroka si-yasetê de mînakên wisa derneke-tine. Mînak, mirov dikarepartiyên faşîst û komunîst li cemhev, laîk û îslamîst li cem hev, anjî partiyên netewperestên Tirk ûpartiyên ku doza mafên Kurdandikin, li cem hev bibîne.

    Helwestên partiyên siyasî yên kudi pêvajoya referandûmê de derke-tine û bûne wek enî, wiha ne:

    Eniya ‘Erê’

    Pêşengê eniya ‘Erê’ partiya kumîmartiya guhertina Makzagonê

    dike, AKP ye. AKP jî guhetinan têrnabîne, lê dibêje ku eger referan-dûm bê pejirandin em ê karibindi pêşerojê de guhertinên herîmezin bikin.

    Partiya Saadetê (SP) ku wekdayika AKP’ê tê zanîn û bingehasiyaseta wan yek e, herwiha par-tiya Abdullatif Şenerê ku ji AKP’êqetiyabû, Partiya Tirkiyê (TP)herçiqas di gelek mijaran de dij-bertiya AKP’ê bikin jî, di referan-dûmê de wê bêjin ‘Erê’. Partiyanijadperest a ku senteza Tirk-Îslam diparêze, Partiya YekitiyaMezin (BBP) jî wê di referan-dumê de dengê ‘Erê’ bide.

    Partiyên Kurdan HAK-PAR ûKADEP jî pakêta guhertina Make-zagonê têr nabînin, lê ji ber ku jiya niha çêtir dibe, ragihandin kuew ê ‘Erê’ bikin.

    Di qada siyaseta çepgir de jîtenê Partiya Demokrasi û Wekh-eviyê (EDP) û Partiya KarkerênŞoreşgerên Sosyalist (DSİP) wê

    piştgirî bidin referandûmê.Herdu partiyan jî ragihandin kupakêta guhertinê têr nake, lê jirewşa niha çêtir e û erêkirin nayêwateya hevalbendiya AKP’ê, lê ar-manca wan demokratîkbûnaTir-kiyê ye.

    Eniya ‘Na’

    Eniya ‘Na’ bi hejmara endamênxwe yên dijber eniya herî rengîne. Partiyên ku xwe wek sosyal-de-

    mokrat dibînin, CHP û DSP, hêzanijadperest MHP, partiya sosya-lîstan û komunîstan, Partiya Pişt-girî û Azadiyê (ÖDP), PartiyaKedê (EMEP), Partiya Komunîst aTirkiyê (TKP), Partisi RizgariyaGel (HKP), Partiya Karkeran aSosyalîst (İSP) jî bi sedemên cudadi eniya ‘Na’ da cih digrin.

    Partiya ku wek îslamîst û bi te-riqatekî ve girêdayî tê nasîn, Par-tiya Tirkiyê a Serbixwe (BTP) yaku serokatiya wî Haydar Baş dike,

    ligel partiyên laîk ên wek CHP ûDSP’ê di heman eniyê de cih di-gire.

    Partiya Karker (IP) a ku serokû rêvebirên wê ji ber endamtiyaErgenekonê ketine girtîgehê ûPartiya Nû, Yeni Parti (YP), par-tiya ku serokatiya wê serbazêberê Osman Pamukoglu dike,Partiya Maf û Wekheviyê(HEPAR), Partiya Rastgir a Na-vend, Partiya Demokrat (DP) jîragihandin ku di referandûmê deew ê bêjin ‘Na’.

    Eniya ‘Boykotê’

    Partiya Aştî û Demokrasiyê(BDP) a ku di Parlamentoya Tir-kiyê de xwediyê 20 parlamente-ran e, bi hewldana ‘Boykotê’ dinavbera herdu eniyan de dimîne ûdibêje ew ê neçin ser sindoqan.BDP ji ber ku hikûmetê guh ne-daye daxwaziyên wan û pakêtgelek qels e, dijbertiyê dike lê ji boku li cem CHP û MHP xuya nekerêya ‘Boykot’ê pejirand. HerçiqasSerokê PKK’ê Ocalan got, “Bilagelê Kurd heta deqeya dawiyê bi-fikre” û helwestên BDP’ê hinekînerm bûn jî lê heta niha jî guher-tinek zelal destnîşan nekirin.

    Partiya Demokrasiya Sosyalist(SDP) û çendîn saziyên sivîl êndemokratîk jî helwesta BDPê yaboykotê diparêzin.

    Kurdistan Rûdaw4 Hejmar 59

    Wladimir Van Welgenburg

    Ger ji piraniya Kurdan bipirsîEzîz Weysî kî ye, wê rasterastê stranbêj bê bala wan, lê generalEzîz Weysî fermandarê 47 hezarserbazên hêzên pêşmergên tay-bet e ku wek ‘zêrevanî’ li Kurdis-tanê tên naskirin. Ezîz Wexsîhebûna hêzên Amerîkî li Îraqê gi-rîng dibîne û dibêje ku ger Ame-

    rîka dema mabûna xwe li Îraqêdirêj neke, wê rewşa Îraqê berbixerabiyê here.

    Ezîz Weysî wiha axifî: "Hebûnawan pir pêwîst e heta dema

    pirsên Îraqê yên serekîbên çareserkirin, hetadema pêkanîna hikû-metekê ku ne nûner-tiya hizbekî tenê, lênûnertiya tevahiyaÎraqê bike."

    Serbazên Ezîz Weysîji Diyale heta sînorênBrahîm Xelîl di kar dene, lê tu çalakî û karênwan li navçeyên di bindesthilata YNK’ê de

    wek Silêmanî û Germiyannînin, ku kontrola partiya wîPDK’ê ewqasî li wan navçeyannîne.

    Hêzên Zêrevanî di bin desthi-lata Wezîrê Navxwe yê HerêmaKurdistanê Kerîm Şengalî de neku ew jî endamê polîtburoyaPDK’ê ye. Zêrevanî wek artêşaKurdistanê kar dike û li cihên kudestê polîsan nagihe wan çalak e.

    Lê Ezîz Weysî diyar dike ku ar-

    têşa wî di parastina jiyana berpir-sên Erebên Îraqê de li navçeyêncihê nakokiyê li Nînewa rolekemezin lîstiye.

    Di dawiya salên 80 û destpêka90’an de, Ezîz Weysî bo dema 5salan gerîllayê PKK’ê bû, ku ew jîhevdem bû ligel kampanya ceno-sîda rêjîma Baasê ya Saddam lidijî Kurdan. Weysî wiha dibêje:"Wê demê min PKK’ê nas kir ûhizr û îdeolojiya wê bandor li minkir."

    Ezîz Weysî di şerê navbera PKKû PDK’ê de, ji aliyê PDK’ê dîl hatgirtin. Lê piştre, navbirî biryar dadev ji PKK’ê berde û tevî PDK’êbibe. Piştî demekê ji vegera wî,Ezîz Weysî jiber îmkana wî yaserbazî û bi gotina wî `tecrubeyajiyana wî` ku di dema xwe de linav PKK’ê wergirtiye, postekîserbazî bidest xist.

    Navbirî wiha behsa rabirdûyaxwe dike: "Ew beşek ji jiyana mine û qet jê ne poşman im." PiştreWeysî li navçeya Zawîte dikin fer-mandarê hêzên taybet ên PDK’ê.

    Dema di 2003’an de Amerîkaêrîş bir ser Îraqê, Wesyî bû fer-

    mandarê giştî yê hêzên zêrevanîû ligel hêzên Amerîka û pirnetewdijî artêşa Îraqê şer kir. Weysîwan raporan red dike ku sala2009’an rêxistinên mafên miro-van belav kirin ku di wan de dibê-jin hêzên Kurd êrîşî daniştvanênEreb û kêmneteweyên ParêzgehaNînewa dikin û dibêje: "Me alîka-riya xelkên lêqewimî yên vannavçeyan kir û hevkariya wan kirku xwendingeh û cadeyan dirustbikin. 17 gundên Erebnişîn lidemsala zivistanê bê petrol bûn,me ji beşa xwe da wan."

    Peywendiya hêzên zêrevanî ûKurdan bi giştî ligel parêzgarê Nî-newa Esîl Nucêfî ne baş e, lêWeysî dide zanîn ku ti pirsgirê-kên hêzên wî li navçeyên parêz-geha Nînewa ligel Artêşa Îraqênînin. Hinek ji navçeyên parêz-geha Nînewa beşek in ji navçeyêncîhê nakokiyê û Amerîka jî wekçavkaniya dirustbûna ne aramiyêli Îraqê bin, berê xwe dide vannavçeyan.

    Ligel ku Weysî dibêje ti pirsgi-rêka wan ligel artêşa Îraqê nîne,lê diyar kir ku dema ew pey-

    wendî digihe astê takekesan ûnav leşkeran, astê peywendiyan jînizim dibe: "Ji ber ku di navhêzên artêşa Îraqê de kesên biRêxistina Qaîde û Bees ve girê-dayî hene û bi taybetî di navhêzên polîsan de, ev jî di navberahêzên Kurd û Ereb de dibin se-demê bêbaweriyê. Siyasetmeda-rên raqê wek wezîrê navxwe yêÎraqê dixwazin zêrevan paseva-nên wan bin."

    Sertîp Rêbiwar Yûnis Ebdullaku fermandarê sektora dûyem abetalyona 5’an a Artêşa Îraqê liMûsilê ye wêya piştrast dike ku`terorîst` hatine nav refên artêş ûpolîsan, lê daxwiyand ku "jimarawan pir kêm e."

    Rêbiwar herwiha ron kir kupeywendiya Artêşa Îraqê ligelhêzên zêrevanî baş e û got: "Evhêzeke hevbeş e û serperiştiya 15xalên kontrolê dike û ji zêrevanî,Artêşa Îraqê, polîs û hêzên pirne-tew pêk hatiye."

    Ezîz Weysî dibêje divê Amerîkaher li Îraqê bimîne heta maddeya140’an a destûra Îraqê bê cîbicîki-rin û dibêje: "Hebûna wan li virpir girîng e, ne tenê bo Herêmame, jiber em berevaniya wê dikin,lê ji bo tevahiya Îraqê. Ger Ame-rîka ji vir here, rewşa Îraqê wê têkhere, ev nerîna min a taybet e."

    “Pêwîst e hêzên Amerîkî bimînin ”Ezîz Weysî ew kes e ku di demeke kurt de stêrka wî geş bû û ji ez-mûnên dema gerîllatiyê sûd girt û bû Fermandarê Pêşmergeyan.Ji bo dahatuya Îraqê ew hebûna hêzên Amerîkayê pêwîst dibîne

    Biratiya dijberan a referandûmêPartî û tevgerên siyasî yên ku di parlamenêû di siyaseta xwe de di gelek waran de dûrîhev in û heta gelek caran bi dijwarî şerêhev yê siyasî jî dikin, di dengdana li ser pa-kêta guhertina Destûra Bingehîn ya Tir-keyê de ketine nava eniyên balkêş

    www.

    arsiv

    akur

    d.or

    g

  • 5RûdawHejmar 59 Kurdistan

    Dr. Michael Eppel di wê bawe-riyê de ye ku serketina Ba-şûrê Kurdistanê di pêşîlêgirtina“kapîtalîzma dirinde“ de ye û sîs-tema sosyal-demokrat ji bo Kur-distanê weke sîstema herî başdibîne.

    Rûdaw: Herêma Kurdistanê ez-mûna xwe weke ezmûneke demo-kratiyê bi nav dike. Gelo ev yekrast e?Dr. Michael Eppel: Ev yek ta ra-deyekê rast e. Mirov nikare bêje liKurdistanê demokratiyeta mîna liwelatên Ewrûpaya rojava heye, jiber ku rewş cuda ye. Hîn pirsgi-rêk hene, lê dîsa jî ez bawer im kudemokratiya li Kurdistanê zêdetirbûye. Kurdan hîn projeya xwe yanetewî ya avakirina neteweyekêbi dawî neaniye. Herwiha rewşagiştî li herêmê rê nade demokra-tiyeta mîna li cîhana rojava.

    We got pirsgirêk hene. Divê çi bêkirin ji bo ku li Kurdistanê de-mokratiya rêkûpêk peyda bibe?Divê li Kurdistanê hêza tebe-

    qeya navîn bê xurtkirin. Herwihapêwîstî bi danûstana di navberaramanên cuda ji bo pêşeroja Kur-

    distanê heye. Ev yek wê hêviyêbide nifşê ciwan. Ev nifş ne razî ûbê hêvî ye. Di hin xalan de ewmafdar in, di hin xalên din dedibe ku ew ne mafdar bin, lê ras-tiyek e ku nifşên ciwan tim guher-tinan dixwazin. Ew dixwazin kugendelî nemîne. Lê divê mirovrealîst be: Hîn jî di hundirê Îraq ûderveyî wê de metirsî li ser pro-jeya kurdî ya netewî heye.

    Hûn rewşa siyasî ya Kurdistanêçawa dibînin?Wê ji bo Kurdistanê pir baş be

    ku li kêleka desthilatê oposisyonjî peyda bibe. Wek mînak, ezGoran wek gaveke pir erênî dibî-nim. Divê desthilat bêtir xwerexne bike û di neynikê de li xwebinere. Ew divê ji bo guhertinanamade be. Ku li Kurdistanê binge-heke xwedî aso peyda nebe, ew ê

    nikaribe helwesta xwe ji bo bêtirmafan xurtir bike.

    Ezmûna Kurdistanê li Îsraîlçawa tê dîtin?Ez bawer im ku li Îsraîl bi ça-

    vekî dostane li Kurdan tê temaşe-kirin, lê ji aliyekî din ve gelekşaşfêmkirin peyda dibin. Ji ber kuezmûna Kurdistana Îraqê li îsraîlbaş nehatiye naskirin. Di dîrokaÎsraîl de Kurd û Kurdistan rolekegiring nelîstiye, ango Îsraîliyanxwe zêde mijûlî Kurdan nekiriye.Mîna gelek dewletên cîhanê Îsraîljî hay jê heye ku peywendiyên wêbi Tirkiyê re baş bin, ji ber Tirkiyedewleteke xurt e. Ji ber vê yekêÎsraîl heta niha ti gavên berbiçavberbi Kurdan neavêtine. Berje-wendiyên hevbeş di navbera Kur-distan û Îsraîl de hene, lê herdualî hay ji xwe hene ku gavên zêdenavêjin ku bikaribin ji wan re se-rêşiyan çêbikin.

    Herêma Kurdistanê jî peywendi-yên xwe bi Tirkiyê re xurtirdike. Hûn siyaseta derve ya Kur-distanê çawa dibînin?Tevî hin têbîniyên min li ser si-

    yaseta wê ya di hundirê Kurdis-

    tanê de, lê serokatiya kurdî siya-seteke derve ya gelekî aqilmendpêk tîne. Ji aliyekî ve ew di hun-dirê Îraqê de çalak e. Ji aliyekî dinve wê tevneke ji peywendiyênnavnetewî dirust kiriye. Ev pey-wendî danûstandin û berjewen-diyan bi xwe re tînin ku dikarin jiKurdistanê re gelekî bi sûd bin.

    Kesên ku diçin Îsraîl, wê wekbuhuştê bi nav dikin. Gelo pê-wîste Kurdistan çi bike ji bo kumîna Îsraîl bi ser keve?Ez bawer im ku serketina Kur-

    distanê di wê yekê de ye ku ne-hêle kapîtalîzma dirinde hertiştîbixe bin kontrola xwe. Bazarênserbest giring in, lê herwihawekheviya civakî jî pir giring e.Divê Kurdistan nehêle ku tebe-qeya navîn koçber bibe û li derveli ser lingên xwe raweste. Ez nax-wazim şîretan li Kurdan bikim, lêez dibînim ku sîstema sosyal-de-mokrat a herî baş e ji bo Kurdis-tanê. Hingî civaka Kurdistanê wêbibe nimûne ji bo civakên din liherêmê û Kurd wê di cîhanê de biezmûna xwe serbilind bin.

    Hevpeyvîn: Sîrwan H. Berko

    Dr. Michael Eppel, Serokê Beşê Dîroka Rojhilata Navîn li Zanîngeha Haifa li Îsraîl:

    Siyaseta derve ya Kurdan gelekî aqilmend e,lê divê ew hundir piştguh nekin

    Dr. Michael Eppel

    Wezareta Plandanîna Îraqêragihand ku serjimêriyagiştî wê di dema destnîşankirî debê pêkanîn, ji derveyî wê yekê kahikûmet tê pêkanîn yan na. Weza-retê ragihand jî ku di demekekurt de amadekariyên teknîkî ûlojîstîkî yên serjimêriyê bidawîdibin. Gengeşe di navbera Kurdande ku piştgiriya serjimêriyê dikinû hinek aliyên Ereb ku daxwazapaşxistina wê dikin, didome.

    Serokê Saziya Navendî ya Serji-mêriyê ya girêdayî WezaretaPlandanînê, Mehdî Ellaq, daxu-yand ku saziya wan: "Nêzîk bûyehemû amadekariyên lojîstîk ûteknîkî xilas bibin bi mebesta kuserjimêriya rûniştvanan di demaxwe de di 24 Cotmeh a 2010’ande bê kirin." Navborî tekez jî kirku ew dem: "Diyarkiriye û nayêpaşxistin, ji derveyî wê yekê kahikûmet tê pêkanîn yan na."

    Derbarê navçeyên cihê nako-kiyê, Elaq got: "Lîjneyeke hevbeşji hikûmeta navendî û HikûmetaHerêma Kurdistanê di demekekurt de dicive û derbarê birêve-çûna prosesa serjimêriyê li nav-çeyên cihê nakokiyê lêkolîn dike."

    Parlamenterê Îtîlafa Fraksyo-nên Kurdistanî, Muhsin Sadûn,dibêje aliyên ku daxwaz dikinserjimêrî bê paşxistin hewl didinastengan danin pêşiya cîbicîki-

    rina maddeya 140’ê û têkiliya vêyekê bi asayîkirina rewşa Ker-kûkê ve heye.

    Parlamenterê Lîsta Îraqiye,Omer Cibûrî, jî diyar kir ku serji-mêriya rûniştvanan: "Armancênsiyasî li pişt hene û peywendiyawê bi yekîtiya niştîmanî ve tune,jiber naveroka formê behsanetew û mezheb dike." Cibûrîwiha axivî: "Wezareta Plandanînêînkar kir ku berê metirsiya wan asiyasî derbarê serjimîriyê hebe ûtekez kir ku ti aramnceke siyasî lipişt wê prosesê tune, lê di wêyekê de aramnca siyasî pir zelal ûeşkere ye, ev jî ji ber hewlên par-tiyên Kurdî û danîna mercan jialiyê wan li ser lîst û partiyên din

    bû da ku serjimêrî di dema diyar-kirî de bê meşandin.”

    Hikûmeta Herêma Kurdistanêjî ji bo pêkanîna prosesê hemûamadekarî kirine. Cîgirê Serokwe-zîrên Herêma Kurdistanê, AzadBerwarî, ji Şandiyê Taybet ê Nete-weyên Yekgirtî, Cristian Macnab,re ragihandiye: “Di hilbijatina borîde ji ber nebûna serjimêriyeke di-rust û nû, Herêma Kurdistanêrastî zerarê hat.” Herwiha hatzanîn ku her du aliyan tekez li serwê yekê kirine ku pêwîst e serji-mêrî bêyî paşdemayîn di demaxwe ya diyarkirî bê meşandin.Navborî ragihand ku şanda NYhemû aliyên teknîkî yên pêwîst jibo serjimêriyê bidawî anîne.

    Hinek endamên Lîsteya Îraqiye dijber in

    Wezareta PlandanînaÎraqê: Serjimêrî di demaxwe de tê kirin

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê û NYamaje didin wê yekê ku hemû amadeka-riyên sazkirina serjimêriya rûniştvananli Îraqê bi dawî hatine. Hin aliyên Erebîjî dibêjin armanceke siyasî li pişt wêprosesê heye

    Rûniştvanên Kurd ên Parêzgeha Kerkûkê ji bo encamdayîna serjimêriyê xwepêşandanan saz dikinwww.

    arsiv

    akur

    d.or

    g

  • Kurdên Ewrûpa Rûdaw6 Hejmar 596

    Zanîngeha Middle Tennessee State ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji payîza 2010’an pê ve kursa zimanê kurdîdigre nav bernameya xwe ya kursan. Asîstanê zanîngehê Prof. Kari Nelly daxuyand ku wan ji bo kursa kurdî piştgirî ji Kur-dên ku li Tennessee rûdinin jî girtiye û wan ji niha ve dest bi pêkanîna polan kiriye. Dîrektoriya kursan wê Deniz Ekici yê jizanîngeha Exeter ya Îngilîstanê bike. Deniz Ekici wê di çarçova kursan de zaravayê kurmancî fêrî şagirtan bike. Li DYA’yêherî zêde Kurd li eyaleta Tennessee dimînin. Li bajarê Nashville yê vê eyaletê 14 hezar Kurd dijîn.

    Li zanîngeha DYA’yê dersên kurdî dest pê dikin

    Fatma Savci Stokholm

    Wezîra Întegrasyonê yaSwêdê ya esil Kongoyî û en-dama Folkpartîet (Partiya Gel)Nyamka Ana Sabunî, bi pirtûkaxwe ya bi navê “Den Nya Sverige”(Swêda Nû) li vî welatî nîqaşekberfireh da destpêkirin. Sabunî dipirtukê de pêşniyaz dike ku pena-berên hatine Swêdê divê di karên

    xwe de ji Swêdiyan kêmtir heq-dest bistînin û karkerên penaberne xwedî hemî mafên qanunî yênSwêdê bin. Lewra, li gor fikra wê,eger penaber bi pereyekî hindikbixebitin û ne xwedî hemî mafanbin, wê zûtir întegreyî civakaSwêdî bibin. Ev fikrên Sabunî bûnsedama ku di rojnameyên Swêdêyên herî mezin wek Aftonbladetû Ekspressen de guftugoyên cuda

    dest pê bikin. Sabunî berî niha jîbi fikrên xwe yên li dijî biyaniyanketibû rojevê û gelek rexne lihemberê wê hatibûn nîşandayin.Wezîra Întegrasyonê wiha gotibû:“Ji bo ku kesek bibe hemwela-tiyê/ya Swêdê divê di testan rederbas bibin. Testa zimanê Swêdîû testa qanunên Swêdê.”

    Gelek kes û dezgehan nerazî-buniyên xwe nîşanî van ramanê

    Sabunî didin û wiha dibêjin: “Ligor vê ramanê nexwe mirov bihesanî dikare penabereke ku jiÎraqê hatiye wek cêrî di mala xwede bikarbîne û tenê 30 Kronî heq-dest bidiyê. Yan jî Somaliyekî kubi 15 kronan kar dike bibîne. Evne ti polîtikayeke întegrasyonê yeû ev raman li dijî mafê mirovan ûprestîja Swêdê ye.”

    Keseke ku bi tundî li hemberêwezîra Întegrasyonê derket û dirojnameya herî mezin a Swêdê demunaqeşe kûrtir kir, endama Par-tiya Sosyal Demokrat û beren-dama parlamentoyê, keça KurdEvîn Çetîn e. Çetîn wiha bersiv daSabunî û got: “Sabûnî di nav he-riya populîzmê de bi çalepkan birêve diçe. Wezîra Întegrasyonêdev ji xeta xwe ya li dijî penaberû biyanian bernedaye. Li gor wêpenaber ne xwende ne, teral in ûnikarin tiştên baş bikin. Loma jîdixwaze penaberan ceza bike ûzêdetir ji wan bixwaze.” Çetîn go-tina xwe didomîne û dibêje:“Jixwe penaber li wî welatî gelekdixebitin û mecbûr in di demekekin de tiştên ku Swêdiyan di de-meke dirêj de kirine bikin. Gelekpenaber tevî ku dîplomaya wan adibistana bilind heye jî, niha dipîzza de, an di karê paqijiyê de di-

    xebitin, an jî şofortiyê dikin. Sa-bunî li pey kîjan cezeyî ye?”

    Tişta balkêş ew e ku Wezîra În-tegrasyonê Nyamka Ana Sabunîbi xwe jî wek penaber hatiyeSwêdê û niha polîtikayeke li dijîpenaberan dide meşandin.

    “Em ê dawiya bêkariyêbînin”

    Sekreterê Partiya Sosyal Demo-kratan ya Swêdî, Îbrahîm Bay-land, di 19’ê Tebaxê de, li bajarêGävle, bi organîzeya berendamameclîsa şaredariya Gävle, keçaKurd Leyla Tarhan, civînek li dar-xist û got ew ê li hemî Swêdê û bitaybet di nav biyaniyan de dawiyabêkariyê bînin.

    Îbrahîm Baylandê bi eslê xweSuryanî û ji Midyada ye da xuya-kirin ku ew di zanîbûna gelekpirsgirêkên Kurd û bi tevahî yênpenaberan de ye: “Îro li Swêdêpirsgirêka herî giring bêkarî ye.Lê ev pirsgirêk ji bo penaber û xe-rîban hîn mezintir e û di navawan de zêdetir e. Bi taybet ciwa-nên xerîban ji ber ku bêkar dimî-nin gelek problem derdikevinholê û dibe sedema jiyaneke wana nebaş.”

    Bi xwe biyanî ye lê li dijî biyaniyan e

    Nyamka Ana Sabunî li Ewrûpayê yekem û tena wezîra reşik e

    Mistefa Çwartayî Koln

    Kêm bajarên Almanya hene kuçend muzîkvanên Kurd tê dejiyan nekin. Ew muzîkvan ji hevdûr in, belawela ne û bihev re karnakin. Loma heta niha grûpekebaş a mûzîka Kurd di Almanya detuneye û hinek ligel grûpênAlman kar dikin.

    Muzîkvanên Kurd li Almanyahinek car di helkevt û şahiyênKurdî de tên razîkirin da ku mu-zîkê pêkbînin. Lê hemû li derve bitena serê xwe û ji hev veqetiyayîdixebitin. Yek ji wan hunermen-dan Dilşad Kaban e ku wiha dia-xife: “Li vir her kes mijûlêkarkirin û debara jiyana malbataxwe û zarokên xwe ye. Ev jî di hu-nerê de dûrketinek çêkiriye ûmirov nikare karê hunerî bime-şîne.” Li gor Kaban, berê bandora

    cudahiya ramanî û pirsgirêka alî-giriya partiyan li ser belavbûnamuzîkvanên Kurd ên Almanyahebû: “Lê niha ew yek tune.”

    Muzîkvan Azad Xoşnav jî behsadijwariya jiyana Kurdên li Ewrû-payê dike: “Li vir muzîkvaneke/îKurd tune ku tenê bi riya muzîkêjiyan bike.” Wêna jî dibe sedem daku muzîkvan ji hevdû dûr kevin ûbelawela bin. Lê bi baweriyaAmanc Yehya, yek ji sedemên be-lavbûna wan hunermendan cuda-hiya nerînan di navbera wan deye: “Hinek muzîkvan dersê dixwî-nin û nikarin xwe bi grûpan remijûl bikin, hinek jî hene ku bi ça-veke din li karê grûpan dinerin.”Amanc dide zanîn ku muzîk ka-reke grûpî ye û ne mîna nivîsînahelbestan û karê wêjeyî ye kumirov bi tena serê xwe bikare karbiqedînî.

    Hunermend Dilşad Kabandiyar dike, ew jimara zêde ya hu-nermendan dikarin bihev re grû-peke seretayî ava bikin û xwe jibelavbûnê rizgar bikin û nerînênxwe wiha anî ziman: “Bêgumaneger grûpek neyê çêkirin û mu-zîkvan neyên cem hev, wê huneraxwe ji bîr bikin. Ev yek jî bandorêdike ser asta hunera Kurdî li sir-gûnê.” Azad Xoşnav jî bi Kaban rehevfikir e lê tekez dike: “Bo ava-kirina grûpê dezgehek pêwîst eku hunermendan li hev bide ci-vandin.”

    Hêmin Derya mînaka yek jiwan muzîkvanan e ku ligel grû-peke Afrîqî û Ewrûpî kar dike. Ligor Hêmin, stranbêj dikarin mu-zîkvanan li hev bidin civandin: “Jiber niha bo kîjan hunermendê/aKurd muzîkê lêdixim, ji min re di-bêje stranbêjê/a te kî ye?” Hêmin

    eşkere dike, ger grûpeke Kurd yamuzîkê li Almanya hebûya, bigrûpên Alman re xebata hunerînedikir. Lê vê rexneyê jî raberîmedya Kurd dike: “Rast e nebûna

    grûpên bi vî awayî zerer heye, lêpirsgirêk di wir de ye ku niha ci-vaka Kurd û ragihandin bi wêqasê ku rêzê ji stranbêj digrin, wêhesabê bo muzîkvan nakin.”

    Muzîkvanên Kurd li Almanya belawela ne

    Hêmîn Azad

    Wezîra Întegrasyonê ya Swêdê cod stan-dardî dixe navbera penaberan û Swêdiyan.Dibêje bila penaber zêde kar bikin lê kembistînin, ji bo ku zûtir întegre bibin

    www.

    arsiv

    akur

    d.or

    g

  • 7RûdawHejmar 59 Hevpeyvîna Hefteyê

    Ji bo ku îspat bike ku ew ê didema diyarkirî de ji bo hevpey-vînê amadebe, got ”Eger ez necehim im, soza Kerê be ku ezêtam di demjimêr 10’an de amadebibim.” Sekrterê Partiya KerênKurdistanê ji hikûmetê aciz e ûdibêje: “Ger hikûmet soza tewî-leya keran ji min re pêkneyîne,ezê serê xwe hilgirim û biçim ûhaşatiyê ji Kurdbûna xwe dikim.”

    Rûdaw: Gelo tu niha jî bi hemancoşa berê xema Keran digirî sermilê xwe? Çawa bû ku te cara ye-kemîn xema Keran hilgirt?Omer Kilol: Ez bi xwe bi kerînî ji-yame. Pisporiyeke min a zêdederbarê wî ajelê bêziman hebû,paşî ji aliyê felsefî û civakî ve ji-yana keran bala min kişand. Kersembola rastiyê ye û xwedî bawe-riyeke temam e. Ew taybetmen-dên ez di kerê de dibînim, ez dimirovan de nabînim. Heta nihamin nedîtiye kerek kerekî dinbikuj e. Tu bibêjî “Dê dêêê” ewdiçe û bibêjî “hoşşşşş” radiweste.Her tiştê jê re bê dayîn ew dixweû weke mirovan dilê xwe ji hinxwarinan reş nake. Ker demekezêde bi mîzkirin û pîsiyê ve der-bas nake, van tiştan wiha kir kuez nêzîkî wan bibim

    Te kengî biryar da ku ji bonaKeran rêxistinekî damezrînî?Di sala 1979’an de ji ber ne-

    bûna azadiyê û bi slogana “Kerîtîû Kurdatî, lê ne caşatî û paşatî”min avakirina Partiya Keran destpêkir û heta sala 1993’an dewamkir, wê demê derfet li ber xelkê fe-rehbûn û hejmareke zêde ya par-tiyan avabûn. Vêca min jîkonferansek sazkir û min navê“Grûpa Kerên Kurdistanê” lêkir,konferans li deverên weke Kelarû Kifrî sazkir.

    Beriya çend salan te digot, “Ci-vaka Kurd li hember keran civa-keke bêwefa ye.” Gelo tu niha çidibêjî ku te pir nûçeyên kuştinakeran jî bihîstine?Erê rast e, hemberî kerê û bavê

    jî bêwefa ye. Dema bav pîr dibeqet hurmeta wî nayê girtin û têpiştguhxistin. Ew herdu, wate kerû bav zêde zehmetê dikşînin û lidawiyê bêqîmet dimînin. Vêca jiber bêserûberiya mirovan me di-rûşmeke nû ava kir, wek: “Me bir-yar daye em wek keran bijîn.”

    Gelo di vê derbarê de ji bo hikû-metê peyameke te ya din heye? Butçeya min qasî nîv butçeya

    endamê parlamen jî nabe, minradyoyek bi navê “Dengê Zirînê”damezrand ji bo xizmeta tiştekîbikim ku baweriya wan pê nayê.

    Lê we Dengê Zirînê girt, geloguhdarên we zêdene bûn?Bawer bike guhdarên wê ji

    hemû radyoyan bêtir bûn, lê jiWezareta Rewşenbîrî hat redki-rin. Ne ew bi tenê, lê dema ez di-çime Civata Wezîran jî li Hewlêrênahêlin ez bikevim hundir. Tevîku ez bawer dikim ku di rojhilatû rojavayê de qet kesekî wekemin ker hebe û ji zanîsta keranfêm bike, lê mixabin ez di nav ci-vaka keran de najîm, di nav ci-vaka gayan de dijîm, ji ber ga herdixwe û têr nabe.

    Ji bo fêmkirina rewşa keran, tuli gelek navçeyan geriyayî. Geloker li kîjan deverên HerêmaKurdistanê bêtir mexdûr e?Li Kurdistanê û navçeyên Ereb

    ên Îraqê jî ker di astengiyan de ye.Li Erebistanê û Kerkûkê ewqastopên gazê li keran dixin, pircaran bilind dibe asiman û hawardike, bêtir Erebên Kerkûkê wihadikin. Îraq bi tevahî welatê nîfaqêye. Lê Kurd xerabtir in, Erebkeran binpê dikin, lê em wan di-sojin û guhên wan dibirin, em ho-vanetir in.

    Projeya dirustkirina axurêkerên derbider di destên te dehebû, gelo çi lê hat?Hikûmet her sozan dide û tiş-

    tekî cîbicî nake. Di serî de li peydaxwaziya min tên, lê pişt rehoşşş hoşşşê bi min dikin. Hikû-met û karbidestên Kurdan hertimwiha ne, ez xwediyê malbateke 9kesî me, ez ji Kelarê diçim Hew-lêrê û mesrefeke zêde dikim, lêew dibêjin here 14 rojên dinwere. Ez nizanim ew berpirs çimawiha dike, keko tenê 5 deqîqeyanbi çêlekan re neaxive û were bikerê re biaxive. Min soz daye egerew vê projeyê pêk neynin, ez êserê hildim, li Kurdistanê nemî-nim û haşatiyê ji Kurdbûna xwebikim. Ez tenê dixwazim li cihekîzeviyekê diyar bikin ji bo ku ezbikim axur û kerên derbider tê debicivînim, ji bo ku êdî nema bidestê xelkê neyên binpêkirin. Evhêviya min bû, tenê ez wê bikim,êdî ez bicehimim jî ne pirsgirêk e.

    Berê diyardeya sekskirina bikerê re hebû, baweriya te li serwê meseleyê çî ye? Her ajelek bi nifşê xwe re kar

    dike, kesê ku bi kerê re wiha bike,wate ew ji nifşê kerê ye.

    Tu çima her behsa kerê dikî, liKurdistanê mahîn û hêstir jîheman nexweşiyên keran nakşî-nin?Nexêr ew nayên binpêkirin,

    Mahîn û hêstir weke beg û axan

    dijîn, ew bi kêfa xwe dixwin û‘High life’ dijîn. Ji xwe li Kurdis-tanê ker nemane, li gor zanyari-yên min li Hewlêr, Silêmanî,Duhok û Germiyanê nebêtirî 500ker mane. Hemû bi destên xelkêhatine kuştin û zarokan şewitan-dine, keran barkirin û nîva din jîEreban birin.

    Niha ker tenê di destên şivanande mane, nava bajaran ji keranvale bûne?Erê wiha ye, demeke din ew jî

    wê bicehimin û wê weke dînozo-ran li wan bê, wê demê ji bo dî-tina keran divê em serî limozexaneyan bidin.

    Bi baweriya te wê careke din pê-wîstiya civaka Kurd bi keranhebe?Piştrast be wê rojek bê emê

    bêjin ax ji bo kerekê, ji ber kuKurd û ker bi hev re girêdayî ne ûnavçeya me jî navçeyeke çiyayîye, dinya jî dewre wê rojekê bixwe bihesin. Niha corên otombê-lan di bin wan de hene, loma vêyekê nizanin. Lezê neke bila rêyame bikeve çiya wê demê emê bi-zanin wê çi bê serê me.

    Tu zêde destê xwe li stûyê kerêdidî, gelo tu piştre destê xwe di-şoyî yan na?Paktirîn laş ê kerê ye, ew xwe

    di nav xweliyê de digevizîne. Dinav xweliyê de maddeya Judêheye, ew maddyeke qayîm e. Maker ji bê aqilî xwe di xweliyê dedigevizîne. Ez te piştrast dikim,here destê xwe li kerê bide ûdestê xwe neşo.

    Di derbarê keran de lêkolînên tehene?Ev 31 salin ez xizmeta kerê

    dikim, niha ez dikarim li ser kerêdi zanîngehan de waneyên zanistîbidim, ez garantî jî didim ku ma-mosteyên doktoraya wan li serajelan heye, biqasî min ji wê mi-jarê fam nakin. Hemû jiyana minbalkişandin û geriyana li peykeran bû. Ez tenê li cem xelkê mesivik bû me, lê xelkên biyanîdema tên giringiyê didin min û bimin re diaxivin. Lêkolînan jî îspatkiriye ku ker ji hemûyan bê ziyan-tir û bê maftir e.

    Hejmara endamên rêxistina tegihaye çendî û çima heta nihanasnameya te ya endametiyêtune? Piştî cejna Remezanê ez dixwa-

    zim formên wan tije bikim û nas-meyan amade bikim, wê demêwê hejmara rast a endamêmGrûpa Kergel derkeve holê, lê bibaweriya min niha 15 hezar en-damên me hene.

    Ji bo keran te baceke mezindaye, navbera te û malbata teçawa ye?Tenê kurê min car bi car hev-

    peyvîn û karên min ji min re jikomputerê derdixîne. Sarbûnî ke-tiye navbera min û hevjîna min jî,ji ber ku dema ez diçim cihekî ewbi min re siwar nabe û dibêje divêtu wêneyên wan keran ji otom-bêlê daxînî, yan ez siwar nabim ûbi te re nayêm derve. Ez jî dibêjimku hemû dinya wêran bibe, ezwêneyên wan keran danaxînim.

    Dibêjin ker ti zimanan famnake, loma mirov neçare lê bixeji bo biçe. Tu dikarî bêyî lêdanKerê têbigihînî ku fermanan cî-bicî bike? Ker ne bê aqil e, lê çêlik bê

    aqile. Peyva ker ji kar hatiye, emdibêjin karker, ango ker kar dike,lê çêlik her dixwe. Ezê biryarbidim ku caşekî ji zaroktî per-werde bikim ku ji mirovekî biaqiltir be, lê dema tu jê fêm nekîû her bi darê pêre tevbigerî, ezêçi bibêjim. Hemû ajel zimanêhevdu dizanin.

    Tu çawa li kerên Ewrûpa dinerî,ku tu bikaribî tu dixwazî hemûKerên Kurdistanê bibî Ewrûpa?Kerên wê derê 30 salan jiyan

    dikin, lê kerên me 15 heta 18salan dijîn. Soz be eger îmkanênmin çêbûn ezê hemû keran bibimEwrûpa ji bo ku li Kurdistanê kernemînin û êdî tenê di dahatûyêde neviyên Kurdan di çîrokan de

    bizanin ker çi bû û çawa bû.

    Gelo parçeyên din ên Kurdis-tanê çawa bi keran re tevdige-rin?Xelkê Rojhilatê Kurdistanê pir

    baş bi keran re tevdigerin, Kur-distana Tirkiyê jî pir baş in, lêKurdên me xerab in. Di meseleyacotkariyê, barê daran û di kişan-dina kayê de jî sûdeke zêde yakeran ji Kurdan re hebû.

    Te serdana ser sînoran nekiriye,ku li wir ker di bin barên girande difetisin?Ji ber ku ew dîmen min dêşînin,

    ez naçim. Ji ber ku hikûmet piştamin nagire, qet sûd tune û hetaniha kes nehatiye sizadayîn. Ji boperwerdekirina civakê, aştirînsiza sizaya diravî ye.

    Ji bilî warê kerparêziyê niha diwarê helbestê de jî dengê teheye, ev çawaye?Di ciwaniya xwe de min neka-

    riye ez du hevokên helbestê bini-vîsim, lê ji dema ku ez mijûlî karêrêxistina keran bûme, êdî ez bûmhelbestvan jî.

    Omer Hisên Qadir Sala 1952 liKifrî ji dayîk bûye û dibêje temenêwî bi qasî temenê du keran dibe.Wî li Kelarê xwendina AmadeyiyaÇandiniyê qedandiye.

    Hevpeyvîn: Newzad Mehmûd

    Sekreterê Partiya Kerên Kurdistanê Omer Kilol:

    Ez bi xêra keran bûm helbestvan jîEv 31 sal in ku Omer Kilol ji bo mafê keran kar dike. Niha ji boparastina keran ji Hikûmetê alîkarî dixwaze. Kilol dibêje ku eztenê li cem xelkê me sivik bû me, lê biyanî girîngî didin min

    www.

    arsiv

    akur

    d.or

    g

  • Çand û Huner8 Rûdaw Hejmar 59

    Şengul Ogur

    Ji nav qadên hunerê de ya herîkevin (piştî deng) ku mirovandest avêtinê û hewl dane ku biriya wê gerdûnekê biafirînin,nîgar e.

    Beriya niha bi 10 hezaran sal,di Serdema Kevin ya Kevir de jî,mirovan bi kedeke mezin nîgarênku hesta lê heyranmayinê bi mere didin jiyandin, li dîwarên şkef-tan kirine. Ev nîgarên li dîwarênşkeftan lêkirî, ji hêlekê ve hesta lêheyranmayinê û ji hêlekê ve jîşaşwaziyeke ku bi pirsa çawadibe ku mirovên wê demê bi as-teka ewqas bilind ev nîgar lê ki-rine?’ bi me re çêdikin.

    Ji serdema kêvir ta niha di her ci-vakê de, di her demê de, mirovanberê xwe dane hunera nîgarê ûxwestina ku pê xwe derbirîn bikin.

    Di civaka Kurd de jî, yek ji vannîgarvanên ku bi riya hunera nî-garê hewl daye ku ya xwe vederbike, Arîf Sevînç e.

    Tabloyên xemgînî û serhil-dêrî

    Têkliya Sevînç a bi nîgarê re di-gihije dema lîseyê û peşengehaxwe ya yekemîn wê demaê raxis-tiye. Ta niha bi qasî 100 nîgarîpêşkeş kiriye.

    Sevînç diyar dike ku di kevalênwî de şadî kêm e û bêhtir xemgînîû serhildêrî xwe dide der. Carinan

    li Halepçeyê dayikek li ser pêçakaxwe ne em; carinan Seyid Rizo-yek in; Carinan Şêx Seîdê ku be-riya biçe Sêdarê bi çavêndarizîner dinere ne em.

    Di kevalên wî de carinan Cizîrîderdikeve pêşberî me û dibêje:“Gulên baxê Îremê Bohtan im,şebçiraxê şevên Kurdistan im”

    Carinan Xanî ji kevalê dengêxwe bi me digihîne û dibêje: “Ezmame di hikmeta Xwedê da!.. ”

    Zarokatiyê de destpêkir,xortaniyê de bû evîn

    Ji bilî yên ku me behs kirin, dikevalên Sevînç de hûn dikarinbibin govana Evîna Stî û Tacdîn,bibin mevanê Mem û Zîn, xwe liNewrozekê jî bibînin..

    Ya ku Sevînç ber bi vê hunerêve birî çi bû gelo? Piştî ku balê di-kişîne ser bandora erdnîgariyê ûşopên wê yên dîrokî yên li ser gi-yana xwe, wiha dibêje: “Li cihekewisa, di şahadiya heybeta Gili-daxê de, ji bilî şopandina riya kuXanî nîşan daye, çi ji destê mirovtê?” û bi berdewamî lê zêde dike:“Min jî, nîgarkêşiyê bijart. Ele-qeya min a bi nîgarkêşiyê re ku dizaroktiya min de dest pê kir, dixortaniya min de bû evînî û piştrejî bû perçeyek ji navgîna şerê minû min ew xist bin xizmeta teko-şîna azadiyê.. ”

    Sevînç jî nêzikatiya awênebûnahunerê pesend dike û li ser pey-

    wira hunerê ya ku gelek caranbûye mijara nîqaşên berfireh jîwiha dibêje: “Hunermend, şerva-nek e; li himber zordestiya ku licivaka Kurdan dibe, li himber asî-mîlasyon û ew kesên ku nirxênkurdan diçewisînin. Ez jî Kurd imû li Kurdistanê dijîm. Di wêneyênmin de Kurdistan heye. Ez dixwa-zim ew nirxên ku ji aliyê zordes-tan ve wek tune tên qebûlkirin ûtên çewisandin, li ser tûalên xwenexş bikim, qedrên wan bigrim ûtêrkariyê li şerê azadiyê bikim.”

    Sevînç gelek kesayetên ku qetnedîne nîgarkirine, li ser vê jîdiyar dike ku ev gelekî dijwar e:

    “Lewre agahiyên derbarê jiyanawan kesên navdar, carina di çarî-nek de, carina di destanek de an jîdi çîrokek de veşartîne û her aga-hiyek an jî şopeke ku lê rast têm,min teşwîqê nîgarkirinê dikin.”

    Arîf Sevînç:

    Di wêneyên min deKurdistan heye

    Arîf Sevînç: Di 1959’an de liBazîde hat dinê. 4 sal li girtî-geha Leşkerî ya Amedê girtîma. Pêvajoya binçavkirin, lêpir-sîn û girtîgehê li ser tûalannexş kir û tabloyên xwe di sala1987’an de di salona WeqfaMulkiyeyiyan a li Enqerê di pê-şengeheke bi navê ‘Haberin Varmı Taş Duvar’ raxist ber çavan.

    Li Edene û Îzmîrê beşdarîpêşengehên têkel bû.

    Li Almanya (Wuppertal),Swîsreyê (Basel), Avûstûrya(Viyana) û li Amedê bi navê“Xewnek” pêşengehan raxist.

    Niha Berpirsiyarê Giştî yêWeşanê yê Rojnameya DemaNû û Kovara Dengê ye.

    Bîografî

    Tabloyê jor:Feqiyê Teyran

    Tabloyê rastê:Çar Dijmin

    Her cara ku lêkolîn li ser “KîKurd e?” çêdibe, te dît ke-sekî ku te qet bawer nedikirKurd be, Kurd derdikeve. Çi diwarê hunerê de, çi di warê siya-set, wêje û aboriyê de, gelek keshene bi eslê xwe Kurd in, lê belêweke Kurd nayên naskirin.

    Yek ji wan kesên ku îmzeyaxwe avêtiye bin sînemaya Tirkderhênerê naskirî Atif Yilmaz e.Yilmaz ku di sala 2006’an de ji-yana xwe ji dest dabû, di encamaçend lêkolînan de eşkere bû kuew jî Kurd e. Atif Yilmaz derhê-neriya 113 filman kiriye, ew liTirkiyê derhênerê herî nirxdar eû di gelek fîlmên xwe de civakaKurd kiriye mijar. Mujde Arslanku li zankoya Marmara, di beşêsînemayê de, xwendina bilinddom dike, dema ku Atif Yilmazdide nasandin, dibêje ku gelekaliyên wî nehatine naskirin: “AtifYilmaz li Palu (ser bi Elezîzê, Ba-kurê Kurdistanê) ji malbatekeKurd ji dayîk buye. Ev zêde nayêzanîn...” Ev gotin di pirtûka “BêGotin Baştir e” de hatine weşan-

    din. Navê jina Atif Yilmaz jî AyşeŞasa bû û ji binemala Bedirxani-yan bû.

    Lêkolînvan Muslum Yucel jî dipirtûka xwe de (Di sînemayaTirk de Kurd) behsa Atif Yilmazdike û wiha dibêje: “Atif Yilmazli ser Kurdan diêşiya, ew sanciyaxwe di fîlmên xwe de dianîziman. Atıf Yilmaz jî Kurd e. Evrast e...”

    Atif Yilmaz Kurd derket

    Dilbixwîn Dara Arnheim

    Hunermendê dengxweş û hez-kirî, ku zêdetirî 20 salan e liHolanda dijî, ji Rûdawê re diyarkir ku wî ji bilî hezkirina guhda-ran, ji hunera xwe tiştek qezencnekiriye. Brader Musîkî, ku li ba-kurê Kurdistanê li gundekî Mêr-dînê ji dayîk bûye û salên dûr ûdirêj bi hunerê re mijûl e, got, ewêdî li xerîbiyê bêzar bûye û dix-waze vegere welat.

    Brader, ku bi dilnizmiya xwe, bihêminî û dilgermiya xwe naskirîye, dixwaze yan li Wanê, yan liMêrdîn yan jî li Duhokê bi cihbibe. Pir hez dike dawî li vê jiyanapenaberî û xerîbiyê bîne. Lê belênikare vegere. Ne ji ber astengi-yên siyasî û burokratîk, lê belê jiber ku wî di van salên dûr û dirêjde ku ji bilî hunerê tiştek nekir,tiştek qezenc nekiriye. Nikare ve-gere welat ji ber maleke wî tuneye tê de bijî. Brader Musîkî, demaku em li mala wî bûne mêvan,

    got: “Binêre, li vê derê dewlet mexwedî dike, kirêya malê dide, embelaş diçin doktor, jiyana me yasosyal parastiye, lê belê nikarimvegerim, pir hez dikim, dixwazimniha biçim, lê ez ê biçim kuderê?!Cihek tune ye ez lê bimînim. Wêxelk nebêje ev ji 20 salan zêdetirbû tu li Ewrûpa yî, te zarok mezin

    kirin, ka te çi bi ser hev xist?!”Brader Musîkî, ji bilî muzîkê, li

    Holanda û Almanya weke serlîs-tikvan di gelek fîlman de cih gir-tiye, weke şêwekar tabloyançêdike, di tiyatro de dilîze, hel-best û gotaran dinivisîne û digelek warên hunerî û rewşenbîrîde hunermendekî gelekî çalak e.

    Brader naxwaze jiyana xwe li Ewrûpa berdewam bikeDixwaze vegere, lê destên wî vala ne

    “Wê xelk beje, ev ji 20 salan tu li Ewûpa dijî, ka te çi bi ser hev xist?!”www.

    arsiv

    akur

    d.or

    g

  • 9RûdawHejmar 59 Çand û Huner

    Hunermanda dengxweş Nilu-fer Akbal van rojan albûmaxwe ya dawî derxist. Album ji sêzaravayên kurdî pêk tê. Di TRT-6’ê de amadekariya bernameyeknû dike. Akbal d derbarê albûmêxwe ya bi navê ‘Herîre’ de, kar ûxebata xwe li TRT-6’ê û amadeka-riyên ji bo bernameyeke nû de, jiRûdawê re axivî.

    Rûdaw: Te albûmek bi navê ”He-rîre“ derxist, tu dikarî qala vê xe-batê bikî?Nilufer Akbal: Ev albûm kedapênc-şeş salan e, her straneke wêçîrokeke xwe heye û ez bi roj ûşevan li ser rawestiyam ji bo kutiştekî baş derveke holê. Ez di vêalbûmê de meqam û klamên kla-sîk jî distirêm. Ez neketime dûstrankomkirinê, yên ku min nivi-sîne hestên min in û min hîs ki-riye. Yên din jî di ger û xebatênxwe de min hilbijartine, herwihakeda Mamoste Husên Şerîfî ji bîrnakim û spasiya wî dikim.

    Di albûma te de kurmancî, za-zakî û soranî heye. Gelo bi çi ar-mancê te ev rê hilbijartiye?Kurdî ji bo min her kurdî ye, ez

    bi xwe zaza me, lê kurmancî û so-

    raniya min jî ne bi kêmî zazakiyamin e. Kurdistan jî ji bo min yekparçe ye, kurd jî yek milet e. Evher sê zarava di albûmên min ênberê de hebûn, di vê de jî hene ûwê di xebatên pêşerojê de jîhebin.

    Tu ji bo amadekirina vê albûmêçûyî Başûrê Kurdistanê, çi tesîrli ser albûmê çêbû?Belê ez çûm. Stranên Herîre,

    Pawanekanî û Şilêre min ji Başûranîn. Li wir axeke azad heye û te-sîrê li ser mirov dike. Min li hu-nermendên Başûr guhdarî kir ûwan jî min guhdar kirin. Ez bimuzîka kurdî ya klasîk serwextbûm û bi muzîka Hesen Zîrek,Tahir Tofîq, Homer Dizeyî, Mez-her Xelikî û hwd şa bûm.

    Gelo tu soranî baş dizanî?Ez pir baş nizanim, lê roj bi roj

    çêtir dibe. Ez li mal li kanalênBaşûr temaşe dikim û her caradiçim wir hewl didim fêr bibim ûgava ez straneke soranî dibêjim,ez dipirsim, li ser radiwestim ûhewl didim awaza wê rast bisti-rêm. Mamoste û hevalên minhene û alîkariyê dikin.

    Album li ku hat amade kirin, kêderxist, kî belav dike û rewşa fi-rotinê çawa diçe?Albûm li Stenbol û Almanya

    hate çêkirin. Derxistin û belavki-rina wê bi hevkariya şîrketa mina muzîkê NAM Muzîk Produksi-yon û ADA Muzîk hate pêkanîn ûez hêvîdarim ku wê ev xebatxweş bê pêşwazîkirin.

    Te sala borî di TRT-6’ê de binavê “Buka Baranê“ programekamade dikir. Tu dikarî li ser wêagahdarî bidî û te çima bi dawîanî?Ew program ji aliyê şîrketeke

    produksiyonê ve dihate çêkirin,

    min jî peyman digel wan çêkiribûû dema peymana me xilas bû, mekarûbarê xwe qut kir. Ez niha bixwe programê çêdikim. Bûka Ba-ranê bernameyek hezkirî bû. Mi-letê Kurd ji 40 milyonî bêtir e ûmiletekî kevn e li Rojhilata Navîn.Ev kanal jî ji gelek aliyan ve başbû, lê bi vê kanalê mesele çaresernabe.

    Tu wê niha dîsa di TRT-6 deprogramekê çêbikî?Erê, bi navê Nîlufera Rengîn em

    programekê çêdikin û bi naverokaxwe dişibe Bûka Baranê. Yanî emdixwazin bi muzîk, şano, helbest ûhwd ve dewlemendiya miletê xwe

    bibînin. Helbet hinek rêbazênTRT’ê yên giştî hene, ew me jî gi-rêdidin, lê weke din em serbest inû ev jî bêhna me fereh dike.

    Ji bo pêşerojê çi planên te hene?Niha albûma min a nû derket û

    ez dixwazim danasîna wê bikimû rêze konsertan li Kurdistan ûEwrûpa li dar xim. Herwiha ezmijûlî karê xwe yê TRT’ê me, ewkar min pir diwestîne û demamin digre, lê ji bo min muzîk jiyane û ezê her li dû awaz û dengênxweş bim û hewl bidim bi xwebiafirînim.

    Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij

    ‘Nîlufera Rengîn’cîhê ‘Bûka Baranê’digre

    Rûdaw (Swêd) – Keça Erde-wan Zaxoyî, Hozan, li Swêdê dinava kul û kovanên şehîdkirinabavê xwe de dijî. Xwest vegereKurdistanê lê nasnameya wê ne-danê, niha dixwaze stranên bavêxwe bistire.

    Erdewan Zaxoyî hunermen-dekî navdar ê nîştîmanperwerbû. Di sala 1981’an de bû pêş-merge û digel çend hunermen-dên din ên pêşmerge “TîpaŞoreş” damezrandin. Piştî ew ve-geriya Zaxo, di şeva 19’ê Çileya1986’an de, li otêla Exadîr ya liBexda ji aliyê Emna HikûmetaÎraqê ve hate girtin û heta nihakes nizane termê wî li ku derê ye.Hevjîna wî ya Xiristiyanî digelherdu zarokên xwe Hozan ûKovan berbi Îranê ve çûn û piştîçar mehan berbi Tirkiyê çûn ûrêxistina Xaça Sor a navnetewîxwedî li malbatê derdikeve ûberbi Sûriyê ve diçin. Di sala1989’an de dayika Hozan ûKovan bi mêrekî Sûrî re dizewiceû herdu zarokên xwe li wir dihêleû diçe Swêdê. Paşê Hozan ûKovan bi rêya Xaça Sor ji Sûriyêdiçine Libnan û li Beyrûtê bicîhdibin.

    Hozan Erdewan ku ev çendîn

    sal in li Swêdê rûdine, behsa wêserdemê dike û dibêje: "Li Bey-rûtê rewşa me gelekî nexweş bû,em danîbûne digel kesên şêt û bêxwedî.” Hozan û birayê xweKovan salekê li Beyrûtê di wêrewşa nexweş de dimînin, paşêXaça Sor a navnetewî wan dibeSwêdê cem dayika wan: "Dematemenê min bû 13 sal, HikûmetaSwêdê gote min ‘nabe tu li cemdayika xwe bijî’ û min birin cihekîku taybet ji bo kesên bê xwedî ûez careke din ketime rewşekenexweş." Hozan heta temenê 18saliyê di wê rewşê de ma. Jî xwere xaniyek kirê kir û her heftiyêkarek dikir.

    Dizewice û dibe dayik

    Li wan salên ku Hozan bi tenêbû, wê xortekî ji Silêmaniyê nas-kir û paşî pê re zewicî: “Piştî sêsalan keçeke me çêbû, lê em jihev cuda bûn û careke din ez ûkeça xwe bi tenê man." Di sala2009’an de Kovan bi yekcarî ve-geriya Zaxo û niha li Zaxo dijî.Hozan niha 29 salî ye û sê salan jibirayê xwe Kovan mezintir e. Ho-zanxan heta niha du caran çûye

    Kurdistanê û hewl daye regezna-meya Îraqî ji xwe re derxîne, lênedanê û careke din vegeriyaSwêdê. Hozan ev çar sal in fêrîkurdî bûye, ji ber ku beriya ew bi-zewice, tenê bi Swêdî dizanî. “Ezbi rêya hevjînê xwe yê berê fêrîkurdî -zaravayê soranî- bûm, lê divan çar salên dawî de bi rêya qe-nalên kurdî û guhdarîkirina stra-nên bavê xwe, ez hinekî hînîzaravayê kurmancî jî bûme.”

    Stranên bavê wê bîranînên za-roktiyê tînin bîra wê: “Dema ez

    guhdariya stranên bavê xwedikim, wan rojên ku wî li mal ewstran ji bo min digotin, tîne bîramin.” Stranêj Bextiyar Fetah stra-neke Erdewanî gotiye û klîpki-riye: “Dema min ew stran guhdarkir, bavê min hate bîra min û ezgelekî giriyam.”

    Hozanê bi rêya înternêtê dukesên Zaxoyî li Stockholmê nas-kirin: “Cotyar Sindî û Azad Şem-sedîn bi rêya înternêtê soz danmin ku alîkariya min bikin, ezçûm cem wan û bi îmkanên gelek

    kêm min herdu stranên bavê xwe‘Ez geriyam li diniyayê‘ û ‘Erde-wan im Kurdistan im‘ tomar kirku niha li ser înternêtê belavdibin.” Hozanxan guhdariyahemû stranên bavê xwe dike, lêbêtir ew ji strana “Pêşmerge me”hez dike. Hêviya wê ew e ku bika-ribe bi dengê xwe dilê Kurdanxweş bike. Eger saziyeke rewşen-bîrî û hunerî li Kurdistanê alîka-riya wê bike, ew amade ye bidengê xwe berhemekê ji stranênbavê xwe belav bike.

    Hozan Erdewan Zaxoyî, ji bo Rûdaw:

    Hêviya min ew e ku ez stranên bavê xwe bêjim

    Hozan Erdewan Zaxoyî

    Wêneya rastê: Hozan ErdewanZaxoyî û bavê xwe Erdewan Za-xoyî

    www.

    arsiv

    akur

    d.or

    g

  • Jin û Civak Rûdaw10 Hejmar 59

    Parlamenterê esil Tirk ê FDP’ê daxwaz kir ku bûrka li Almanya bê qedexekirin. Parlamenterê Partiya Demokratên Azad(FDP) Serkan Torenê ku li Tirkiyê, bajarê Fatsayê, ji dayik bûye, ragihand ku bûrka li Fransa û Belçikayê hatiye xedexeki-rin û divê li Almanya jî qedexe bibe. Toren ji rojnameya Alman a bi navê Leipziger Volkszeitung re daxuyand ku bûrka necileke olî ye, lê li dijî sîstema dewleta wan sembola siyasî ye û jinan jî dixe bin zilmê û wiha axivî: “Bûrka ji bo jinan girtî-geheke mobîl e û binpêkirina mafekî mirovahiyê ye. Lewma divê bê qedexekirin.”

    “Bûrka ji bo jinan girtîgeheke mobîl e“

    Amed (Rûdaw) – Midûrê Giştî yêDunya TV ku yekemîn qenale tay-bet a kurdî li Tirkiyê ye, diyar kirku polîtîkaya wan a weşanê jiKurdên di nava sînorên Tirkiyêheta Kurdên li Îraq, Îran, Suriye ûhemû Kurdên ku bi kurdî dizanindixe nava xwe. Di vê qenalê de rê-zefîlmên ku di Samanyolu TV detêne weşandin, wê bi kurdî bênweşandin. Dunya TV a ku bi zara-vayê kurmancî dest bi weşanê kir,wê di pêşerojê de bi zaravayêndin ên kurdî jî weşana xwe bido-mîne. Di çapameniyê de hate an-gaştin ku ev qenal aydê CemaetaFetullah Gulen e.

    Rûdaw: Fikra avakirina televîz-yoneke bi kurdî çawa çêbû?Remzî Ketencî: Tirkiye di pêva-joyeke girîng de derbas dibe. Yanwê tam demokratîk bibe û bigi-hije standardên cîhanê, yan jî wêdi nava welatên 3’emîn ên cîhanêde cihê xwe bigre, bigevize. Gerrêlibervekirin baş bê kordîneki-rin, wê hemû astengiyên li pêşiyademokratîkbûnê yek bi yek jiholê bên rakirin. Ji bo pêkhatinavê yekê peywir dikeve ser milêhemû kesî. Karsazên li Dîlokê, liser vî esasî, ji xwe re pirsa “Em livî welatî dijîn, nan û ava vî welatîdixwin. Di vê merheleyê de, divêem çi bikin?” kirine û biryar daneku televîzyoneke bi kurdî vekin.Em li hev civiyan, axivîn. Li gorîbîr û baweriya me, Dîlok dikaretelevîzyoneke wiha fînanse bike,ev hêza wê heye. Ji ber vê yekêDunya TV ji jiyanê re got “mer-heba”.

    Dunya TV dixwaze xwe bigihi-jîne kîjan temaşevanan?Hemû kesên ku bi kurdî diza-

    nin, dikevin qada me. Em bi wanre eleqedar dibin, weşana xwe ligorî wan çêdikin. Lê girseya esasîya ku em ê xîtabî wan bikin, wela-tiyên Kurd ên li nava sînorên Tir-kiyê ne. Ji ber ku emê nebinqanaleke tematîk, emê hemahema xîtabî temaşevanên di herastê de bikin. Dunya TV qanalekewisa ye ku wê xîtabî temaşevanêngiştî bike û qenaleke malbatî ye.

    Weşana Dunya TV wê bi kîjanzaravayên kurdî bê kirin?Emê serê pêşîn tenê bi zara-

    vayê kurmancî weşan bikin. Piş-tre li gorî derfetên xwe cih bidinzaravayên din jî.

    Hûn difikirin ku di pêşerojê dexîtabî Kurdên li derveyî Tir-kiyê bikin? Weke hûn dizanin sînorên li

    herêma me, ji aliyê welatên ro-java ve, bi awayeke sunî hatin

    xêzkirin. Dema mirov bi vê nêrînêli meseleyê binêre, wê mirov bi-bîne ku gelek xizmên welatiyên livir, ji hev cuda bûn, li aliyên dinên sînoran man. Aliyên hevpar ênînsanên li ser vê erdnîgariyê, jicudahiyên wan pir zêdetir in. Jiheman tiştî kêfxweş dibin û jiheman tiştî re dikarin xemgînbibin. Ji ber vê yekê girseya me yapêşîn welatiyên me yên Kurd êndi nava sînorên me de ne. Lêweke ku min qasek berê jî got,Kurdên ji ber wan sedeman liderveyî sînorên me mane jî meeleqedar dikin û dikevin nava gir-seya me ya xîtabê.

    We karî kadroyên ku baş bikurdî dizanin peyda bikin? Ger em di warê kurdî de xwedî

    kadroyên baş nebûna, me dest bixebateke wiha nedikir. Hûn jî başdizanin ku televîzyon tim dixwe,divê tim bê xwedîkirin.

    Di warê dublaj, werger, redaksi-yon û pêşkêşvaniya bername-yan de hûn tengasî dikişînin?Ji xeynî pêşkêşvaniyê hemû tişt

    di nava dublajê de cih digre. Me liStenbolê stûdyoyeke dublajê avakir û em di vê stûdyoyê de timbernameyên bi kurdî çêdikin.Diwarê pêşkêşvaniyê de jî me lêko-lîneke pir baş kir. Ji ber ku Tirkiyedi warê televziyonvaniya kurdî dehêj nû ye, di vî warî de kesên pro-fesyonel zêde nîn in. Lê kesên kume bi mulakatê girt, niha em ji bopêşkêşvaniyê digihînin.

    Di nava ekîba we de kesên nav-dar hene?Em ji gelek kesên ku di warê

    werger, redaksiyon û şêwirmen-diyê de pêşketî ne, sûd werdigrin.

    Di Samanyolu TV de rêzefîlmênweke “Tek Turkiye” hene. Hûndifikirin wan rêzefîlman bi zi-

    manê kurdî di Dunya TV de bi-weşînin?Tek Turkiye di bernameya me

    de tune ye.

    Qenalên netewî xwedî metir-siya reytîngê ne. Ji bo vê qe-nala bi kurdî, metirsiya we yareytîngê qet heye?Em televîzyoneke taybet in.

    Helbet ew metirsiya me ya tema-şekirinê heye. Çimkî ku hûn bênetemaşekirin, hûn dikarin reklambistînin.

    Di çapameniyê de tê gotin kuDunya TV a cemaeta FetullahGulen e. Ev jî pêşîvekirinakurdî ya Fetullah Gulen e?Televîzyona me bi Koma We-

    şanê ya Samanyolu re di nava xe-bateke hevpar de ye. Em dublajagelek bernameyên ku me ji wirgirtiye, ji bo Dunya TV dikin. Bikesên karên erênî ji bo vî welatîdixwazin re, hewl didin ku DunyaTV bînin asta herî baş.

    Hûn dikarin derbarê tora we-şanê ya Dunya TV de hin aga-hiyan bidin? Temaşevanên me wê bikaribin

    li ser ekranên me bernameyên sî-nema, rêzefîlm, fîlmên karton,nûçe, spor, çandê bibînin. Serêpêşîn wê dublaja rêzefîlmên ku liTirkiyê hatine kişandin bi kurdîbên weşandin, rêzefîlmên weke“Sirlar Dunyası”, “Kirik Kalpler”,“Buyuk Buluşma”. Ji bo meha Re-mezanê xebateke me ya taybetçêbû. Temaşevanên me wê di nêzde bikaribin nûçeyên me yên zindîjî temaşe bikin. Ev tenê çendmînak in.

    Hevpeyvîn: Bawer Çem

    Midûrê Giştî yê Dunya TV, Remzî Ketencî:

    Dunya TV ji bo hemû kurdîzanan e!

    Midûrê Giştî yê Dunya TV Remzî Ketencî: “Ger rêlibervekirin baş bê kordînekirin, wê hemû astengiyênli pêşiya demokratîkbûnê yek bi yek ji holê bên rakirin.”

    Li Kurdistanê ji bo ku mirovbibe wezîr pêdiviya wî/wê bibawername û jêhatîbûn û zîre-kiyê nîne, lê peywendiya wî/wêbi bazan ve heye. Di dema zarok-tiyê de, ji dêlva fîlm û televiz-yonê, çîrok ji me re vedigotin, divan çîrokan de tiştên xeyalî yênzêde hebûn. Yek ji van wêneyênxeyalî ku bûbû xewna zaroktiya

    min, veniştina bazê bû, kengî ewbaz vedinişe û dibe qiral. Lê liKurdistanê ligel dirustbûna herkabîneyeke bazê hizbê li ser serêçend kesan vedinişe û postên xe-yalî pê werdigrin, bêyî liberçav-girtina rewşa rewşenbîrî ûbawername û jêhatîbûnê. Lomajî rewşa Kurdistanê berbi baş-bûnê ve naçe, ji ber baz bazê hizbe. Kesên ku dibe wezîr berî her-tiştî dibe wezîrê hizba xwe, dûrewezîrê xelkê Kurdistanê.

    Wezîrê Ewqaf û KarûbarênAyînî ku ser bi Bizava Îslamî ya

    Kurdistanê ye, îmze li ser nivîsa-rên fermî yên Êzîdî û Mesîhiyannake û vî erkî dispêre rêveberêngiştî û desthilateke tevahî didewan, da ku îmzeya wî nekeve serdirustkirin û nûkirina dêreke Xi-ristiyaniyan û perestgeheke Êzî-diyan. Tevî ku divê nivîsarênfermî bi îmzeya cenabê wezîrbin, lê ji ber ku cenabê wezîr Mi-silman e û li gor wî divê bi tenêîmza Misilmanan bike û ji bo yêndin neke. Niha jî dixwaze bawe-riyê bi Mesîhî û Êzîdiyan bînin, jibo ku ji Wezareta Ewqaf cuda

    bibin û rêveberiyên serbixwe jibo xwe dirust bikin û WezaretaEwqaf jî bibe Wezareta Ewqaf ûKarûbarên Îslamî.

    Serokê Herêma Kurdistanêherdem behsa aştî û bihevre ji-yana olan li Herêma Kurdistanêdike û wezaretên herêmê jî newezaretên Kurdî ne lê Kurdis-tanî ne û yên hemû xelkê Kurdis-tanê ne. Lê li Wezareta Ewqaf ûKarûbarên Ayînî dixwazin cuda-hiyê kûr bikin û wezaretê bikinWezareta Ewqaf û Karûbarên Îs-lamî. Çavkaniya vê yekê ji wê ba-weriyê tê ku baweriya wê bicudahiya ra û nerîn û bihevre ji-yana ol û neteweyan li Kurdis-tanê nayê. Ev tenê dirustkirinadîwaran e di navbera olên cudayên Kurdistanê û dijî bihevre ji-yanê ye. Lê cenabê wezîr, pêdi-

    viya me bi kijanê heye?Gelo ev hizra ku Wezareta

    Ewqaf û Karûbarên Ayînî bi nêt ecîbicîh bike, ligel rewşa siyasî ûcivakî ya Kurdistanê lihev dike?Gelo ligel rabirdû digunce? LiKurdistanê Îslama Siyasî dix-waze sîmaya civaka Kurd biguhe-rîne, loma jî di nava salekê de500 mizgeft ava kirin, ji dêlvaxêrxwazan han bidin ku xwen-dingeh û nexweşxaneyan ji xelkêvî welatî re ava bikin ku yek ji pê-wîstiyên herî girîng ên xelkê vîwelatî ne.

    Di dawî de dibêjim, rêzdar we-zîrê Ewqaf û Karûbarên Olî, ricadikim hewldanan neke ol û rege-zên civaka Kurdistanê ji hevcuda bikî, li ser daxwazkarî û ni-vîsarên wan jî îmze bike û îmanate zeîf nabe lê baştir dibe.

    Taman Şakir

    Ji bo Êzîdiyan îmze nake

    www.

    arsiv

    akur

    d.or

    g

  • Jin û Civak 11RûdawHejmar 59

    GurçikDi her mirovekî re normal de 2gurcik hene, yek li kêleka moh-nikê li cengê çepê ye û ya din jî licengê rastê ye. Organên cîran evin: Mîde, pankreas, kezeba reş ûroviya qalind. Gurçik 12 cm dirêje û 6,5 cm pehn e. Hinekî dişibeforma fasuliyê. Her gurçik bi ro-vîkek biçûk bi kîsikê destavabiçuk re (mîzêre) di têkiliyê deye. Bermayiyên ku ji bedenêre nepêwîst be bi alikariya gurçikê têpaqijkirin, minak dema ku mirovdermana digrin tiştê ne lazimgurçik paqij dike. Wekî din gurçik tansiyona, qeyda avê, xwê,şekir û asîtê jî dipîve. Tiştekî din ku gelekî giring e ew e ku jigurçik hormona erîtropoetîn û vîtamîn D çêdibe. Ew hormon jîxwînê dide çêkirin.

    Çi nexweşiyên gurçika hene?Dr. Necla Tursun: Gurçik kuldibin mîna mîkrob digrin ev jî

    gurcikê nexweş dikin. Dema ku gurçik bi awayê kulbunê zirardît, hingê xirab dibe û kêm bi karê xwe radibe. Wê demê pêwîstîbi dialîzê tê dîtin. Dema gurçik hindik kar bike tansiyon bilinddibe û tiştê ku normal bi alîkariya gurçik ji bedenê paqij dibedimîne di nava xwînê de ji ber ku xwîn nayê paqijkirin mirovbi nexwşiyên din jî dikevin.Mînak di canê wan de xwerihandinçêdibe ji ber ku hormon jî kêm dibin; herwiha mîktara xwînê jîhindik dibe. Carna kevir jî di gurçikan de çêdibin. Pir kêm digurçikan de nexweşiya pençeşêrê jî tê dîtin. Wekî din nexweşi-yên zikmakî jî hene, ev mîna kistan e.

    Mirov çawa dikarin xwe ji nexweşiya gurçika biparêzin?

    Dema ku mirov bixwazin bi gurçikek baş û bi tendirustî bijînher roj pêwîst e 2 L av vexwin ji ber av gurçika paqij dike. Demaku gemar ket nav rovîka mîzê dibe ku mirov zû biçe doktor jiber wê pêwîstî bi antîbîotîka hebe bêyî antîbîotîka ew mîkrobçûyîn pir zahmet e. Her 2 sal carekê pêwîst e mirov xwîna xwekontrol bike. Ku arandin an jî tiştek din li tenişt, pişt çêbû ewdem pêwîst e ultrason bê kirin hertim tedawiya zû mirov ji xe-terê xilas dike.

    Mirov dikarin bi çend gurçika bijîn?Ev mijareke ku gelek kes hertim di nava metirsiyê de ne.

    Mirov dikarin bi yek gurçikê jî jiyana xwe ya normal berdewambikin. Dema ku pêwîst be mirov dikare neqliyata gurçikê jî çê-bike. Lê bi ya nim tiştê herî giring ew e ku dema hin mirov nex-weş neketî li xwe û gurçika xwe miqatebe. Piştî gurçikênexweşiyek giran derbas kir tu bivê nevê wê ne wek berê be ûdivê mirov bêtir li xwe hişyar be. Dema gurçik nexweş be û ewkes biçe alkol an jî xwarinê pir şor û rûn bi xwin ev ji bo gurçikêxeter e.

    Amadekirin: Zelal Çelîk

    *Dr. Necla Tursun ji Bakurê Kurdistanê ye, niha li Almanya dijîû pizîşka nexweşiyên hundir e.

    Tendirustî

    KevirêGurçikê

    GurçikaNormal

    Coka Mîzê

    Livir kevir nahêle

    Dr. Necla Tursun*

    Necîbe Mihemed Hewlêr

    Berhem Mihemed (10) di navbazarên Hewlêrê de rojanepaketeke benîştan digire destêxwe û difiroşe. Diviya niha Ber-hem polê çarem a dibistanê biqe-danda, lê nizane navê xwe jîbinivîsîne. Navborî ligel malbataxwe ya 8 kesî di nav maleke bikirê de dijî. Berhem dibêje: “Emkirêçî ne û bavê min jî karker e,ger ez alîkariyê nedim wî ew ni-kare kirêya malê jî bide, loma ezneçûm dibistanê.”

    Di demekê de ku kabîneyaşeşem a Herêma Kurdistanê 100milyon Dolar ji bo şandina xwen-dekaran ji bo xwendina master ûdoktorayê veqetandine, lê hê çen-dîn zarokên ku di temenê Ber-hem de ne, nizanin navê xwe jîbinivîsin. Bêtiriya zarokên kuwek Berhem kar dikin, didinzanîn ku ji ber rewşa nebaş aaborî neçûne dibistanê. Berhemdibêje: “Dema em nekarin kirêyamala xwe bidin û cilên dibistanêbikirin, çawa bixwînim!”

    Li gor statîstîkên UNESCO’yê,nêzîkî 75 milyon zarokên nexwen-devan li seranserê cîhanê hene û

    ji her pênc kesan di cîhanê dekesek nexwendewar e û ji sêsêyanyek jê jin in. Rêjeya herî zêde yanexwendewariyê di nav welatênErebî de ye, ku ji sedî 44 e.

    Li gor agahiyên ji WezaretaPerwerde, ji bo nehiştina nex-wendewariyê li Herêma Kurdis-tanê niha 20 hezar kes di 417bingehên nehêlana nexwendeva-niyê li seranserê Herêma Kurdis-tanê hînî xwendinê dibin. Kesênhan jî ew in ku di temenê zarok-tiyê de nekarîne bixwînin yan jixwendinê veqetiyane û ji sedî 66’îwan jin bûn.

    Li gor serjimêriyên WezaretaPerwerdê ya Herêma Kurdistanêdi 9 salên borî de 322 hezar û573 kes ji nexwendewariyê rizgarbûne. Beriya sala 2000’an rêjeyanexwendewariyê ji sedî 34 bû, lêdi encama cîbicîkirina prosesanehêlana nexwedevaniyê, niha evrêjeya daketiye ji sedî 18. WezîrêPerwerde yê Herêma Kurdistanê,Sefîn Muhsin Dizeyî, ji Rûdawê regot: “Niha tirsa wê yekê tune kudi qonaxa seretayî de zarok ser-nekevin û dest ji xwendinê ber-din, loma pêwîst e hemû dayîk ûbav zarokên xwe bişînin dibis-tanê.”

    Derbarê Plana wan ji bo zaro-kên ku qet naçin dibistanê, We-zîrê Perwerde wiha axivî:“Xwendina bi zorê nemaye ku embikarin kesên nexwînin sizabidin, lê em ê hewl bidin xelkêhişyar bikin ku zarokên xwe bişî-nin dibistanan û ji xwendinêbêpar nebin.” Derbarê zarokên kukar dikin yan ji ber hejariyê nika-rin bixwînin, Sefîn Dizeyî got: “Diwarê qanûnî de nabe zarok karbikin, pêwîst e hikûmet û aliyênpeywendîdar alîkariya malbatênhejar bikin.”

    Li navçeya Amedê Farqînêkesê bi navê Hacî Oruç ê 40salî ji bo debara mal û zarokêxwe bike, her roj berê xwe didabajêr û bi areboka xwe ya destaçerçîtî (atarî) dikir.

    Hacî Oruç wek her carê disaçubu ku ji bo mal wê rojê jî tiştekbinê, lê ew destvala vegeriya malû ji bo rojiya xwe veke dema jixanima xwe dipirse ka wê çi çê-kiriye, Hacî bersiva ku li mal tiş-

    tek tune ku ew çêbike ji xa-nima xwe digre. Li ser vêyeke Hacî pir xemgîn dibe ûzarokê xwe hembêz dike ûdigrî. Xanima wî dibêje ji bohin pirtir xemgîn nebe, wêhevjînê xwe bi tenê hişt. Pîştîdemekî ku qet deng jê nayê,xanima wî merak dike û diçelê binere. Dema diçe dibîneku Hacî Oruç li odeya ku rû-niştiye, xwe xenîqandiyê.

    Ji sedî 18 xelkê HerêmaKurdistanê nexwendewar in

    18 %

    82 %

    Ji ber nikaribû ji zarokên xwe renan bîne mal, întîhar kir

    (Sala 2009 - 2010)

    Xwendewar

    Nexwendewar

    Rêjeya Xwendewariyê

    Hevjîna Hacî Oruç ligel 4 zarokên xwe

    www.

    arsiv

    akur

    d.or

    g

  • Aborî Rûdaw12 Hejmar 59

    Azad Kurdî

    Her ku diçe dorpêç û sezayênnavnetewî yên li ser Îranêzêde dibin û bi vî awayî jî Îranrastî kirîzeke kûr a aborî hatiye.Çalakvanekî Kurd dibêje: “DivêHikûmeta Îranê wiha siyasetêbike ku neçe pêşwazîkirina boy-kot û dorpêçan.”

    Di Hezîrana îsal de KonseyaEwlekarî ya Neteweyên Yekgirtî(NY) li ser bernama gumanbar aatomî ya Îranê çaremîn biryarna-meya xwe ya sezayan li dijî Îranêda ku armanc zêdetirkirina dor-pêçên aborî li ser wê bû. Di Tîr-mehê de jî Yekîtiya Ewrûpayê(YE) ambargoyên gelek dijwarberamber Îranê ragihandin. Evseza zêde di warê enerjî, gaz ûsîstema bankî de ne. Yekemîn care ku YE seza û dorpêçên wihagiran beramber welatekê der-dixe. Piştre jî welatên Kanada,Awistralya û Japon jî sezayên ye-kalî li dijî Îranê ragihandin.

    Herçiqas rayedarên Komara Îs-lamî ya Îranê derbarê van ambar-goyan de diyar dikin ku evsezayên navnetewî nikarin ban-dorê li ser pîşesaziya petrol, gazû enerjiya Îranê bikin, lê di vêdema kurt de ku seza û dorpêçênnû li dijî Îranê hatine meşandin,

    kirîza aborî ya Îranê kûrtir bûye,giranî û înflasyona aborî zêdebûye û hilberîn û projeyên mezinhatine rawestandin. Wek mînak,di vê dema dawî de buhayê pet-rolê çend qatan zêde bûye û nihaxelkê Îranê bi giştî nîgeranê jiyanû dahatûya xwe ne û zêde tirsatevlihevbûna rewşa welat heye.

    Çavdêrê siyasî û nûnerê berê yêbajarê Pîranşarê li ParlamenaÎranê, Hasil Dase, daxuyaniyek daRûdawê û diyar kir ku divê Hikû-meta Îranê wiha siyasetê bike kuneçe pêşwazîkirina boykot û am-bargoyan: “Divê siyasetvanênÎranê bi awayekî tevbigerin kucîhan wê hestê neke yan rojevêwiha şirove neke ku Îran li be-ramberî cîhanê sekinî ye. Lomadivê xwe digel civaka navnetewîû welatên cîhanê biguncîne.”

    Ew sezayên navnetewî hemû bihesaba xelkê Îranê kuta dibin, bitaybet xelkê hejar û belengaz. Nû-nerê berê yê bajarê Merîwan ûSewlawa li Parlamana Îranê, Eb-dula Suhrabî, dide zanîn ku seza-yên navnetewî li dijî Îranêbandoreke rasterast li ser jiyanagel kirine û wiha axivî: “Em ban-dora van ambargoyan di hemûwarên jiyana rojane ya xelkê se-ranserê Îran û Kurdistanê de bieşkere dibînin.”

    Hasil Dase got nabe tevger ûkarê siyasetvanan bandorekexerab li ser xelkê bikin û wiha di-rêjî da axaftina xwe: “Mixabinbandoreke xerab a aborî ya sezaû boykotên ser Îranê li ser jiyanaxelkê heye û di van du mehên da-wiyê de bandora van boykotan liseranserê Îranê û bi taybet jî liKurdistanê eşkere tên xuyakirin.”Ambargoyên aborî zêde di warêsotemeniyê de bandora xwe ki-riye û buhayê şewatê jî bi awa-yekî berçav zêde bûye; ji bomînak buhayê lîtereke benzîn gi-haye 400 Tûmen û tê çaverêkirinbigihe 800 Tûmenan jî.

    Di vê derbarê de Dase da xuya-kirin: “Nirxê her tiştî zêde bûye ûgiranî gelek berçav e, şiyana ki-rîna xelkê kêm bûye, bêkarî zêdebûye, kar û çalakiyên sektora tay-bet kêmtir bûne, butçeya proje-yên avedankirin û xizmet-guzariyê pir kêm bûye, heta ban-dor li warê turîsmê jî kiriye.” Bibaweriya çalakvanê siyasî, HasilDase, ambargoyan bandorekerasterast li ser rewşa civakî yaxelkê Îran û Kurdistanê jî kiriye:“Ger dewlet giringiyê nede warêaborî, wê zext û guşarên civakî liser dewletê zêdetir bin û rêjeyanerazîbûnê jî wê bêtir derkeveholê.”

    Sezayên aborî gel bêzar kirine

    Bazirganên Holandî ji dereng çûyîna xwe ji bo Kurdistanê poşman in

    “Li Kurdistanê Înglîz 10 salan di pêş me de ne”

    Bazirganên Holandî ji wê yekêpoşmanin ku dereng çûneHerêma Kurdistanê. Rojnameyaaborî ya seranserî Holanda, HetFinancieele Dagblad, hevpeyvî-nek digel wan bazriganên Ho-landî yên ku li Kurdistanê kardikin sazkiriye û dibêje ”Di demaborî de Holandayê ew derfet jidest da ku bizane hilberîn li He-rêma Kurdistanê zêde giringe ûbi wê yekê jî demeke pir buha jidest me çû.”

    Veem De Kleermaker xwediyêkompaniyayeke helkulan û vedî-tinê ye, dibêje ”Înglîz ji me zîrek-tir bûn, wan dizanî ku liKurdistanê hikûmetek heye ûxwedî siyaseteke aborî ya ser-bixwe ye, loma ew di vê navçeyêde 10 salan pêş me ketin e.” Ewherwiha behsa Tirk, Fransî, Al-manî û Amerîkiyan jî dike ku liwir hilberînê dikin. Bazirganekîdin jî ku li Kurdistanê kar dike ûnaxwaze navê xwe eşkere bike,behsa hebûna gendeliyê dike ”ewtişt min bêzar dike, lê çare tune ûez mecbûr pê re dimeşim.”

    Pizîşkê diranan, Rêbaz Casim, jîdigel hevjîna xwe ya Holandî liHewlêrê projeyek dirustkirine.Rêbaz piştrast dike ku li Kurdis-tanê gendelî weke pirsgirêkekêye, ew dibêje ku karbidestên Kur-distanê daxwaza pişkan ji bazir-

    ganên biyanî dikin ”di serî dedaxwaza ji sedî 50 dikin, lê egerdanûstanê bi wan re bikî ew bi jisedî 10 jî razî dibin.” Lê Rêbaz di-bêje ku li Kurdistanê bac kêmtire. Hevjîna wî ya Holandî jî giliya

    wê yekê dike ku dîtina karmen-dên baş li Kurdistanê ne karekîhêsane ”sîstema xwandina Îraqêzêde xerabe. Li vir xelk di bîrka-riyê de ne zîrek in û înglîzî jî niza-nin. Mebesta min kesên ku

    zanîngeh qedandine.”Lê bazirganeka din bi navê, An-

    nemiek Van Varden, dibêje ku”em hemû dizanin ku di vî welatîde ceng hebû, vêca ku di warê za-nînê de paşketin jî hebe, ew tiş-

    tekî çaverêkirî ye, lê nebaşe kuplanên domdirêjên xelkê tunene.”

    Serokê Komîteya Holandî ûÎraqî ji bo Pêşdebirina Peywendi-yên Bazirganî, Jaap Van Dracher,dibîne ku niha jî ne derenge kubazirganên Holandî ji bo avadan-kirina navçeyê îmkanên xwebidin kar ”ji bo hilberîna di warênbirêvebirina projeyên çavkaniyênavê, çandiniyê, jinûve bikaranînakeresteyên bikarhatî, ev herêmgelekî bikêr e.” Li gor axaftinênVan Dracher ”ev ew warin ku des-tekî bilind ê Holandayê tê deheye.”

    Jaap Van Dracher axaftinênxwe berdewam dike û dibêje ”çi-yayên bilindên Kurdistanê jî heneku ew jî cihên başin ji bo balki-şandina geştiyaran, herwiha pê-wîstiya warê tendirustiyê jî bikartêde kirinê heye, ji bilî ku her-tim wê pêwîstiya Kurdistan ûÎraqê bi tenkîk û keresteyên ava-kirin hebe.” Ew karbidestê Ho-landî bi henek ve dibêje ”nihabêtiriya keresteyan ji Tirkiyê tênKurdistanê, lê ew ne dostên rastên Kurdan in.” Loma li gor wî birêya avakirina peywendiyên rastdigel deshilatdarên Kurdistanê,wê bazirganên Holandî bikarinroleke giring bilîzin, ji ber ku ”pê-wîstiya Kurdistanê bi îmkan ûteknelojiya Rojava heye.”

    Bazirganên biyanî behsa hebûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê dikin, lê îmkanên li wir jî dibînin

    Karbidestekî Holandî di wê bawerê de ye ku bi rêya avaki-rina peywendiyên rast digel deshilatdarên Kurdistanê, wêbazirganên wan bikarin roleke giring li wê herêmê bilîzin

    www.

    arsiv

    akur

    d.or

    g

  • Kirmanckî 13RûdawHejmar 59

    Murad Canşad

    Serre 2000 bî. Tirkîya demunaqeşeyêk virazîyabi keseba reyêk tayê cezayî desserrî bêrê kêmî kerdene. Ci-nîya serekwezîrê ê wextî Bu-lend Ecevîtî Rahşan Xanimehepisxaneyêk zîyaret kerdbî,peyê beran de kênayêka qij-keke dîbî, behsê kêmîkerdişêcezayan kerdbî, nê behsî ra“Rahşan Affi” peyda bîbî. Fik-rêumûmîye bi nê nameyî me-sele munaqeşe kerdênê.

    Munaqeşe bîyêne ke kambikewo nê efûyî ver, kam me-kewo. O wext hepisxaneyanêTirkîya de da-des hezarî hep-sîyê sî